Encamên texrîbkar

Translator

Rapora parlemanterê Konseya Dewletê yê Parlemana Swîsreyê Dick Marty ya li ser "îdîayên muameleya ne mirovane ya bi insanan re û bazirganîya qaçax a organên bedena mirovî li Kosovayê" 25ê çileya 2011ê li Meclîsa Parlemanteran a Konseya Ewropayê hat qebûl kirin.

Ew, hebûna "komeke krîmînel" ku Haşim Thaçiyê sala 2007ê bûyî serokwezîrê Kosovayê wê bi rê ve dibe, aşkere dike. Ew vê komê weke "Koma Drenicayê" bi nav dike, ango navê devera ku piranîya endamên wê jê ne. Senatorê swîsreyî dibêje, ev kom di rastîyê de ji kadroyên PDKyê pêk tê, bi tenê qismek gerîla pêk tîne û bi vî awayî îşaret bi "hizbperestîya" UCKyê dike. Dezgehên dewleta albanî, nexasim rêxistina îstîxbaratê "Shërbimi informativ i Shtetit" (SHISH) û artêşê destekeke yekser dan vê komê. Wê herweha ji destekeke "tercîhkirî" ya rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî yên ku di dema şerê 1999ê de li Albanyayê bûn, sûd wergirt.

Ew herweha ketiye nav gelek karên neqanûnî –çete, bazirganîya çekan û narkotîkê û hwd.– yên ku piştî bidawîbûna pirsgirêkê hatine kirin. Marty behsa raporên rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî dike. Ev rapor weke "şefê cîhana neqanûnî ya Kosovayê" îşaret bi Thaçi dikin. Marty ê ku baş agahdar e, dîsa jî kite bi kite dibêje, heke Thaçi fîgurê dewletê yê herî tê nasîn ê "Koma Drenicayê" jî be, ew illeh yê herî hêzdar nîne: Ew nemaze balê dikşîne ser rola Azem Syla û Xhewat Halili.

"Koma Drenicayê" li seranserê Albanyayê tevneke bi rastî ya girtîgehan ava kirîye: Hin wargehên nêzî sînorê Kosovayê, weke Cahan, Kukës û Bicajê bi taybetî ji bo wan kesên guman ji wan dihat kirin "xayîn û hevkarên" albanî bin, hatibû veqetandin; li van wargehan "lêpirsîn"a van kesan hat kirin. Gelek girtî bi saxî ji van wargehan filitîn. Beşeke duyem a girtîyan ku para bêhtir sirb in, di dema girtina xwe ya li Albanyayê de hatibûn qetil kirin. Axir, beşeke sêyem jî ji bo bazirganîya endamên bedena mirovî dihat bi kar anîn. Berîya ku organên wan, di serî de gurçik, werin jêkirin, girtî bi gulleyeke li serê wan dihat xistin, dihatin kuştin. Ev kar li navendeke girtinê ya li Fushë Krujë, nêzî balefirgeha navneteweyî ya Tîranê pêk dihat. Vê yekê jî veguhastin û gihandina menzîlê ya organan mumkin dikir. Dibêjin ev bi tenê çarenûsa bêyom û kujer a "çendek" girtîyan bû, herî zêde çend dehek. Girtîyên ku ev yek wê bibûya hemû çarenûsa wan, herî kêm di du wargehên qonax û dabeşkirinê re dihatin derbas kirin. Rapor herweha behsa pratîka "jinûvefirotina" girtîyan jî dike.

Kesek di jêkirina organan de bi roleke diyarker rabûye: Hekîmê UCKyê yê ku bû şêwirmendê tenduristîyê yê Thaçi, Dr. Shaip Muja. Navê vî doktorî di dosyayên klînîkeke taybetî ya Prîştînayê, klînîka Medicus de jî heye. Ev der, dika bazirganyeke din a organên mirovan bû ku heta sala 2008ê dewam kir. "Kesên bi dilê wan bû", dihatin gurçikên xwe bifiroşin. "Muşterîyên" van gurçikan para bêhtir li Almanya, Kanada û di serî de li Îsraîlê bûn. Klînîk, ya urologekî Prîştînayê Lutfi Dervhishi ye; Dervhishi bûrayê Sylla ye, Sylla jî apê Thaçi ye.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê