LMdK - Hejmar 5, Adar 2010

LMDK PDF

Salên bîstî li Havana’yê

Çend seyr û ecêb e biservebûna vê romana nayab a nivîskar Enrique Serpa (Havana, 1900-1968), ku klasîkeke edebiyata kûbayî ye. Di 1938’an de hatiye belavkirin û ev yekem car e tê wergerrandin bo zimanê fransî. Roman dîmeneke têr û tesel a Kûba ya destpêka sedsala bîstan dide. Lê belê dewlemendiya wê, ji bilî pirsa civakî, ji ber tehlîla wê ya ruhê mirovî ye ku vê yekê bi rêya gelek kesayetên romanê, ji wan keştîvanê qisetkerê pirhêl û kompleks, dike.

Hindistan xwe ji Amerîka’yê diparêze admin Di., 16.03.2010 - 09:45

Wisa diyar bû ku li Hindistan’ê tu berbend nebûn li ber xistina nav bazarê ya bacanêreşên ku genetîka wan hatibû guhertin (genetîk-guhertî); ev yek dê bibûya premiyereke cîhanî. 16ê cotmeha 2009’an, Lijne ya Destûrê bo Endazyariya Genetîk (GEAC) ya Hindistan’ê, ku saziyeke pir fermî ye, çiraya kesk jê re pêxistibû. Lê belê, li ser zêdebûna fişaran, wezîrê jîngehê Jairam Ramesh, di reşemeya 2010’an de, dijatiya xwe ya li hember bazarkirina wê berhemê aşkera kir û proseya bazarkirina berhema navborî bi moratoryûmekê paşve xist.

Karê zêdetir û derfetên hindiktir li Afganistan’ê admin Di., 16.03.2010 - 09:50

Ya ku dike di “lîstika mezin” ya ku li Afganistan’ê pêk tê de bi ser bikeve, ne Hindistan e, lê belê Çîn e. Digel ku New Delhî’yê îsal alîkariyeke ji yek milyon dolarî zêdetir gihandiye Kabûl’ê û herdu welat ji pênc sed salan û bi ve ye ku dîrokeke hevpar par ve dikin, Pekîn gavên polîtîk yên giringtir diavêje û serkevtinên ji yên Hindistan’ê xurttir li Afganistan’ê û herêmê bi dest dixe.

Detroit, Detroit, Detroit û Detroit…

“ Tu bêhn dikî? Ev bêhn tê te?” Daveyê dora sîh salî, li 7 miles roadê dijî, yanî di nîveka taxên feqîr ên Detroit’ê de, neqebeke qederê danzdeh kîlomêtreyan fireh di navbera downtown, ku ji balexaneyên xwe re diyar e, û suburb an jî ew banliyoyên (taxên li derveyî an jî li qeraxa bajarî) dewlemend de ku li qeraxên bajarî belav bûne. Li hember mala wî, aliyê din ê rêyê, pênc lodên xweliyê. Ewqas jî xanî ku heta du heyv berê jî kesine tê de dijiyan. “Duhî şevê yekî din jî hate şewitandin. Her heftî xaniyekî dîtir dibe xwelî li vê taxê.

Di navbera tarî û roniyê de Rêxistina Saloxdariyê ya Brîtanya’yê (MI5)

Rêxistina Saloxdariyê ya Brîtanya’yê –Security Service ku bêhtir navê wê weke MI5 tê hildan – ya ku ji ewlekariya hundir berpirsiyar e, dibêjin heta dawiya salên 1980’î bi tenê yek hebûna wê ya ferazî hebû ku berdariya çalakiya wê bi şertan ve girêdida. Bihêzbûna mecbûryetên şefafiyê kirin ku ev rêxistin ji zemînê veşartî, cihê ku çalakiyên xwe lê pêk tîne derkeve.

Kurtedîrokeke qanûna girtîgehan a Almanya’yê

Piştî awiqandina dehsalan, parlemanterên fransî di Cotmeha 2009’an de qanûneke girtîgehan qebûl kirin ku naveroka wê hêviya ehlê mijarê û spesyalîstan pûç kir. Lê belê, gelo em dikarin lê bifikirin ku qanûna baş a mirov bê sedem li bendê nekarîbû pirsgirêka girtîgehan çareser bike? Tecrûbeya li Almanya’yê destûrê dide ku mirov xwe ji vê îluzyona huqûqî dûr bike û vê heqîqetê bi bîr bîne: Ji pirsgirêka civakî qutbîyî û nepêwendî siyasetê ev mijar bê mane dibe.

Girtîgeha ewlekariyê, warekî nebûna mafan li Amerîka’yê

Special Commitment Center (SCC), navendeke girtina ewlekariyê ya Eyaleta Washington’ê (DYA) ye ku li ser Girava McNeil’ê, li nêzîkî Takoma’yê ye ku ew jî ji rêya Seattle’yê saet û nîvek e. Ji bo çûyina navendê, divê mirov bi ferîbota ku birêvebiriya girtigehê daye biçe giravê û ji wira jî, bi otobusekê bigihîje kompleksa ku ji bo asêkirina ”dirindeyên seksuel” hatiye avakirin. Ev kes, piştî kişandina cezayê ku li wan hatiye birrîn, ji ber ku ji bo serbestberdanê zêde xeternak hatine dîtin li vira tên bicîhkirin.

Sînorên şêlo û şerê domdar ê di navbera ereb û kurdan de

Xirabbûna têkiliyên navbera ereb û kurdên İraq’ê tiştekî nû nîne: Koka wê diçe heta bi sozên hatî dayîn – û paşê nehatin girtin – yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawîlêhatina İmperatoriya Osmaniyan. Piştî dagira Amerîka’yê ya sala 2003’an daxwazên kurdan ji nû ve bihêz xwe dan der û rêveberên wan hewl dan sûdê ji lawaziya Bexda’yê bigirin. Lê belê her tişt hê dikare biguhere. Desthilatdariya navendî hêdî hêdî xwe ji nû ve ava dike, ev yek jî bi hêvî û perspektîfên firotina zêde ya petrolê xwe nîşan dide, lewra peymanên nû bi şîrketên biyanî re nû hatine mohrkirin.

Şerê bêkêr İraq’ê wêran dike

Çend hefte piştî destpêka êrîşa Amerîka’yê bi ser İraq’ê ve, di Adara 2003’an de bi hezaran kes çûn devê deriyê avahiya komeleya girtiyên azadkirî -vîllayeke deteserkirî ya berpirsiyarekî rejîma Saddam Husên.- Li ser dîwaran lîsteya navan hatibûn daliqandin ku li gorî rêza alfabeyê bû. Ev lîste dema ku xelkê navenda rêxistina îstîxbaratê talan dikir, bidestketibû. Mirovên bêhêvî, bi tiliyan di ser navên di lîsteyan re diçûn, bi hêviya ku fêr bibin çi bi serê xizmên wan ên ku polês ew girtî hatibû, aqûbeta wan fêr bibin.

Opozisyon di navbera statuya desthilatê û hêviyên xelkê de

Sedemê serekî yê hebûn û pêşveçûna bizava rizgarîxwaziya gelê kurd, dagirkerî û dabeşkirina Kurdistan’ê, înkarkirina hebûna gelê kurd û binpêkirina mafên kurdan e. Encama serekî ya vê yekê jî berxwedan û parastina vê bizavê ji xak û mafên kurdistaniyan re ye. Sedem û encam, yanî dagirkarî û berxwedan, mohra "opozisyon"ê liser bizava navborî çespand, û ew û hevrikê wê di navbera dû bereyan de dabeşkirin: Bereya gel û bereya dagirkerên xak û binpêkerên mafên gelê kurd (dijmin).