Fritz Langê biheybet

Translator

Li gor Alfred Eibelê ku pêşgotin di 2007ê de ji bo çapa nû ya nivîsên hilbijartî yên sînemavanê binavûdeng nivîsiye, li ser Fritz Lang «çi bigire her tişt hatiye gotin». Xweşbextane, ev yek ne rast e; pirtûka berdest a bi navê Fritz Langê li ser kar, nîşana vê ye; analîza jîyanekê ku di heman demê de jî lêkolîneke sîstematîk a berhemekê ye û Bernard Eiseschitz nivîsandiye. (1)Di navbera 1919 û 1960ê de, Fritz Lang nêzîkî çil fîlm çêkirin. Peydabûn, nivîsandin û çêkirina nêzîkî sih ji wan mijara analîzeke hûrgilî ne.

Bingeha lêkolînê çi ye? Arşîva ku Fritz Lang, ji 1955ê bi vir de, ji Sînemateka Fransî re hiştiye, ew emanetî miqateyîya Lotte Eisner kiriye; hevalê xwe yê sadiq, ku weke wî naçar bûye ji Almanyayê bireve. Lê herwiha, di nav wan de gelek kovarên almanî yên di navbera salên 1920 û 1930ê, dema amerîkîyan de, nameyên neweşandî û şahidîyên ku nivîskar bixwe berhev kirine jî, hene.

Wê demê Fritz Langê belengaz belbî di bin dokumantasyoneke wiha de fetisî bû, lê Eisenschitz karîbû dewlemendîya kesayetîya wî bi hemî paradoksên xwe ve baş eşkere bike. Eisneschitz israrê dike; ew mirovek bû ku «heta dawîyê» xwe di nav kûrahîya sedsala tê de dijî, hîs dikir. Ew ew mirov e ku, di bîst salên dawîn ên jîyana xwe de, herçend pir xwestiye bibe hevwelatîyê wê jî, her li dijî «demokrasîya» amerîkî bûye. Bêhêvîtîya wî nikaribû hunerê sînemayê ku daketibû asta pîşeyekî teknîkê ku xwe bi çêkirina fîlmên bazirganî mezin dikir, rizgar bikira.

Ev pirtûka Eisenschitz ku tê de têra xwe wêne, krokî û destnivîs hene, pêvajoya amadekarîya fîlman baş rave dike û ji alî pêşangeha li ser fîlma bi navê Métropolis ya ku Sînemateka Fransî pêşkêş kiribû ve jî hate tesdîqkirin. (2) Ev fîlma seyr, zanist-xeyalîyê ku bi îcada afirandîyekî mekanîk xwe nîşan dide û utopyaya civatî ya nemumkin ku peymaneke di navbera sermîyan û kar de pêk tîne, tevlîhev dike. Pêşangeh nîşan dide ku daxwaza awarte ya hunerî ya Fritz Lang, xwe berdaye nav xetên cilûbergan û nav avakirina hîleyên sînemayî yên ji bo ferzkirina dîtina mîmarîyeke ji nûjenîyê wêdetir, sembola pêşerojê ya robotîze ye ku li dinyayeke serdest û bindest, xwedîyê kargehekê û karkirên xwe şerê hev dikin, derdikeve holê.

Ev fîlm –derhênana herî biha ya wê demê – cara pêşin, di 10ê çileya paşîn a 1927ê de, li Berlînê tê nîşan dan. Lê karmendên sansurê jî li wir in; amade ne ku destên xwe biavêjin meqesên xwe. Di 5ê Tîrmehê de, wan piştî jêkirina sîh û pênc deqeyên fîlmê, destûra belavkirina Metropolis dan. Ji bo ji nû ve lêzêdekirina wan, nêzîkî nîv sedsalê macera û bedbextî pêdivî bû.

Serdana vê pêşangeha, ku derfeta dîtina xebateke bêhempa dida, bû sedema pirs jixwekirina di derbarê pêrgînîya fîlmên ku Fritz Lang berî 1934ê çêkiribûn ku li Fransayê hatibû rezervekirin. Ji bo hezkirîyên sînemayê yên bijare Georges Charensol, Métropolis bi riya «mijareke xwedî îdia ya ji alî Thea von Harbou ve hatiye xeyalkirin», hevala wî ya wê demê, meyleke xeter «ji ber bêpîvanî û bêserûberîya xwe» li ba wî pêk tîne. Di kovarên pêşeng de, ne seyr e ku mirov gelek caran ji bêpîvanî û giranîyê bikerixe.

Serketina rastî ya pêşîn: Wesiyeta Doktor Mabuse e, kudi nîsana 1933yê de derket ser ekranên Parîsê. Mijara wî, dînekî ku doktorê xwe hîpnotîze dike û wî dike serekê komeke eşqîyayan, bêgûman yê gelekan e. Ew ji bo «ewleyîya xwe ya pêkanînê» û «performansa xwe ya teknîkî ya bêqusûr» tê pîroz kirin.Lê, piştî salekê, Liliom yekane filma Fritz Lang ku piştî sirgûnbûna wî li Almanyaya nazî li Parîsê ji alî Fritz Lang ve, di tîrmeha 1933yê de hatiye çêkirin. Ji sisiya yekê vê fîlmê ji alîyê derhêneran ve hatiye birîn, ji ber ku «pir alman bûye», lê tevî vê jî,bîneran lê fîkandiye.

Hîn bi tenê di salên 1960ê de ye, ku «dahîtîya sînemayî» ya Fritz Lang biyekdengî ji alîyê rexnegirên fransî ve tê pejirandin. Ji bo pîrozkirina wî, pêşnîyaza ku jê re, di 1964ê de, hatiye şandin, jê daxwaza serokayetîya Festîvala Cannesê dike: Ev cara pêşîn e ku serokayetî dibe nesîbê sînemagerekî.

(1) Bernard Eisenschitz, Fritz Lang au travail / Fritz Langê li ser Kar, Cahiers du cinéma éditeur, Parîs, 2011, 272 rûpel, 56,95 euro.

(2) Berhemên Pêşandana ku heta 29ê çileya paşîn a 2012yê hatiye pêşbînîkirin, ji Deutsche Kinemathek a Berlînê dan anîn, ku ew di 2009ê de lê hatin nîşandan. Bi tenê çend berhem lê hatin zêdekirin.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr