Hejmar 16 - Tabloyên Gökhan Aslan

Gökhan Aslan di 1971ê de li Amedê hatiye dinyayê.

Xwendina xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li Amedê temam kirîye, piştre ji bo xwendina xwe ya bilind çûye Enqereyê.

Li Enqereyê li Zanîngeha Gazîyê, di Fakulteya Hunerên Ciwan de beşê şêwekarîyê temam kiriye. Piştî xwendina zanîngehê, li Siwêregê wek mamosteyê şêwekarîyê xebitîye.

Aslan ji 2004ê û pê de, li Amedê mamostetîya şêwekarîyê dike û li tenişta mamostetîyê di 2005ê de bi navê Atolyeya Hunerê-Germ atolyeya xwe ya hunerî jî vekirîye. Ji alîyekî hunera xwe çêdike, ji alîyê din ve xwendekaran digihîjîne.

Di sazîyên mîna Komeleya Çand û Huner-Çira, Egitim-Senê de dersên şêwekarîyê jî daye.

Hunermend ji sala 2000î bi şûn de dest bi pêşangehan kiriye, li Enqereyê, Stenbolê û bi taybetî jî li Amedê bi kesên din re beşdarî pêşangehên tevlihev bûye û bi tena serê xwe jî amade kiriye.

Di derbareyê hunermend Aslan û hunera wî de agahdarîya zêdetir, hûn dikarin li ser malpera wî bixwînin.

www.gokhanaslan.net