Êrişa bêperwa ya li ser Kurdistanê

Çaryeka dawîn bo artêşa tirkan
Translator

Artêşa tirk ku şeş hefte berê li hember şervanên kurd êrişeke xurt li dar xistibû û ji ber ku êriş ji bo demeke kin hatibû plan kirin, hîna jî li ser axa Iraqê berdewam e. Bi sedan kesên sîvîl hatine kuştin, herweha operasyonên leşkerî li rojhelat û başûrê Tirkîyê jî berdewam in. Toleransa dewletên rojava li gel şahînên Ankarayê, dikare encamên gelek girîng hem ji bo rewşa polîtîk ya hundirîn, hem jî ji bo dengeya hemû herêmê peyda bike.

Tirkîye, ku nêzîkî yanzde sal in şerekî bêdawî û wêrankar li hember şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dimeşîne, ketiye nav sendroma bi nav û deng "çaryeka dawîn". Wek hemû destbirakên xwe yên ketine şerên kolonîyal, generalên tirk, her demsal dîyar dikin ku serkeftin nêzîk e, dawîya tunelê tê dîtin, ger di vê gavê de; rê ji wan re vekirî be, ger alîkarîya çekan ya balafir û helîkopteran berdewam be û bikaribin çend sînoran derbas bikin, an jî çend navçe û herêman vala bikin (1) dê hêsantir bikaribin bi ser serhildanê de biçin.

Mudaxeleya girseyî ya artêşa tirk ya 20ê adara dawîn, ku li Kurdistana Iraqê berdewam e, li ser fikra "reva berî wextê" hatiye ava kirin, tenê bi înîsîyatîfa leşkeran hatiye meşandin û tu agahdarî ji meclîsê ne hatine girtin, ne jî hatine dayîn, ev têkilhatin ji alî serokwezîr Tansû Çillerê ve, di dîroka welat de; ji şerê rûs û tirkan yê 1877ê ve, yê herî girîng e ku hatiye nasîn. Ger mirov ji Ankarayê bawer bike, ev mudaxele; "hilweşandina bingeh û ji holê rakirina 3 000 teroristên PKK"ye ku li herêmên li ser hidûdan bi cih in, dike armanc. Bihayê vê operasyonê mehane bi milyarek dolara tê texmîn kirin. Ev êriş, bi alîkarîya hêzên hewayî yên firokeyên bombardûmanî, hêzên tank û topan û helîkopteran û herweha bi 35 000 leşkeran ve tê meşandin û di nav çend rojan de, tixûbên navneteweyî hatin ihlal kirin û 8400 km2 axa Iraqê hate dagîr kirin. Ev cîh, di nav "herêmên ewle" yên di bin kontrola Neteweyên Yekgirtî de dimîne û di sala 1991ê de, bi alîkarîya hêzên hewayî yên amerîkî, îngilîzî û fransî ve ji bo parastina kurdan li hember êrişên artêşa iraqî hatibû damezirandin.

Leşker, bajar û gundan îşgal dikin, mal bi mal li malên kurdên Iraqê digerin kontrola nasnameyan dikin, kesên li gor wan bi "şuphe" ne, yek bi yek tên girtin.

Li gor kultura kevin a yenîçerîyan, tirkan li hemû dîyar û gundên kurdên Iraqê, alayên xwe çikandin, bi awayekî çavkorî welatek ku ji berê de hatibû texrîb kirin, wan jî dan ber bombeyan û wêran kirin. Ketina herêmê ji rojnamevan, çavdêrên navneteweyî û herweha ji nûnerên Xaça Sor re jî hatiye qedexe kirin, ku karê wan ew e ku alîkarîya koçberên ku ji ber van bombardumanan direvin, bikin.

Durûtîya welatên ewropî

Ev êriş hema çi bigire du hefte berî îmzekirina Peymana Gumrukê ya di navbera Bruksel û Anakarayê de, (2) dagîrkirina Kurdistanê li ber çavê hemû hukûmetên ewropî pêk hat. Divê wusa bifikirin ku ji heqdestê xwe yê ji bo hemû xebatên xwe yên ”gihandina vî welatî ber bi Ewropaya demokratîk” ve, bê par mane. Di demeke wisa de, ku bi soz û gotinên hevalbendên xwe yên tirkên sîvîl bawer dikirin û li hêvîya taqwîmeke da ku tedbîrên demokratîk bên stendin û bi cîh anîn, ji bo ku bikaribin rexneyên Parlemena Ewropayê kêm bikin û bikaribin vî welatê ”niv demokratîk” bê soz û serhişk entegre bikin; lê belê ev soz, ji sê salan vir de gelek caran berê jî hatibûn dayîn, lê tewş derketibûn. Nuha jî li ber rewşeke emrî-waqî ne. Liberxweketî, Yekîtîya Ewropayê, nuha vê êrişa bê sînor ”şermezar” dike û dixwaze ku bi ”awayekî bi lez û bez” arteşa tirk leşkerên xwe bi paş de vekişîne. Halbûkî tu dewletekê, ev bûyer nebir ber destê Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî, da ku bikaribin vê îhlala girîng ya mafê navneteweyî niqaş û şermezar bikin. Bi tenê sê welatên rojava; Almanya, Norweç û Hollandayê qerar dan ku firotina çekan ji bo Tirkîyeyê bidin sekinandin. Fransa, ku divê di demeke nêzîk de, 20 helîkopterên Cougar teslîmî artêşa tirk bike, bi beyana wezîrê parastinê da zanîn ku dê ev firotin di wextê xwe de, li gor taqwîma tesbîtkirî bête meşandin.

Ji ber kêmasîyên tedbîrên cidî û li ber çav, bi tenê bi şermezarkirin û tirsandina îmzenekirina peymanên gumrukê, Tirkîye natirse û van tehdîdan cîdî nagire, ji ber vê yekê jî tu tarîxekê ji bo paşvekişandina artêşa xwe dîyar nake. Ankara dizane ku berê jî di sê salên bihurî de, Almanyayê du caran qerar da ku teslîmkirina çekan rawestîne. Ev jî bi tenê ji bo ku artêşa tirk bi çekên almanî êrişî sîvîlên kurd dikir, gundên wan vala dikirin û ew koçber dikirin, şerekî axa şewitî berdewam bû, raya giştî li hember vê şoke bibû, da ku bikaribin van reaksîyonan kêm bikin, ev biryar hatibû girtin. (3) Di vê demê de bi sedan kesên ji muxalefetê, ronakbîr û wekîlên kurd dihatin kuştin, an diketin zindanan.

Herweha dema ku tansîyon dadiket, piştî çend hefteyan firotina çekan dîsa dest pê dikir. Ji dema ku îmzekirina peymana li ser çekên konvansîyonel yên Ewropayê û vir de, Tirkîyeyê ji Bonê hejmarek bê hempa çek wek dîyarî girtine, ji van 300 tankên Almanya kevin ya rojhelat, 100 tankên Leopard, 45 firokeyên bombardûmanê Phantom, 250 000 kalaşnîkov, 100 000 roketên antî-tank, û hwd. Herweha di sala 1993ê de, Tirkîyeyê ji Washingtonê wek dîyarî: 1017 tank, 600 panzer û 70 top (4) girtine. Wek prensib, ev çek pewist e ku bi tenê di şerên derve de bên bi kar anîn û ne li hember şerên hundirîn û li gelên sîvîl. Ev çek bi awakî eşkere li Kurdistanê li hember sîvîlan hatin bi kar anîn û heta nuha ji 2 000an zêdetir gund û bi hezaran hektar daristan hatine şewitandin, gelek caran yekser bi bombardûmanên hewayî.

”Têgehiştina” a welatên rojava; Ankarayê heta nuha bi jîrîtî ji vê meseleyê sûd wergirt û ji bê qerarîya yekfikirî ya Yekîtîya Ewropayê û herweha ji dubendîyên fêdeyên wan yên cûda û ticarî îstîfade kir û li alîyên din têkilîyên xwe yên bi îmtiyaz bi Amerîkayê re berdewam kir. Ji ber vê jî Amerîkayê bi awayekî eşkere da dîyarkirin ku êrişa Tirkîyeyê baş ”fam dike”. Gelek pêkan e ku ev ”famkirin” bi alîkarîya teknîk jî berdewam be. Li gor Agence France-Presse ê ku agahdarîyên xwe ji Wezareta Parastinê ya Brîtanî ya digire; artêşa tirk wêneyên hewayî yên Kurdisana Iraqê ji hêza hewayî ya Qralîyetê bi alîkarîya Harrier G27 û ji Jagûarên fransî bi dest xistine. Herweha balafirên awacs yên NATOyê jî beşdarî vê alîkarîyê bibûn ku bi rewşeke normal ev herêm di bin kontrola wan ya multîneteweyî de ye. (5)

Bi budçeya 12.5 mîlyar dolar, 350.000 leşker û hemû çekên hewayî û bejayî, dîsa jî serşorî

Tirk ji bo ku êrişên xwe biheq derxin, dibêjin mafê me yê taqîbê heye, Washington ji dibêje: ”Temam, belê lê vî îşî zû biqedînin û leşkerên xwe paşde vekişînin”.

Behsa mafên çi taqîban dikin? Hemû çavdêrên navneteweyî û bisporên Tirkîyeyê baş dizanin ku ji çend mehan û virde ye ku tu çalakîyên leşkerî yên gerîlayên kurd li van herêman, li ser tixûban li dar neketine. Pevçûnên herî dawîn ên bi artêşa tirk re, berî sê rojan êrişa mezin ya tirkan bû û ew jî ne li ser sînoran, lê belê, ji wir dûr li hêla Dêrsimê bû, tam 500 km ji tixûbên Iraqê dûr: Di vî şerî de 15 leşkerên tirk ji alîyê gerîlayên PKK ve hatin kuştin. Di demeke wusa de ku bûyerên bi vî rengî êdî bûne edetî, di şerekî ku li gor Ankarayê 15850 kes, li gor PKKê jî 34200 kes di vî şerî de hatine kuştin.

Di vê êrişê de, li gor çavkanîyên hukûmetê ku hejmara kuştîyan li dora 320 kesan tê qebûl kirin, li gor agahdarîyên PKKê jî derdora çil kesan hatine kuştin, ev rewş wusa dîyar dike ku li vê herêmê ku ji alîyê miletê xwe ve terkkirî maye, ji dervayî çend kampên PKK û bi miqayese bi yên wan ku li hundurê Tirkîyeyê bi cîh in, gelek marjînal dimînin. Hejmara şervanên PKKê li hundurê welat di navbeyna 12 000 û 15 000 tên qebûl kirin.

Ji bo tu bahaneyan nedin mudaxeleyên zîyankar û herdayîm yên artêşa tirk, kurdên Iraqê di sala 1992yê de ji ber xwe ve hêzên PKKê ji herêmên seranserên tixûban derxistibûn û hemû çalakîyên leşkerî li ser vê axê ji bo wan qedexe kirin. Di wê demê de, 20000 leşkerên tirk dîsa tixûb derbas kiribûn, li gor wan ji bo ” bingehên paşsînor yên PKKê bi temamî ji holê rakin û herêmê bi carekê ve ji wan paqij bikin”, Ankarayê wê demê bi serxweşîya serkeftinê beyan dikir ku ”2500 teroristên PKKyî di vê operasyonê de kuştîne”.

Dagîrkirina heremê ji bo ”kemera ewlekarîyê” û ”mintiqayek tampon” ya xeyalî, wek xewna hinek generalên tirk, ku dikare şer bibe qada şerekî navneteweyî û bi vî awayî gelek kurdên Iraqê dikarin ber bi alîyê PKKê ve herin û bigihîjin wan, li hember dagîrkirîya bîyanî şer bikin. Artêşa tirk li butçeyeke 12,5 mîlyar dolaran (6), li gel 350 000 leşkerên xwe û li gel bi hezaran cendirme û cîhgirên wan û herweha hemû çekên hewayî, bejayî û top û tankên xwe ve, li Kurdistana Tirkîyeyê heta nuha tu serkeftineke leşkerî bi dest nexistiye. Herweha bi tu mudaxeleyên xwe yên leşkerî li vê herêma ku bi cografya xwe ya herî çetin û zor û asê ya hemû Asya rojava, wê nikaribe bi serkeve.
Ger li gel hemû vê hêza xwe, nikaribin li hember hêzên PKKê li hundurê welêt serdest bin, bi çi fikrê dikarin vî karî ji kurdên Iraqê bixwazin ku ew bi xwe jî ji hemû van îmkanan bê par in da ku bikaribin sînoran biparêzin!
Dîplomasîya tirkî ji xwe re li behaneyeke din digere: Valahîyê tije kin, an jî vê valahîya otorîtê bi hevalbendên xwe re bidin dagirtin, da ku valahîya otorîtê li Kurdistana Iraqê nemîne.

Rastî çi ye?

Rastîya problemê tiştekî din e: Ji bo bikaribin bi ewlekarî vegera du mîlyon kurdên Iraqê ku di bihara 1991ê de koçberî Îran û sînorên Tirkîyeyê bibûn, pêk bînin, Hêzên Hevkar ev herêma ewle li hember êriş û bombardûmanên Bexdayê ava kiribû, lê belê tu tedbîrên din yên li berçav yên îdarî hesab nekiribûn. Welatek ku bi mezinbûna axa xwe ji Lubnanê pênc car û nîvan mezintir û bi çar mîlyon nifûsa xwe, bi serê xwe û di nav derdên xwe de hîştibûn.
Welatek ku bi temamî hilweşîyabe, ji sedî 70 kesên wî bêkar be, dê çawa bikaribe, birînên xwe derman bike û bikaribe xwe ji nû ve ava bike? Ger îmkanên wî yên teknîkî û aborî tune bin, ger sîstemeke îdarî ya xurt tunebe?
Di bin zixta xurt ya Tirkîyeke ku tirsa wê ew e ku; ev xwe îdarekirina kurdan û bingehek ji bo avakirina Dewleta Kurd î ya ”de facto”, bibe mînakek xirab ji bo kurdên xwe bi xwe, Ji ber vê jî, Hêzên Hevkar tu caran hukûmet û Parlamena Kurdistanê ya herêmî ku ji hilbijartinên azad û demokratîk derketibûn û ku di vê heremê de tiştekî kêm tê dîtin, li gel vê jî, bi awayekî fermî nas nekirin.

Herweha hemû destekên fînansî jî hatin red kirin, bi tenê alîkarîya bi têkilîya Rêxistinên Dervayî Hukûmetan , di ”warê însanî ”de bi awayekî mînîmûm hatin belav kirin, ku bi tenê têra ziktêrîya rojane dikir û ne zêdetir. Ji ber vê yekê têkçûna îdareya herêmî û bê îmkanî, dê cihê xwe ji şer û konflîktên nav birayan û yên grûbên cûda yên sîvîl re bihêle.

Berî ku hêzên leşkerî yên Bexdayê paşve vegerin, Tirkîye dixwaze vê valatîyê tije bike, nuha li hember xwe hêza Washingtonê dibîne, ku stratejîya wê ya dûr û dirêj; ji ya Tirkîyeyê, ya Fransayê, ya Rûsyayê û ji ya Çînê gelek cûda ye, ev welat hemû dixwazin ku têkilîyên bi Sedam Huseyîn re zû bi zû cardin bên normal kirin.

Amerîkîyan bi eşkere bi hevalbendên xwe yên tirk dan zanîn ku; ewlekarîya sînorên Iraqê divê bi qebûl kirin û şirîkatîya serokên kurdên Iraqê re bê meşandin, ta ku rejîmeke demokratîk û temsîlkar li Bexdadê bê bi cîh kirin; bi tenê rejîmeke wusa dikare ewlekarî û otorîteya dewletê li hemû herêmê bi cîh bîne. Hemû ”mintiqeyên tampon li hember bidizî derbasbûna terorîstan” divê ji alî Tirkîyê di sînorên xwe de bên ava kirin.

Li gel hemû dilxwazîyên tirk, birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talabanî, her dû serokên kurdên Iraqê, her car qebûl nakin ku bibin hêzên alîkar û yên yedek yên leşkerên tirk û ji civaka navneteweyî alîkarîyê dixwazin da ku bikaribin gundên wêrankirî yên li ser sînoran ava bikin. Bi tenê ev tedbîr dê bikaribin pêşketina tevgera şervanên PKKê bide sekinandin.

Di vî halî de, hemû operasyonên tirkan dê bi fîyaskoyên mezin yên leşkerî û polîtîk biqedin. Li gel hemû kampanyayên ”Birêkxistina Welatperwerî” û hemû bangên çapemenîyê di bin bandrola: ” Bi artêşê re, dest bi dest, her ber bi pêş ve Tirkîye!!!” dê tu encamên dûr û dirêj nedin.

Li gel rejîma xwe ya leşker û polîs, Tirkîye, bi felsefeya nîjadperest, li hember hemû rêyên çareserîyên polîtîk yên pirsgirêka kurdî disekine û her roj ber bi şerên bêdawî û bêencam ve dişemite.

Û li gor alîkarê sekreterê dewletê, yê amerîkî, birêz Richard Holbrooke: ”Dibe welatê hemû talûkeyan”.
Bi polîtîka xwe ya li ser kurdan ya sedsaleke din, bi bihayên aborî û windakirina hêjayîyên mirovahîyê, civat bi tevayî marjînalîze bûye û cûdatîyên etnîkî û olî, tevgerên îslamî û ekstremîst peyda dikin; bajarên mezin dibin barûda amade ji bo peqandinên civakî. ”Pireya navbeyna Rojhelat û Rojava” ji ber pirsgirêka kurdî bi tevayî kangren bûye û dikare çi wext be ji hev bikeve.

”Famkirina” ”çavgirtina” welatên Rojava ji bo grûpên şahîn û bi taybetî piştî mirina serokkomar Turgut Özal, van grûpan di siyaseta întixarê de pêşde bir û rê li ber hemû siyasetên ji bo çareserîyeke maqûl girt. Bi hejmara xwe, 25-30 mîlyon kurd, li Rojhilatê Navîn, têkoşînek ji bo hebûn û nebûn û ji bo parastina mafên nasnameya xwe didin, ger ev siyaset li herêmê bi vî rengî bê ajotin, rîskên ku hatin serê şahê Îranê, dikarin careke din li vê herêmê tekrar bibin, bi artêşa xwe ya pêncem mezin ya cîhanê û cendermeya Rojava li herêmê, dîsa têk çû.Baş tê zanîn tiştên hatin serê wî.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin

  1. Michel Verrier, "Carte blanche à l'armée turque au Kurdistan"(Desthilatdarîya Artêşa Tirk bo Ketina Nav Kurdistanê), Le Monde Diplomatique, çirîya Pêşî 1993
  2. Michel Verrier, "La Turquie piétine aux portes de l'Union européenne" (Rawestana Tirkîyê Li Ber Derîyê Yekîtîya Ewropayê), Le Monde diplomatique, Adar 1995
  3. Jean-François Pérouse, "Terre brûlée au Kurdistan" (Kurdistan, axa wêrankirî), Le Monde diplomatique, Adar 1995
  4. The European, 07-04-1995
  5. Dépêche de l'Agence France-Presse, 29-03-1995
  6. (Li gor Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Tirkîyê) Turkish Daily News, 29-01-1995