Rêwîtiya Fîl’ê
Encamê hestên ku bi nexweşiyê hatiye xemilandin: Karêkterekî piçûk û bêhêvî, di rêyeke bûyerên girîng û bibandor de, kesayetiyên mezin û zilamên civakê, çalakiyên gelek xirab ên mirovan û xwepêşandanên biheybet ên xwezayê, diyalog û nivîsandin, pirs û bersivên ku tim hevdû dişopînin, bê ku werin bidawîkirin… Wisa dixûyê ku di vê romana José Saramago de “hemû tiştên xwezayê” cîh digirin. Beriya hemû amadekariyên pirtûkekê li ser hêza xeyalan tê nexşekirin, heman pirtûk li ser bingeha bûyereke dîrokî ku xetên wê di arşîvên neteweyên ewrûpî de veşartî ne hatiye nivîsandin.