LMdK - Hejmar 24, Çirîya paşîn 2011

LMDK PDF

Hindistan: Rewşenbîr, îdîaya maoîst û zordestî

Di dema pêleke prostestokirina bertîlxwariya hikûmeta serokwezîr Manmohan Singh de, operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên maoîst û gelên eşîretî bûn sedema nerazîbûneke mezin. Heta Dadgeha Bilind mecbûr ma ku nirxên des-tûra bingehîn bi bîra dest-hilatê bixe. Tevî rêbazên pirr caran bişîddet, naksalît piştgiriya hejmareke di bilindbûnê de ya rewşen-bîrên çepgir distînin.

Wall Street di armancê de

Tea Party (Partîya Çayê), ku di 2009ê de ava bû, bû sebeb ku Partîya Komarî nêrînên xwe yên muhafazekar tûjtir bikin. Gelo tevgera "Wallstreetê dagîr bikin", dê bikaribe Barack Obama ji sirîkatîya wî ya fînansî dûr bixe?

Împarator çawa têk diçin?

Kongreya Amerîkayê û Qesra Spî cara yekem e ku wek hev difikirin, li hember Çînê tedbîrên wisa digirin ku ev îş dikare şerekî bazirganîyê peyda bike. Li gel zahmetîyên îroyîn yên konjukturel yên Washingtonê, DYA bi zahmetî kêmbûna şiyana xwe qebûl dike û vê rastîyê danaqurtîne. Bi taybetî li herêmeke wisa ku welatên Rojava, wek baxçeyên mala xwe dizanîn.

Çîn ji ber komira xwe nexweş e

Têkilîya di navbera Çîn û komirê de ku ji hezar salan ve dest pê kiriye, di sedsala 21ê de ji modernîzasyona welêt re bû gaveke rastîn. Felaketa ekolojîk ku aşîkar e, ji ber sedemên gazên serayê li atmosferê belav dibin û belengazî û bobelatên civakî peyda dikin, sebeb jî; awayên derxistina maden û mineralan e, lewma divê ku hikûmet metodên xwe yên kevin di ber çavan re derbas bikin û awayên nû û nûjentirîn ên peydakirina enerjîyê bibînin û bi kar bînin.

Hikûmeta tirk û gefên li ser kurdan

Piştî zelzeleya ku li Wanê û der û dora wê xist, Partîya Demokrasî û Aşitîyê (BDP), alîgira kurdan, destek da "Tevkarîya Neteweyî" li gel ku li alîyê din, artêşa tirk bersiva êrişên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dida. BDP, wek Ankarayê, dixwazê şansê diyalogê biparêze û bibe terefgira avakirin û guhertinên makezagonî.

Dîsa li ser 17ê çirîya pêşîn a 1961ê admin Do., 10.11.2011 - 12:27

Ji şerê cîhanê yê duyem û vir de, ev rûpel, di dîroka Parîsê de rûpela herî tarî ye: Di 17ê çirîya pêşîna 1961ê de, li ser banga liqê Fransa ya Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN), li hember biryara qedexekirina derketina kolanan ji bo "kesên ji Afrîka Bakur" ku ji donzde rojan ve berdewam dikir, xwepêşandanek li dar ket, di navbera 30.000-40.000 cezayîrî civîyan. Di vê bûyerê de 200 kes hatin kuştin, hinek ji wan bi guleyan, hinek bi darbeyên jopan, hinek bi fetisandinê û hinek jî bi xeniqandinê. Bi hefteyan, sansorê, rastîya vê bûyerê veşart. Û vê bêdengîyê bi vî awayî tam sîh sal ajot.

Çepîtî li ku ye?

Li gel ku kapitalîzm ji salên 1930ê û vir de di krîza herî cidî de ye jî, partîyên sereke yên çep, kerr û lal in, bê deng in û ji hev ketine. Di halê herî baş de, ji bo sîstemê li çareserîyên spînozî digerin. Gelek caran ew bi xwe jî, dikevin nav hesteke berpirsiyarîya ku ji lîberalan paqij bibin. Ev rewşa ha, ev lîstika polîtîk ya asêbûyî, dê heta ku derê berdewam be? Di demeke wisa de ku ji alîyekî din, hêrsa civakî her bilind dibe.

Baskîyek û kurdek

Di berhema xwe ya 'Zilamê devliken' de Victor Hugo dibêje 'kesekî baskî, ne îspanyol, ne jî fransiz e, baskî ye'. Bisporê Rojhilatê Navîn rojnameger Manuel Martorell, ku li Îspanyayê dema qala pirsgirêka kurd bê kirin, kesê pêşîn e ku tê bîra mirovan, dibêje 'Kurdek, ne ereb, ne fars, ne jî tirk e, kurd kurd e.'