Helwêsta kurdan û şoreşgerîya li Sûrîyeyê

Etnîsîte û şoreş
Translator

Kurtedema berîya mirina xwe, nêrîna serekê Tevgera Dahatû ya Kurd Mîşel Temo (Mash´al Tamo) ew bû ku her çiqas ew xwe ji alîyê siyasî ve baş bi rêxistin kirine jî, lê dîsa di serhildana Suriyeyê de li gor rewşa pêwîst, têrker, cîyê xwe nestandine, sedem jî; ji ber ku rejîma Beşar Esad di çarçîta stratejîya xwe ya zeximbar de "jîrane livîyaye" û partîyên kurd jî biryardar ne ji bo serhildanê bûne. (1) Vê rewşê heta roja me jî hema bêje xwe neguhertiye. Tiştê zelal ew e ku partîyên kurd wê hîsê didin ku ew ji bo hemû alîyan vekirî ne. Dibe ku sê sedemên vê yekê hebin: nezelalîya gelo dê di dawîya vê krîzê de çi bibe, bêtewanbarîya muxalefetê di derbarê ronkirina armancên zelal de ji bo serhildanê û neyekbûna partîyên kurd hema bêje di hemû pirsên girîng de. Etnîze û ayînzayîkirina arîşeyê, dîmeneke din e ku hêmanên siyaseta Suriyeyê tevlîhev kiriye. Kurd ne bi tenê etnîsîteyek in ku daxwazan pêşberîyê girsejimara ereban dikin. Kurd komek in ku dikarin gelek koman pêk bînin.

Etnîsîte û ayînzayî wek alavên siyasî li Rojhilatê Navîn ne nû ne. Li Suriyeyê jî wek li Iraqê bijarteyên desthilatdar ayînzayî û etnîsiteyê ji gengeşîya siyasî qewitandine. Lê îronî ew e ku ayînzayî di her du dewletan de jî bingeha zexmîya desthilatdarîyê bû.

Sê sal berîya şerê navxweyî li Libnanê, zanayê siyasî yê amerîkî-libnanî Iliya Harik bal kişandibû ser etnîzekirina pêvajoyên civakî û siyasî yên li Rojhilatê Navîn. (2) Di demekê de ku projeyên geşepêdanê yên mezin (sosyalîzma ereb û yekîtîya ereb) têk çûbûn, wî çavnêrîya paşvegera nasname û wefadarîyên piçûk dikir. Vê meylê hertim xwe bi pêş ve bir. Rejîmên zordar li Sûrîyeyê û Iraqê, li Behreyn, Yemen û hema bêje li hemû Rojhilatê Navîn xwe berdidin ser nasnameyên etnîk, ayînzayî û herêmî. Dîsa îronî ew e ku hemû jî, xwe ber bi der ve bi gelek alavên nasnameyî rewadar dibînin (Îslam, erebîtî, pêşketî û şoreş). Helbet zordarî bi ayînzayî û etnîsite ne heman tişt e. Lê ev nasname dikarin zordaran xurt bikin. Ji xwe şerê navxweyî li Libnanê (1975-1990) û serhildana niha ya ereb şanî didin ku etnîsîte û ayînzayî guhêrbarîyeke demokratîk dixin zehmetîyê.

Di dijberîya îro de hêmanên etnîk, ayînzayî, herêmî û navneteweyî xwe zêde dikin. Îro hîn bêtir tê xuya kirin ku avahîyên etnîk-ayînzayî yên li Sûrîyeyê, cuda ji welatên yekxudayî wek Misir, Tûnis û beşekî Lîbyayê, serfirazîya tevgera têkoşer dixin zehmetîyê.

Rewşa di bûyera Sûrîyeyê de xuya dibe ew e ku gelek aktor, berîya hemûyan rejîma Beşar Esad bi xwe, ayînzayî kiribû mijar û ev yek demeke gelek dirêj berîya dîyarbûna etnîk û ayînzayîkirin bibe heyameke hevgir a tevgera têkoşîner. Bi dirûşma "wahid, wahid, wahid, Sûrîye wahid" (yek, yek, yek, Suriyeya yek) dijberan dîtina xwe li ser yekîtîya gel îfade dikir.

Beşar Esed hindikahîyan bi hatina Birayên Misilman ditirsîne

Beşar Esad hîn di her du axaftinên xwe yên li pêşîya Meclîsa Gel a bihara 2011ê de hewl dida ku xetera ayînzayî bike stratejîyeke giring a parastina civakî. Wî û medyayên wî yên ragihandinê herdem têgeha ayînzayî bi kar dianîn ku ji alîyekî ve tevgera têkoşîner reş bikin û ji alîyê din jî hindikahîyên etnîk û ayînzayî bi rejîmê ve girê bidin. Ji ber ku ayînzayî ûyd. bi nêrîna hindikahîyên sûriyeyî bi wê dîtinê ve girêdayî ye ku girsehejmara sunî dixwaze bibe desthilatdar û dewleteke îslamî ava bike. Ji ber ku komika herî xurt a sunî ya Birayên Misilman e, rejîm, hindikahîyan bi pîreboka dewleta îslamî ditirsîne. Encama vê yekê ew e ku komikên ne-misilman û heterodoks divê hebûneke binejêr (ne-misilman, an kafir) li welatê xwe bidomînin. Di rastîyê de jî hindikahîyên sûriyeyî xiristîyan, drûzî, îsmaîlî gelek kêm di tevgera têkoşer de beşdar dibin. Elewî, yanî komika ayînzayî ya Esad, li Sûrîyeyê û dervayê welat wek komika desthilatdar derbas dibe. Ger bi peyvên hîn berbiçav bê gotin, bijarteyên desthilatdar ji nav refên elewîyan e. Ev yek jî zelal e ku qebîleya Esad gelek kesên ji civata elewîyan di noqteyên girîng ên dewletê de bi cîh kirine. Gelek endamên girîng ên serbazên artêşa Sûrîyeyê, fermandarên rayedar ên muxabaratê ji nav refên hindikahîya elewîyan tên. Gelek kesên elewî bi payedarîyan ve bûne hevkarîyên gendel; kesên din jî rêyeke din a dervayê xizmeta rejîmê bikin, nedîtine. Ew windakirina desthilatdarîyê ne bi tenê wek xirabûna rewşa xwe ya şexsî û civakî dibînin. Herwiha tirsa gelek ji wan ji zordarîyên kujerane heye, eger malbata Esad desthilatdarîyê winda bike. Ev yek ne bi tenê ji bo elewîyan wisa ye, herwiha ji bo hindikahîya (3) xiristîyan û drûzan (4) jî wiha ye.

Ji ber vê sedema gelek girift, guhêz-barîya desthilatdarîyê li Sûrîyeyê vebijareke dervayê pirsê ye. Ji ber ku her cûreya guhêzbarîyê dikare rejîmê têxe xeterê û di encama dawîyê de tê maneya windakirina desthilatîya elewîyan. Di vê pevgirêkê de, kêlîyên psîkolojîk û bûyerên kujerî bi motivên etnîk wek li Bosna, Ruanda-Burundî, Darfur ûyd. di dema û piştî şerên hundirî de dibin xwedîmane. Dewleta Suriyeyê, di salên dûredirêj ên desthilatdarîya xanedana Esad de xwe ber bêmanetîyê ve veguhast. Komika rêveber a desthilatdar, piranî ji wan elewî ne, wan dewlet hilgirt nav destê xwe. Cuda ji rewşa Tûnis û Misirê, ew serdestê dewlet û muxaberata wê ne. Artêş artêşa wê ye û nikare di qonaxa derbasbar de wek li Tûnis û Misirê roleke erênî bilîze.

Lê di vê qonaxa heyî ya arîşedar û girift a şoreşa Sûrîyeyê de kurd bi rolekê radibin? Tê zanîn ku ji destpêka salên 1960ê şûn ve kurd hedefa cihêwazî û dorlêtengîyeke tund a partîya Baasê bûn. Gava Hafiz Esad di sala 1970yê de desthilatî xiste destê xwe, ev tedbîr tundtir kirin. Peyhatîyê wî Beşar Esad ev siyaset berdewam kir. Belkî jî mebesta qanûna hejmar 49 ew bû ku nasnameya kurdî ji bingehê ve ji hev bixîne. (5) Li gor vê qanûnê, li ser sînorên Tirkîye û Îraqê, kurdan mafê xwe yê xwedî malûmilkbûnê winda dikir.

Piştî fişara bi navê "Bihara Şamê" di salên 2001 û 2002yê de, bi tenê çalakvanên kurd di bîr û raya giştî de komikeke balkêş bûn. Di sala 2004ê de rejîmê li bajarê Qamişlo û li deverên din ên kurdan rikberîyeke tund û zordar şanî da. Lê dîsa jî, berxwedana li dijî siyaseta cihêwazîyê ya hikumeta Beşar Esad ranewestiya.

Parçebûna muxalefeta kurd cîyê herî qels (Pahnîya Aşîles) a muxalefeta kurd bû û hîn jî wisa ye. (6) Ku niha jî hebûna 20 partîyên kurd ên hema bêje bi armancên wekhev, ne bê sedem e. Ji alîyekî ve hikumet piştgirîya parçebûna jîyana siyasî li ba kurdan dikir û heman tişt hikumetê li ba nasirî û komunîstan jî dikir. Di jîyana siyasî ya kurdên Sûrîyeyê de faktoreke ne kêm gîrîng ya atomîzekirina muxalefeta siyasî jî, mudaxeleya partîyên mezin ên Kurdistana Îraqê û ya PKKê ye. Ev faktor meyla komikên kurd ên herêmî derdixe pêş ku xwe ji alîyê siyasî ve serbixwe bikin.

Tirsonekîya helwêsta partîyên kurdî

Gava di sibata 2011ê de tevgera berxwedana li Sûrîyeyê bi rêya xwepêşandanan bal kişand ser xwe, partîyên kurd jî, ji hêzên ereb ên siyasî ne cuda, ji berxwadana jixweber ve man ecêbmayî. Ne partîyên muxalif ên siyasî bûn ku di bin rêxistina gelemper a Daxuyanîya Şamê de berxwedan dimeşand, lê niştevanên deverên herêma -Horan, Idlib û kembera hawirdora Şamê a ji alîyê civakî ve marjînal bûn.

Rikeberîya deverên kurd ên navçeya Hesekîyê ji nişkê ve dest pê kir. Hema bêje li giş deverên kurdan, berîya hemûyan li bajarê Qamişloyê ku bi giranî kurd tê de niştecî ne, li pey hev xwepêşandanên dijber çêbûn û çêdibin. Herçiqas piranî partîyên kurd xwe wek muxalif bi nav dikin jî, bi tenê sê partî; Yekîtî, Azadî û Partîya Pêşerojê li gor daxwaza tevgera protestoyê ya Sûrîyeyê nasdar in. Parêzî û lihevhatina armancan, bi armancên Lijneya Kordînasyonê (lijne al-tansiq), ya xwe li hemû bajarên kurdan bi rêkxistin kiriye, li hev tên.

Rewşa partîyên kurd ji destpêka tevgera protestoyê ya Sûrîyeyê, hîn di serê mehên pêşî de gelek cudahî şanî dida. Hikumeta Sûrîyeyê ji alîyê xwe ve hewl dide ku kurdan ji hêla siyasî ve bê alî bihêle. Wisa dixuyê ku divê şidet bi tenê wek tanzîma dawî (ultima Ration) sînordar bi kar bê. Bi temamî ji stratejîya li dijî bajarên ereb ên protesto dikin, mîna ku di bûyera Humus, Idlib, Jisr al-Shugur, Daraa ûyd. gelek cûda hat şanî dan.

Dervayê vê jî, kurdên ku di sala 1964ê de bêsedem ji hemwelatîyê hatibûn derxistin, cardin bi paş ve hatin wergirtin daku ev rewş tansîyona herêmên kurdan kêm bike. Bi qanûneke serokomarî ya 7ê Nîsana 2011ê hemwelatîya kurdan bi rastî jî, hema bêje piştî 50 salên bê hemwelatîyê, cardin hat nas kirin. Encama bêdadîyê ji bo van kurdan gelek giran bû. Ev gav û pêşnîyaza Beşar Esad a ji bo bi delegasyoneke partîyên kurd re hev bibîne, xizmeta wê armancê dikir ku rê li ber berfirehbûna tevgera protestoyê bigire. Lê helwesta partîyên kurd, stratejîya aramîpêdana rejîma Sûriyeyê li alîyekî, zor newêrek bû û dernediket dervayê veguhastina rejîmê. Em dikarin helwesta partîyên kurd li ser du komikan dabeş bikin. Helwwesta piranîya partîyên kurd ên Sûriyeyê û ya Partîya Yekîtîya Demokrat-PYD:

Piranîya partîyên kurd

Piranîya partîyên ku nêzîkê her du partîyên mezin ên Îraqê ne, dûredirêj li ser veguhastina rejîmê spekulasyon kirin. Lê dema dijberî ber bi şêweyê şerê navxweyî bi pêş ve ket, ji bo wan partîyan jî guhertina rejîmê hew jêrevbar bû. Dîtinên van partîyan çi bûn û çi ne? Ji alîyekî ve ev partî bawer nakin ku partîyên muxalif ên sunî, berîya giştan jî Birayên Misilman, piştî guhertina rejîmê, çareserîya pirsa kurd li Sûriyeyê acîl bibînin. Ji xwe li ser vê pirsê jî, helwesteke wan a zelal tuneye. Ji nav refên van partîyan jî, daxwazên ji bo otonomî û federalî yên wek çareserîya pirsa kurd tên. Lê hêzên muxalif ên ereb di wê ramanê de ne ku divê çareserîya pirsa kurd, piştî hilweşîna vê rejîma heyî, bê dîtin. Ji alîyekî ev partî ji alîyê her du partîyên kurd ên li Îraqê desthilatdar in, Partîya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê tên hişyar kirin ku ew rêyeke navgîn bimeşînin, ji ber ku Hikumeta Kurd a Herêmî derfet nabîne ku kurdên Sûriyeyê biparêze, eger arîşeya bi hikumetê re ji rê derkeve. Piştî gelek demkujî û taktîkan partîyên kurd ên Sûriyeyê di dawîya meha mijdara 2011ê de Şêwirmendîya Netewî ya Kurdên Sûriyeyê damezirandin ku ew berjewendîyên wan ên derva biparêze. Belkî bi awarteya serokê Tevgera Pêşerojê Mişel Temo yê ku di sala 2011ê de hatibû kuştin, hemû partî spekulasyonê dikin ku arîşeya li Sûrîyeyê dikare dirêj bikişîne, ji ber wê yekê jî, ew pêwîstîya şanîdana helwesteke zelal nabînin. Ew behsa guhêzbarîya dewleta Baas a despot dikin, lê bêyî ku têgeha guhertina rejîmê bi kar bînin. Sekreterê Partîya Yekîtî ya Kurdistanî, Ismaîl Hamî di hevpeyvînekê de wiha digot: "Em, tevgera kurd, me heta niha eşkere daxwaza hilweşîna rejîmê nekir, bi tenê guhertina sîstemê xwast". Wî lê zêde dikir "…rejîm êdî rewa nîne". (7) Partîyên kurd dizanin ku daxwaza hilweşîna rejîmê tê maneya veqetandineke zelal ji rejîmê. Ev dikare bibe sedem ku herêma Kurdistanê ji şideta berfireh a rejîmê parastî nemîne. Wekî din 500 heta 1000 xebatkarên 20 partîyan dikarin şexsî jî bikevin bin çavdêrîyê.

Hêza duyem PYD

Hêza duyem PYD, partîyeke dirêjahîya PKKê ye ku gelek kêm serbixwe ye. Ew ji alîyê stratejî û siyasî ve girêdayê partîya eslî ye (partîya dayîk). Bi destpêkirina şoreşa ereb, PKK û bi wê re PYD û dirêjîya wê ya li Îranê PKK- PJAK xwe ji nû ve bi cîh kirin. Wiha dixuyê ku PKK, ji helwesta nû ya hikumeta tirk a AKPê ku piştgirîya serhildanên ereb dikir, motivekirî nêzîkî Îran û Sûriyeyê dibe. Bi vî awayî hewesa wî ya hilweşîna rejîma Beşar Esad tuneye. Bi hilweşîna wê dibe ku Birayên Misilman ên hevkarên hikumeta AKPê li Sûrîyeyê roleke girîng bi dest bixin. Tirkiye piştgirîya serhildana Sûrîyeyê dike, dikare bêtir bandor li Sûriyeyê bi dest bixe. Ji ber vê sedemê PKK, PYD û hemû kes û komikên din ên hevalbendên wan rola aktîv a Tirkîyeyê li Sûrîyeyê red dikin. Li gelek deverên kurdan, bi taybetî li herêmên Afrîn û Kobanê PYD desthilatdarîyê diceribîne. Agahdarî zêde dibin ku PYD muxalifên kurd dişopîne û cezayan dide wan. Hin nivîskarên ereb ên Sûrîyeyê bawer dikin ku PYD bi erkdarîya rejîmê tevdigere. Jixwe PYD valahîya desthilatîyê bi kar tîne ku di herêmên kurdan de cîyê xwe zeximtir bike. Dîtinên wê yên li ser çareserîya pirsa kurd hîn bêtir girtî ne. Serokê PYD di hevpeyvînekê de wiha dibêje:

"Me projeyek pêşkêş kir: `Otonomîya demokratîk´ (wiha!). Divê zelal be ku ev yek ne otonomî ye. Me hertişt beyan kirin, gavên pratîk raxistin ber çavan û dest pê kir ku vê projeyê bixin jîyanê (…) Em modelên klasîk ên wek federalîzm, konfederalîzm, xwe îdarekirin û otonomîyê red dikin. Armanca me damezirandina civakeke nû ya kurdan e, çêkirina mirovekî azad e…" (8)

Serokê PYD bi gelek zêde peyvan hestekanîya li ser çêkirina "mirovê nû" tîne ziman: "çima em li Sûriyeyê felsefe (wiha!) û îdolojîya Apo (Abdullah Öcalan) bi kar tînin, sedemeke wê heye: ew çareserîya herî baş ji bo pirsgirêkên kurd li Kurdistana Sûriyeyê pêşkêş dikin." (9)

Di bin bandora PYD de, belkî ji tirsa kiryarên PKK û PYD, partîyên kurdên Sûrîyeyê hewl nedan ku wek beşekî ji muxalifên Sûrîyeyê axaftinan bi hikumeta AKPê re bikin. Berîya hevdîtinan, PYD tevgera protestoyê ya li dijî rejîmê li herêmên kurdan wek peyayên Tirkiyeyê tawanbar kir. (10) Hevdîtinên bi hikumeta AKPê re (11), dê li herêmên kurdan bibûya sedema kiryarên şidetê li dijî serokên partîyên kurd. Partîyên kurd ên Sûrîyeyê nikarin li dijî hêza PKKê derkevin. Partîyên kurdan derfeta ketina pêwendîya aktoreke ji yên herî hêzdar a herêmî ya Rojhilatê Navîn, ji dest da.

Zelal e ku rejîma Beşar Esad ji ber sedema zordarîya li dijî gelê sîvîl, rewatîya xwe li Sûrîyeyê, li cîhana ereb û serzemînê navnetewî sedîsed winda kiriye. Dibe ku rejîm nikaribe ji bin vê krîzê derkeve. Di arîşeya kurd de pirs ji bo çareserîya pirsgirêkê li ser pêşnûmaya rejîmê ye ku ka ew bi kîjan berfirehiyê dikare pêşkêş bike. Bi paşvedana hemwelatîyê herçiqas gavekî ber bi rastîyê ve be jî, têr nake. Zerarên kesên di sala 1964ê de ji hemwelatîyê hatine derxistin, divê li gor pîvanên dadmendîya navneteweyî bên telafî kirin. Erebkirina navçeyên kurdnişîn ên di nîvê salên 1960ê de plan bûne û piştî hatina serhikum a Hafiz Esad pêk hatine, divê bi paş ve bên wergirtin. Ew bi rewişt(ehlaq, karakter) û hebûna xwe ve tevdîrên gelek nijadperest bûn. Ew bi hemû pîvanên mafên mirovan re rikeber in. Kurd li benda naskirina nasnameya etnîk û muxtarîyeta xwe ne, ev daxwaza hemû partîyên kurdan e. Zagona bingehîn a di dawîya sibatê de xistibûn dengdarîyê şanî dide ku rejîma Beşar Esad li hember kurdan hîn li ser helwesta kevin bi israr e. Bi vî awayî, gelê Sûrîyeyê di pêşekîya zagona bingehîn a nû de dibe "parçeyekî neveqetbar ê neteweya ereb". (12)

Damezirandina partîyên li ser bingeha etnîk jî di benda 8 de neqanûnî hatiye beyan kirin. Li gor nêrîna kurdan ev bend vekirî binpêkirina mafên wan e, ji ber ku li gor zagona bingehîn divê bi tenê partîyên ereb ên neteweperest bên damezirandin. Kurd bi eşkereyî ji meydana siyasî tên qewitandin.

Kurd nikarin daxwazên xwe bi cih bînin, muxalefeta ereb daxwazên kurdan qebûl nake, PYD jî rewşê xirabtir dike

Rastîya ku muxalefet jî daxwazên partîyên siyasî yên kurdan nake yên xwe, dikare sedemek xwe paşvegirtin û helwesta wan a pasîv be. muxalifên ereb etnîzekirina siyaseta kurdan rexne dikin. Borazana sereke ya rexnegirên (13) ereb dibêje ku divê kurd wek erka yekem a şoreşa Sûrîyeyê hilweşandina rejîma Sûrîyeyê bibînin. Ev rexne neheq nîne, bi taybetî tesîra derdiçe ew e ku kurd piştgirîya armanca muxalefeta ereb a guhertina rejîmê nakin. Helwesta muxalefeta kurd bi hin şêweyên xwe, wek helwesta Rêxistina Kordînasyona Neteweyî ya Sûrî ye (Haiy’at al-Tansiq al-Watani al-Suri) ku ev dikare wek muxalefeteke "sadiq" bê tesnîf kirin. Her mudaxaleyeke biyanî red dike û spekulasyona veguhastina sîstemê dike. Beşekî mezin ê çalakvanên vê rêxistinê dîtinên panerebî yên tund diparêzin. (14) Partîyên kurd ji hesabeke din didin ser rê. Sûrîye beramber veguhastineke bingehîn e. Eger rejîma niha bê hilweşandin, pirs ji nû ve avasazîya dewleta Sûrîyeyê ye. Ev ji guhertina rejîmê zêdetir e. Wek komika etnîk a duyem hêzdar, ew dixwazin di nav çarçoveya avakirina-netewe de pozîsyoneke xurt di dewleta nû ya Sûrîyeyê de bi dest bixin. Wisa dixuyê ku modela kurdên Îraqê mînaka wan e. Lê partîyên kurd ên Sûrîyeyê rewşê baş nanirxînin ku kurdên Îraqê, li hember gelek têkçûnan, dîsa jî cîyekî desthilatdar di jîyana siyasî ya Îraqê de wergirtibûn. Ji vê wêdetir komikên wan ên gerîla yên xurt hebûn. Piştî avakirina herêma parastî 1991, navnetewî jî hatin nas kirin. Hemû ev merc li ba kurdên Sûrîyeyê tunene. Wekî din divê ew bi partîya kurd PKKê ku bi şaxê xwe PYD ve derbarê çareserîya pirsa kurd bi temamî xwedîdîtinên gelek cuda ye, serî derkevin. Ji komîteyên kordînasyonê yên jixweber ên li hemû deverên kurdan derketine holê jî ditirsin ku ew dikarin zêde desthilatiyê bixin destê xwe. Pirsgirêka kurdên Sûrîyeyê di wê yekê de ye ku ew, cihêwaz ji kurdên Îraqê berîya hilweşîna Sedam Huseyn, nikarin armancên lihevhêner ron bikin. Kesên ku dixwazin di lijneya neteweyî ya Sûrîyeyê de kurdan temsîl bikin jî, xwedî rewayîya fermî ya nûnerîyên kurd nînin. Di dîroka Rojhilatê Navîn de mirov mînakên bi vî awayî wek li ba kurdên Sûrîyeyê nabîne ku di veguhestina mezin a Rojhilatê Navîn de nizanin çi bikin û stratejîyeke wan a çalakîyê tuneye. Dawîya arîşeyê ne dîyar e. Dervayê awarteyê Îraq û Lubnana di bin desthilata Hîzbûlahê de, hemû aktorên rojhilatê ereb piştgirîya guhertina rejîma li Sûrîyeyê dikin. Muhalefeta Sûrîyeyê jî derizîye. Wisa dixuyê ku Lijneya Neteweyî ya Sûrîyeyê stratejîya guhertina rejîmê dişopîne. Rêxistina Kordînasyona Neteweyî, ji ber ku radîkal erebî-neteweperest e, dikare qîma xwe bi lihevhatinekê jî bîne. Her du komik jî dixwazin gengeşîya li ser pirsa kurd bi paş ve bixînin. Kurd bi xwe jî çareserîyan berdidin meydanê (mînak: otonomîya herêmî û federalîzm) ji ber ku nikarin bixin jîyanê. Ew dê li Sûrîyeyê hêzeke muxalif jî nebînin ku zêdetirî naskirina mafên çandî bipejirînin. PYD rewşê hîn dijwartir dike, eger ew bi tenê ber bi Tirkîyeyê ve çalakîyan bike jî, bi peyv û di rastîyê de her çareserîya derbarê pirsa kurd li Sûrîyeyê asteng bike. Zagona Bingehîn a nû ya Sûrîyeyê şanî dide ku ger kurdên Sûrîyeyê bawerîya xwe bidin ser Beşar Esad, ew dê şertanê li ser hespê şaş bigirin.

Çavkanî

Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm:
Li Zanîngeha Erfurtê rêveberê Ûnîteya Lêkolînên Kurdî ya Mustafa Barzanî.

  1. b. Kurdwatch, nûçeyên 2011ê, www.kurdwatch.org.
  2. b. Iliya F. Harik: The Ethnic Revolution and Political Integration in the Middle East(şoreşa etnîk û întegra- syona siyasî li Rojhilatê Navîn). In: International Journal of Middle East Studies, Vol. 3, No.3, Jul. 1972, S. 303-323
  3. b. Zur positiven Haltung des christlichen Klerus zum Regime Baschar al-Assad(Li ser helwesta erênî ya dîndarên xiristîyan derbarê rejîma Beşar Esad), Der Spiegel 48/2011
  4. Di dawîya Sibata 2012ê de serokê texmînî 700.000 Drûzên Sûriyeyê Hamud al-Hannawi got ku drûz bêtir lihevhatinê dixwazin, ne hilweşandina rejîmê, ji ber ku ew ji şerekî ayînzayî ditirsin, b. www.elaph.com, ji 27.02.2012
  5. b. kurdwatch: Dekret 49 – Enteignung der kurdischen Bevölkerung? (Bê malû milk kirina gelê kurd) Berlin: kurdwatch, Tirmeh 2010
  6. b. Li ser dîroka partîyên kurd li Sûriyeyê: kî muxalifeta kurdên Sûriyeyê ye? Pêşveçûna partîyên kurd 1956- 2011, www.kurdwatch.org
  7. Kurdwatch, www.kurdwatch.org, Nûçeyên 2011ê
  8. Kurdwatch, hevpeyvîn bi Salih Muslim Muhammad re, www.kurdwatch.org, Nûçeyên 2011ê
  9. Heman çavkanî
  10. Heman çavkanî
  11. Derbarê amadebûna wezîrê karên derva yê Tirkiyeyê Davutoglu agahdarîyên esayî hene ku ew bi şandeyeke partîyên kurd ên Sûriyeyê hevdîtinên lêgerînane pêk bîne. Ev yek ji sedema helwesta tirsnak a wan partîyan pêk nehatiye. Axaftinên bi Anonymus re, Berlin Çile 2012
  12. Hiquqnas û siyasetmedarê kurd Ismet Ghubarî, bi xwe hiquqnasekî navdar bû, endamê Lijneya Amadeka- rîya Pêşnûmaya Zagona Bingehîn bû ya ku ji alîyê Beşar Esad ve hatibû danîn. Li gor gotinên wî, pêşnî- yaza wî ya xweserîya kurdan di zagonê de bê nivîsan- din, bi tundî hatiye red kirin, b. Haidar Umar: qira’a sari’a fi mashru’ dustur al-jumhuriya al-arabiya al- suriya (Nêrîneke zû li ser pêşnûmaya zagona bingehîn a komara ereb a Sûriyeyê), www.efrin.net, ji 25-2.2012
  13. b. Ghassan Muflih: al-Hiwar ma’a ba’dhana hawla al-thawra al-suriya (Gengeşîya di navbera me de li ser şoreşa Sûriyeyê), www.elaph.com, ji 14.02.2012
  14. Michel Kilo, Haitham Manna’ Hasan Abd al-‚Azim, Samir Aita ûyd

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal