LMdK - Hejmar 45, Tebax 2013

LMDK PDF

Li ser Simone de Beauvoir berhemên femînîzmê direncînin

Simone de Beauvoirê bingehên têgeha cinsîyetê danî. Ev bipêşketina biryardar a ku nexasim jî di hevoka navdar a "em ne wekî jin ji dayik dibin, em dibin jin" bi gewde dibe, pîvaneka sereke ya xwenûkirina tevgera femînîst li cîhana rojava bû. Dîsa jî du berhemên dîyarî nivîskara Deuxième sexe / Cinsîyeta duyem hatî kirin, bi femînîzmê guneh dikin.

Hesenê Metê û paşxaneya nivîskarîya wî

JÎYAN Û BERHEM

Çîroknivîs, romannivîs, wergêr Hesenê Metê di sala 1957an de li gundekî Erxenîyê (Navçeya Dîyarbekirê) ji dêya xwe dibe. Zaroktîya wî li gund dibihûre, dûre bi qasî deh salan li hêla Mêrsînê dimîne. Çend caran tê girtin û di girtîgehê de dimîne. Piştî cuntaya 1979an mecbûr dibe ku ji welêt derkeve. Bi qasî sê salan li Îran, Iraq û Sûrîyeyê dijî, di van deman de pêşmergetîyê jî dike. Di sala 1983yan de diçe Swêdê û li wir bi cih dibe. Ji wê demê vir ve li Swêdê dijî. Li Swêdê li dibistana bilind beşa grafîkê dixwîne, weşanxaneya Welat dadimezrîne û çend pirtûkan çap dike.

Qedera ne dîyar ya têlên rêsayî

Gundîyekî amerîkî yê bi navê Joseph Glidden sala 1874an,  têlên rêsayî yên pêşî wekî çît li dora milkên li Great Plains danîbû. Ji wê demê ve têlên rêsayî bi yek carê bûn rêbazeka sîyasî ya pir girîng.

Dîroka guhdarîkirina telefonan

Eşkerekirinên Edward Snowden li ser mezinahîya bernameya kontrola elektronîk a National Security Agency (NSA) dikin ku pirsa destdirêjîya sazîyên amerîkî yên îstîxbaratê ya nav jîyana welatîyan were kirin.

Du demên dîroka Partîya Komunîst a Fransî admin Do., 05.09.2013 - 16:17

Ne çîrokên xweşkok û ne jî pirtûkên reş, du berhemên nû, ji nû ve li nav dîroka Partîya Komunîst a Fransî (PCF) ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ger û geştê dikin û bi xêra arşîv û hevpeyivînan dem û xemên wê rohnî dikin.

Gazên kevirê kîlê jeopolîtîkê serûbinî hev dikin

Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê, Çîn, Ewropa û Rûsya: aktorên sereke yên li ser dika enerjetîk a dinyayê bi “şorişa gaza kevirê kîlê” re rû bi rû ne, çi tirsîyabin û zor li wan bûbe, çi jî ji bo ku ji vê xêrê sûdê wergirin hemûyan ji niha ve tedbîr girtin da ku xwe li gorî vê rewşa nû eyar bikin. Lê belê bêyî ku nîşan bidin ku ji wan tê ku encamên dema dirêj ên van serûbinîhevbûnan pêş bibînin.

Nelson Mandela, rêyên kes ne li bendê

Hunermendê peykertraşîyê yê îngilîz ê bi eslê xwe ji Afrîkaya Başûr, Bruce Clarke bi hezar şêwazî li ser sînîzm û fermanên hunera têgehîyê dixebite. Kevne-milîtanê li dijî apartheidê di berhemên xwe de behsa dîroka nûjen, nivîs û ragihandina bîra merivî û civatê dike.

Bîranîna geş li Cezayirê

Li Cezayirê, li navenda bajarê Cezayirê, Kolana Victor Hugo navê xwe ji serdema kolonyal ve parastîye. Lê jêrtira Kolana Didouche Mourad (berê navê wê Michelet bû) girêdaneka fereh a bi palmîyeyan xemilandî, di nava wê de cihekî herî rehet û xweş ê çandî yê paytextê heye: Pirtûkxaneya

Qazqulingên Qahîreyê

Qazqulingê spî berîya ku baskên xwe yên xeyalî veke û di nava rohnîya projektoran de xwe bide der di ber xwe de dibêje "bi navê bav, kur û ruhê pîroz". Ekaterîna Îvanova ya jibirbûyî, dema ku Bloka Rojhilat hildiweşîya ji Yekîtîya Sovyetê revîya û penaya xwe gihand Misirê.