LMdK - Hejmar 38, Kanûna Paşîn 2013

LMDK PDF

Şivan Perwer: Hezkirina miletê kurd dayî min besî min e!

Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin. Kurtedemek berîya derketina bazarê ya albumê, me ji bo rûpela ''Çand û Huner'' ya Le Monde diplomatique kurdî bi hunermend re hevpeyvînek lidarxist. Me bi Şivan Perwer re li ser bêdengîya wî ya dirêj a muzîkal, taybetmendîyên albuma wî û hin mijarên din ku tên meraqkirin danûstandinek pêk anî. Hunermend Şivan Perwer, bi dileke vekirî bersiv dan pirsên me û me pê re sohbeteka dirêj kir. Hûn dê li jêr tenê beşek ji vê hevpeyvînê bixwînin. Tevahîya hevpeyvînê dê serê hefteya bê di malpera rojnameya me, di quncikê LMDK-EKSTRAyê de bê weşandin.

Kî dixwaze ku zimanê fransî bimire?

Ji cerga ku di navbera gelan de peywendî hebûne, rewşenbîr, edîb û zana hergav li kêşeyên zimanî aliqîne. Li Ewropayê, ji bo çareserkirina kêşeyan, zimanê latînî hatibû pejirandin. Latîn

Li Fînlandayê lêgerîna li dibistaneka wekhevîparêz

Çirîya paşîn dêûbavên şagirtan û dersdarên seine-saint-Denis çaremîn şeva dibistanên li parêzgehê organîze kirin. Armanca wan: eşkerekirina newek-hevîyên terîtorîyal di mijara perwerdeyê de. Di vê mijarê de Fînlanda xwe dike modelek ji çend salan û vir ve, ji ber encamên bêqisûr ên ku ew nîşan dide di lêkolînên navneteweyî de yên ku destketîyên şagirtan dipîvin.

Qedera ecêb ya elewîyên Sûrîyeyê

Tevî ku şer li Sûrîyeyê dij-wartir dibe û Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) fuzeyên patrîot li Tirkîyeyê bi cih dike, rejîma Beşar El-Esed hewl dide serhildaneka gel ya ku ji derveyî welêt piştgirîya wê tê kirin, bitepisîne. Ew xwe dispêre şideteka bê sînor û tirsa hindikayîyan, nexasim ya elewîyan ji mezinbûna îslamîzma sunî ya cîhadîst.

Siberoja elewîyan, hindika-yîyeka ku malbata serok-dewlet Beşar el-Esed jê ye û biqasî % 10ê welatîyên Sûrîyeyê pêk tîne, wê çawa be? Ev pirs yek ji sedemên krîza heyî ye.

Ya ku Cezayir li ser mijarê difikire

Danezana dawîya çirîya paşîn a nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) Romano Prodi ya ji bo Sahelê  ku li gorî wê çalakîyeka eskerî li bakurê Malîyê "berîya îlona 2013yan" wê ne pêkan bûya (Liberté, 21ê dawîya çirîya paşîn a 2012an) li Cezayirê wekî nûçeyeka xweş hat pêşwazîkirin.

Gelo şerê “Sahelistanê” wê biqewime? admin Fr., 25.01.2013 - 12:45

Destwerdaneke eskerî a navneteweyî li bakurê Malîyê ya ku Neteweyên Yekbûyî destûra wê dayî nêz xuya nake. Heke Franse jî alîgirîya wê bike, Cezaîr û welatên rojavayê Efrîkayê tercîh dikin muzakereyan bikin. Li hemberî vê neewlebûnê û sebirnemana gelî, artêşa Malîyê hewl dide bûyerên dewletê ji nû ve bixe destê xwe.

Li çîyayên Kurdistanê

Leşkerê tirk gefan dixwe ku bi hêzeka mezin êrişê bibe ser şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), li Kurdistana Iraqê. Ew gef li hemberî wê herêma ku rewşa wê ji xwe aloz e, jêdereka din ya nearamîyê ye. Lê gelo PKKyî kî ne, çi kes in? Ew jin û mêrên dibêjin ku ew ji mirinê re amade ne, ji bo ku xewna vejandina Kurdan bibe rastî kî ne?

Çardaxek bi kincê bi rengê xakî ve hatîye veşartin. Bêxem, Keleşnîkofên xwe pê ve hilawîstine.

Azadbûna xapînok ya bi destê teknolojîyê admin Fr., 25.01.2013 - 13:28

Ji demeka kurt û vir ve, mekîneyên elektronîk yên ku dikarin objeyan hilberînîn wekî çapkerên bi sê dîmenzîyonan dixebitin, ji bo herkesî vekirîne. Ew avangardeka ku bi havên tirşbûna şorişeka nû ya pîşesazîyê dibîne, heyranî xwe dike. Dîsa jî ev alavên teknolojîk kêm caran di çarçoveya wan ya tazî bi xwe de hatine nîşandan.

Wall Streetê dagir bike, tevgereka dilketîya xwe

Herkes Tea Party ya ku hez dike asta bacan kêm bike û tevgera Wall Streetê dagir bike ya ku ji ber şaxberdana newekhevîyan serî hilda weke dijberê hev nîşan dide. Lê belê tevî ku ya pêşî hê jî tesîrê dike di nava civakê de û li ser sazîyan, li hemberî vê ya din (bi awayekî demî?) konê xwe rakirin bêyî ku tiştekî mezin bi dest xistibe. Nivîskarê “Ji bo çi xizan dengê xwe didin rastgiran” ji vê encamê çend dersên sîtemkar ên stratejîya sîyasî distîne.