LMdK - Hejmar 21, Tebax 2011

LMDK PDF

Dengbêjên kurd

Dengbêjên ku em dikarin ji wan re bibêjin ‘hozanên gel’, hosteyên mezin ên peyvê bûn. Qêrînên trajedîyên ku di erdnîgarîya kurdan de bi têra xwe hene, ragihandin seranserê dinyayê. Êşê, hiznê, şadîyê ji dilekî baldar û çavkanîya hunermendîyeke xwezahî sefandin, ji nû ve afirandin û pêşkêşî dêhn û bala me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva xweş a kurd û kurmancî anîn ziman. Geh agir berdan gurçik û kezeban, geh dil û hinav coşandin. Gotinên wan li axa bi bereket a welatê kurdan bûn tovên berxwedan û vejînê.

Sifra Silîvî a romannivîs Sebrî Silêvanî

Di ser wan hemû astengên li ser ziman û çanda kurdî hatîne çespandin û bi qanûnan hatine muhir kirin jî, nivîskarên kurd bi zîrekî xwe avêtine meydana lîtraturê û tev çeq û bendên wê û bi şakarên afrandinên xwe xemilandine.

Arjen Arî: Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çîya û dîmenên çîyayî têne ber çavên min

Min bihîstibû Arjen Arî yekî pordirêj e û ji xwe hez dike. Min bi kêf di kovar û rojnameyan de helbestên wî dixwendin. Ne wêne hebû û ne kesî nivîskar dixwest bê naskirin. Di nîvê salên nodî de, di quncikên tarî û bi dizî me cara ewilî ji hevdû re li Amedê gotibû merheba.

Lê îro nivîskarek an helbestvanek an hunerhezek, here Amedê dê wî di quncika hunerê de, li sazî û dezgehên Kurdî bi hêsanî bibîne û lê guhdarî bike. Min xwest çend peyvên wî ên resen û bi melodî ji xwendevanên rojnameyê jî pêşkêş bikim. Min pirsî wî jî bersiv dan.

Sê krîzên sîstemê

Sê krîzên mezin ên ku dinya hejandin û ku dê tesîra wan kêm nebe, nebin mijarên biçûk ku ji ber çavên mirov wenda bibin: Şerpezebûna mezin a diravî ya di dawîya 2008ê de dest pê kir, qeza nukleer a Fukûşîmayê ya di 11yê adara 2011ê de pêk hat û krîza rejimê ya li gelek welatên ereb ku gel ji 14ê çileya paşîn a 2011ê vir de serî hildide.

Li Amerîkayê medya, desthilat û pere yekbûyîna xwe temam dikin

Li Keyatîya Yekbûyî, skandala ji ber kirinên şirketa Rupert Murdoch derketî, girêdanên nelirê yên navbera rojnamegerî, polîs û siyasetvanan aşkere kir. Li Dewletên Yekbûyî ku mîlyarder lê xwedîyên kanalên televîzyonê yên pir hejmar in, rola kompleks a medyayî-fînansî di jîyana sazûmanî de, piştî biryareke dadgeha bilind a ku sînorê razandinên şirketan ên di kampanyayên hilbijartinan de rakir, hîn zêde bûye.

Wateyên mecazî û teşbîhî yên terorîstekî

Piştî trajedîya Osloyê, edîtorê versîyona norwêcî ya Le Monde diplomatique Remi Nilsen dipirse: Gelo di nav civaka norwêcî de tu tiştekî "tundrew" heye? Nivîsên Anders Behring Breivik gotinên wehşetnak ên beredayî yên zilamekî dîn nînin. Me ev tişt berê jî bihîstibûn.

Li ser riya dijwarîya têkoşîna çekdarî

Ji êrişên 11ê îlona 2001ê ve, hêzên rojavayî rahiştin honandina şerê bi giranî stratejîk li dijî terorîzmê, bêyî ku bê zanîn ka ev têgeh tê çi wateyê. Bi rastî jî, di navbera komikên radîkal ên ku salên 1970yê derketine holê, tevnên El-Qaîde û têkoşînên çekdarî yên serxwebûnxwaz de çi tiştê hevpar heye? Şahidîyên mîlîtanan ronahiyê davêjin ser bîrbirinên şideta siyasî.

Joschka Fischer û "Keskên Zêrîn"

Serkevtinên di hilbijartinên demên dawî de yên keskên alman û anketên encamên wan bicazîbe yên ku kesk bi dest dixin, bûn sedemê spekulasyonên têkildarî namzetîyeke muhtemel a Joschka Fischer ji bo hilbijartinên giştî yên 2013ê. Ji bo vî xoşevîstê xwedî giranî yê çapemenîya wêdetirî-Rhinê, ku demeke dirêj weke "mirovê siyasî yê herî navdar ê welêt" cih dayê, ku di heman demê de alîkarê serokwezîrê berê û wezîrê karên derve yê serdema Schröder bû, derdorên çep xelefîya Angela Merker layîq dibînin.

Di laboratuwara ekolo-bûrjûwaziyê de

Partiya keskên alman demeke dirêj weke ku dixwaze, dûrî parlementoyan, bi awayekî din siyasetê bike, xwe nîşan da. Mîrasgirên protestoyên salên 1960ê, keskên alman li dijî nukleerê têkoşiyan û formên nû yên jiyana kolektîf ceribandin. Rêveberên wan ên ku di hilbijartinan de encamên baş bi destxistin û jê cesaret wergirtin, hewl didin ekolojî, aborî û lîstika dezgehî li hev bînin. Li Hambourgê ev lihevanîn encamên ku mirov pê şaş dibin, derdixe holê.

Perwerdeya ewropayî ya di serdema qabiliyetan de

Ramanên li ser perwerdeyê yên Androulla Vassiliou'yê, Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya ji bo perwerdeyê, bi çend hevokan diyar dibin: "xurtkirina qabiliyetan û şertên wergirtina perwerdeyê ya bi rêya lêhaybûna pêwîstiyên bazaran", "piştgiriya ji bo Ewropayê da ku ew têkeve reqabeta dunyayê", "amadekirina ciwanan a ji bo bazara xebatê ya îroj" û "bersivdayîna encamên krîza aborî".