Eskerên mûçegir ên afrîkî ji bo şerên amerîkî

Li Ûgandayê hevdîtina bi hêzeke kar a ku mirov dikare piştî karê mirov pê qedîya, bavêje
Translator

Dema ku Dewletên Yekbûyî dikeve nav "şerê li dijî terorîzmê" û hejmareke her diçe zêdetir ya eskerên xwe ji Iraqê heta bi Afganistanê dişîne seranserî dinyayê, pêrgî zehmetîyekê tê: Peydakirina şervanan. Ya rastî welatîyên wê pir zêde ji bo fikra mirina ji bo welêt, ne bi kelecan in. Artêş ji ber vê pirsgirêkê, bi soza dana pasaporteke amerîkî, ne-welatîyan digire eskerîyê. Wê wekî din bang li şirketên ewlekarîyê yên taybet kir, da ku ew bi xwe eskerên temamker ên ku piştî hatin bi kar anîn, "mirov dikare wan bavêje" ji Afrîkayê peyda bikin.

Ez di cî de têgihiştim ku min şaşîya herî mezin a jîyana xwe kiribû. Lê belê êdî pir dereng bû. Min ji bo salekê [peymana kar] mohr kiribû. Diviyabû ez weke zilamekî tevbigerîyama" Bernard (1), ê ku êdî di şirketeke taybet ya ewlekarîyê ya amerîkî de li Iraqê kar dike, bi wan gotinan xwezîya nekirinê derdibirî. Ev ûgandîyê ciwan endamê "artêşa nedîtbar" (2) e ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve, ji bo ku destekê bide hewldanên wan ên şer, weke esker hatibû wezîfedar kirin. Di 2011ê de bi halekî nexweş vegerîya welatê xwe û ji hingê ve, tevî ku di peymana wî ya kar de hemû mafên parastina civakî û tenduristî jê re hatibûn nasîn, ji her cure mafên xwe bêpar hat hiştin.

Li alîyekî hemkarên wan yên derwelatbûyî yên spî amerîkî, îsraîlî, afrîkîyên başûr, brîtanî, fransî, yan jî sirbî yên ji alîyê şirketan ve bi kontrata li gel Pentagonê hatine wezîfedar kirin, (ji 2003yê ve 120 mîlyar dolar ji bo van peymanan hatine xerc kirin) – ji lêçûn û tazmînatên hiqûqî yên rihet sûd wergirtin û her yek ji wan pirî caran mehê zêdetirî 10 hezar dolaran werdigire, kesên din ên bîyanî ("third country nationals", TCN) yên weke Bernard rastî muameleyên kêfî hatine, mafên wan ên huqûqa kar hatine bin pê kirin û bi livûtevgerên xirab re rû bi rû mane. Carna birîndarbûyî ew şandine malê, bêyî ku bi wan re elaqedar bibin û îro ew ne alîkarîyekê, ne jî destekekê ji karbidestên xwe yên berê werdigirin.

Di hezîrana 2008ê de, dema ku Waşîngton dest bi vekişîna ji Iraqê dike, beramberî 153 hezar eskerên nizamî, 70 167 TCN hene. Di dawîya 2010ê de hejmara wan jî hema hema bi qasî yên nizamî ye: 40 776 beramberî 47 305 eskerên amerîkî. Ev eskerên ku ji mêr û jinan pêk tên, ji welatên Başûr in. Bi hezaran ji wan, bi wezîfeyên curbecur li bîst û pênc baregehên artêşa amerîkî yên li Iraqê hatine wezîfedar kirin. Yek ji wan baregehan, baregeha binavûdeng Camp Liberty ye, "bajarekî piçûk ê Amerîkayê", yê li nêzî Baxdayê hatiye ava kirin, bi hejmara nifûsa xwe di asta xwe ya herî bilind de ji sed hezar kesan bihuriye. TCN –ku %59ê  karûbarên sektora bi navê "pêdivîyên bingehîn" pêk tîne –bi metbex, paqijî, çêkirina avahîyan, lêkirina zû ya wargehan, elektrîk û hetta karûbarên estetîk yên jinên eskeran re mijûl dibin.

Hin ji wan herwiha dikarin ji bo ewlekarîya wargehan, carna li tenişt eskerên din ên nîzamî bên wezîfedar kirin. Ev rewşeke xweser a îstîxdamkirîyên afrîkî ye û ew bêhtir çûn û hatina nav avahîyên baregehê kontrol dikin. Ev afrîkîyên jêrsahrayî ji sedî 15ê parêzvanên sabit ên şirketên eskerî yên taybet ku li ser hesabê Pentagonê kar dikin, pêk tînin. Ji van parêzvanên bi heqdestên nizim dixebitin, ûgandî yên herî zêde ne: Dibe ku hejmara wan li derdora bîst hezaran be. Nakokîyeke tirsnak, ew carna ji bo perçiqandina kesên di rewşa wan de tên xebitandin, çawa ku di gulana 2010ê de ji bo ku serhildana bi qasî hezar TCNîyên ji jêr parzemîna hindî, li Camp Liberty biperçiqînin, hatin wezîfedar kirin.

Şirketên bazirganîya eskeran

Ev zêdetemsîlîya ûgandîyan li Iraqê bi konteksta siyasî ya destpêka salên 2000ê ya li Afrîkaya Navendî tê îzah kirin. Wê demê, li rojhilatê Ûgandayê, şerê Golên Mezin bi awayekî fermî qediyaye. Li bakurê welêt, serhildêrên Artêşa Berxwedanê ya Xwedê hatine têk birin. Li Sûdana cîran, şerê navxweyî bi dawî bûye û pêşî li vebûna rêya serxwebûna Başûrê welêt vekiriye. (3) Zêdetirî şêst hezar zilamên artêşa ûgandî bi carekê xwe terhîskirî dibînin. Iraq di wê rewşê de ji bo wan dişibe derîyekî xwe rizgarkirinê. Wekî din, Kampala, hevalbenda sereke ya Amerîkayê li herêmê, yek ji kêm paytextên afrîkî ye ku amade ye destekê bide rêveberîya Bush di dema destpêkirina şer, di 2003yê de. Ji nîveka salên 1980ê ve, eskerên her du welatan di nav hevkarîyê de ne. Rojnamevan û blogvanê ûgandî Angelo Îzama tîne ziman ku "di 2005ê de, pêdivîya amerîkî bi personelên ji bo sektora paramîlîter û ewlekarîyê pir zêde dibe. Ji ber ku Pentagon dikeve dû peydekirina karkerên anglofon, bi tesîr û xwedî tecrubeya şer, ji bo vê yekê bi awayekî xwezayî berê xwe dide bazara mirovan a Ûgandayê". (4)

Ji bo Norbert Mao, namzetê bextreş ê Partîya Demokrat ji bo hilbijartinên serokatîyê yên 2011ê, şandina ûgandîyan ber bi Iraqê di heman demê de xwe dispêre sedemeke din: "Şervanên berê yên ku bi carekê xwe bêkarûbar dibînin, dikarin pirsgirêkan biafirînin. Ji ber vê yekê ji alîyê hukûmetê ve weke rêyeke baş a xwe rizgarkirina ji terhîskirîyan li Iraqê hat fikirîn". (5) Ji bo pêkanîna debara vê qefleya nû, li gor wî, "şirketên ji alîyên eskerên berê yên amerîkî ve avabûyî, li gel şirketên din ên ji alîyê berpirsîyarên bilind ên berê yên artêşa ûgandî re têkilîyên xwe bi pêşve birin".

Disa yek ji navdartîrîn karbidestên şirketa qada ewlekarîyê li Ûgandayê –general Salim Saleh, ku herwiha birayê serok Yoweri Musevenî ye–, Xatûn Kelen Kayonga jî bi vî awayî şirketa Askar saz kiriye. Ji dawîya 2005ê ve, ev şirket elemanan ji bo şirketa Special Operation Consulting (SOC), peyda dike; a li Nevada ya ji alîyê du sûbayên berê yên amerîkî ve hatiye saz kirin. Raqîba wê ya sereke li bazara xwecihî, şirketa pakistanî Dreshak International, heman salê şaxê xwe yê bi navê Kampala vedike û dest pê dike ji bo şirketa eskerî ya amerîkî ya taybet a li Iraqê faal e, dixebite. Ji 2006ê ve bi qasî deh kesên ku Mao weke "serkêşên tevdan û tevlîhevkirinê" bi nav dike, li welêt bi cih dibin. Li taxên populer ên Kampala, Iraq dibe sînorê nû yê kyeyosan (xebatkarên namzed ji bo koçberîyê). Şervanekî berê yê ku careke din dibe esker, dikare mehê heta 1 300 dolaran (993 ewro) qezenc bike û ev jî reqemeke pir zêdetir e ji mehaneyên li Kampala ji alîyê sektora geşbûyî ya baxçevanî û parastina sivîl ve tên teklîf kirin.

Di 2007ê de zêdetirî sê hezar ûgandî li Iraqê ji bo kar hatin bi cih kirin. Di 2008ê de ew bûn deh hezar. Karbidestên wan ên sereke şirketên amerîkî Torres, Dyncorp, Triple Canopy, Sabre û SOC bûn. Îzama gotinên xwe wiha didomîne: "Hingê bû ku şerê qirêj ê heqdestan dest pê kir". Bi bahaneya têrkirina bazara kyeyosan, "heqdest hêdî hêdî daketin. Ew wisa hêsan kêm dibin ku îstîxdama li xerîbîyê li Ûgandayê nayê pêk anîn. Li alîyê din, di wê demê de, ji bo îstîxdamê êdî ne tenê li pey şervanên berê digerin. Êdî kî dibe bila bibe, dikare biçe Iraqê". Ev daketina zêde ya heqdestan ku dibe reqabeta destkarîyeke nû li Kenya û Sîerra Leone, bêyî ku wezîrê xebatê yê ûgandî jê gazinan bike, bi pêş dikeve. Di dawîya 2009ê de, heqdest dadikevin bin benda 700 dolaran. Di wê pêvajoyê de, şirketa amerîkî Sabre ji bo her ûgandîyê ku îstîxdam dike, 1 700 dolar (1 298 ewro) ên hukûmeta amerîkî dixe berîkê. Askar jî ji alîyê xwe ve ji bo du sed û şêst û çar parêzvanên ku li Iraqê li cem Beowulfa amerîkî îstîxdam dike, 420 000 dolaran (321 000 ewro) werdigire. Ji alîyê çapemenîya ûgandî ve deşîfrekirî, bûyerên pêşî yên kedxwarinê yên kyeyos ji 2008ê ve hêdî hêdî derdikevin holê. Lê belê Kampala xwe hê jî li kerrîtîyê datîne, pê razî dibe ku bi hin operasyonên paqijkirinê li derdorên operatoran posîzyona şirketên herî xurt… û yên herî nêzî serok Musevenî zexim bike.

Şirket çawa heqdestê eskerên ûgandî dixwin?

Ji bo Mao, "çûna Iraqê, dişibe xwe bi tîmsahekê ve girtinê, bi fikra ku ew ê we ji xeniqînê rizgar bike". Di kanûna 2011ê de, heqdestên mehane yên kyeyosên Iraqê daketin 400 dolaran, (305 ewro), ji bo xebateke hefteyê şeş rojan û rojê dozdeh saet. Hemû zilam û jinên em rastî wan hatin û temenên wan di navbera 21 û 32 salî de, ji kanûna 2009ê ve ji bo wê derê hatibûn veguhestin. Berîya Iraqê, beşa wan a herî mezin a ku ji gundîyan pêk dihat, ji bo şirketên baxçevanîyê yên paytexta ugandî xebitîbûn. Du kesan ji wan li zanîngeha Makerereyê perwerda xwe kiribû. Dilê wan teng dibû dema serpêhatîyên li ser şertên jîyana xwe vedigotin û ji ber vê yekê gelek caran bi bêhnvedaneke dirêj navber didan vegotina serpêhatîyên xwe.

Peymaneke kar a bi lez û bez hatî mohr kirin

Pêşî li cem Dreshakê ku îstîxdamkirîyên wê yên ûgandî li navenda Kampalayê hatin bi cih kirin, hertiştî dest pê kir. Pêvajoya du mehan, kyeyos ketin nav antremaneke eskerî ya ku armanca wê ceribandina qabîlîyeta wan a eskerî bû. Ji bo stajê ti pere nedidan wan, tiştê ku şirketê dida wan tenê xwarin û vexwarina wan bû. Di dawîya vê qonaxê de, Dreshak ji wan xwest ku vegerin malên xwe û li bendê bimînin heta ku careke din bên vexwendin. Ji bo hinan vê bendemayînê sê mehan dewam kir. Roja ku, axirî, hatin vexwendin jî, ji bo wan bû werçerxeke bêveger. Yek ji wan bi bîr dixe ku "Çareserîyeke din êdî tinebû. Di pêvajoya hemû vê dema bi bendemayînê derbasbûyî de, bêyî ku em pereyên din qezenc bikin, me sirf pere xerc kirin. Hinan ji me, ji bilî kursîyên xwe, hertişt firotibûn. Ji bilî îmzekirina peymanê ti rêyeke din li ber me nedima. Û di van şertûmercan de, wan dikaribû hertişt bi me bidana qebûl kirin". Peymana ku datînin ber wan ji yazdeh rûpelan pêk tê û divê di panzdeh deqeyan de bên parafe kirin.

Kom wê rojê navê karbidestê xwe yê dawî keşif dike: SOC a amerîkî. Tê bîra Bernard ku berî peymanê îmze bike hinek dudilî maye: "Ez di servîsa Înternetê ya şirketekê de dixebitîm û gava min heqdestên ku pêşnîyarî me dikirin dîtin, min bi rastî jî ji xwe pirsî ka hêjayî wê zehmetîyê ye an na. Mehane, tenê 300 000 şîlîng [kêmzêde 89 ewro] ferq hebû di navbera heqdestan de". Li ser israra hevalên xwe û dîsa ji ber gelek telefonên zextkar ên "berpirsekî amerîkî", Bernard dawîya dawî biryarê dide ku biçe. Piştî du rojan û li pey heft saetên di balafirê de, ew lingên xwe datîne qada balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê.

Bi qasî mesafeya sê çaryekan bi helîkopterê ji Bexdayê dûr, baregeha hewayî ya Al Assad dişibe Amerîkayeke piçûçik li ser xaka ereb. Yekîneya SOC ku kyeyos xwe lê digirin, bi qasî heşt sed welatîyên wan pêşwazî dike û ev welatî ji alîyê mistek derwelatîbûyîyên ûgandî yên fermanên xwe ji şefên xwe yên amerîkî werdigirin ve hatine daxwaz kirin. Piştî meheke antrenmanê, dîsa bêyî heqdest, qefleyên nû yên xapandî bi haboobên fetsîner (firtoneya qûmê) û şevên qerisîner ên zivistanê re bi carekê rû bi rû dimînin. Piştî vê zendegirtîmana bi carekê, neçar dimînin gelek mehên din xwe li vir ragirin, berî wergirtina pêdivî û malzemeyên ku SOCê soz dabû bide wan. Lepikên ji bo parastina wan ji sermaûseqema şevê, heta digihîjin lepên wan, zivistan bi dawî dibe. Hin ji wan neçar dimînin ji heqdestê xwe yê jixwe têra xwe kêm, bi berdêla 25 dolaran (19 ewro) tozgîrên xwe ji PX (maxaza) a Al Assad bikirin. Malzemeyên eskerî yên li wan tên belav kirin jî zêde bi kêrî wan nayê: AK 47, rext, kask û êlekên pola yên destê duyem –"malê çînî", kyeyosan dixin rewşeke pêkenokî. Ji eskerên nizamî zêdetir çekûrextkirî, lê belê kêmtir parastî "ji nîşangirekî ku dikare ji çend sed metreyan li te bixe", ev kes neçar dimînin bi taybetî çend sed erebeyên her roj dikevin nav baregeha Al-Assad kontrol bikin.

Di pêvajoya hefteyan de, ew têderdixin ku tehdît di nav yekîneya wan bi xwe de ye: Şefên wan wan daf didan pêş, wêdetirî qad û sînorê ku di peymanê de hatibû dest nîşan kirin. Hin ji wan neçar in rojê panzdeh saetan kar bikin. Tatîlên wan (ên bê berdêl) ji bo welêt, a piştî saleke xebatê, bê navber tên paş xistin. "Em bi şevan jî di bin zextê û terorê de dijîyan, bi van gotinan rewşa xwe tînin ziman ev terhîskirî û wiha didomînin: Tu nikarî ti tişt ji wan re bibêjî. Ew dikarin der barê jîyana te de biryarê bidin, çi cihê dilê wan bixwaze, dikarin te li wir wezîfedar bikin, bi taybetî jî, eger texmîn bikin ku tu yê serêşîyê ji wan re çêkî, dikarin te bidin wezîfeyên xeter…"

Çermê rûyê min rabû

Ji bo şikandina serîrakirina serhişkan, SOC serî li çareserîyeke pêşîlênegir dide: Betalkirina peymanê bêyî ku tezmînatê bide wan û vegerandina wan li rewşa wan a rût a destpêkê. Ji bîst û yek xalên girêdayî cezakirinê yên du rûpelên peymanên şirketê ku me bi dest xistin, qonaxa 4ê ya bi navê "dawîlêanîna xizmetan", weke prensîb tenê piştî rêzek gilî û gazinan weke hişyarnameyekê, an jî desteserkirina heqdestên pênc rojan tê bi cih anîn. Ev yek li qadê, ango di pratîkê de bi awayekî pir dijwartir û qebatir tê bi cih anîn û SOC di rewşa nehatinên bêxeber de "maf dide xwe ku tedbîrên din ên dîsîplînî werbigire. Bo nimûne te hişyarnameyek werdigirt, sirf ji ber ku te kaska xwe li derveyî kar nedabû serê xwe û wan du hefteyan meaşê te dibirî. Û tevî vê yekê jî, diviyabû tu bixebitîya! Em ditirsîyan ji karê xwe bibin. Ji ber vê yekê, me dengê xwe dernedixist". Sosreteke din a ku kenê mirov tîne: Di rêziknameya xwe ya awayê livûtevgerê de SOC ji TNCên xwe dixwaze ku "bi awayekî maqûl îdealên Komara Ûgandayê temsîl bikin" û xwe ji "xirakirina îmaja welatê xwe li derve" dûr bigirin.

Peymana bi cureyê SOC herwiha weke şert dixwaze ku kyeyoyekî ku herî hindik 30 rojan di pêvajoyeke çar mehan de ji ber nexweşî, birîndarî, an jî qezayekê, nikaribe bixebite, derhal ji kar were avêtin. Li gor xwe xwedî îmtiyaz ji ber ku di nav îdareya SOCê de dixebitî, Bernardê me, li gel vê yekê bi tenê karî li rewşa bi dehan welatîyên xwe temaşe bike; yên ku sirf ji ber nexweşîyên xwe bi awayekî kêfî ji kar hatin avêtin. Ew wan rojan bi van gotinan tîne ziman: "Pêvajoya tofanên qûmê yên demdirêj, guhên mirovan radigirtin, mirov bi nexweşîya sînozîtê diketin. Çavên wan diêşîyan û nexweşîyên pişikê jî li wan peyde dibûn. Gava dihatin xwe bidin derman kirin, ji aspirînê zêdetir ti derman jî nedidan wan. Û dema ji ber ku baş nehatibûn derman kirin, vedigerîyan, ji kar dihatin avêtin. SOCê nedixwest qurûşekê jî ji bo dermanên wan xerc bike. Digotin ‘ne ji bo hûn bibin bar, ji bo kar bikin me hûn anîne vir’. Û ji bo ji mesrefên mirovan bibirin, karbidestan hemû rê û rêbaz diceribandin".

Pêvajoya 2011ê, Bernard ji ber êşa çokên xwe nexweş dikeve. "Bijîşkekî" SOCê hormonên kortî kosteroîd dide wî. Bernard dibêje: "Rewşa min hê xirabtir bû". Çermê rûyê wî dest pê dike pûç dibe û radibe: "Ez jî rabûm çûm cem bijîşkekî din, an jî kesekî din ê xwe wisa dida nas kirin ê ku bi rêya Google agahî kom dikirin!" Piştî çend hefteyan, Bernard ji kar tê derxistin. Piştî bîst rojên transît ku ji wir diçe kampa Bexdayê, dawîya dawî bileteke charter ji bo sefera Kampala bi dest dixe. Payîza 2011ê bû, bi qasî deh rojan berîya ku me yê hev bidîta. Bernard hê neçûbû dîtina dayîka xwe jî, ji tirsa ku diya wî pir bitirse, ji dîtina rewşa xirab a rûyê wî. Şûna çûna cem diya xwe, ew pêşî çûye cem bijîşkê xwe yê malbatê. Bernard vê rewşa xwe jî wiha vedibêje: "Min ji wî re behsa reçetaya dabûn min kir. Wî gote min ku ew reçete şaşîya herî mezin bûye û ji niha û şûn ve, divê ez biketama nav hewldan û têkoşînê ji bo ku ez ji nû ve bi ser xwe ve bihatama. Wî çend derman ji min re nivîsandin. Lê min ti caran dermanên ew çend biha nedîtibûn: Berdêla wan zêdetirî 300 000 şîlîngan bû. Çi dibe bila bibe, ji bo dewamkirina tedawîya xwe divê ez pereyan peyde bikim, lê belê li ba Dreshak, ew naxwazin tiştekî wisa bibihîsin jî. Her çi SOC e, min ti xeber nema ji wan wergirt".

Her welatîyê bîyanî yê ji bo şirketeke eskerî ya taybet a amerîkî ya di bin peymana Pentagonê de, kyeyoyên ji Iraqê nexweş, an jî birîndar vegerîyaye, di prensîbê de Defense Base Act Insurance ji rewşa wan berpirsîyar e. Ev yek garantîyê dide wan ku şirketa sîgortayê ya karbidestê wan hemû lêçûnên wan ên tendurustî û dermanan bide. Wekî din, divê heqdestekî mehane yê astengdarîyê ji bo van mexdûran were dayîn. Parêzera amerîkî Michelle C. li ser mijarê vê nirxandinê dike: "Lê belê, piranîya caran, ûgandî ji van mafên xwe sûdê wernagirin".

Nexweşîya sînozîtê û nexweşîya masûlkan

Di dawîya salên 2000ê de, Michelle C. ku ji bo weqfeke xirîstîyanî ya alîkarîya eskerên amerîkî yên li Iraqê dixebite, keşf dike ku ûgandî li tenişt boys dixebitin. Bi pereyên ku ji bo rojê teng danîne alîyekî –ji ber ku muwekîlên wê bêpar in ji derfetên dayîna berdêlên tahlîlên tibî yên ji bo temamkirina dosyayên wan tên xwestin–, Michelle C. ji wir û şûn ve li cem Wezareta Kar a Amerîkayê dibe temsîlkara sî kyeyoyên ji Iraqê perperîşan vegerîyane. (6) Di nav wan de, gelek ûgandîyên ku ji ber hilgirtina malzemeyên zêde giran, nexweşîyên masûlkan li wan bûne bela, hene. Di hedefa pêşî ya parêzerê de çar şirketên eskerî yên taybet –Soc, Triple Canopy, Sabre û Eodt– lê herwiha şirketên wan ên sîgortayê û di serî de jî şirketa dêwane American International Group (AIG) hene. Ew sedema vê têkoşîna xwe jî wiha îzah dike: "Lewre, di netîceyê de, şirketên sîgortayê qebûl nakin ku xwe bixin bin barê dayîna berdêlên dermanan, an jî heqdestê teqawidîyê ji bo muwekîlên min ên ku seqet vegerîyane".

Şirketên sîgorteyê fitlan didin xwe

Li Ûgandayê ku ew berê jî du caran çûbûyê; Me C. ya ku kevne-kyeyoyekî ji Iraqê alîkarîyê didiyê, karekî hesas û nepenî dimeşîne. Berî hertiştî, divê ew here mexdûran peyde bike: "Gelek birîndarên ûgandayî, ji ber ku ji wan nedihat li bajêr bijîn, rasterast vedigerîyan gundên xwe, bêyî ku bizanin ku derfeta wan heye serî li dadgerîya amerîkî bidin. Ez texmîn dikim ku hejmara wan bi sedan e. Û ev texmîna herî kêm e". Dûre, divê ew xwe ji guman, pênebawerî û şermê rizgar bikin ji bo li pêşberî bîyanîyeke muzûngû (spî) li xwe mikur bên. "Gelek ji mişterîyên min piştî birîndar bûn, ji alîyê karbidestê xwe ve hatin tehdît kirin. Hetta, ji hinan re hat gotin eger ew bipeyivin, ew ê di nav tûrê terman de li welatê xwe bên vegerandin. Di ser de jî, gava ew çûn Iraqê tedawî bûn, berîya ku ew vegerin, dosyayên wan ên tedawîyê ji alîyê karbidestên wan ve hatin desteser kirin. Di vê rewşê de jî divê hertişt ji nû ve ji sifirê ve dest pê bike". Divê wekî din bi lez û bez; kyeyoyên ji Iraqê vegerîyane, bi tenê saleke wan heye ji bo ku zendûbendên xwe badin.

Axirî, divê parêzer bikeve nav têkoşîneke bêhampa li dijî makîneyeke qirase ya bi navgîna şirketên sîgortayê heta bigihîje Ûgandayê jî xwe bicih kiriye. AIG wekî din qet texsîr nake ku anketvanên weke yên şirketa maltayî Tangires International îstîxdam bike da ku hemû nerazîbûnan ji hev belav bike û tesîra wan bişkîne. Parêzer jî vê yekê bi van gotinan teyîd dike: "Ev yek ji beşên herî dijwar ên karê min bû. Ev anketvan bêyî ku pozê wan bişewite û şerm bikin rêzikên sincî(exlaqî) yên pîşeyî bin pê dikin. Bo nimûne ew li gel mişterîyên min têkilîyan datînin û wan dibin cem bijîşkên xwe da ku raporên sexte çêbikin, tevî ku qet heqekî wan ê wisa tine, serî li vê prosedurê bidin. Ew wekî din hewl didin muwekîlekî min ê din jî ku ji alîyê fizîkî ve nikare kar bike, bi soza xistina kar bixapînin…sirf ji bo bibînin ka ew ê pêşnîyara wan qebûl bike an na! Ji ber ku li Ûgandayê kêm bisporên vekolînên tibî hene".

Li gor texmînan Wezîrê Kar ê Ûgandayê, qefleyên cihêreng ên zilam û jinan ên çûne Iraqê ji 2005ê ve wê zêdetirî 90 milyon dolar (68 milyon ewro) ji bo malbatên xwe şandibin welêt. Ev yek jî zêdetirî hatinîya ji qahwê, çavkanîya bingehîn a îxracata Ûgandayê ye. Piştî gelek caran derbaskirina zêdetirî salekê li Rojhilatê Navîn, kesên em rastî wan hatin, li gel vê yekê jî çend milyon şîlîng – kêmtirî 1 000 ewro – di pêvajoya wezîfeya xwe de kom kirine. Meaşên wan ên jixwe têra xwe hindik, li Kampalayê li ser hesabekî Crane Bankê tên bloke kirin, heta vegera wan, ji qîmeta xwe her diçe zêdetir winda dikin –zêdetirî ji sedî 40 di 2011ê de–, ji ber rêjeya bilind a hûrkirina wan û herwiha ji ber enflasyona ku weke qamçîyekê di dema nebûna wan de li Ûgandayê dide. "Dreshak em xistin kar, dûre jî em firotin SOCê, piştî têra xwe pere avêtin berîka xwe. Û di dawîya dawî de, malik li me xira kirin. Tiştê hat serê me bi kurt dikare weke koletîya nûjen were bi nav kirin".

Rapor şirketan gunehkar dike, lê...

Di rapora xwe ya di tebaxa 2011ê de, da ku Kongreya Amerîkî, Komîsyona Serbixwe a li ser Peymanên Dema Şer (Wartime Contracting) dest nîşan dike ku "sûc û şaşîyên ku şirketan îmza xwe danîne bin van peymanên ji bo wergirtina xebatkaran, li derve zerarê didin îmaja Amerîkayê". Û rapor wiha didome: "Eger hejmara eskerên amerîkî li Iraqê û Afganistanê dadikeve, ya yên şirketên eskerên taybet, ne ji bo salên dûrûdirêj, lê qet nebe ji bo demeke kurt, divê zêde bibe, berîya ku operasyon bi temamî bi dawî bibin". (7) "Bazara şidetê" (8) hê bi temamî ziwa nebûye û neçikîyaye. Ji bo parastina şazdeh hezar karmendên sefareta Iraqî, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ji ber vê yekê ji bo 10 milyar dolaran bang li heşt şirketên eskerên taybet ên amerîkî kir. Divê artêşeke ji pênc hezar û pênc sed karmendan pêkhatî were saz kirin. Li tenişt Triple Canopy a ku berpirsiyarîya parastina dîplomatan dike, SOC wê ewlekarîya li cihên sabit pêvajoya pênc salan di berdêla 973 milyon dolaran de pêk bîne. E-maileke Xatûn Kayong, karbidesta şirketa Askar, ku êdî li bazara afgan jî xwe nîşan dide, bi me dide zanîn ku "dibe ku kyeyo jî bên wezîfedar kirin".

Li gor yên me yên berê li Îraqê, ji Bexdayê heta Kabîlê û dibe ku sibê heta Mogadîşûyê jî, wê ji bo xwedîkirina "hêza reş", her ûgandî hebin. Çima? "Ji ber enflasyonê, mesrefên ji bo perwerdeyê yên zêde dibin, bihayên qût û xwarinê yên pêl bi pêl bilind dibin… Ne ku em ji vê yekê hez dikin, lê belê divê bi awayekî ji awayan em bijîn!"

Çavkanî

Alain Vicky : Rojnamevan.

  1. Ji ber sedemên ewlekarîyê, hemû nav hatine guherandin
  2. Sarah Stillman, "The Invisible Army /Artêşa nedîtbar", The New Yorker, 6ê hezîrana 2001ê, www.newyorker.com
  3. Piştî mirina Joseph Mobutu, di 1997ê de, Zaîre (Komara Demokratîk ya Kongo ya îro) dibe meydana şerekî ku wê di demeke kurt de, Ûganda jî di nav de, hilperike hemû welatên cîran. Di heman vedorê de, Kampala dikeve nav pevçûnekê li dijî mezheba ji alîyê Joseph Konî ve dihat bi rê ve birin ya bi navê serhildêrên Artêşa Berxwedanê ya Xwedê. Di hejmara 108 a kanûna 2009-çile 2010 a kovara Manière de li nivîsa bi sernavê "Indispensable Afrique / Afrîkaya destjênabe", binêrin
  4. http://angeloizama.com
  5. www.norbertmao.org
  6. www.injuredugandans.com
  7. www.wartimecontracting.gov
  8. Bide ber Deborah D. Avant, The Market for Force: The Consequences of Privatizing Security / Bazara ji bo Hêzê [hêza eskerî]: Encamên Taybetîkirina Sektora Ewlekarîyê, George Washington University Press, Washington, DC, 2005.

Wergera ji fransî: Baran Nebar