Hejmar 15 - Tabloyên Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge di sala 1962ê de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kiriye. Heya lîse qedandiye li wê derê maye. Di 1978ê de li Zanîngeha Stenbolê, beşa wêjeyê xwendiye. Xwendina xwe ya duyem beşa zanistiyên civakî di Zanîngeha Marmarayê, di sala 1987ê de qedandiye û pê re jî di ajansên girafîkî de xebitiye.
Ji wêjevanekî bêtir wek wênesaz tê nasîn. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêşengeh li dar xistine. Şeş–heft salan di navendên çand û hunerî, di gelek beşan de, bi taybetî jî, di beşên hunerên şêwekariyê de berpirsiyarî girtiye ser xwe û gihîştiye gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan yên wek Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj, Evrensel ûwd. de hatine weşandin.
Fewzî Bîlge, di heman demê de yek ji damezirînerê Navenda Çanda Mezopotamyayê ye û li vê derê 6 salan xebatên xwe domandiye. Di van deh salên dawî de li Batmanê bi cîh bûye. Li vê derê atolyeyek bi navê ‘’Soresor’’ ava kiriye û karên xwe yên hunerî didomîne. Ev çend sal in li Batmanê dijî û di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî de gelek şagird gihandine. Di salên dawî de wek çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan bi navê "Jidilara" di 2002ê de weşandiye. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê pêşengehên xweser li dar xistine.
Pirtûkên wî yên hatine çap kirin ev in:

Jidilara
(2002 Weşanên Sî)

29+1
(2005 Weşanên Belkî)

Dîn in
(2006 Weşanên Belkî)

Qahpikên kuçeyan
(2007 Weşanên Belkî)

Bi şev Mêrdîn stêrk in
(2007 Weşanên Avesta)