LMdK - Hejmar 31, Hezîran 2012

LMDK PDF

Kurdzanê mezin: Qanatê Kurdo

estekî xweş e ku şagird li ser mamostayên xwe berheman biafirînin. Çendek berê kitêbeke wiha li ber çavên min ket. Bêguman mamosta jî, şagird jî di çand, ziman, edebiyat û dîroka kurdan de ‘du çîya’ ne. Nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo, di 75 salîya xwe de li ser mamosteyê xwe Qanatê Kurdo kitêbeke ‘qerase’ pêşkêşî me kir: "Kurdzanê Mezin: Qanatê Kurdo."

Naveroka kitêbê ji du beşan pêk tê: ‘Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo’ û ‘Bi Munasebeta 100 Saliya Qanatê Kurdo."

Dozdeh Çirk: Pistepisteke bi taloke

Nêzîkatîya Kant a li Estetîkê navika hunerê ji rasteqînîyê qut dike û wê bi tenê wekî objeyeke bi serê xwe be, li ber me datîne. Spehîtîya hunerê li gor Kant nikare were têgîn kirin, ango spehîtîya hunerê bi tenê spehîtîya di dîtbarîyê de ye. Lê li hêla din Hegel li dijî Kant derdikeve û heqîqeta hunerê bi ragihandina wê ya li ser naverokekê dihelsengîne.

Gelo dema antropolojîya Claude Lévi-Strauss derbas bû? admin Mo., 25.06.2012 - 10:06

Du pirtûkên Claude Lévi-Strauss, ên berî demeke nêz hatin weşandin, vîzyoneke hevgirtî a berhema wî pêşkêş dikin. Pirtûka pêşî, ji metnên fransî yên neweşandî yên sê konferansên wî pêk tên. Ew konferans li pêşberî girseyeke japonî hatine dayîn û ronîkirin, bi alîkarîyan bi gewde bûne.

Mîmarino, tiştekî neşkînin!

Gelo divê avahîyên ke-vin werin xira kirin ji bo ku li şûna wan avahîyên “dostjîngeh” werin lêkirin? Dema ku mirov enerjîya ku li avahîsazîyê diçe bihesi-bîne, kêm caran hevkêşe li hev derdikeve...

Çepeke rengjêçûyî li Nîkaraguwayê xurt dibe

Ji nû ve hilbijartina Daniel Ortega weke serokdewletê Nîkaraguwayê di çirîya paşîn a sala 2011ê de xweş bicihbûna çepê li beşeke mezin a Amerîka Latîn piştrast kir. Beridîna desthilatdarîya hê nû ya sandînîst, nexasim jî li ser pirsa mafên jinan, di vê navberê de astengên mentiqekî rohnî dike yê ku carinan hêzên pêşverû neçar dike dev ji hin prensîpên xwe berdin da ku desthilatdarîyê ji dest bernedin.

Cuntaya burmayî li kincên sîvîl digere

Di 13ê çiriya paşîna dawîn de, generalên serkar, Aung San Suu Kyi bi pey dawîbûna cezaya wê ya hefsê re azad kir û civîna wê ya giştî asteng nekir. Bi vê yekê, ew hêvî dikin ku dê bi welatên biyanî re nîqaşên li ser rahiştina ambargoya rojavayî vebin. Di warê siyaseta navxweyî de, wan jî rîskeke mezin negirt: hilbijartinên meclîsî beriya vê gavê pêk hatibûn.

Berxwedêrîya xwendekarên québecî admin Mo., 25.06.2012 - 10:49

22ê gulana derbasbûyî di roja sedemîn a greva xwendekarên québecî yên li dijî zêdekirina xercên qeyda li zanîngehê de bi deh hezaran kes li Montréalê xwe pêşân dan. Parastina azadîyên gelemperî êdî bi qasî têkoşîna ji bo qebûlbûnê, mirovan seferber dike, di heman demê de hukûmeta Jean Charest qanûneka ku mafê xwepêşandanê sînordar dike da qebûl kirin

Kem caran me êrişkarîyeke ev qasî eşkere û bêşerm dîtîye li dijî mafên bingehîn ên ku li Québecê ji dehsalan û vir ve bingehê kirin û çalakîya civakî û siyasî pêk tînin.

Jihevcihêbûna tahl a herdu Sûdanan

Dema ku Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hewl dida Xartûmê razî bike ku eskerên xwe ji navçeya li ser nehatiye li hev kirin Abyeiyê vekişîne, navberkarê Yekîtîya Afrîkayê Thabo Mbeki jî hewldanên xwe dewam kirin, lewra dîyar bû ku hevdîtinên di navbera herdu Sûdanan de wê ji nû ve dest pê bikin. Bawerîbihevne-anîneke kûr Xartûm û Jubayê ji hev cihê dike, û lîstika milîsên xwecihî jî hewldanên lihevkirina alîyan hê zehmettir dikin.

Messali Hadj, bavê jibîrkirî yê neteweparêzîya cezayîrî admin Mo., 25.06.2012 - 11:10

Di dîroka neteweparêzîya cezayîrî de pirsek heye: Çawa û çima bavê damezrêner Ahmed Mesli yê navê wî weke Messali Hadj tê hildan, dikarîbû ji alîyê kurên xwe yên manewî ve were mandelkirin, paşê şerê wî were kirin, tevî ku ew kesê pêşî bû ku ji xwe re ne birêkûpêkkirina pergala kolonyal, belê şerê ji bo serxwebûnê kire armanc?