LMdK - Hejmar 14, Çile 2011

LMDK PDF
Qiraxê Kêlbefîl pêşeroja xwe dileyize admin Fr., 07.01.2011 - 13:23

Ileh di roja 31'ê çiriya pêşîn de." Bi van gotinan, serokkomarê Qiraxê Kêlbefîl Laurent Gbabgo'yî, di roja 6'ê tebaxa 2010'ê de, li Weqfa Felix-Houphouët Boigny ya ji bo lêgerîna aştiyê, xaniyekî heybet ê Yamoussoukro'yê (paytexta îdarî û siyasî ya Qiraxê Kêlbefîl), daxuyand ku dê, taliyê, hilbijartinên serokkomarî di welatê wî de li dar bikevin. Ji sala 2005'ê û vir de, tiştên weke nerazîbûna li ser lîsteya dengdêran, ji ber zagona kêlbefîlbûnê (1), û birînên ji şerrê hundirîn ê salên navbera 2002 û 2007'ê mayî, bûne sedema taloqkirinên dubare yên dengdanê.

Mîratgirên lanetî yên Peravên Îvoriyê

Gava hûn li Peravên Îvoriyê digerin, di cî de pê dihesin ku hindek cih û avahî hene ku [Felix] Houphouet [-Boigny] ava kirine, û cih û avahiyên din hene ku [Laurent] Gbagbo ava kirine. Ji bilî van tu tişt nîne.(1)" 4’ê cotmeha 2010’an, heyama berî hilbijartinên serokdewletiyê, serok Laurent Gbagbo bi van gotinan qeba reqîbên xwe Henri Konan-Bedie û Alassane Dramane Ouattara,dixwast ku her du siyasetmedarên muxalif jî doza mîratgiriya nasnavê "bavê neteweya" Îvorî dikin.

Daxwaza mirina peyamnêr admin Fr., 07.01.2011 - 14:12

"Eger azadîya derbirînê nemîne, em ê eynî mîna pezên ber bi selexanê ve tên birin, lal û bêdeng bibin." George Washington

Gava sazî nema dikarin razên xwe biparêzin

Malpereke înternetê rêveberiya Obama dihejîne. Çekûrextkirî bi jibergirtiyên korsan ên ji sed hezaran belge û nameyên dîplomatîk pêk tên, ev medyaya çeşxê nû di 28’ê mijdara 2010’an de, bi hevkariya gelek rojnameyan, dest bi weşandina wan kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemberî vê rewşê pir bi qarewar tevgeriyan. Lê belê, çi tê serê WikiLeaksê bila were, ji niha û pê ve êdî ti tişt wê nikaribe pêşî li eşkerekirina belgeyên veşarî bigire.

Dîplomasîya hecê admin Fr., 07.01.2011 - 14:18

Abdul-Karim Yaqub birêvebirê ciwan ê odeyên bazirganî û pîşesazîyê yên Suûdîyê ye û bi taybetî berpirsê têkilîyên ligel Çînê ye. Ew li Zanîngeha Şanghaiyê li ser pêwendîyên her du welatan, tezekê amade dike. Yaqub hemwelatîyê Suûdîyê ye, lê bi eslê xwe çînî ye: di sala 1949ê de, ji ber pêşdeçûna hêzên Mao Zedongî (Mao Tse-Tung), çend sed malbatên çînî yên musliman, Erebistana Suûdî ji Taiwanê minasibtir dîtibû û hatibûn wir. Ji xwe, hê jî di salên 1930yî de, muslimanên çînî yên ji Tirkistana Rojhilat (bi navê xwe yê îro, Xinjiang) ji alozî û şerî revîyabûn û li Meke û Medîneyê bi cih bûbûn.

Di bin sîya Waşîngtonê de têkilîyên Pekîn û Rîyadê admin Fr., 07.01.2011 - 14:22

Tevî ku her du jî endamên G20’ê ne, parêzvana deverên pîroz ên ola Îslamê, Arabistana Suûdî, û Çîn a ku hê jî îdîa dike ku ateîst e, ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, herwiha ji aliyê îdeolojîk ve jî têra xwe ji hev dûr in. Lê belê li gel vê yekê jî, ev deh sal in ku, li qadên aborî, çandî, olî û hetta carna di qada eskerî de jî, di navbera her du welatan de têkiliyên zexim tên honandin.

Rastîya li pişt qehremanên geşbîn

Xwendineke "hûr û hişyar" li ser edebîyata Koreya Bakurî, gava ku zêde bala xwe nede ser qehremanên geşbîn -ku ji xwe her çi diqewime bila biqewime bawerîya wan a bi şoreş û şoreşgerîyê qet naleqe- lê bêhtir berê xwe bide çarçove û şertên ku ew qehreman jê dertên, dê di heman demê de îşaretê bi guherînên civakî yên ne li ber çavan jî bike. Di navbera risteyên ji gotin û hevokên "sîyaseten rast", ku têkoşîna li dijî bedbextî û nexweşîyên dinyayê ber bi esmanan berz dikin, rastîyeke din raxistî ye: bertîl, nemana bawerîya bi şoreşê, karnekirin…

Çîn û Kore

Rewşa awarte ya leşkerî ya di nîvgirava Koreyê de heyî, gihîştîye asteke çetin û stratejîk. Di pişt perdeyê de, şerê 1953yê yê di navbera Komara Gel û Demokratîk ya Koreyê û Çînê û hêzên Neteweyên Yekbûyî de -ji alîyê Amerîkayê birêvebirî- heye, ku tenê bi agirbestekê bi dawî hat. (1) Ji wê demê û vir de, tu peymaneke aştîyê nehatîye îmze kirin.

Neteweyekî parçebûyî: Zor û zehmetiyên têkoşîna gelê kurd admin Fr., 07.01.2011 - 14:43

Di vê dema ku serhildana kurd careke din zindî dibe de, pirtûkeke bi navê Kurd û Kurdistan (1) derketîye û tevahîya dîroka gelê ku hejmara wî ji 17 mîlyon kesan zêdetir e tîne bîra me.