Hejmar 18 - Xebatên Mirê Hêkan

Cemal Abdo, di sala 1961ê de li Kurdistana başûrê rojava li Derbêsiyê ji dayîk bûye. Jiyana xwe heta dawîya dibistana navendî li ser sinor derbas kirîye. Loma jî, ew jiyana parçe parçe tesîrek mezin li wî kirîye û di heman demêde jî, bûye çavkanîyek herî dewlemend ji bo pêşeroja wî.

Jiyana wî li ser sînor derbasbûye. Ew bûye govanê evîna Mem û Zînê, ew bûye mêvanê Cîgerxwîn û ew bûye govanê jiyana parçe parçe. Belê, mijar hunermendê nûjen, hunermendê xwedî ramana azad, xwedî hestên ji kûrahîya ax a welat, Cemal Abdo an jî Mîrê Hêka ye.

Piştî qedandina perwerdeya dibistana navîn, di destpêka sala 1981ê de di nozdeh salîya xwe de koçber dibe û diçe Almanyayê. Li Almanyayê, di Zanîngeha Aachenê de beşa tabloya şanoyê dixwîne û di heman demê de bi hinek derhêneran re dixebite û herweha di şanoyan de berhemên xwe jî pêşkeş dike.

Cemal Abdo di tabloyên xwe de, hêkên rengûreng bi kar tîne û mijarên tabloyên wî jî; jîyan e, jiyana mîrovatîyê ye, jîyana parçe parçe ye, axîn e, bêrî ya welat e, bêbextî ye û zor û zordestî ye. Bi kurtahî naverokên berhemên Cemal Abdo; serîhildana li dijî têlên li ser sînor yên nîşana bêbextî û zordestî yê ne.

Cemal Abdo, bi rengan, bi sazman û bi materiyalên cûrbicûr, tabloyên cîhanê bi şêweyek nûjen çêdike û dide ber çavên mîrova.

Cemal Abdo, bi taybetmendîyên şêweya zimanê xwe û bi gengazîyên xwe yên mezin, bala mîrov dikişîne ser xwe û mîrov dixe nava hestên cuda!

Cemal Abdo, tiştên herî balkêş yên ji dîroka cîhanê derdixe berçavan.

Cemal Abdo, bi şanoyên xwe, bi dekorên xwe, bi dansên xwe, bi axaftinên xwe yên rûşane û bi tabloyên xwe yên rengûreng; taybetmendî ya xwe û hunera xwe derdixe holê û dide ber çavên mîrovan.

Cemal Abdo çawa dest bi vê hunerê kiriye?

Cemal Abdo weha dibêje: "Gava ku ez li Kurdistanê hê zarok bûm, ji berê de min ji resman û ji şanoyê hez dikir. Berê wexta ku hê ez li gund bûm em feqîr bûn. Ez gelek caran diçûm kadînê û min ji dayîka xwe re hêk dianî. Ji xwe wê çaxê min hêk naskirin û ji xwe ev jî bû sedem ku min ev huner afirand. Gava mirov, tiştekî ji zarokî ya xwe nas bike, mezin bibejî ji bîr nake".

Çima hêk?

Li gor nêrîna Abdo: "Hêk nîşana bûnê ye, nîşana nûhbûnê ye, ji xwe jiyan jî weke hêkê ye".

Cemal Abdo dibêje: Min dît ku her hunermendek hunerek bi kar tîne, min jî xwest ku, ez bibim xwedi hunerek ku hê nehatîye afirandin.

Ji bo ku mirov Cemal Abdo baş nas bike, divê mirov li wî temaşeke û guh bide wî. Cemal Abdo bi malpera xwe www.mirhek.com ê de bi zimanê îngilîzî, almani û kurdî xwe bi xwendevanan dide naskirin. Lê ji xwe ne hewceye ku ew xwe bide nas kirin, lewra bi hunera xwe ya nûjen, ji xwe hertim di rojeva ewropîyan de ye.

Divê ji herkesî bêtir em kurd xwedî li hunermendê nûjen Cemal Abdo derkevin û qedir bidin wî û hunera wî.