Hejmar 17 - Tabloyên Ismet Polatli

İsmet Polatlı, di sala 1965ê de li gundê Abrenk* a li ser navçeya Tercan ya Erzinganê hatiye dinê. Dema hîn zarok bû malbata wî berê xwe daye Almanyayê. Di biçûkatîya xwe de mêla wî li ser amûrên muzîkê gelekî hebûye. Dikare 6-7 amûrên muzîkê lê bide. Ji bilî muzîkê, hunerên din yên bedew jî bala wî kişandine û yek ji wan jî wênesazî ye. Ji xeynî muzîk û helbestê, ji sala 1988an ve dest avêtiye wêne û peykertiraşîyê û vê yekê hîn didomîne.

Polatli, kurdbûn û helwesta şoreşgerî wek felsefeya jiyana xwe digre dest û di berhemên xwe yên hunerî de vê yekê bi awayeke balkêş nîşan dide. Hunermend, bêyî ku dest ji dilniznîyê berde ji xwe re kiriye armanc ku xizmeta çanda kurdî bike.

Heta îro li gelek pêşangehan berhemên xwe pêşkêş kirine û girîngîyeke mezin dide projeyên hunerî. Îro xebatên xwe bi hevkarîya şaredarîyên alman re dimeşîne û di van xebatan de cih dide konseptên cuda yên çandî. Ji bilî gelek bajarên Almanyayê, li welatên wek Fransa, Awusturya û Holandayê jî bêşdarî pêşangehên şexsî bûye.

Di sala 2009an li Festîvala Çandî ya Munzur a Navnetewî de, bi kevirên ji Munzurê derxistî û bi alîkarîya zarokan enstalasyonek mezin a dîwaran çêkir. Ev enstalasyon, wek mozaîkeke qerase bû û Dêrsim ji gelek waran ve dida nasîn.

Hunermend Polatli, herweha di sala 2007an de katalogek wêne-yan jî derxist û navê "Rengên ên din" lê kir. Di demên dawî de giranîya xwe dide xebatên li ser çanda qizilbaşan. Hunermend, dê di demeke nêzîk de vê xebatê jî bi hunerhezan re parve bike.

Ji bo zêdetir agahîyên li ser hunermend, binêre:
www.ismetpolatli.com bitikînin

* Abrenk hatiye vala kirin û îro kes lê najî.