Gelo Îslam berferehbûnparêz e?

Translator

Pirsek li serê Ewrûpa’yê digere: Gelo Îslam di cewherê xwe de berferehbûnparêz û fetihkar e? Li Swîsre’yê pêşengên dengdana li dijî lêkirina minareyan bi dengekî bilind dibêjin erê, û xwe disipêrin rexneyeke nû ya heyî ya li Îslam’ê2. Bi gotinan, ev berferehbûnparêzî xwe disipêre daxwazeke hegemoniyeke siyasî ku li xwezaya “îdeolojiya îslamî” (daxwaza zarokanînê dike - natalîst, hewl dide mirovên din bîne ser dînê xwe – proselît û berferehbûnparêz) tê barkirin, weke stratejiya hin aktorên wê (“îslamî” û “projeyên wan”3). Yûsif El-Qeredawî, şêxê sunî yê herî navdar ê nerm, weha xuya dike ku maf dide wan, dema di bernameya xwe ya di televîzyona El-Cezîre’yê de ya bi navê “Şerîet û Jiyan” ya roja 6’ê Kanûna 2009’an li ser referandûma Swîsre’yê got; ‘’fetih wê pêk were û benî-adem wê li dora peyva xwedê bibin yek.’’

Lêpirsînên Îslam’ê jî ji aliyê xwe ve mafdar in: piştî her tiştî - weke xirîstiyaniyê – xwe ji bo selameta mirovatiyê hemûyî ragihandiye û peyama ‘xeleka dawî ya dîroka pêxemberan e’ dide. Baş e di esasê xwe de çi eşkere berferehbûnparêziyeke dînî nîşan dide? Bi awireke civaknasiyê ew yan xwe disipêre rêbazeke mîlîtan (siyaseta propagandîst û eskerî) yan pêşketina dîndariyê (vejîn yan jî guhertina dîn) yan jî.

Yên ku li Ewrûpa’yê projeyeke siyasî bi rê ve dibin Birayên Misilman û rêxistina tirk Milli Görüş4 in. Ne bi tenê xwediyê fikrekî gerdûnî (Îslam, dînekî ji bo her kesî, temsîl dike) ye, armanca wê ye ku serwer be (armanca “pêşengiya dinyayê” ku damezrênerê Birayên Misilman Hesen El-Bena gotî), daxwaza wan damezrandina “dewleteke îslamî” ye. Tevî vê jî, wan ne ji ber vê yekê weke penaberan xwe avêt bextê Ewrûpa’yê di salên 1950’î de. Di çarçoveya şerê xwe yê li Bakurê Efrîka û Rojhilata Nêzîk de wan Ewrûpa bêhtir weke pişta bereyê, starekê bi kar anî û bicihbûna civakên misilman a mayînde li vê parzemînê, ew hem matmayî hiştin û hem jî pirsgirêk ji wan re çêkir.

Rastiya hindikahîbûyîna li Ewrûpa’yê dike ku tevahiya perspektîfên stratejîk ên çalakgerên îslama siyasî nîvçê bibin û ev yek wan di nava dîlemayekê de asê dike: waezan bidin yan lobiyê bikin? Ya pêşî hat hilbijartin peydekirina cihekî bû li ser erdên ku ji mêj ve di bin bandora selefîstan yan jî rêxistina Teblîx5 de ne, tevgerên ku siyasetzan Olivier Roy6 weke “neo-fûndamentalîst” nav li wan kirî. Ya diduyan rûbirûbûna bi zehmetiya peydekirina hejmareke têra xwe ya partîzanan di çarçoveya ewrûpî de; bi ser de jî, zor li wan tê kirin ku xwe gelekî biguherin, zirara vê li wan jî ew e ku bandora xwe di qonaxeke herêmî de bi sînor bikin û dike ku gumana lihevkirineke bi desthilatdariyê re peyde bibe.

Islam - Haenni Amghar2Rewşa Birayên Misilman vê yekê baş nîşan dide: Ji ber ku bi ‘karta’ saziyan lîstin, bi demê re pêngava wan a şoreşgerî ji destê wan çû, dev ji dozên mezin berdan, xwe dûrî mijarên nazik û siyaseta di ser wan re kirin – weke mînak li Fransa’yê mijara sergirtinê yan jî Filistîn’ê; û rastî rexneyên misilmanên ciwan tên ku carinan ewqasî pêde diçin ku ji ber “welatîbûna (burjuwazbûna)” wan yan jî ji ber ku bi rayedaran re lihevirine, piştgiriyê hew bidin wan. Tariq Remezan bi xwe ji aliyê hin partîzanên xwe yên berê ve hatibû redkirin, dema wî sala 2005’an qebûl kir bikeve nav komeke xebatê ya ku wezîfeya wê ew bû ji bo hikûmeta brîtanî ya Anthony Blair, li ser navgînên tinekirina radîkaliya dînî bihizire.

Ji bo giregirê îslama siyasî pêşxistina stratejiyeke baweriyê dide, li Rojava zehmet e. Yên ku ji vê yekê sûdê werdigrin jî tevgerên neo-fûndamentalîst (radîkalên nû) in ku ji aliyê xwe ve angajmanên siyasî yên klasîk red dikin. Di nava mijê de ku van tevgeran pêktîne, selefîzma wehabî ya zanistî (selefiya ilmiyya) ya li Erebîstan Suûdî peyde bûyî, derdikeve pêş. Xisletên wê hişkbûneke terîqetparêz û radîkalîzmeke dogmatîk (qalibî) in. Belê ev jî ji her fikra cîhadê ango şerê pîroz qut e. Ev selefîzm li gelek hêviyên liberavêçûyî yên îslamtiya siyasî yan jî komên neo-fûndamentalîst yên ji mêj ve li parzemîna Ewrûpa’yê bicihbûyî, yên mîna Teblîx, vegeriya. Lê dîsa jî ji rewşa dawî ya pêşniyarkirina bernameyeke armanca wê hegemoniya siyasî ye, dûr e. Ew mêweyeke tahl a îslameke ji siyasîbûnê dûrketî ye û nîqaşeke îdeolojîk a pesnê helwesteke xwepaşvekişandinê û xwedûrgirtina ji pêwendiyên bi civakên rojavayî re dide: civaka baweriyê, cihê civaka çandî (weke tunisî, fasî û hwd.) digire û gelekî rexnegir e li hemberî îslama “rêûresmê” ya malbatan. Bi vî awayî selefîzm xwe weke terîqetekê bi rêxistin dike. Der barê pirsa sergirtinê de dengê xwe nake, dema melayên wan ji welatekî dikin der, partîzanên wan ti çalakiya piştgiriyê organîze nakin û beşdarî xwepêşandanên piştgiriya filistîniyan jî nabin.

Ev xwepaşvekişandina hatî erêkirin, li gorî di nava malbatê û derdora civakî de di nava komên ciwanan ên ji nû ve hatin îslamîzekirin ku weke “komên hatî xilaskirin” (firqa naciyya) bêhtir pêk tê. Bi rexneyên li malbatê tên girtin û redkirina melayên li gorî rêûresmê, selefîst di nava cîhana îslama heyî de xwe li aliyê muxalefetê datînin û di nava ferdên ku bi qetîn û qutbûnê re rûbirû ne û bi taybetî nava ciwanan de bi ser dikevin. Ango ew bêhtir partîzanên xwe ji devera ku hevgirtina civakî xurt e, weke di nav kameriyan (komorî jî tê gotin) û tirkan de, peyde dikin.

Îdeala wê ne fetihkirina Rojava’ye, ne jî avakirina getoyên îslamîkirî ye. Îdeala wê hîcret e ango vegera ber bi erdên Îslam’ê ve ye – yan jî di rewşa herî xirab de ber bi welatên ku wer xuya dikin ku herî zêde misilmanan qebûl dikin yên mîna Kraliyetên Yekbûyî yan jî Kanadayê ve. Ciwanên ji hindikahiyan ên ku selefîzmê ew kirine yên xwe, di heman rewşa libendêmanê ya pasîfkirinê de xwe dibînin. Li gorî angajmana mumkin a di civakên rojavayî de ya nifşê dêûbavên wan, ev pasîfbûn nisbî ye. Tevî ku ev di nava xewna vegera ser erdên koka xwe jiyabin jî, yên li welatên wan, bêhtir dixwestin ji welatên lê ji dayikbûyî veqetin...

Bi rengê têgîn çêkirina projeyeke siyasî ya bawerî pê were, ku kontekta hindikahîbûnê û dînamîkên mîsyoneriyê ew asê kiriye, daye ser şopa veqetîneke terîqetî û ne li ser hîmekî rêveçûna “ji nû ve fetihkirina îslamî” ne, ji çalakbûna cîhadê ya bi sîlehan wêdetir nînin. Lewra li Ewrûpa’yê cîhadparêzî xwe weke komeke fedakariyan dibîne û ne weke siyaseta bi navgînên din. Ev komên mîlîtan (El-Qaîde yan jî tevgera Metin Kaplan7) bi komên ne şervan ên selefîst re xwediyê heman fikra terîqetparêz in. Cîhadparêziya bi tekfîrê – gunehbariya bêbawerîbûnê – dijberên xwe hemûyan yên ku li bendê ye şerên wan bike, dîskalifiye dike: cihû, xirîstiyan, misilmanên ne li gorî serê wan û ... Birayên Misilman in. Ango ew naxwazin li Rojava çandeke hember a getoyê ava bikin. Berovajî vê, radîkalîzma wê, dike ku ew ji civakê û taxê qut bibe8. Ew di heman demê de ji mizgeftê jî qut dibin; mizgeft bi hêsanî dikare ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve were kontrolkirin û ji ber lihevkirinê tê rûreşkirin, lewra mizgeft bivê nevê cihekî muzakereya bi civaka li derdorê re ye. Ango cîhadîst zilaman li deverên din ji bo xwe peyde dikin: Di înternet kafeyan (cybercafé) de li klûbên sporê û dema di girtîgehan re derbas dibin.

Di vê navberê de weke ku heta bi hestiyên wan sêhrek pifî wan kiribin, cîhadparêzên nû êdî hew mirov dikare wan azad bike. Armanceke zelal nadeynin ber xwe (weke erd yan jî dewleta lê razemeniyan bikin, têkiliyên hêzên siyasî biguherin, şerkirina rejîmekê), belê liberrabûneke çekdarî û bandora wê ya di çapemeniyê de û her weha tinekirina nîşanên împeryalîzma siyasî (ango hêza Emerîkî yan jî hevgirên wê) datînin ber xwe.

Eger dînamîka mîlîtan a îslamiyan êdî têra fetihkirinê nake, bi riya “girseya li jêr” di seranserê dîndariyeke jinûve, gelo dikarin giraniya xwe bidin ser mêzînên siyasî yên civakên ewrûpî, yan jî qet nebe di nava wan de neqebên hatin îslamîkirin biafirînin? Em gelek caran Îslama li Rojava herî zêde darî çav e û vegereke mezin a li dîndariyê di nava civaka misilman de tevlîhev dikin: Ji bîstsalekî û vir ve pêkanîna pratîk a dînî a li wir asê dibe, û heta hindikî paş ve diçe9. Jinûve darîçavbûna wê pêşî di ser ferd re tê birêvebirin û ne di ser projeyeke kolektîf (tevî ku ji daxwazeke hevgirtina civakî jî tê) re. Ew beriya her tiştî daxwaza ji nû ve peydekirina kokên xwe yên “nasnameyî” ye.

Du tevgerên mezin di jinûvebidestxina dîndariyê de ji hev cihê dibin. Li aliyekî “Îslama bazarê10”, dîndariyeke ji dildariyên îslamiyan a ji siyasetê re hatî şûştin û kombûna “normalbûneke” çandî ya nasnameya mislmanan nîşana wê ye. Îslamiyên Streetwear11, modeya sergirtinê, popa helal û Muslim Up (markeyeke fransawî ya vexwarineke ji kolayê) berdevkiya Îslameke xwe disipêre çanda girseyî dikin. Dîn çareseriyeke bi tevahî nîne, belê di nava çanda rojavayî de bi awayekî global weke mitale û fikareke exlaqî tê qebûlkirin.

Li aliyê din neo-fûndamentalîst ên ku me dît çawa xwe ji nîzama rojavayî qut dikin, armancên wan ên berferehbûnê nînin, lewra ew li benda hîcretê ne. Em behsa mijara anîna ser dînê xwe bikin; belê ev diqewime, lê hejmara kesên dîn diguherun gelekî sînorkirî ye û bi her du aliyan ve jî diqewime, tevî ku mêzîn bêhtir ber bi aliyê Îslam’ê ve giraniyê datîne jî: Li gorî daneyên wezareta karê hundur li Fransa’yê salê li derdora heştsed misilmanî dibine xirîstiyan, para bêhtir jî dibin protestan, li hemberî vê çar hezar mirov jî dînê xwe diguherin û dibin misilman12. Vegera li dîn darîçav weke ku misoger be xuya dike. Bi taybetî jî di xuyakirina fîzîkî û cilûbergên kesên îman jinûve peydekirî (born again – ji nû ve ji dayikbûn) û kesên misilmanbûyî de xwe dide der – rîh ji bo mêran û qamis, xwe bi tevahî nixumandin ji bo jinan.... Lê belê çarçoveyek ji bo vê kêm hatiye danîn (însiyatîfa vê yekê ya ferdan e û kêm di angajmana rêxistinî re derbas dibe û projeyê wê yên stratejîk nînin). Ev dîndariya nû hem gelekî di raya giştî de derkive pêş û hem jî kêm siyasî ye. Ji bo welatên xwe disipêrin laîktiyeke bihêz yên mîna Fransa’yê pirsgirêkeke îdeolojîk e, dîsa jî em zelal bi nav bikin ew ne tehlûkeya siyasî heta ya ewlekariyê ye – helbet ji bilî cîhadparêzan.

Her weha xwe ji xewna nîqaşa li ser getoyan qutkiriye – li gorî vê nîqaşê ewqas warên dor li wan girtî yên misilman wê hebin, ên ku amade ne serweriya çalakgerên îslamîst qebûl bikin û bi vî awayî projeyeke qutbûna kolektîf ji civakê tê bihêzkirin. Tevî ku kombûna şêniyên misilman li hin taxan dikare weke ku kontroleke civakî mumkin be, xuya bike jî, ev yek li gorî stratejiyeke siyasî ya di civakeke ji dora xwe qutbûyî de, nîne. Lê belê dişibe encamên pêvajoyên civakî, aborî û siyasî yên tevlîhev yên weke ... helwesta desthilatdariyê – ne bi tenê li welatên îdeolojiya ‘civakên xwe ji dora xwe qut dikin’ lê heyî (yên weke Hollanda û Qraliyetên Yekbûyî) her weha tevî nîqaşên wê yên li ser laîktiyê li Fransa’yê jî. Hewldanên bidestxistina “dengên misilmanan”, belavkirina xaniyên civakî carinan li gorî pîvanên etnîk, lêgerîna navbênkarên “ji nava civaka xwe li derve girtî” ji bo ku “ji heqî banliyoyan derkevin” û daxwaza ji jor ve kontrolkirina Îslam’ê – Konseya Fransawî ya kulta misilman (CFCM) sala 2003’an hat damezrandin û dewletê xwe dabû bin çengê wê – dibe sedema peydebûna helwestên peydekirina ‘civakeke ji dora xwe qutbûyî’.

Li aliyê din Birayên Misilman xwe disipêrin çînê navîn, bandora li keviyên bajaran nekirine – bêtesîriya bi tevahî ya fetwaya banga aramiyê ya Yekîtiya Rêxistinên Îslamî yên Fransa’yê (UOIF) di dema nerazîbûnên girseyî yên 2005’an de ev yek careke din raxiste ber çavan. Eger selefîst hebin jî ew jî keviyên bajaran kontrol nakin. Sedema pêşî ew e ku bandora wan sînordarkirî ye; paşê jî ji ber ku ti tecrûbeya wan a rêxistinkirina tevgereke civakî a xurt çênebûye ku destûrê bide wan vî rolî pêk bînin; herî dawî jî ji ber ku armanca wan weke me dît, ne avakirina cihên di nava bajaran de hatin îslamîkirin e yan jî serhildêrî ye, armanca wan vegera ser erda Dar el-Îslam (Xaka Îslam’ê) e.

Li taxên ku piraniya şêniyên wan misilman in îro bi awayekî harîqulade û xwegirtî, paralelî berxwuriyê nirxên îndîvîdualîst jî xwe didin der. Em şahidiya zêdebûna zewacên tevlîhev13 dikin, di navê de zewacên jinên koçber jî hene. Em her weha şahidiya zehmetiya jiyana komeleyî ya dînî, lawaziya otorîteya dêwbavan û hejmara gelekî kêm a dibistanên dînî jî dikin – em li vir behsa binketina zêde a dengvedayî ya çend lîsteyên ‘civakên xwe li dora xwe girtî’ nakin, van hewl dabû ku xwe di dema hilbijartinên herêmî de ava bikin.

Bi awayekî nakok beriya bîst salan “taxên misilman” nebûn, vegera li dîn hê li gorî daxwazê û bi awayekî dildar û çarçoveya wê diyarkirî pêk dihat; îro derdoreke misilman tevî pîvanên xwe yên civakî û pratîkên xwe – weke rojiya meha Remezan’ê – tevî pirtûkxane, mizgeftû dikanên xwe yên malên helal, li ser hîmekî ferdî bi kêrî ji nû ve îslambûnê tê, di nava van de koçberên destpêkê jî hene.

Çarçoveya ewrûpî yan jî em zelaltir bi nav bikin rewşa hindikahî ya îslamîzma li Ewrûpayê, zehmetiya ‘hizirîna li gorî bernameyekê anînaziman a dîn û siyasetê’, di çarçoveya modernîteyeke ji dewleta netewe û demokrasiya ku nikare jê xilas bibe pêk tê, eşkere dide der. Di nava derdorên îslamî de yên ku destûra wan heye tevlî nav lîstika siyasetê bibin, cihê ku meyila daxwaza ji hevcihêkirina daawa (doz) û siyasetê – û ya xwe dide der; li ber jênehatîbûna wan a binavkirina projeyeke lihevkirî, şêwazên din ên neo-fûndamentalîzmê yên ku weke selefîzmê li “dînê safî û pak” digerin, ji qewlê Roy ve, siyasetê dişînin mekanên dûr yên xewnên hezarsalan.

Yên ku di nava stratejiyeke xwe bi raya giştî daneqebûlkirinê de bi cih dikin, berovajî yên din, paşeroja xwe di nava “siyaseta safî” de dibînin; bi gotina Yamîn Makrî, rêveberê berê yê yekîtiya misilmanên ciwan: Hin bira weke milîtan dikevin nav partiyên siyasî yên klasîk, hem di partiyên çepgir hem jî di yên rastgir de; û bi bahaneya mafên ji bo yên ji koka koçberiyê tên, xwe kom dikin, vê jî li ser hîmê nasnameya çandî ya hatî laîkkirin, dikin (“xwecihên komarê” yên salên 2000’î, li gorî Birayên Misilman yên salên 1990’î)...

Ew çi dibe bila be, rayên wê yên cur bi cur ên qutbûna di navbera dîn û siyasetê de, ya weke heyî tê qebûlkirin, bêşert qebûl dikin ku fikrê fetihê xewn e. Ango zêde girîng nîne mirov zanibe ka gelo meyilên berferehbûnê hene. Ya esas ew e ku mirov nepêkaniya wan bi riya veguherînên sosyolojîk derêxe holê.

Çavkanî

1 Jêrenota wergêr: Fondation Religioscope, weqfeke li ser dînên heyî ye ku sala 2002’an li bajarê Swîsre’yê Fribourg’ê hatiye damezrandin.

2 Li ser vê mijarê bixwînê: Olivier Moos, Du minaret à la question musulmane: La nouvelle critique de l’islam (ji minreyan heta bi pirsgirêka misilmanan: Rexneya Nû ya li Îslam’ê), in Haenni, Patrick û Lathion, Stéphane; Les Minarets de la discorde. Eclairage sur un débat suisse et européen (Minareyên lihevnekirinê. Rohnîkirina nîqaşeke swîsreyî û ewrûpî), 2009), Paris, 2009.

3 Bixwîne Sylvain Besson, La Conquête de l’Occident. Le projet secret des islamistes (Fetihkirine Rojava. Projeyên bi Dizî yên Îslamîstan), Paris, 2005.

4 Di salên 1970’î de ji aliyê Necmettin Erbakan, serokwezîrekî berê yê Tirkiye’yê ve hat damezrandin. Vê rêxistinê di nav civaka tirk a li Ewrûpa’yê şaxên xwe baş berdana.

5 Selefîzm reformîzmeke heyî ye ku di sedsala XIX’an de xwe da der û xwe disipêre agahdariyên pêxember Muhemed û nifşê pêşî yê misilmanan – jixwe navê tevgerê jî ji vir tê, lewra navê pêşiyan bi erebî selef e. Bixwîne; Wendy Kristianasen, Qu’est-ce que le salafisme? (Selefîzm çi ye?), Le Monde diplomatique, Sibat 2008. Teblîx rêxistineke ku salên 1920’an li Hindistan’ê hat damezrandin, pesnê dinyayê dide û weke armanca xwe ya sereke jî hilbijartiye ku peyama Îslam’ê bide dinyayê.

6 Rêveberê lêkolînê li Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS) û rêveberê lêkolînan li Dibistana Lêkolînên Bilind a Zanistên Civakî (EHESS); berhema wî ya dawî ya hatî çapkirin: La sainte ignorance (Nezanîna pîroz), Paris, 2008.

7 Tevgera radîkal sala 1984’an li Almanya’yê hat damezrandin û tevlî nav gelek çalakiyên terorîstî bû.

8 Binêre li Olivier Roy, L’Islam mondialisé (Îslama Gerdûnîbûyî), Paris, 2002.

9 http://religion.info/french/articles/article_442.shtml

10 Patrick Haenni, L’Islam de marché, l’autre révolution conservatrice (Îslama Bazarê, Şoreşa Din a Kevneparêz), Paris, 2005.

11 Modeya cil û bergan a ku ji kuçe û kolanan tê û şalên jeans, pêlavên spor û nîşanên dînî yên mîna turbanê tîne cem hev.

12 Bixwîne: Linda Caille et Marie Caleb, France: Qui sont les musulmans convertis au christianisme? (Fransa: Misilmanên xirîstiyanbûyî kî ne?), Religioscope, Fribourg, 28’ê Hezîrana 2005’an, http://religion.info/french/articles/article_181.shtml

13 Emmanuel Todd di Le Destin des immigrés (çarenûsa koçberan) de nîşan dide ku rêjeya zewacên jinên Cezayîrî bi kesên ne ji welatê wan û ne misilman re ji sala 1970’î heta sala 1990’î ji sedî 6,2’ê gihiştiye ji sedî 27,5’ê. Ji bo jinên fasî ev rêje ji sedî 4’an gihiştiye ji sedî 13’an.