Hejmar 14 - Tabloyên Rodi Khalil

Rodi Khalil, di sala 1973’yan de li Tel Hadat a Sûriyê hatiye dinyayê. Dibistana navîn, li bajarê Al Hassaka û zanîngeh jî li Şamê qedandiye. Khalil, li Zanîngeha Şamê beşê mîmariya hundirîn, hunêr û dekorasyon xwendiye. Rodi, li Sûriyeyê yek ji wan kesên bênasname ye. Ji ber ku ne xwedî nasnameyeke fermî bûye nikariye dîplomaya zanîngehê bigre.

Rodi Khalil, bingeha hunera xwe li ser bedewiya çanda kurd daye rûniştandin û nexasim peyxama xwe zêdetir ji efsaneyan digire.

Di wêneyên xwe de, ji aliyekî ve cîh dide alozî, zext û birçîbûnê û ji aliyê din ve jî li ser babetên wek aşitî û evînê disekine. Di berhemên Khalil de, meriv dikare bi hêsanî remz û şîfreyên çandên Mezopotamya, Asûriyan û Medan bibîne.

Hunermend Rodi Khalil, her-weha karê dekorasyonê yê fîlman jî dike. Heta niha li gelek welatên cuda yên wek Ûkrayna, Kuweyt, Îngiltere, DYA, Tirkiye û Holandayê tev li pêşangehên şexsî û karma bûye. Rodi Khalil, li bajarê Almanya, li Bremenê dijî û xebatên xwe yên hunerî li vî bajarî didomîne.

Ji bo zêdetir agahî: www.rodi-khalil.de