Gava ku leşker qanûna bêdengîyê dişkînin

Translator

Ez dê ji we re bibêjim ka kengî ez jidil tirsiyam. Me li Xezayê operasyonek pêk dianî; em li pişt barîkadeke leşkerî bûn û zarok ber bi me de hatin û dest pê kirin kevir avêtine me. Li gor telîmatan, gava ew [filistînîyek] li deverekê be ku bikare keviran bavêje me, herwiha dikare narincokekê jî li me bide; lewma min li wî reşand. 12 an jî 15 salî bû. Bawer nakim ku min ew kuştibe, hewl didim, xwe qanih bikim [ku min ew nekuştiye] da wijdanê min rihet be, da bikaribim bi şevan baştir razêm. Ez têk çûm gava bi xapexap hatim da ji hevalên xwe û malbata xwe re bibêjim ku min [bi çekekê] nîşan li yekî girtibû û ku min di par re guleyek li lingê wî dabû,. Ew hemû xweşhal bûn: Ez bûme qehreman û wan li sînagogê serhatîya min hemû belav kirin. Ê min, ez mabûm di şok û heyra kiryara xwe de." (1)

Primo Levi di kitêba xwe ya bi serenavê Si c’est un homme (2) de dikeve bîra xewneke xwe ya li Auşwîtzê ku heman xewnê çendîn caran dibîne –paşê fêr bûbû ku hejmareke gelek a zindanîyan heman kabûs didîtin. [Di xewna xwe de] vedigere mala xwe, cem malbata xwe û wehşeta li kampê ji wan re tarîf dikir, lê kesî guh nedida wî: Herkes ji ser maseyê radibûn û diçûn, ew bi tenê dihiştin. Wî dixwast tiştinan bibêje, çîroka xwe bibêje, lê belê ne kesekî guh didayê, ne jî wan ew fam dikir.

Xeza ne Auşwîtz e û eskerên ku şahidî li Occupation of the Territories kirin ne filitîyên Şoayê ne. Lê belê, wek Primo Levi, wan jî hest bi pêdivîya gotina çîroka xwe kir, lê kesên derdora wan guh nedane çîroka wan, ew ji xwe re wek tehdîdekê dîtin.

"Ev dîroka nifşekî ye, dîroka nifşê me"

Guhdarên wan bêtir hewl dan çîroka wan jinûve û li gor xwe şirove bikin, wê wergerînin ser peyvên nasyar û xwemalî û wê bixin nav şemayên ku jixwe nasyar bûn ji dîmenên Xezayê, yên Şerîaya Rojava, li pişt dîwarî, li pişt checkpointên nû ku ji bendên leşkerê îşxalê zêdetir dişibin baregehên hidûdên navneteweyî. "Ma dayik û bavên vî eskerî dikarin ji kurê xwe re çi bibêjin?", dipirse Avihai Stolerê kevne eskerê ku çendîn çîrokên şerî di kitêbekê de berhev kirine. Jê re bibêjin, "Xwe aciz neke kurê min:Te zarokek kuşt, qey çi bûye?" Stoler dîyar dike ku "dayik û bav naxwazin bala xwe bidin dudilî û xema wî."

Occupation of the Territories (3) berhevokeke serhatîyên çendîn eskeran (mêr û jin) e ku ji dema destpêka Întîfadaya duyem ya sala 2000ê, li Şerîaya Rojava û li Xezayê di beşên cihê yên artêşa Îsraîlê de xizmeta eskerî kirine. Ev xebat berhema herî temam û tekûz e li ser modus operandiya [awayê xebitînê] îsraîlî li deverên dagirkirî. Di kitêbê de tu aşkerakirineke biryarên li pileyên bilind an jî li kûlîsan hatî girtin nîne, lê belê çend çavdêrî û tecrûbe li ser heqîqeta req û rojane ya kontrola eskerî hene; li ser xane û qadên filistînîyan, li ser cade û kolanên wan, li ser hertişt û zemanên wan, li ser jîn û mirina her yek ji şênîyên Şerîaya Rojava û Xezayê.

Bi pêy serkanîyên pêbawer, van deh salên dawîyê çil heta şêst milyon îsraîlî beşdarîya yekîneyên şerî kirine. (4) Ji bo vê kitêbê bi tenê digel heftsed û pênceh ji wan mulaqat hatine kirin. Ferz bikin ku hemû ev eskerên şervan demekê ji deman derbas bûne ser deverên îşxalkirî (ku tê heye ev yek di nav eskerên artêşa hewayî û deryayî de ne wisa be), derdikeve ku ji sedî 1 heta 2 ji wan, serhatîyên xerab û xemgîn ragihandine. Bi vê rêjeyê nimûneyeke girîng e, rêjeyeke gelek bilindtir ji ya ku bo anketa lêkolîneke akademîk pêdivî ye. Her kesek azad e encamên nivîseran red bike û bawer bike ku kontrola hişk a li ser hemû alîyên jîyana filistînîyan xaleke esasî ye ji bo ewleyîya Îsraîlê; lê belê tu kes nikare red bike ku li wir rewş wisa ye.

Koma bi navê Shovrim Shtika (Bêdengîyê bişkîne) sala 2004ê ji layê çend kevne eskeran ve hate danîn ku di nav refên Hebronê de xizmeta eskerî kiribûn û dilxwaz bûn îşxalê bi pêy dîtina xwe nîşan bidin. Pêşîyê wan xwest bi qasî ku mumkin e çîrokên şokker berhev bikin. Kiryarên berbelav ên wek eskerên ku filistînîyên mirî ser jê kiribûn û eskerên ku bi lûleya tivinga xwe serê kuştîyan ba dikirin, bûne mijara serekî ya behsan. Lê belê, digel lehîya serhatîyan, daneran fam kir ku mesele ne ew bû ku nimûneyên bêhed zalimane û barbarî raxin ber çavan. Michel Menkinê yek ji danerên komê dîyar dike, "Eskerê ku li checkpointê bi pîremêrekî re xerabkarîyê dike ne xema me ye. Em bêhtir dixwazin behsa eskerê li pişt wî bikin, ango behsa eskerê normal bikin."

Serhatî û şahidî bi hûrgilî behsa zordarîyên dane kişandin dikin, behsa şideta belasebeb û kuştinên keyfî dikin ku carinan dikevin nav tawanên şerî: Kêmendamekî eqlî yê hingaftî û di nav xwînê de; rêwîyên ku hatine şandin bo serê mînareyê ji bo teqandina nesneyên gumanbar ku robot bi xwe nagihîjê. Çîroka kuştina mirovekî bêçek heye di kitêbê de ku tenê sûcê wî hilkişîyana ser banî bû (Hûn îro ji min dipirsin ka min çima ew kuşt? Bes ji ber zextan, min nema karî li ber zextên yên din li ber xwe bidim", dibêje eskerek). Hêj xerabtir qetla amadekirî, hetta înfaza polîsên filistînî yên bêçek, ji bo vekirina tola êrîşeke bi ser checkpointeke cîran. Wiha ye fermana pilebilindekî li ser awayê hereketkirina beramber qaşo-terorîstekî ku bi erdê ve vezelîyaye, êdî çi birîndar be çi mirî be: "Hûn nêzîkî termekî dibin, hûn çekê xwe li hindava navbera didanên wî radigirin û hûn lê direşînin." Û çendîn sehneyên dizîyê, talan an jî rûxandina dezgeh û tirimbêlan.

Avishai Stoler dîyar dike, "Ev ne ‘horror showeke Tsahal’ê ye. Ev çîroka neslekî ye, ya neslê me ye." Sê dehsalên piştî şerê 1967ê, pareke mezin a munaqeşeyan li Îsraîlê li ser pêdivîtî an jî li ser barbarîya dagirkirinê bûn. Ji hingê ve, ev peyv hema bibêje bi yekcarî winda bû. Ji bo destnîşankirina deverên filistînî, îsraîlîyek texer dibêje "Jude", "Samarî", "Şerîaya Rojava" an jî "dever", lê tu carî nabêje "deverên îşxalkirî". Terma "dagirkirin"ê hema bûye tabû, peyveke xerab, ku divê tu cara di nav cemaetê de neyê telafûz kirin. Min bi xwe di çarçoveya xebata xwe de ev yek dît; gava ku min bernameyeke televîzyonê amade dikir, yek ji mêvanan piştrast kir ku di nav cemawerê Îsraîlê de xuşûnet her ku diçû xerabtir lêdihat, "ji ber dagirkirinê". Welwele û şêlûbêlek kete nav hevkarên min ên li rejîyê û lava kirin, "bêje pêşkêşvanî bila ji mêvanê xwe rica bike ku gotina xwe vekêşe."

Çend sedemên cuda vê rewşê rave dikin. Berî her tiştî, bi ya îsraîlîyan, êrişên xwekujî yên Întîfadaya duyem destûrê dide artêşa Îsraîlê da ku "terorîzmê binbir bike". Li alîyê din, "proseya aştîyê", bênîhayet û bênetîce, dagerîyaye cûreke "fon muzîk"ê li ser sehneya qada giştî, ku proseyê bi du awayên dijber tesîr li qada giştî kir. Li alîyekî, îsraîlî nema hest bi acîlîyeta çareserkirina dubendîyê dikir, lewre dubendî jixwe hatibû safî kirin gava ku me îsraîlîyan qebûl kiribû ku deverên wan ji wan re bihêlin, çareserîyeke du dewletî bidin ber xwe û mafê dîyarkirina çarenivîsa xwe bidin filistînîyan. Nahum Barneayê goşe-nivîserê herî xwedan tesîr ê Îsraîlê, heyamên dawî di nivîsareke xwe de dîyar kir ku "meseleya deveran qedîya". Li rexê xwe, heftenameya emerîkayî Timeê jî serenavê "çima Îsraîl tinazên xwe bi aştîyê dike" dabû hejmara xwe ya îlona 2010ê. (5)

Siyaseta bêzarkirina filistîniyan

Bi ser van daneyên siyasî de, em ê behsa faktoreke girîng a eskerî jî bikin. Ji dema destpêka Întîfadaya duyem û hêj bêtir piştî avakirina dîwarê jihevveqetandinê, kontrola eskerî ya li ser filistînîyan zêdetir rêbazî, sîstematîk û zêdetir "zanistî" lêhat. Occupation of the Territories hewl dide wan rêbazan tehlîl bike û jargona ku esker di kar û çalakîyên xwe de bi kar tînin, raxe ber çavan. Koma Bêdengîyê Bişkîne zorê dide xwe ku li ser bingeha hemû serhatîyên berhevkirî term û gotinên bi heqîqetê re hevahengtir peyda bike. Bi gotinên wan, çêtir e bibêjin "berbelavbûna tirsê di nav xelkî de" li şûna "tedbîrên berbendkirinê li dijî terorîzmê" li Şerîaya Rojava û Xezayê; şûna jihevveqetandinê" çêtir e bibêjin "xwemalî kirin û îlhaq kirin"; çêtir e şûna "qumaşê zindî" bibêjin "kontrola hemû alîyên jîyana filistînîyan" ("Life Fabric", gotineke leşkerî ku tora rêyên li cihwarên xelkê filistînî derbas dibin, dest nîşan dike); çêtir e şûna "kontrolê" bibêjin "dagirkirin".

"Hejmara termên terorîstan, biserketina çalakîyê" û bextreşên dîrokê

"Wezîfeya me acîzkirina –ev bû peyva hatî bi kar anîn- jîyana hemwelatîyan û zordarî bû" dibêje yek ji eskerên beşdarên mulaqatan û pê de diçe: "Tarîfa wezîfeya me ev bû, ji ber ku terorîst hemwelatî ne û me divîya em çalakîyên wan xerab bikin, ji bo vê yekê jî divîya me zulm li wan bikira û daîmî ew nerihet bikirana. Ez baş bi vê yekê dizanim û bawer dikim ku îro jî mentiqê wan her wiha ye, heke ferman nehatibine guhertin". Ev serhatî û şahidî fêrî me dikin ku xerabkirina huzûr û şêwe-jîyana xelkî û zulma li xelkê herêmê tê kirin, ne tenê berhema nezanî û bedreftarîyê bû (herçend ev jî tê de hebûn): Dîyar e ev kiryarên zalimane bi xwe kilîda rêvebirina dagirkirina Şerîaya Rojava û Xezayê bûne. "Heke gund hêlîna çalakîyan be, hûn dê xewê li gundîyan biherimînin."

Avihai Stoler nêzîkî sê salan li herêma Hebronê ma. Li wê derê, berê wî ket nav eskerên ku bombe diavêtin navenda gundekî "da ku bizanin ku em li vir in". "Dewrîyeya bidengedeng", "Dewrîyeya xeşîm", "Nîşandana hebûna leşkeran", "Çalakîya vedizî", "Pourim pîroz be", wiha ne termên ku şêwe çalakîyeke tekane û rojane ta`rîf dikin: Bi darê zorê têketina nav gund an bajarekî, avêtina narincokan, danîna checkpointan li her çi wext an cihekî, bi rengekî keyfî lêgerîna nav malan û li vir mana bi saetan an jî bi rojan, "duristkirina hesta zulm û zorîyê [li nav filistînîyan] da ku tu caran rihetîyê nebînin". Wiha bûn fermanên ku divîyabû Stoler bi cih bîne.

Rûyê rastî yê kesên ku em dîl girtine, rûyê me bixwe ye

Stoler û Avner Gvaryahu di yekîneyeke elîtan de bûn ku çalakîyên wan, bi gotinên pilebilindekî, bi pey hejmara termên terorîstên mirî dihatin nirxan-din. Herdu jî gazindan dikin ku civak naxwaze guh bide gotinên wan. Tu kanaleke televîzyona îsraîlî nehat civîna danezana derçûna kitêba wan; bes organên medyaya bîyanî hazir bûn, ku ev yek dihêle mirov bikeve gumanan, qey ponijîn û xemgînîya eskerên îsraîlî bi tenê japonî û awustralîyan elaqedar dike. Gvaryahu dîyar dike:"Bavê min ji neslê duyê yê Şoayê ye. Bi ya wî, mezlûm û bextreşên tarîxê em in.

Tevî van rastîyan, seyr e, Stoler û Gvaryahu hêj gelek geşbîn in: Civak dê dawîya dawî fam bike ka çi ye li ser navê wê tê kirin û dê veguhere. Ji ber ku ya ku divê biguhere civak bi xwe ye, ne artêş e. Tê bîra Stoler ku, "rojnamegereke kolombîyayî mulaqatek bi min re kiribû. Wê ji min pirsîbû bê ka çima ev kiryar dibûn kêşe. Li Kolombîyayê, esker herroj di nav bêxemîyeke tekmîl de serhildêran ser jê dikin,. Lê belê, ez bawer dikim civaka îsraîlî dixwaze heta dereceyekê exlaqê bi xwe re ragire. Ev e ya ku me ber bi pêş dehf dide; bêyî wê vîna cemawerî, hewl û kiryarên me bêmane ne."

Gvaryahu piştrast dike, "civaka îsraîlî hatibû dîl girtin. Menfaetên kesên ku em dîl girtine cuda ne ji menfaetên me, lê belê em êdî aşiqî wan bûne, heçko em ketibin ber tesîra sendroma Stockholmê. Hêsan e mirov ji bo tawanbarkirina bi van gunehan rûyê maşik û berpirsên nedîyar peyda bike; lê belê bawerîya min bi vê nayê. Rûyê rastî yê kesên ku em dîl girtine, rûyê me bi xwe ye."

Çavkanî

Meron Rapoport:
Rojnamegerê Haaretzê, Tel-Aviv.

  1. Occupation of the Territories, beş 1, serhatî 45, Shovrim Shtika (Bêdengîyê Bişkîne), Israël, 2010
  2. Primo Levi, Si c’est un homme (1947), Pocket, Paris, 1988
  3. Bnr. www.breakingthesilence.org.il
  4. Îsraîl tu daneyên resmî derheqê hêzên xwe yên çekdar de çap nake. Sala 2004ê, l’International Institute for Strategic Studies ya li Londonê dîyar kir ku di artêşa nizamî ya Îsraîlê de 85 000 esker hene. % 10 heta % 15ê wan şervan in; ango qederê 10 000 heta 15 000 ji wan şervan in. Xizmeta eskerî sê salan dewam dike. Her sal 3 000 heta 5 000 şervan xizmeta eskerî temam dikin û ewqas jî dîsa bo eskerîyê têne wergirtin. Texmîn ew e ku 40 000 heta 60 000 eskerên îsraîlî xizmeta xwe li deverên îşxalkirî kiriye. www.globalsecurity.org/military/world/israel/army.htm
  5. "Why Israel doesn’t care about peace", Time Magazine, New York, 13 îlon 2010

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn