LMdK - Hejmar 32, Tîrmeh 2012

LMDK PDF
Sînemaya kurdî li reng û dengê xwe digere admin Do., 26.07.2012 - 15:42

Sînemaya kurdî herçiqas çend sal piştî destpêka dîroka sînemaya cîhanê gavên xwe yên yekem avêtibe jî, ji ber pirsgirêkên netewî bi qasê ku tê xwestin bi pêş neket. Wek zarokeke nexweş û elemdar bi awayeke tendûrist seyreke erênî neşopand. Vê rewşê demeke dirêj hebûna xwe parast. Lê di nav 20 salên dawîn de, di sînemaya kurdî de pêşketineke berbiçav derkete holê. Helbet ne bi pêşketineke ku meriv pê şanaz be.

Antonio Gramsci, fikreke ku bû dinyayek

Birêvebirina şerê fikran ji bo derxistina çînên xizan ên gel ji îdeolojiya serdest da ku desthilatdarî were bidestxistin…Analîzên ku Antonio Gramsci dema ji aliyê faşîstan ve hatibû zindanîkirin, di destpêka salên 1930î de nivîsîn, gelek caran ji ber wan tê girtin, kêm caran tên xwendin û têra xwe jî tên bênirxkirin; ev analîz bi awayekî hêjayî mirov bala xwe bidiyê vedijin. Ji Ewropayê heta bi Hindistan û Amerîkaya Latîn nivîsên wî belav dibin û fikra rexnegir berdar dikin.

 

Mirovekî ji xwe çûyî

Jîyana Frantz Fanon ê ku li Martînîkê tîrmeha 1925ê ji dayik bû, wê kurt bûya: dema ku ew kanûna 1961ê li Washingtonê ji ber losemîyê mir, ew hê 36 salî bû. Fonon reş e û ji Antîllan e, timî rastî nijadperestîyê dihat. Lê belê wî tevahîya fehşîya wê di Şerê Cîhanê yê Duyem de nas kir. Bi dilê xwe sala 1943yê di nava refên Hêzên Fransî yên Azad de cihê xwe girt, wî bi lez zelûlîya vê artêşê dît; ev artêş şerê nazîyan dike û serwerîya neteweyî pîroz dike, di nava xwe de jî cudakarîya nijadî û mîtolojîya kolonyal her dewam dike.

Bi Frantz Fanon re civan

Kêm pirtûkên weke "Les Damnés de la terre/lanetiyên ser rûyê erdê" ya sala 1961ê wê karibin evqasî mohra xwe li nifşekî întelektuelan bixin. Jean-Paul Sartre pêşnivîsa vê pirtûkê nivîsîbû û têde pesnê şîddeta bindestan dida. Fikra Frantz Fanon, a ku têde ezmûna psîkyatrê angaje diyarker e, hêja ye mirov ji nû ve li ber rohnîya serxwebûnan û şerê navxweyî yê tirsnak ê ku Cezayîr salên 1990î da ber xwe, lê binêre.

Haîtîya di navbera Xwedê û NGOyan de

Balafirgeha navneteweyî Toussaint Louverture hate ser xwe. Paqij e û hema hema mêvanperwer xuya dike. Nêrdevanên wê yên jixweber hildikişin û dadikevin û dikanên wê yên ji barê bacê azad, hene. Holên wê yên seyyar hene ku mirovan yekser heta bi nava balafiran dibin, ev holên seyyar berê qet tunebûn. Mirov bi van dîtinan hêvî dike ku jinûveavakirinê dest pê kir, ew dest pê dike, milyarên ku hatin danezan di dawiyê de êdî digihin hedefên xwe yên pêşî. Mirov ji buldozer, greyder û kamyonên avahîsazîyan ên li ser kar difikire.

Li Urdunê qralîyeteke her ku diçe bêhtir li ber tê rabûn

Li Ammanê jî gotin azad dibe. Li taxa Lweibdeh, Nadir ê ku xwedîyê tavernayekê ye, loqantevanekî asayî nîne: ew şanogerekî qebûlbûyî ye. "Binêrin rewşa çandê li vir ev e: ez servîsa coşarî [xwarineke gelêrî ya Misirî ye] dikim da ku karibim şanogeriyê bikim." Di şanoyê de kelecan û zindîtî heye. Di nava mijarên guftûgoyê de lîstika şanoyê ya ku henekê xwe bi axaftinên kevne-serokdewletê Tûnisê Zeynel Abidîn Bin Elî dike ya bi navê êdî min ji we fêm kir heye. Qral Abdullahê duyem bi xwe jî lê temaşe kir.

Hilbijartinên Libyayê li ser hîmê alozîyê

Tevî daxuyaniyên serketinê jî, Lîbya hê pirr dûr e ji jiyana rojên aram. Bi tenê hilberandina petrolê ya ku şirketên biyanî misoger dikin, gihiştiye asta xwe ya beriya bombebaranê. Mec-lîsa Damezrêner a ku 7 Tîrmehê hat hilbijartin wê di nava hewayekê de bixebite ya ku şerên di navbera eşîran de û zexmkirina hêz û desthilatdariya mezinên eşîran mohra xwe lê dixin.


Li Tîmor-Leste jinûveavakirineke hesas

Piştî gelek tevlîhevî û kefteleftê, Tîmor-Leste ber bi demokrasiyê ve gavan diavêje. Welatê ku sûd ji alîkariyên Neteweyên Yekbûyî girtin, tevî ku beşeke mezin jê hat hebakirin jî, êdî dikare hatina ji petrolê bi kar bîne. Di encama hilbijartinên giştî yên 7ê tîrmehê de Dili divê dest bi qonaxeke nû bike, tevî ku sê çaryekên şeniyên welêt li gundan di nava şert û mercên zehmet de dijîn.

Di navbera şoreş û dij şoreşê de Misir

Wan çima gule nereşandin? Ji bo çi Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (KBHÇ) piştî ku demeke dirêj dudilî ma qebûl kir ku birêveberekî Birayên Misilman weke serokkomar were hilbijartin? Lewma Misira piştî 25ê çileya 2011ê ji binî ve guherî û lewma vegereke li nîzama kevin êdî ne mumkin e. Lê belê têkoşîn dewam dike û di derbasbûna demdirêj a ji dema dawî hatina li desthilatdarîya serokkomar Husnî Mubarek û vir ve destpêkirî de dengdan bi tenê qonaxek e.