Govenda ‘‘G’‘ yan

Translator

Gava ku bahsa ‘‘G’‘yê tê kirin, lîsteyeke dûvdirêj zêde dibe. Îroj ji G- 2 virve, -eger mirov Asambelêya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî (NY) tevlî bike,- berbi G-192’an diçe! Ev zêdebûn nêz e. Piştî wendabûna Yekîtiya Sowyetan, a rast, tekane koma berbiçav a navnetewî û bi vê pêşdîtina çapemeniyê, ji aliyekî ve, bû G-77, û ji yê din, G-7 bû G-8 (li ferhengoka jêrê binerin). Li ser kaxizê, tişt pir hêsan bûn: Li hember komeke welatan a mezin ku jê re dibêjin ‘‘welatên li ser rêya pêşketinê’‘, yê hin welatên ku di bin darê zora Washington û milê wê yê leşkerî de Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), ewê biryara karên dinyayê bidin, bêyî ku kesekî tu wekalet dabe wan bixwe.

Nobedarê pergaleke aborî ku ji berjewendiyên dezgehên navnetewî û yê fînansa global pêk tê, G-8, hat cihekî ku dijminatiya giştî bikişîne ser xwe. Ne ev tenê, rêveberiyên ku ew hişmendiya polîtîk parve dikin, gihîştine wê encamê. Lêbelê bi taybetî tevgêrên civakî û hemwelatî jî derexlaqiya vê kulûba dewlemendan tînin ziman. Di Tîrmeha 2001’ê, li Genesê, dijberî bi zordestiya polîsên Birêz Silvio Berlusconi ku li pey xwe, miriyek û bi sedan brîndar hiştin, gihîşt asta bilindtirîn.

Heşt sal û qeyraneke pergalî ya kapîtalîzmê ya vê dawiyê, civîna G-8’an a vê tîrmeha dawîn ku dîsa li Îtalyayê pêk hat, nebû sedema tavgêreke mezin a dijminayî. Dawiya dawîn, her kes pê dihesiya ku destê wan hinekî kin bûye û ku karên dinyayê divê bi asteke temsîlê ya bilindir bê guftûgokirin. Li aliyê din, organîzatoran tevdîra vexwendina ‘‘G’‘yeke dinê, G-5’ê (Afrîkaya Bakur, Brêzilya, Çîn, Hindistan, Meksîka), ji bo ku wek G-13 (8+5), bi beşdarbûna Misirê re bû G-14, civînê çêbikin, stendibûn. Ji bilî hesibandina hevdîtinên bi rêveberên pênc welatên Afrîkayê, û hinek bi welatên din re (Awûstûralya, Korêya Başûr, Danîmarka û Endoneziya) rasterast tev li hevdîtinên amadeyî yên Konfêransa Netewên Yekgirtî ya derbarê veguhertina hewayê ku pêkanîna wê 7 heta 18’ê Berfanbarê li Kopenhaginê hatibû.

Di navbera 30’ê Mijdar û 2’ê Berfanbarê li Cenevê konfêransa heftan a wezîrên Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê (RBD) ewê pêk bihata, bi rengekî G- 153’yan ku niyeta wê gihîştina armancê sala 2010’an, bi rêza hevdîtinên bazirganî ji sala 2001’ê li Dohayê (Qetarê).

Wek avaçûnê, bêjî encam, wendabûna G-8’an bêveger xuya dike, du ‘‘G’‘yên nû amade dibin ji bo rêvebirina dinyayê: G-20 û, bi awayekî dizî kakilê wê yê qewîn, G-2. G-20 li gorî stratêjiya hilbijartinên G-8’an tev digere: Her çi dibe bila bibe, bi cilûbergên nû neqişandî, û bi pejirandina ji aliyê duwanzde welatên nû, parastina modêla nêo-lîbêralîzmê li ser rûyê erdê. Her sê civînên wê yên pêş ku bi beşdarbûna serokên dewlet û desthilatdariyan pêk hatibûn (Mijdar 2008 Washington, Nîsan 2009 London, 24-25 Îlon Pittsburg), bi danezaneke dûvdirêj ya li ser tevdîrên birêvebirina qeyranê bi dawî bû. Lê bêyî tu tevdîrên rastîn ku tiştekî li ser kesî ferz bike.

G-2 (Çîn û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê) di van demên nêz de, bi zimanê rojnamegeriyê. Eger di van rojên radîkal de- ‘‘Çîn-Amerîka” (1) tê gotin jî- hewce nake ku mirov radeya vexwendina hevdîtinên du-salane di navbera Washington û Pêkînê de, biçûk bibîne. Heta vê rûniştina wan a nêz a 27 û 28’ê
Tîrmeha 2009’an li Paytexta Amerîka, mijar ‘‘danûstendina aborî ya stratêjîk’‘ bû. Vê gavê mesele danûstendineke ‘‘aborî û stratêjîk’‘ e. Ev ‘‘û’‘ ya ku teze kete navberê, hemî ferqiyê diyar dike: Tevayiya dosyayên dinyayê, li ser maseya hevdîtinên navbera her du hûtan in. û eger ev G-2 li hev bike, ewê G-20’ê bê zahmeteke mezin li pey xwe bikişkişîne.
NY, li derve ma

Ev yek bi zerara mezin a qalibên bêhempa yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE), ku dil dikir ev G-2 veguhere G-3’yan... A ku bêgûman giraniya aborî ya yekîtiyê piştrast bike, lê ku bi yek dengî axaftina bêkapasîte ya xwe ya qalibî, bi polîtîkî qedexe dike. Dewletên endam herî girîng ji xwemaliya G-8 û G-20’ê dilxweş in. Tu mêla wan a li ser xwexelaskirina ji fikrên Estonya, Komara Çekê, Polonya û hwd. ku ewê wek zêdaya zêde, a atlantîsî pêk werin tune ye, wek ku demeke nêz de wezîrê karê hundur ê Alman, ji Filehên Demokrat (CDU) Peter Altmaier digot: ‘‘Welatên berfirehbûnê, ji ber sedemên aborî tevlî Yekîtiya Ewrûpayê bûn, lê belê biryarên xwe yên polîtîk bi Amerîkayê re distînin (2).’

Eger ev noqte di navbera endamên G-2, G-8 û G-20’an yekdengiyê çêdike, ev eşkere daxwaza li dervehiştina şiklê herî pir-endam û bi tevayî hiqûqî tekane ye di qada navnetewî de: G-192, ango sed û nod û du endamên NY’ê ne. Demeke nêz qewimîneke sabotajî bi înisiyatîfa Serokê Asamblêya Giştî ya Rêxistinê, Peder Miguel d`Escoto pûşpera 2009’an, li New Yorkê, bi konfêranseke Netewên Yekgirtî derbarê qeyrana darayî û aboriya dinyayê û bandora wê ya li ser pêşketinê, pêk hat (3). Belê hevdîtineke li ser mijareke bingehîn û jê wêdetir bi raporeke ji aliyê komisyoneke ku serokê wê Joseph Stiglitzê xwediyê Xelata Nobelê ya Aboriyê ye, hatiye amadekirin. Ji bo çi, serokên dewlet û yên rêveberiyan, vexwendî beşdarbûnê, bikişînin ber ve ya G-20’an.

Lê belê, li gorî raporeke konfêransa ku li ber çavan pêk hatiye, ji van rêveberan yekî jî wext nedîtiye ku beşdar bibe.

Bi qismî ji ber vê boykotkirinê, rapora Stiglitz wekî din, ne bi qasî derketina derveyî sînorên lîbêralîzmeke nerm, eşkere neheq in bi gunehbarkirina ‘‘mezinbûna ferqa navbera karê li gelek welatan’‘ wek yek ji sedemên bingehîn ên qeyranê bê nirxandin. Pirsa tabûyê bi vî rengî kiribûn: Eva teqîna newekheviyê, di serî de li Amerîkayê, navenda zelzelê ya ku mekanîzmaya wê bi awayekî berfireh hatiye ravekirin e (4).

Mirov dikare bi kurtasî wisa bîne ziman: Ev rawestî yan kêmbûna feydeya kar e – ‘‘kêmkirina maaşan’‘ - li vî welatî, di heman katê de pêdiviya polîtîk ji bo bilindkirina maaşan, ku malbat hemû bi mebesta kirîna xaniyan êrîşî ser krediyan dikin. Bi rêya krediyên bi îpotek, mirov dibîne ku mal derdikeve pişt sînoran, dezgehên peran ‘‘jahrbûna’‘ wê zû ferq dikin.

Dawiya mayî tê zanîn: Firîna kaxizên malan; topavêtina bankayên herî mezin, a soxîn, ji nûve meşandina wê ji aliyê bacdêr; têgerîna wê li tevayiya fînansa cîhanî, paşê aboriya reelhemî jî bi taybetî yên ku li ‘‘modêla’‘ Amerîkî bahnandine (Spanya, Îrlanda, Brîtanya); paşketin, bilindbûna betaliyê; planên nû û hwd.

Eger destpêka agirê qeyranê bavêje ser `îpotêkan` û eger bankêr û bazirgan wek dînên agirberdanê tev bigerin, divê mirov ji bo têgihîştina sedema vê şewata giştîbêtir veciniqe ser xwe. Ew tenê divê ji helwestên kesane, ku ew qasî hetîketî be, lê di qada veşirtî ya îdeolojîk, polîtîk û ya destûrî ku ji wan re dihêle, di ser de lê sor dike, û ku ev jî ji du stûnê mezin ê nêolîbêralîzmê tê: Guhertina serbest û serbestiya gera sermiyanan.

A pêşîn bi saya dezgehan e, bi eşkere ji aliyê pirnetewan, motora adetên civakî, bacdarî yê êkolojîk navbera welatan (ên nava Yekîtiyê jî tê de) û herêma dinyayê, wek bi cihguhertina dezgehên kar ên welatê pêşketî ber ve welatên meaş kêm, tiştê ku zoreke dewamî datîne ser berdêla kar; a duduyan, ber ve bihuştên bacê.

Ne G-8, ne G-20, ne jî rapora Stiglitz, xetên sor ên van her du sitûnên îdeolojîk dikin mijar, derbas nakin. Belê tersî wê, wan, wek sedemên ku ji ber krîzê derketine holê, dinirxînin! Di dema konfêransa wezîran a OMC’ê ku di nava encamên xerab de, asta danûstendinê jî wê bilind bibe, barkirin, afirandina gazên ku asîman gemarî dikin (5) hene. Ji bo wê biryarê didin. Bi rêçûneke yekser şîzofren re biryarê didin ji bo serketina Konfêransa Kopenhagenê li ser guherîna hewayê ku armanceke wê bêgûman sînorkirina vê afirandinê ye.

Mirov li vê derê radeya çeqoberîtiya rêveberên bêkêr ku nikarin problemên globalî yên girêdayî hev radest bikin, dipîve. Bi dehsalan e, ev utopiya bazareke ku ‘‘rekabeta serbest û ne şaş’‘ e (Peymana Lîsbonê) ku, di bin parastineke bihîmet a aboriya navnetewî û komên endustriyê yên mezin, ku ji wan re rola pisûlaya polîtîk dilîzin, eger çi qasî wan car caran nigên wê jî xistibin ber wê. Ew lê hayil dibin ku, bi şiklê xwe yê rojane, kapîtalîzmê hêza xwe ya pêşverû pûç kiriye û dikare xwe, bi xwe jî, hilweşîne. Ji ceribandina amadekirina modêleke dinê bêtir, bêgûman wekhevîtir, pişgirttir û bi taybetî, kêmzerartir ji bo biyosfêrê, ew ber xwe didin ku gelekî piştgiriya wê bikin. Em bêjin –qewlekî mêrxasî ye- ku daxwaza wî û kapasîta wî ya ku ji nû ve bide dest hebe, em erê bikin ku karê wan ne hêsan e, gelek zordestî bi serê wan de hatiye, ji bo neguhetina tu tiştî hût in. Bi vî awayî, di govenda ‘‘G’‘yan a bê bêhnvedan, çarnigek bi ser ê din de diçe, lê her tim, bi armanca vegera dora xeleka heman şerbikê nêo-lîbêralîzmê.

Tenê G-192, Asamblêya Giştî ya Netewên Yekgirtî, dikaribû bihişta dengê nakoseke dinê bê bihîstin ku ew jî bi dengê topên komî yên ‘‘G’‘yê tê birrîn: Ew, dengê Hevgirtina Bolîvya yê Gelên Amerîka Latînî (ALBA) ye. Yekbûna heft welatên ku tê de bê gûman girniyeke xwe ya bipîvan heye li hember dinyayê, lê çawa ku ew bû navendeke rûmetê, û carina ya ber xwe kîşandinê, di aliyên dinyayê yên dinê de, a baş tenê berê trîbunan pê ve be.

Çavkanî

Lihevzêdebûna ‘‘G” yan nayê wateya redkirina hatina hejîna globalî ya pergala kapîtalîst ku qeyranên aborî, diravî, enerjiyî, xwedîkirinî û hawîrdorî tenê perçeyê wê ne? Endamên G-20’ê, ku 24 û 25’ê Îlonê li Pittsburgê kom bûn, dibin rêveberiya nû ya gerdûnê. Wan ne rewatiya hewce dikin, ne jî projeyeke jinûveguhertuna şiklê rêxistinkirina dinyaya topavêtî hene .

Ferhengok
G-2. Têgeha ku pergaleke nû ya dinyayê nîşan dike ji her du navên AmerîkaÇînê pêk tê. Halê hazir, ji rêalîteyekê bêtir hîpotezek e.

G-5. Payîza 2003’an, di nava komcivînên OMC’ê ku li Cancunê (Meksîka) pêk hatin, Afrîkaya Başûr, Brêzilya û Hîndîstanê bi peymanekê G-3 destnîşan kirin. Ev kulûba ku ji welatê mezin ava bû, vê taliyê, bi Çîn û Meksîkayê firehtir bû.

G-8. Koma Heştan, ya xurttirîn aboriyên cîhanê, bi şeşan dest pê kir (Almanya, Amerîka, Îtaliya, Japonya, Fransa û Brîtanya), sala 1975’an, 1976’an fireh bû bi Kanadayê (G-7), paşê bi Rûsya re, 1998. Civîna bilind a dawîn li Îtalya, Li Aquilayê, di Pûşpera 2009’an de pêk hat.

G-20. Ji dewletên G-8’an pê ve, Afrîkaya Başûr, Erebistana Siûdî, Arjantîn, Awûsturaliya, Brezîlya, Çîn, Korêya Başûr, Hîndistan, Endonezya, Meksîka û Tirkiye, ji xwe Yekîtiya Ewrûpayê. Di rastiya xwe de, G-20 sala 1999’an hate damezirandin, dema civîna G-7’an li Washingtonê, lê, heta 2008’an, wê civînê xwe di asta wezîrên karên fînansê û rêveberiyên bankên navendî de pêk dianî. Îroj, di nava hengameyeke mezin a çapemeniyê de, di asta şêfên dewlet û hikûmetan de kom dibin.

G-77. Ev kom koalusyona komeke ji 77 welatên li ser rêya pêşketinê, sala 1964’an, di rûniştineke Konferansa Dewletên Yekgirtî ya li ser bazirganî û pêşketinê de, hate avakirin. Mezin bû heta roja îroj gihîşt sed û sih endamî.

Hevgirtina Bolîvya ya Gelên Amerîkayê (HBGE). Ji neh dewletan pêk tê: Sê ji Amerîkaya Başûr (Bolîvya, Ekwador, Venezûela); du jê ji Amerîkaya Navendî (Honduras û Nîkaragûa); çar jê ji Karaîbê: Kuba, Saint-Vincent-et-les-Grenadines, Domînîk, Antiga-û-Barbuda (ev her sêyên dawîn bi îngilîzî diaxivin). HBGE, ne li ser esasê rekabetê hate avakirin, lê li ser hevgirtin û hevtemamkirinê bi hesabê newekheviya navbera welatên endam. Ew dike yekitiya xwe bi perekî hevbeş, bi “şekir” pêş bixin,

  1. Martine Bulard, “le fantasme de la Chinamérique”, Les blogs du ‘‘Diplo”, 29 Pûşper 2009.
  2. Di le Mondê de, 17 Pûşper 2009
  3. Br. ‘‘Grand silence sur le G-192”
  4. Br. Jacques Sapir, ‘‘le retour du protectionnisme et la fureur de ses ennemis”, le Monde Diplomatique, Adar 2009.
  5. Di vî warî de, ketina bazirganiya navnetewî ya îro (% 10) nûçeyeke bêhempa ye.