LMdK - Hejmar 28, Adar 2012

LMDK PDF
Balkan û dawîya xeyala ewropî admin Mi., 14.03.2012 - 17:19

Xirwatistan, dê di 1ê tîrmeha 2013ê de bibe endama bîst û heşt ya Yekîtîya Ewropî. Dengdaran, di 22yê çileya paşîn de beşdarbûna welatê xwe ya Yekîtîyê pejirand. Herçend dengên "erê" li dor % 67ê bin jî, beşdarîya kêm (%43yê dengên tomarkirî) a dengdanê rêjeya wê kêmtir dike. Di rastîyê de, xirwat bêşewq û heyecan xwe amade dikin ku beşdarî Yekîtîyê bibin. Perspektîfa ewropî, li hemî welatên herêmê gelek ji hêza xwe ya rakêşanê wenda kir.

Di navbera Iraq û Îranê de heştsed hezar rehîne admin Mi., 14.03.2012 - 17:23

Kînîzm û niyeta xirab ên ku ji sal û nîvekê û vir ve, xisleta wê "bazara mirovanîyê” dîyar kirin, ya ji bo vegera girtîyên nexweş û birîndar yên şer ku jimara wan dîyar e, tevî ku weke karê pêşikî tê dîtin, encama xirab a ku bi sed hezaran mirovên ji ber şerê Îran û Iraqê belawela bûne, pêş dibîne. Hal ev e ku tenê an jî bi komî, hemû bi siberojekê re rûbirû ne ku nikarin bandorê lê bikin û têra xwe neewle dîyar e.

Êrişa bêperwa ya li ser Kurdistanê admin Mi., 14.03.2012 - 17:28

Artêşa tirk ku şeş hefte berê li hember şervanên kurd êrişeke xurt li dar xistibû û ji ber ku êriş ji bo demeke kin hatibû plan kirin, hîna jî li ser axa Iraqê berdewam e. Bi sedan kesên sîvîl hatine kuştin, herweha operasyonên leşkerî li rojhelat û başûrê Tirkîyê jî berdewam in. Toleransa dewletên rojava li gel şahînên Ankarayê, dikare encamên gelek girîng hem ji bo rewşa polîtîk ya hundirîn, hem jî ji bo dengeya hemû herêmê peyda bike.

Aborîzanên bi pereyan tên girtin dibin armanca êrişan admin Mi., 14.03.2012 - 17:34

Edîtorîya rojname û kovaran, bernameyên danê sibê ên radyoyan, platformên televizyonê: Di nîvê kampanyaya hilbijartinên serokdewletîyê de, komek aborîzan qada çapemenîyê dadigirin û tiştên ku mumkin in sînordar dikin. Weke profesorên zanîngehan tên danasîn û ew hişkî û teqezîya teknîkî di nav devjenîya îdeolojîk de bi gewde dikin. Lê belê heke van "bisporan” karûbarên xwe yên din jî bi raya giştî bidana zanîn, gelo tesbît û analîzên wan wê dîsa ewqasî bawerî bidana mirovan?

Piştî Fukuşîmayê admin Mi., 14.03.2012 - 17:39

Teqîna santrala nukleer a Fukuşîma-Daîşîyê, piştî tsunamîya 11ê adara 2011ê, "bi awayekî xembar û eşkere nîşan da ka çawa ji welatekî xwedî teknolojîya herî pêşketî nehat ku ji heqê felaketeke wisa derkeve”. (1) Li gor Bernard Laponche û Benjamin Dessus bi tenê dersek heye ku divê mirov ji vê yekê derxe: Divê dev ji nukleerê were berdan. Herdû nivîskar fikrên nerast ku ber bi teorîya "yan nukleer, yan jî bi mûmê razî bin” ve diçin, analîz dikin.

Statuyek ji bo heywanan admin Mi., 14.03.2012 - 17:42

Hema ku mirov behsa wan dike, hin xalên girîng yên hevdemîya me têgehên me yên herî naskirî şêlo dikin. Têkilîya di navbera mirov û heywanan de herwiha dibe sedema reaksîyonên bêjimar, ku di wan de dîmenên fîlozofî, zanistî û siyasî bi awayekî ku nema ji hev derkevin tevlihev dibin: Li ser bingeha lêpirsînê ya têgeha biesas a xwezayeke mirovî ya xwedî taybetmendîyên xusûsî, rewatîya ceribandinên li ser heywanan, an jî hîn bêtir a bikaranîna wan e, ku dikeve çarçoveya lêpirsîna me.

Heyranîya nûbicîhbûnan ji ber çi ye? admin Mi., 14.03.2012 - 17:46

Rabûna otomobîla amerîkî, îxracatên pîşesazîya almanî; xuyabûna nûbicîhbûna yekîneyên berhemdarîyê... Lê rastîyên nexweşik ji paş axaftinan derdikevin holê.

Pîşesazî, bingeha hêzê admin Mi., 14.03.2012 - 17:51

Berî niha demeke nêzîk, sifeta kevneperestîyê bi hemû parêzvanên pîşesazîyê ve dihat zeliqandin. Lê niha, ji Parîsê ta Waşîngtonê, berbijêrên hilbijartina serokkomarîyê pesnê nûbicîhkirina berhemdarîyan didin... tevî ku wan bi xwe, yan partîya wan hişt ku derkevin. Li Fransayê, Nicolas Sarkozy têra xwe behsa karên pîşesaz dike, lê belê ew li hember bicîhbûna li Fasê ya mezintirîn kargeha Renault (dewlet hîssedara wê ye) ya ku wê erebeyên bazara ewropî çêke, bêçalak maye. Van jicîhbûnan şekil daye erd û nifûsan, wek li Seine Saint-Denis.

JI ÇAPEMENÎYÊ(28)
admin Mi., 14.03.2012 - 17:54

Rewşa Sûrîyeyê û Tirkîye

Rojnameya brîtanî Daily Telegraph di 2ê adarê de li ser rewşa Sûrîyeyê nivîsî. Rojname dibêje ''Piştî serkeftina li Humûsê, bi hezaran li ber bextê yekîneyên Esad hatin hiştin'' û rojname herweha fikaran radigihîne ku sîvîl dê ji alîyê rejîmê ve werin ceza kirin.

Cezanebirîna li Suûdîyê

Rêzgirtina mafên mirovan li Erebistana Suûdîyê ji rêzgirtina mafên mirovan a li Îranê ne baştir e. DYA bi qasî ku ji ti dewleteke din nakire, ji vê dewleta hevalbend petrolê dikire, gelo dibe ku ev yek sedema sereke ye ku qralîyeta wahabî, bi awayekî ecêb, ji ber binpêkirinên mafên mirovan pêrgî nerazîbûnên "civata navneteweyî" nayê.