Ewrên tarî li ser bihûşta Danîmarka

Translator

Gava ji welatên din ên Ewrûpayê re lê tê nihêrîn, sexaweta dewleta-dabînker [berevajî dewleta jendirme, ew awayê dewletê ye ku girîngiyê dide xizmetên jiyana civakî û takekesî] a mirovî diheyirîne: her zaroka ku ji dayik dibe piştî ku dibe şeş mehî, xwedanê mafê bicihbûna li kreşekê ye; xizmetên tenduristiyê bêpere ne; sexbêriya li malan ji bo pîremêr û pîrejinan gelek belave ye; ciwan pênc salan ser hev alîkariya darayî werdigirin ji bo tewawkirina xwendina xwe, di ser vê hindê re jî, rewşa malbata wan çawa be bila be, her ciwanê ku hez bike dikare salekê navberê bide xwendina xwe ji bo dîtina cihine din li sertaserê cîhanê an jî salekê amadekariyê bike ji bo serkeftina di ezmûna têketina zanîngehan de…

Lê belê, ji cerga qeyrana aborî ve, mûçegirên danîmarkî biguman in. Formûla “serbest û ewle”, dermanê mûcîzewî li dijî bêkariyê, ku li ba wan û li Ewrûpaya mayî gelek dihate hebandin, dê bikare wan li dijî vê dijwartirîn kesadiya aborî biparêze ku piştî qeyrana mezin a salên 1930’an tê serê qraliyeta wan?

Li ser kaxezê, kurteya vê nûterma nemunasib [rêbaza aboriyê ya serbest û ewle] formûleke seyr e ku ji bo herdu layenan jî ya herî baş dixwaze, wate, serbestî ji karderan re û ewleyî ji karker û mûçegiran re. Patronê danîmarkî, herwekî hevpîşeyên xwe yên emerîkî û brîtanî, dikare, çi di çarçova qerebûyê de çi di çarçova plansaziya civakî de, tavilê karkerên xwe ji kar derxe. Beramberî vê yekê, mafê karkeran teqezkirî ye ku bi kêmî çar salan qerebûyeke bikêr a bêkariyê wergirin.

Herwiha, heke pêwîst be dikarin perwerdeya pîşeyî ya taybet wergirin, an jî, wekî ku di ajansa damezrandina karkeran a Sydhavnenê de li Kopenhagene’ê dibe, qerebûya xwe bi şêweyê îstîfadekirina ji klûba wê ya sportê wergirin. Heta par, sîstema navborî gelek baş û hema bêje bêkêşe bi rê ve diçû û bêkarî pir kêm û kêşeyeke demkurt bû. Mogens Lykketoft, danerê vê sîstemê gava ku wezîrê darayî bû di hikûmeteke navend-çepî de –niha endamê parlamenê ye ji bereya sosyal-demokratan li Folketingê (Parlamena Danîmarka)-, pir qetî diaxive: “Ev serkeftin e, şîrket nema dudiliyê dikin di kardanê de ji ber ku dizanin ku dikarin bi rihetî, bê muhlet û bêyî dana heqeke zêdeyî beramberî keda karkeran, wan ji kar derxin û barê xwe sivik bikin.”

Ya rastî, heyama detpêka sepandina vê sîstemê, sala 1994’an, li Danîmarkayê sê sed hezar bêkar hebûn (10 % ji nufûsa ku dikare kar bike); piştî heft salan hejmara bêkaran ji sed hezarî kêmtir e; di hezîrana 2008’an de, berî ku qeyrana global li peravên Baltîkê bide, hejmara bêkaran dikeve bin çil û heft hezaran. Şîrketan, ne tenê yên danîmarkî, bi piraniyeke mezin rêbaza “serbest û ewle” qebûl kir û bi xêra vê yekê Danîmarkayê rêzên yekem di lîsta rûmetî ya patronên navneteweyî de xistine bin pavanê xwe.

IMD, zanîngeheke mezin a di warê bazirganiyê de li Lausanne’ê, îsal ji bo salnameya xwe ya bi navê World Competitiveness Yearbook 2009 pirs ji çar hezar biryargirên ji pênceh û neh welatan kirin: Danîmarka bi dereceyeke 100 xalan (28,4 ji bo Fransayê…) di serî de tê û rengê bihûşta patronan dide ji ber lîberaliya hikûmeta xwe, hewayê aram ê di warê bazirganiyê de û huzûra civakî li vî welatî. Govara Amerîkî Forbes (1), li gorî encamên raya hejmareke serokşîrketan, welatê navborî wekî “the best country for bussiness” (“baştirîn welat ji bo bazirganiyê”) destnîşan dike li pêş Amerîkayê.

Digel vê hindê jî karker nerihet û aciz nînin. Bi ya sondajeke sala 2006’an a Eurfondê, saziyeke li Brûkselê ku rewşa civakî ya li welatên Yekîtiya Ewrûpayê vedikole, mûçegirên danîmarkî, ji nav bîst û heft welatên endam, yên herî “memnûn” in ji rewş û jiyara xwe.

Em fêm dikin bê çima wiha memnûn in. Hema bêje herkesî karekî tam-demî heye, mûçe bi lez zêde dibin (berî qeyranê, bi rêjeya 4 %) û em dilniya ne ku em dê cihê xwe li ba şîrketeke din peyda bikin heke em bi patronê xwe re li hev nekin an jî bixwazin ji bo kêfa dilê xwe berê xwe bidin karekî din… “rêbaza serbest û ewle di çaxê mezinbûna aboriyê de hate pêşxistin, ev yek ji binasên serkeftina wê ye” dibêje Holger K. Nielsen, serokê Socialistisk Folkepartiyê, ku partiyeke ji sosyal- demokrasiyê çepgirtir e û di hilbijartinên Ewrûpayê yên dawî de dengên xwe zêdetir kirin.

Qeyraba aborî tê… Rêbaza serbest û ewle bi hilpekîn rê ve diçe; serbestî zêde ewleyî kêm dibe. Biçûktir ji herêma Midi- Pyrénées [herêmek li Fransayê] û bi nufûsa xwe ya pênc milyon şeşsed hezar kesî kêmnufûstir ji herêma Rhône-Alpes [herêmek li Fransayê], Danîmarka pir bestî ye bi bazirganiya navneteweyî ve. Lewma, bi husn-î te’bîra rewacdar a şîrketa keştîsaz A. P. Moller-Maersk, grûba herî mezin a welatî û derece yeka cîhanî di warê barguhêziya bikonteyner de, welatê wan gelek nazik e beramber “kesadiya global a derasayî”.

Di 2007’an de, welatî nîvê hasilaya xeyrî-safî ya navxweyî îxrac dikir. Klaus Rasmussen, berpirsê Danish Industry’yê, rêxistina bingehîn a patronan, rave dike ku “Îxracat ew beş e ku notayan dide yên din di guftûgoyên civakî de”. Mûzîka wê ne tu xweşawaz e ji bo mûçegirên beşetaybetê, ku herî zêde karker di wê beşê de hene. Ev salek e ku firotina di îxracatê de bi rêjeya nêzîkî 20 % daketiye, hejmara îflasan meh li dû mehê digihe rekorên nû. Heta niha îflasa herî mezin, şîrketa hewayî ya erzan Sterling Airways (bîst û neh balafir) bi erdê ve mîx kir. Lewma, ne tenê şîrketên ragihandina hewayî lê gelek şîrketên din jî, alavan kêmtir dabîn dikin, dikevine dû mesrefên ku bi fuzûlî têne zanîn (li ser nîvmilyon keştiyên aîdî Maerskê, ji 1’ê Çileyê ve deryavanan nema mafê bikaranîna destmalkaxeziyan heye) û hejmara karkeran pir kêm dikin. Ji havîna par ve rêjeya bêkaryê du caran ji ya Fransayê bi leztir zêde dibe. Hejmara bêkaran di salekê de du qat zêdetir lêhat û di tîrmeha 2009’an de gihişte sed û heft hezaran, ku herî zêde karker li ber ketin.

Di beşa avahî û karên giştî de, ku beşeke felaketzede ye, 13 % ji karkeran (du qat ji par vî çaxî zêdetir), 27 % ji hostayan, 13 % ji boyaxkaran bêkar in bi ya Federasyona yekgirtî ya karkerên danîmarkî –Fagligt Foelles Forbund, bi navê xwe yê kurt “3 F”, ku ji Çileya 2008’an ve 4 % ji endamên wê jê kêm bûne. Agahdariyeke asayî ji bo postê resepsiyoniyê li bajarekî biçûk, zêdetir ji neh sed muracaat berhev kirin. Bi ya Ajansa kar a netewî, di nav heşt mehan de hejmara bêkarên ji 24 salî ciwantir çar qat bilind bûye. Lê belê, mafê wan ê qerebûyê heye ji ber ku wan jî pişkdarî kiriye di yek ji çil maseyên bêkariyê de, ku ew mase gişt girêdayî sendîkayan in.

Li Danîmarkayê, herwekî li Swêdê, kevnemodêla Ghent (3) ya dilxwaziyê hêj jî tê sepandin: abonetiya bo sîgorteyeke bêkariyê ixtiyarî [ne mecbûrî] ye. Netîce, ji ber ku di hengava xêr û bêra salên 2000’an de hema bêje herkes xwedankar bû, gelek ji ciwanan sîgortekirin bi fer û girîng nezanîn. Dawiya yekem çaryeka 2009’an, şanzdeh hezar ji wan bêkar û bêsîgorte bûn, yanî sê qat zêdetir ji ciwanên bêkar ên qerebûgir. Mecbûr in qîma xwe bi alîkariyeke giştî ya pir kêm bînin ku ew alîkarî nêzîkî heqdestê asgarî yê li Fransayê ye.

Guftûgoyên li ser mûçeyan ku adara borî dest pê kirin ti nîşanên xêrê nadin. Bi ya serkaniyên patronan, sala 2009’an di beşetaybetê de mûçeyê yek ji du mûçegiran nayê zêdekirin, yek ji sêyan dê qîma xwe bi heqdestê saetekê yê niha bîne. Konseya aborî, saziyeke fermî lê serbixwe, destnîşan dike ku ew rewş dê bibe sebebê ketineke bi rêjeya 2 % di hêza kirînê de. Ji bo gelek malxwêyên ciwan ku qerz wergirtine da ku xaniyekê bikirin –nêzîkî du ji sê pişkên danîmarkiyan xwedanên mala xwe ne-, ev yek felaketek e: gulana borî, hejmara hecizan bi ser rekora berê ya panzdeh salî ket.

Bi ya Danske Bankê, girîngtirîn banka welatî û duyema Skandînaviyê, bihayên xeyrîmenqûlan, ku ji 2007’an ve dadikevin, reng e di 2009’an de hêj jî dakevin “bi rêjeya 10 % di xaniyan de û du qatê wê jî di daîreyan de (4).” Li Ewrûpayê, piştî Brîtanya û Irlandayê, daketina herî mezin di bihayên xeyrîmenqûlan de li Danîmarkayê tê dîtin. Wezîrê budceyê yê ciwan, Kristian Jensen, sêyem kesê girîng di hikûmetê de, qet nehate meslehetê. Kabîne dê ti tiştî neke ji bo xwedanxaniyên nerihet: berpirsên fermî dixwazin bidin famkirin ku “ew mecbûr in bi xwe çareyekê ji xwe re bibînin”.

Li ber çavên vê civaka ku demeke dirêj e fêrî sexbêriya “ji landikê heta darbestê” bûye, ev yek nîşaneke dîtir e ku êdî dewleta dabînker û bixêrûbêr a danîmarkî nema ya berê ye. Ji bo hikûmeta navend-rastgir a desthilatdar ji 2001’an ve, gefa giran berî her tiştî darayî ye. Li gorî hesabên desthilatê, ku berî qeyranê hatibûne encamdan, sala 2015’an dor 15 milyar Kron (2 milyar Euro) dê kêm bibana ji bo qetandina mesrefan. Pîlana wî, bi navê Aborî 2015, ku li ser bingeha "ne-ne" yekê (ne zêdekirina bacan ne kêmkirina alîkariyan) hatiye dariştin, li dijî qeyranê li ber xwe neda. Reforma wî ya malî, amadekirî ji bo 1 Çile 2010’an, bacên rasterast dadixe, lê belê zêdebûnê paş ve dide bo demeke nediyar û pîlan ew e ku vê hevkêşeyê ji “bacên kesk” ên li ser elektrîkê, sîstema germkirinê, kamyonan, gazên bi tesîra serayê ji bilî CO2, avên bikarhênayî, trimbêl û hwd. fînanse bikin. Ewqas barê bacên zêdeyî ku dê bikeve ser milên malxwêyan, ku ji xwe li baca bihayê komkirî (BBK) ya bi rêjeyeke 25 % deyax dikin, dê salê çekeke nefsbiçûk a 100 euroyî bi serê mezinan û yeke 40 Euroyî bi serê zarokan ji kîsê malxwêyan kêm bike…

Aşkera ye ku ev reforma malî ya seyr, dewleta dabînker naziktir dixe, lê belê bi qazancekê: Dilxweşkirina hilbijêrên rastgir û birêvebirina konjonktûreke pir xerab bi rêya pifdana 15 milyar kuronan (zêdetir ji 2 milyar Euroyan) bo nav aboriya welatî di 2010’an de û 8 milyaran (1,1 milyar Euro) di 2011’an de. Paşî, hêj dê wext hebe ji bo dîtina hilbijartinên parlamenê, ku qewl e herî dereng mijdara 2009’an bêne birêvebirin…

Hikûmeta Loekke Rasmussen, ku pêk tê ji wezîrên lîberal û muhafezekar, mînorîte ye di parlamenê de. Bîst û pênc deng jê re divên… ku wan jî Dansk Folkeparti (DF), Partiya gelê danîmarkî, jê re tîne. Partiya navborî fraksiyoneke rastgir ya tundrew e ku bêşermane gotareke biyanîtirs [kzenofob] belav dike, dijminiya Yekîtiya Ewrûpayê û berevaniya xanenişînan dike. Morten Messerschmidtê 28 salî û serokê lîsta partiyê di hilbijartinên Ewrûpayê yên 7’ê Hezîranê de, ku portreyên wî li hemû kolan û çirayên kolanên Kopenhagenê hilawistî bûn di heyama kampanyaya hilbijartinên Ewrûpayê de, koçberiyê bi aşkerayî wekî mezintirîn gefa li ber modêla civakî ya danîmarkî destnîşan dike: “Divê em wê [modêla civakî] biparêzin lewre em dewleteke biçûk in û nasnameya me xweser e”, dibêje di şeveke çalakiya hilbijartinê de ku ji aliyê Berlingske Tidende ve, rojnameyeke muhafezekar, ku berî bi du sed û şêst salan hatiye avakirin, dihate birêvebirin û wê şevê piştgiriyeke mezin û teqez lê berhev dibû. Ev, ew berendam e ku 7’ê Hezîranê li ser navê xwe herî zêde deng berhev kirin. DF pêdivî bi wezîran nîne ji bo ku xwe bigihîne desthilatê. Danîmarkayê rejîmeke parlamenter ragirtiye, lewma hêza yasaçêker sertir e ji hêza birêveber. Her tişt di Folketing û bîst û pênc lijneyên wê yên parlamenter de çêdibe û dîsa li wir ew biryarên ku wezîr mecbûr in bisepînin têne cemidandin. “Li Brûkselê, di civînên wezîran de, wezîrê danîmarkî divê li gorî dîrektîfan tevbigere û vegere ber Folketingê ji bo guhorîna wan” diyar dike Gunnar Rieberholdt, kevne balyozê Danîmarkayê li Parîsê û yek ji mîmarên têketina sê welatên baltî [welatên li dora behra Baltîkê] nav Yekîtiya Ewrûpayê di 2004'an de.
Rasta tundrew xwe li êrîşê daniye

Ji bo DF’yê, ku bi koma xwe ya di Parlemenê de piştrast e, gelek hêsan e êrîş û provakasyonên xwe yên li dijî koçberan, ku hejmara wan di serjimêriya 1 Çile 2009’an de li dor çar sed hezaran hatibû texmînkirin, û li dijî wan danîmarkiyan zêde bike ku bi binyada xwe ji welatên musulman in, ji Tirkiye heta Pakistanê û heta digihe Somaliyê, ku berev dawiya salên 1960’an wekî penaberên siyasî hatine wî welatî. Rojekê, bi lez û bez di kantînên xwendegehan de goştê mirîşkê bi yê berazî, ku bêtir “danîmarkî” tê nasîn, didin guhortin. Li nav DF’yê obsesyonekê [hingof] cihê xwe qahîm kiriye: bi her rê û rêbazekê bisînorkirina mafê koçberan ji parastina sosyal. Ji 2002’an ve, heke jina koçberekî di nav du salan de bi kêmî sê sed saetan kar nekiribe mafên xwe yên civakî ji dest dide. Hecet amade ye: azadbûna jina musulman ji çavdêrî û muhafizeya mêrê xwe. Bêguman ji bo bêtir azadkirina wê, hikûmet niha dixwaze çar sed û pênceh saetan dasepîne! Encama herî aşkera zêdekirina xizaniyê ye di nav koçberên herî dawî hatî de, bi taybetî ji bo zarokên wan, ku yek ji dehê wan li jêr sînorê xizaniyê dijîn.

Îmkana wergirtina mafê hevwelatîniya danîmarkî hema bêje nîne. Divê koçberek neh heta deh salan li wir jiyabe heta bikare muracaatê bike û dosyaya xwe ya berendamiyê dane; û paşî jî divê bi zimanê danîmarkî, ku jixwe zehmet e, bikeve ezmûnên danîmarkî yên bi taybetî dijwar-xistî. Ji 2002’an ve, bi fişara DF’yê, ezmûn çar caran hatine dijwarkirin ji aliyê Parlamenê ve. Testeke rastgele, ku Berlingske Tidende’yê çêkiribû, nîşan da ku yek ji du derçûyiyên zanîngehê yên “bi binyad” danîmarkî di ezmûnê de ketin [sernekeftin]. Heman dijwarkirin di yasa û qaîdeyên gihiştina malbatî de: mêr an jin divê bi kêmî 24 salî be û “pêwendiya wî/wê ya digel Danîmarkayê ji pêwendiya wî/wê ya digel welatê hevserê/a xwe xurtir be.” Tedbîr li ser tedbîrê, hikûmet herroj, bi heceta bihêzbûnê, hinek ji wê statûya biyaniyên Romaya kevn [biyanî di antîkîteyê de kesek e ku li bajarekî dijî, îstifadeyê ji mafên hevwelatîniyê nake lê belê di bin parastina yasayan de ye] durist dike.

Ravi Chandran, sala 1992’an ji Sengapûrê hatiye, berpirsê rêxistineke ne-hukmî ye ku bispor e di warê alîkariya li mexdûrên AIDS’ê yên ji mînorîteyên etnîk de, behsa hêvîşkestên wan “Danîmarkiyên nû” dike ku ne çavşîn in ne porzer in: “Ew li vir ji dayik bûne û li vir perwerde bûne; Danîmarka tenya welatê wan e, welatekî wan ê din nîne; gazindên dayik û bavên xwe dibihîzin ji ber sportên ku dikin, dibînin ka çawa nûçeyên telewîz- 0yonê li ber mirina xeşîm a danîmarkiyekî binkî dikeve lê mirina yên din piştguh dike; ew bi xwe wisa hest pê dikin ku li dîwarekî camî diqelibin… Lewma, car û baran diteqe, mîna di reşeme 2008’an de li Norrebroyê (5) !” Lally Hoffmann, rojnamevanê hosta û bisporê siyaseta derve ji bo TV2’yê, kanala dewletî, xemgîniya xwe derdibire li ber vê hewaya bêtoleransiyê: “Ez êdî Danîmarkaya zarokatiya xwe nema dinasim, îmaja wê di cîhanê de gelek xerab bûye.”

Qeyranekê li çavên cîhan û Ewrûpayê, ku bêtir bala xwe dide derveyî sînorên xwe, eyan kir bê giraniya rasta tundrew a danîmarkî di nav hikûmeta welatî de çend zêde ye: karîkatûrên pêxember Muhammed ku dawiya îlona 2005’an di rojnameyeke danîmarkî Jyllands Posten de hatine belavkirin. “Kêşe ne belavbûna wan [karîkatûr] e, lê bêtir ew e ku serokwezîrê hingî Anders Fogh Rasmussen, îro sekreterê giştî yê NATO’yê, qederê çar mehan qebûl nekir digel balyozên danzdeh welatên musulman ên ku li ba me akredîte ne bicive”, dibêje Toiger Seidenfaden, sernûserê Politikenê, rojnameya mezin a danîmarkî ku sebaret bi qebûlkirina biyaniyan an jî muameleya digel mînorîteyan, kêmzêde bi tenê lê bi awayekî dilêrane, xeta azadîbawer a kevn diparêze. “Jixwe bi tenê ji ber vê hindê qeyran bû navneteweyî û ji kontrolê derket.”

Qebûlnekirina Rasmussen bi qestî bû, bergîriya azadiya derbirînê bi tenê heceteke kêrnehatî bû ji bo veşartina razeke qirdikane ya derdorên siyasî yên Kopenhagen’ê: Stî Pia Kjaersgaard, ku berê paqijîker û alîkara malan bû û 1984’an bo Folketingê hate hilbijartin û niha rêvebera qadirê-mutleq ê DF’yê, her çi hevdîtin û civînek veto kiribû.

Çepa Danîmarkayê li ber meyla fikrî ya berev bîra rastgir nerihet e. Sosyal-demokrat, sosyalîstên çepgir û sosyal-lîberal rêkeftineke sêqolî girêdan ji bo hikûmetê, lê belê, çavtirsiyayî ji ber sê têkçûnan di hilbijaritnên di wan heşt salên dawî de, ew jî nikarin bi aşkerayî dijayetiyê li siyaseta biyanîtirs a piraniyê bikin. Lykketoftê ku piştî têkçûna dawî ya mijdara 2007’an serokatiya Partiya Sosyal-Demokrat ji dest da, xwe wiha diparêze: “Hikûmet du caran bi ser hev hate hilbijartin û herdu caran jî em tawanbar dikirin ku em beramber biyaniyan gelek xweşbîn û nazik in.” Herwiha navborî bi bîr tîne ku,“divê gelê Danîmarkayê ji bîr neke ku di warê civakî de heta niha çep hergav ji rastê çêtir bûye.”

Lê belê, ma hêj jî, wekî di salên 1960’an de, hevbîrî heye ji bo firehkirina modêla civakî ya danîmarkî, piştî dewlemendkirineke bêhed bilez? “Di nav du neslan de, sêlxaneke bêserûber û bêxwedan, li qeraxa Ewrûpayê, bû welatekî xeyalî [cocagne: di teheyula ewrûpî de ew welatê xeyalî ye ku bes xweşî tê de heye û mirov digihe hemû arezûyên xwe]”, dinivîse Knud J. V. Jespersenê dîroknasê fermî yê Keybanûya Danîmarkayê Margarethe II’ya pir bi navûbang di kitêba xwe de ku bûye berhemeke klasîk (6). Yeksaniya kevn cihê xwe daye hesteke nû: egoîzma (xudbînî) çîne-navînciyan ku nema dixwazin pereyê xwe bimezixin “ji bo yên din” û bi qîr û hawar doza kêmkirina bacan dikin.

Heta niha jixwe bi reforma darayî qismen gihiştine armancên xwe, lê belê bi wê hindê tetmîn nabin. Dawiya gulanê, nod û heşt şaredarên welatî, aktorên eslî yên Dewleta-dabînker, ku gelek xizmet li wan spartî ne (kreş, xwendingeh, sexbêriya pîremêr û pîrejinan, kar û damezrandin, kultûr…), xwe dirrandin ji ber reşnivîsa qanûna terazkirina (muadil kirin/hevseng kirin) darayî ku li gorî wê qanûnê şaredariyên dewlemend dê alîkarî bidana şaredariyên xizan. Çil ji wan şert danîn ku reşnivîs bi awayekî wisa ji ser û nû bê amadekirin da ku alîkariya hevgirtinê jê bê daxistin. Rûmetşkestî, bîst û heft şaredarên şaredariyên xizan ji wan xwastin ku teklîfa xwe vekişin. Rudesdal, danîmarkiyên Neuilly’yê, ku li wir dahata serê kesî du qat zêdetir e ji ya li Kopenhagen’ê, êdî naxwaze pereyê xwe bimezixe… Şaxên “xelekên ramana” muhafezekarên amerîkî Cepos û Kopenhagen Institute baş damezrî ne li paytextê û didin bawerkirin ku daxistina bacan dê bibe çareya hemû kêşeyan.

Şîrket herwiha bêzerer û zîrekane xwe ji yariya darayî vedikişin. Baca li ser qazanca şîrketan daxistin sedî 25’an (33, 5 % li Fransayê); hema bêje ti şert û dasepandin nînin li ser sermaye û xwedantiyê; maldarî [her tiştê bi debara malê re pêwendîdar] piraniya barê mesrefên xizmetên civakî hildigirin bi rêya bacên neyekser ên giran ku nîşana bihayê jiyanê ne. Ji ber ku ne bereya rast ne jî ya çep doza hewleke zêdeyî ji wan şîrketan nake, xitimîn û biçûkbûna aboriya Dewleta-dabînker xweşûnexweş xwe di asoyê re dide der. Hikûmeta heyî dixwast maweya qerebûya bêkariyê ji çar salan daxe du salan, ku qerebû di 2006’an de gihiştibû heta mehane 2000 Euroyan. Lê dev ji wê pîlanê berda. Lê belê ev bi tenê devjêberdaneke demî ye. K. Rasmussenê ji rêxistina patronan a Danish Industry’yê di wê bareyê de dibêje ku, “em dikarin kêşeyê bo çend salan vekêşin, niha ne dema guhortina tiştan e.”

Ji dêvla kêmkirina qerebû û alîkariyên civakî, rêyên din hene ji bo mezaxtina kêmtir, wekî ku aliyê din ê rêbaza ewle û serbest pêwîst dike, anku bicihkirina ewleyiya kar. “Di 1993’an de, qutbûneke îdeolojîk çêbû, bi analîza profesor Jorgen Goul Andersen, ji zanîngeha Aalborg, li navenda welatî. Ewleyiya sosyal nema wek pêşanî [eweliyet] ma û armanceke din cihê wê girt: kêmkirina bêkariya bastûrî.” Şertên havildarbûna ji qerebûya bêkariyê zehmet kirine û mecbûriyet çend-bare zêde kirine (divê kesê bêkar heftiyê bi kêmî çar karderan bibîne, perwerdeyê wergire ji bo pîşeyekê, biçe jivanên ajansên damezrandinê, guhortina cih û pîşeyê xwe qebûl bike…).

Digel qeyrana aborî, bi ihtimaleke mezin sîstema qerebûyê dê bêtir bê şidandin. Aktivering (destbikarbûn), ku şert e ji hemû wergirên alîkariyan re, gelek biderdeserî ye û bi ya Andersen, “bi piranî, bêkarek berî tewawbûna muhleta wî ya destbikarbûnê karekî ji xwe re peyda dike”.

Herçend di destpêkê de sosyal- demokratên danerên vê bernameyê hêvî dikirin bi xêra vê bernameyê bê navber û bêyî maweyeke bêkariyê pîşe û şiyaneke din bidine bêkaran, aşkera ye ku ji wê bêtir wekî fenekê derhat ku bêkaran mecbûr dike bi lez karekî peyda bikin da ku nekevine ser rêya zehmet… Ya rastî, her tişt heye ji bo qanihkirina yekî ku piştî sê mehên nekarkirinê nekeve nav rêza destbikarbûnê: hilbijartina karê xwe yê nû, herwiha hilbijartina karderê xwe û cihê karkirinê jî gelek zehmettir e. Heke hat û kar qebûl nekir, hingî mafê wî yê wergirtina alîkariyê jî ji dest diçe. Gelo work-fare (baş xebitîn) dê cihê wel-fare (baş jiyan) bigire di modêla civakî ya Danîmarkaya sibe de?
Hilbijartinên Ewrûpayê

Encamên partiyên sereke di hilbijartinên Ewrûpayê yên Hezîrana 2009’an de (bi rêjeya %).

* Enhedslisten (çepa tundrew): 7,2 %.
* Socialistik Folkeparti, SF (sosyalîstên çepgir): 15,9%.
* Socialdemokratiet, SD (sosyal-demokrat): 21,5 %.
* Radikale Venstre, RV (sosyal-lîberal): 4,3 %.
* Venstre (lîberal): 20,2 %.
* Konservative Folkeparti, KF (kevneparêz): 12,7 %.
* Dansk Folkeparti, DF (ratsa tundrew): 15,3 %.

Çavkanî

Danîmarkî biguman in. Danîmarka bi sîstema xwe ya ku wekî “serbest û ewle” dihate terîfkirin navdar bû. Lê belê îro ew rewş û serbestiya wê her ku diçe firehtir û ewleyiya wê kêmtir dibe. Digel qeyrana aborî, hevbîriya piştî-şerî ya li ser yeksaniyê berev derizînê diçe. Rastgirên tundrew, ku gelek bihêz in, hewl didin ku derbarê meseleya penaberan de, bi taybetî di warê civakî de, şert û bendên sext bi cih bikin. Çînên navîn jî doza daxistina bacan dikin û nerihetiya xwe derdibirin sebaret bi “peredana” ji bo xizanan. Serqise, modêla bakurî, ku heta duh gelek dihate hebandin, îro ber gefên mezin e.

  1. Forbes, New York, 25 adar 2009.
  2. European Foundation for the Improvement of Living and Working Conditions, www.eurofond.europa.eu
  3. Modêla Ghent ku hêj di destpêka tevgera karkeran de li bajarê Ganda Belçîkayê derhat, xwe dispêre sê prensîban: pêwendiya sist ya karkeran, rêveberiya sendîkal ji bo qaseyên darayî û pirbûna wan qaseyan. Bi vî awayî li dijî wê prensîba unîversalîzmê ye ku dixwaze heman xizmetan pêşkêşî hemû hevwelatiyan bike, çi xebatkar çi bêkar, çi hevwelatî çi koçber. Li Danîmarkayê ev modêl bi tenê ji bo qerebûkirina bêkaran hêj li kar e.
  4. Danske Bank, “Nordic Outlook. Economic and financial trends”, Kopenhagen, Hezîran 2009.
  5. Taxa Norrebro li bakurê Copenhague’ê, ji sala 2007’an ve û piştî girtina squatekê [dukan an xaniyekî ku ciwan bê destûr dikevinê û çalakiyên xwe tê de bi rê ve dibin] gelek caran pevçûn çêdibin di navbera ciwan û polîsan de. Di reşemeya 2008’an de, lêkdanên di navbera çeteya bi motorsîkletan û ciwanên musulman de bû sebebê mirina kesekî û tax ser û bin kir.
  6. A History of Denmark,Palgrave Macmillan,New York 2004, 244 rp.