Herdû Marakeş

Kerwanserayên kêfûxweşîyê, kevîtaxên kavil û şerpezekirî
Translator

Referandûma 1ê tîrmeha dawî ya der barê Destûrnameya marokî de bi kêrî qral Mohammed VI hat ji bo ku, qet nebe, karibe xwe weke ku bi demokratîkbûnê re mijûl dibe nîşan bide. Lê belê qedera Marakeş, bajarê ku jet-sosyeteya parîsî ew veguherandiye "Saint-Tropezeke nû" û ji rûniştevanên xwe yên alelade hatiye xalîkirin, bi awayekî pir beloq bêedaletî û newekheviyên ku civakê dikojin radixe pêş çavan.

Bi masafeyeke panzde kilometreyî ji başûrê Marakeşê, Tameslohte ji manzarayeke hişk û zuha vediqete. Wek hemû gund û bajarên der û dora paytexta turîzmê ya Fasê, van demên dawîn di nav deh salan de pêşveçûneke gelek bi lez pêk hatîye. Nufûsa gel çi bigire sê qat zêde bû, li hemû derên ku avahîyen nû lê tên dirûstkirin, li her alî, rengê cûn yê betona teze diyar e: "Berê tenê çend aşên zeytê û atolyên rîsên tekstîlê hebûn." Tameslohte tenê gundekî ziraatê bû, ev dem baş tên bîra Ahmed, ku îro bi karê tenduristîyê bilî dibe. "Îro li gundê me, dermanxaneyek, gelek dikan, goştfiroş û çend qahwexane hene."

Gelek kesên ku li vir bi cîh bûne, ji bo ku li Marakeşê karekî peyda bikin hatine. Piranîyên wan ji gundên başûr tên û her weha ji bajarên bakur wek Fes û Meknes û hemû li otêlan an jî di karê avahîyan de dixebitin. Koçberîya kesên feqîr û bicîhkirina wan, ev heremên deştî kirin bajar. "Îro, Marakeş weke bajarekî ewrûpî ye," dibêje Marwan, ew bixwe li qahwexaneyeke di devê bajêr de, bajarê Tameslohtê kar dike. "Hemû tişt gelek buha bûn. Berê ez li bajarê Medinayê rûdiniştim, ez mecbûr mam hatim vê derê ji ber ku tu qaweta min ya dayina kirê nemabû. Li Tameslohtê kirêya xanîyan ji %30 ji merkeza bajêr erzantire."

Ev sîteya ji bo razana karkeran hatîye avakirin û tenê xeteke otobosê ku ji alî şîrketeke îspanyolî ve tê xebitandin di wir re derbas dibe û sîteyê bi merkeza paytexta herêmî ve girê dide. Zarok, ku her roj ji bo biçin dibistanê, xwendevanên kolej û lîseyê vê rêyê bi kar tînin û bi vî awayî haya wan ji jîyana li qeraxa bajêr çêdibe û pê heşir-neşir dibin, her weha dê û bavên wan jî, bi vî awayî bi halê xwe dihesin.

Di navbera Marakeş û Tameslohtê de, li ser bi dehan kilometre cî, şantîye her berdewam in. Vinç û operator li wir cîhên ji bo tûrizmê amade dikin. Li seranserê rê, reklam gazî muşterîya dikin. Li her derê, maketên ku xanîyên musteqîl dê bên avakirin şanî didin. Her der bi panoyên reklamên ji bo sîteyên avahîyên nû xemilîne. "Warê Royal Palm Marakeş" dê heta dawîya salê vîlayên di destê xwe de amade bike. Li gor broşura reklamê; ev war, li ser du prensîban hatîye damezirandin; ew jî ev in: "sîstemeke ekolojîk û zarafeta huner û zanîna jîyanê". Di vî warî de çi hene? Berî her tiştî li dora meydana golfê û li ser 230 hektar ku dor û dera wî ji alî dîwarekî sê metre bilind û bi şîşan hawirdor hatîye avakirin, di merkeza wî de oteleke luks peyda dibe û ji alî kamera û ekîbên dewrîyeyan ve tên parastin. Ji bo kesên ku îmkanên wan tuneye û nikarin vê kêfxweşîya warê vilayên Royal pêşnîyazî xwe bikin, dikarin li gor îmkanên xwe yên mutewazî di reklamên rojnameyên Fasê an jî li ser afîşên reklamên metroyên Parîsê, xanîyên mutewazî peyda bikin. Ev proje, ya avahîyên dor û dera Marakeşê, jîyanê dide banlîyoyeke tûrîstîk û îmkanan ji bo tatilzadeyan û kesên ku dixwazin xanîyên duwem yên ji bo isterehetê bikirin peyda dike. Ewrûpî ku li Fasê bi cîh dibin, li merkeza bajar an jî nêzî merkezê bi cîh dibin, karkerên fasî jî ji mecbûrî koçber dibin. Sektora şahîyê di vî warî de, cûdatî û neheqîyan di navbera gel de peyda dike. Sebebên vê jî, ji alîkî ve newekhevîyên di navbeyna gel de, yê din jî hatina kesên ji dervayî welat. Tahtilên di otêlên luks de û malîkxaneyên şahane, ji bo kesên show-biz, siyasetmedar û karmendên fransî dibe cîhekî bilind yê kêfê ji bo oligarkên fransî. Di hezîrana 2007ê de, Bernard- Henri Levy û Arielle Dombasle, ji Alain Delon û Mireille Darc, malikxaneya Zahiya kirîn. Di oktobera 2001 de, çend metre wirdetir ji şato ya melîk ya nû û otela luks Mamounia, Madam Anne Sinclair û Dominique Strauss-Kahn jî, Riyadek luks kirîn. (1) Ev mînak tenê bi serê xwe şanî dide ku civatên bilind çawa zû fêrî hev dibin û tên ba hev û dibin endamên yek Civata Bilind.

Cazîbeyên şerqî bi saeta Parîsê di sisêyê sibê de

Di dema tatilên Noelê de, bajar, bi temamî dibe cihê civîna biyanîyên zengîn: Brice Hortefeux et Hervê Morin, herdû jî li otelekê bi cîh bûn, li gor rojnama L'Express çileya 2011an. Nêzî van herdû wezîrên kevn (Thierry de Beaucé, Alain Carignon, Dominique Bussereau), wekilên Partîya li ser hukum UMP. (Ollivier Dassault), Wekîlên partîya Sosyalîst (Jerome Cahuzac û Jean- Christophe Cambadelis). Partiya merkezê; (François Sauvadet), ekolojist; (Jean-Vincent Placê.) Her weha, Bernard- Henri Levy, Pierre Bergé, Liliane Bettencourt û Albert Frère jî xwedî mal in. Di vî bajarî de, mirov dikare di eynî wextê de, rastî Jean Sarkozy, Yannick Noah, Alexandre Bompard, Jean-Renê Fourtou, Dominique Desseigne, Jean-Pierre Elkabbach, Guillaume Durand were. (2)

Di "bajarê sor" de, navê wî yê Marakeş yê duwem ku ji rengê dîwarên wî yê reng zersoreyî tê, "pratika kollektivist" (3) ya çîna serdest rengek taybetî digire. Nivîskar û weşanger, Jean Paul Enthoven, tatila xwe ya li mala hevalê xwe BHL derbaskiribû weha taswîr dikir: Di nav vê qesrê de, min derhal xwe wek li mala xwe hîs kir, min didît çawa roj di navbera derîyan û lavlavokan re dişemitî. Masor û dengbêjên wan dizanîn çawa me kêfxweş bikin û me rehet bikin. Konser, pirtûk, şîranîyên şerqî û vexwarinên xweş û bi tahm her dayim amadebûn, dema dilê me dixwest.

Li her der, ahîze û çirayên neqişkirî, cam û sûşeyên tirk û iranî û lembeyên renga reng bi zewqên şahane û mîrane çav diqerimandin û hewakî efsûnî belav dikirin. (4)

"Marakeş herdayim wek bajarê xewnê bû ji bo ewrûpîyan. Evder hem Afrîka bû, hem jî Rojhelata esrarengîz û bi sir" dibêje Elie Mouyal, mîmarê malên Dominique Strauss Khan û milyarderê belçîkî Albert Frere. Îro, tenê sê saet ji Parîsê, ev bajar hîna jî cazîbeya xwe ya şerqî şanî dide - dinyayek bi hisîyet, hesasîyet a erotîzma nivîskar û romannivîsên sedsala 19 û 20an, ku wê demê bi imajinera dagerkirîya leşkerî ve dibû yek û ew temam dikir.

Ev manzereya mîtîk û cografîya efsûnî ji çîna serdest re dibû sahneyeke hedonîsmê, yanî felsefeya nêrîna dinyayê li ser fikrên jîyana di nav zewq û şahîyê de. Ji rastîya rojane dûrketî, ji alî civakî ve ji xebatên afirandinên azad ev "kerîyên kosmopolit di nav jiyaneke vala û bê ked û afirandin de diçêrin" (5) û hemû îşaretên "çîna zewq û kêfê" şanî didin. Ev jî fikrê sosyologê amerîkî Thorstein Veblen e. Li cem van şexsan, "hisîyetên bê hurmet ya ji bo karên afirandinê" û "rehetîya îmkanên bi destxistina peran û bi vê şêweyê berdewamîya jiyana kêf û zewqê, van kesan dike nav kategorîya kesên ku wext tenê ji bo tiştên bê afirandin derbas dikin". (6)

Palmare, ku li dervayî merkeza kevn ya bajêr e û di bin hukmê dinastîya Almoravid de, di sedsalên 11 û 12ê de, maye, îro pêşketinên gelek balkêş li dar dixe. Ev herêm îro şexsîyetên bi nav û deng, prensên welatên golfê, sportifên fûtbolê wek Zinedine Zidane û David Beckham û herweha manken Naomî Campbell bi mêvan dike û bi cîh dike. Li seranserê dirêjîya rê, mirov dikare qesr û vilayên luks û şahane temaşe bike. Bi vê mezinbûn û giranbihayîya xwe, ev şato bi van halên xwe, yên gelek bi idia, carna mirov dikare bifikire ku ji bo qaîd û pereyan ev herêm çêbûne? (7) Bi gera xwe û çûn û hatinên xwe li ser van dîyarên der û dorê, van ahalîyên nû bi awayekî eşkere diyar dikin ku ew endamên civatek elît, xwedî jiyaneke di nav sefayê de ne. Li pêşiya malên wan seyare û erebeyên wan ên Porche, kesên spora bazdanê dikin, kesên bi golfê dileyizin û li gel wan jî hêştirên ku derbas dibin, tam manzereya Californiayê tîne bîra mirov.

Adetên arîstokrasîya Marakeşî ji destpêka salên protektora (di bin parastina) fransî de dest pê dike. Avakirina bajarê Mamounia di sala 1921ê de, destpêka pisporîya vî bajarî di warê tûrîzma luks de tê qebûlkirin, li gel ku berpirsiyarên kolonial dixwestin milet ber bi bajarê sayfîye yên li ber derya yê ve bişînîn; her wekî Kasablanka, Rabat, Agadîr. Li van deran hemû kompleksên tûrîzmê bi rêk û pêk in. Hubert Lyautey, generalê yekem ji arteşa Fransî bû, biryar da ku Marakeş bibe cîhê elita kolinial. (8)

Civata bûrjuwa, ku îro li gor rîtma her demsalê li her alîyên dunyayê cîh diguherin, "bajarê sor" weke cîhekî favorit yê ser rê hesab dikin. Herêmên zivistanî ku rêyên wan bi karakterê dûzkoşe û rêzanê hatine avakirin li ser fikrê mîmarîya avahîyên "sahfîye" yê dema Imparatorîya duwem de hatîye avakirin. Herweha mina bajarên fransî: Cannes û Deauville, zivistan li der û dora gazinoyê, li dora tiyatroyê, li dora hotelên luks û baxçeyên tijî gul û kulîlk derbas dibe.

Ev fikir, bi serxwebûna Fasê re, di sala 1956 de, ji holê ranebû tam zidê wê her berdewame û bûye politikaya dewleta Fasê û şîrketên şexsî. Hotelên di kategorîyên bilind de ji pêwistîyê jî zêdetir in, Hotelên 4-5 strêrkî ji nîvê hejmara hotêlan zêdetir in. (9) Hotel-Restoranta yekem ya Grûba Lucien Barierre ku li dervayî Fransa cara yekem li Marakeş vebû, ev ne bê mahne ye û mezinbûn û qiymeta Marakeş şanî dide. Hotela, Hotel &Ryads Naoura Barierre di nav merkeza xwe de cîh dide restoranta meşhûr ya bi nav û deng "Fouquet's" ku "atmosfereke luks ferah û yekane ya li ser Champs Elyssées" diyarî mêvanên xwe dike û zarafeta nazikî û nazdarî û delalîya Parîsê pêşkêş dike. Li ser sîteya internetê ya hotelê mirov dikare bi vî awayî bixwîne.

Berpirsîyarê Fasî, di vî warî de bi ser ketin, kesên nas dawet kirin, li bajar bi cîh kirin bi vî awayî firotinên xanîyan zêdekirin û li gor bajarên din yên li qiraxa Derya Spi, cihê Marakeşê xurt kirin; Çend inisiyatifên balkêş wek, di sala 2001ê de, Festîvala Navneteweyî ya Marakeş, ku her sal şexsîyetên bi nav û deng di Jury de cîh digrin û bi vî awayî bajar dikirin rêgeh û istasyoneke modayê.

Encama vî îşî: Çûn û hatina vî bajarî di nav deh salan de hema çi bigre du qat bû. Di sala 2001ê de, ji milyonek zîyaretvan derbasî milyonek û heşt sed hezarî bûn, di sala 2010ê de. Otelên ku di sala 1973yê de hejmara wan bist û pênc bû, îro hejmara wan gihaştîye sed û pêncî û diduyan. Birêz Hamid Bentahar, serokê meclisa herêmê ji bo tûrîzmê dibêje ku ev bajar, ji sedî sîyê kapasîteya turîzma welêt dide ser milê xwe. Guhertina sîstema aborî ya Fasê ya ber bi Sîstema Bazara Serbest ya kirîn û firotinên azad, di warê tûrîzmê de pêşketinên girîng li dar xistin û tewecuha navnetewî heq kirin. Vî tiştî fersend da Qralîyetê ku konferansa weziran li dar xe û ev konferans paşê, di sala 1995ê de, bi navê (OMS-Organisation Mondial du Commerce) bû Rêxistina Navnetewî ya Bazirganîyê.

Di yek wextê de ku tûrîzm pêjde diçû, civandina "şexsîyetên delal" li vê herêmê fersend da naskirin û pêşketina bazar û sermayeya hunerî. Wek ku dibêje jeografê îngilîz David Harvey: Qiymeta ticarî ya alavên hunerî di bêhempabûna wan de ye. (10) Dê tûrîzm bi serê xwe tu qiymeta wî tune ba, ger li her cîhekî tiştek taybetmendî peyda nebûya, ger xusûsîyetên karakerîstîk û balkêş tunebana, dê tu car bal û meraqa tûrîstan nekişanda. Ji ber ku li gelek cîyan standardizasyona tûrîzmê; wek avahîyên wek hev, zencîre-otêl, restorant, bazarên kincên hazir, tu taybetmendîyê ji turîzmê re nahêlin.

Ji bo ku mirov bikaribe ji vê çembera yek adetî derê, pêwist e "hunermendîya qezencê" bê avakirin, pêwist e ku bazara malzemeyên herêmî bê vekirin. Di rewşa Marakeşê de, kesên alaqadar, malzemeyên xwezayî û herêmî bi cîh kirin û qîymetên wan yên esasî berpêş kirin. Wek mînak: Stasyonên nû li çola Seherayê û li qontara çîyayê Atlasê hatin avakirin. Hêjayîyên dîrokî wek Medina-bajarê kevn û Meydana Jemaa- El-Fna ku wek hêjayîyên nemir ên insanîyetê ji alî UNESCO ve tên qebul kirin, bi şêweyeke li gor nirxên xwe yên tarîxî û tabii. (11) û herweha di nava vê xebatê de stûnên zêrîn jî hatin tamîrkirin. Hinek ji rojnameyên skandalan, ji rexneyên xwe dereng neman; û gotin: "Ev bajar, ne mecbûr bû Saint-Tropeza(bajarê li başûrê Fransa) Fasê ava bike". (12)

Ev "hunera qezenca oligarşîk", li gor rojnameyên Gstaad (Swissre) û Courcheval (Fransa), ji çîna bûrjuwa mezin kes anîn vê derê û carna jî, tarîxa wan a bi şexsiyet û mêvanên bi nav û deng yên berê tevlî hev dibe, wek li gor M. Mouyal "Winston Churchill di salên 1940ê de, di salên 1970yê de Yves Saint Laurent û Rolling Stones ku li van deran moda dest pê kirin". Çîroka bajarbûna vê herêmê bi saya van "mirovên mezin" ji arîstokrasîya nû û hemdem re bû sebeb ku xwe bi xwe, xwe wek mîrasvanên van şexsîyetan şanî dunyayê bidin. Nigekî mirov li Marakeşê be, li gor van mirovan, wek ku para mirov di vê sermaya mîrasê de hebe û xwe li ser yek xetê bibîne.

Çapemanîya aborî, ji bo çîna navîn ya bilind, ku wusa dizane ku mirov bi rehetî dikare bibe arîstokrat, dûr û dirêj behsa van tiştan dike. Di sala 1998ê de programeke televizyonê ya magasînê bi navê "Capital" li ser kanala M6 weşanê dike, beşek taybetî ji bo Ryad û Medîna amade dike; bi vê babetê reklama jîyana ewrûpîyê ku li wê dere seray û qesrên bi qîmeteke gelek bê mahne stendine dike û pesnê wan dide. Vê weşanê sukseyeke mezin çêkir û hejmarek mezin yê muşteriyan bazdan wê derê û bi vî hawayî Medînayê guhertinên mezin çêkir.

Ber salên 60ê ve hejmara şênîyan gelek kêm bibû, ji ber ku elîtan ji wir bar kiribûn çûbûn taxa Gueliz ku berê avahîyên kolonîyan bûn, Medîna bibû cîhê pîremêr û pîrejinan, senetkar û gundî ku hatibûn bajêr bi hêvîya ku kar peyda bikin, lê tu kar tunebû, bûrjuwazî feqîr ketibû. Ji ber vê sebebê dilê tarîxî yê bajêr hêdî hêdî qîmeta xwe ya navendî winda dikir. Meslekên serbest, hêdî hêdî van kuçeyên teng, tarî û xwar û maro terk dikirin, her weha konsolosxana Fransî jî li gel wan.

Jiyana bi liv û tevger a bajêr di deh salan de du qat zêde bû

Ber bi dawîya salên 1990ê, Medîna dibe bajarek ku li ser ax û zevî û ersayên wî ewrûpî spekulasyonan çêdikin. Lîstikên li ser qîmetên xanîyan dibe sebebê ku gelê fasê mecbûr dimînin û koçberî derve dikin. Li gor Ingrid Ernst, ku li Unîversîteya Parîsê ya 10an doçent e û pisporê jîyana şaredarî û ji nûve amadekirina Medînayê ye: "Bi taybetî kirêcîyên ku di xanîyên biçûk de dimînin, halê wan xirab in, ji ber ku xanî tên firotin, ev jî dibe sebeba bilindbûna kirê."

Ji ber spekulasyonên van salên paşîn buhayê xanîyan teqîyan, wek mînak, "xanîyek bi mezinbûna xwe wasat, di salên 2003-2004ê de, li gel tamîra xwe, buhayê wî 80 000 ewro bû, di sala 2006ê de, eynî avahî buhayê wî firîya 200 000 ewroyan." Ev jî tecrûbeya Valérie Bradat e ku xwedîya ajansa ticareta avahîya ne. Ew bi xwe deh sal e li Marakeş bi cîh bûye.

"Hêdî hêdî cografya sosyal ya Medînayê xwe ji hevdû cûda kirin, li dor û dera navenda bajêr, ji % 50yê zêdetir ewrûpî ne. Iro ferqîyeta di navbera civata ku bûye bûrjûwa û kesên ku roj bi roj feqîrtir dibin, roj bi roj mezintir dibe.(13) Getoya kevn ya yahûdîyan, taxa Mellah ji sala 1970yê û vir de, kesên bê pere û feqîr ên ji gund û ji bajarên din civandîye. Li vir kuçe teng û zirav in û ji xwelîyê pêk tên, avahîyên wan jî bi temamî xerab bûne. Ev tax her weha bûye cîhê fihûşa herî mezin û nifûsek gelek zêde li vir civîyaye, hejarî û feqîrî bê hed e. Nifûsa wê sê qat ji taxên din zêdetir e. Ji sedî 70 ji malbatan, mehê ji 1 000 dirhaman (90 ewro) kêmtir qezenc dikin". (14)

"Fonksîyonên sîstema Medînayê, hêdî hêdî ji hev dikeve. Li paş derîyê El Khemis, taxên Sidî Ghalem û Hart es Sûra gelek atolyeyên xeradan, hesinkaran û qaynaxçîyan hene. Di sûka El Khemis de, ne papûç ne jî xerdewat tiştek nemane: Tenê karkerên avahîyan tên li çîmento û planchan digerin û bêkarên ku terîşkên qumaşan li hev dixin. Meydana Jemaa El Fna bi karakterên xwe yên kontrast a li hember bajarê berî kolonialîyê, mekaneke ji bo tûrîzmê ye."

Xanima Baradat berdewam dike û dibêje; "Îro herkes dixwaze bi erebe vegere heta mala xwe; dixwazin kuçe û rê hîn paktir bin". Xebatên şarezayî yên nû dest pê kirine herwekî kevirkirin û asfaltkirina rêyan û paqijkirina sîstema avê. Li seranserî vê taxê dikanên "Kyrielle" û dikanên ji bo tûrîstan "souvenir", cîhê firinan, nanpêjan, hemaman û etaran girtine, ev jî dengeya jîyana civakî ser û binê hev dike. Firotina hinek kuçan ku şexs dikirin, nahêle kuçe bi rêyên esasî ve bên girêdan û bi vî awayî carna şexsek hemû kolanekê bi serê xwe dikire û dibe xwedîyê hemû malan. Ev jî derdekî mezin ji nû ve belavkirina avahîyan re derdixe. "Hinek ewrûpî dixwazin li jora xanîyên xwe, li ser banî, hawûzan çêkin, ev jî li hember qanûn û ededên şaredarî û edebên mehelî ne, cîran gelek caran ji van edetên nedîtî aciz in, ji ber ku jîyana hûndurî ya mehrem jî, tevlî hev dibe. Cîran ji nêrînên eşkere û bi meraq nerehet dibin." Ev jî bawerîyên Sdî Mûyal in. "Em li malên xwe dîwarekî radikin ji bo ku mitbaxê mezin bikin, lê ew jakûzîyên xwe dibin ser banê."

Gelek ji milkdarên nû xanîyên xwe wek otêl bikartînin û heftane bi kirê didin tûrîstan. Îro nêzî pênc sed malên bi vî şêweyî li Medina yê peyda dibin. Maurice de l'Arbre ku bi eslê xwe ji Monacoyê ye, Ryada xwe ya yekem cara ewil pênc şeş sal berê stend, paşî jî çend malên din stend, hemû bi hev re kir malek mezin û bi kirê dide tûrîstan. Peyder pey ev camêr hema çi bigre hemû tax stend. Bazara vî karî xweş dimeşe, ji ber ku erzan e, buhayê kiriya di nava qesrekî de, buhayê Hotel Etap derbas nake. Dekorasyona şerqî aramîyekê ava dike, muşterî pê kêfxweş in, fisqîye û darên porteqalan di baxçe de, herweha ji bo çalakîyên sporê, makineyên nûtop û birqandî ji bo enerjîya mişterîyan amade ne. Her tişt hazir e ku "Pierre Lotî"yên nû, yên hefteyî ji halê xwe razî bin. Birêz l'Arbre, ku mîna keslanekî li ser dîwana xwe dirêjketî ye, li ser banê Ryada xwe û bawer e ku ev fikir di nav civata Fasî de baş tê qebûlkirin û têkilîyên civakî xurt dike.

Birêz Hessen Korapî, ku bixwe weznedarê Konfederasyona Demokratik ya Karkeran e, (CDT) bawerîyên wî cuda ne, "ji % 90 ê karkeran di vê sektorê de bi maaşê herî kêm dixebitin, yanî mehê 2 200 dirhem (190 Ewro), bi serde jî mirov nizane çend saet û di nav çi mercan de kar dikin". Karên wan gelek caran reş e û ev rewş li otêlên mezin çêtir nîne. "Karmend gelek caran qanûnên kar bi kar naynin û naxwazin ku sendîka nêzî van kesan bibin. Di sala 2007 de, me beşek xwe li Club Med-Marakeş bi cîh kir, mehek bi şûnde hemû endamên me sirgûnî Senegal, Misir û heta Tétouan, ku ji vir şeş sed kilometre dûr e, kirin!"

"Li Marakeş amadekirina mîtîngan gelek zahmet e, ji ber ku bajar vitrîna Fasê tê qebûlkirin". Endustrîya tûrîzmê aramîyê dixwaze. Hilweşandina bazara tûrîzmê piştî şorêşên Tunis û Misrê vê yekê baş diyar dikin. Bo hemûyan aramî û ewlekarîya bajêr ji hemû tiştên din girîngtir e.

Li bajarekî, ku ji sisêya yek nufûsa wê ji vê sektorê kêm hindik nan dixwe, gelek ji wan di heyra ku karê xwe ji dest derxin de ne û bi vê tirsê dijîn. Ev kar tenê, çavkanîya wan a aborîyê ye. Tirsa windakirina kar gelek karkeran pasif dike û destên wan girê dide, karmend vê fersendê zor baş bi kar tînin. Her weha karmend, stajyerên nû jî li hember karkerên ku dixwazin meş çêkin bi kar tînin û carna jî wan êrişî ser meşan dikin, wek meşa 21ê Sibata 2011ê. Birêz Sabbane ji weha difikire, Ew bi xwe berpirsîyarê herêmî yê Partîya Sosyalista Yekbûyî ye û di eynî wextî de hem amadekarê vê çalakîyê ye, ew jî dibêje ku vê provakasyon darbeyeke mezin li tevgera me, ya yekîtîyê da.

Li ser meydana Jemaa–El-Fna, şahîya ku karkeran li dar xistine ji serê sibehê heta êvarê berdewam e. Firoşvanên ava meyweyan li gel hemûyan karkerên fabrîqan ku bi perakende kar dikin û hemû rojên wan bi eynî jestan derbas dibe, civîyane, ji cîhê kincên folklorîk unîformayên kar yên şîn li xwe kirine. Herweha karkerên bûtîkên biçûk yên hemû bajêr ku ji mecbûrî, ji serê sibê heta êvarê eynî derew û gevezetîyan dikin ku dilê muşterîyan xweş bikin, her wekî teknîsyenên ku li merkezên firotinên bi telefonan pêktînin, kar dikin û rojê hezar car eynî pirsê tekrar dikin, weke zencîrekê. Di vî warê şaristanîyê de, di nav sergêjî û teqe-reqê de, di nav qareqar û barebara taciran de, mirov heta hestîyên xwe diweste.

Halbûkî li vî bajarî, ji ber pereyên ku ji derva tên, mirovên ku xanîyên xwe ji dest dane, ev tevgera şoreşger li dar ketîye. Vê tevgerê ji bo carekê be jî jîyana monoton û mekanîk belav kirîye, vê mudaxeleya demokratîk hinekî nefes da gelên ku sektora tûrîzmê ew kirine wek dekora rojane ya warê folklorîk. Bi xêra tevgera 21ê sibatê (15), bajar îro, ne weke sîteyeke tûrîstîk, lê belê bûye weke bingeheke axa civateke politik.

Çavkanî

Paul Vannier: Rojnamevanên taybet yên Le Monde diplomatique. Paul Vannier:
Li Unîversîteya Parîsa 8an li Enstîtuya Jeopolîtîk ya Fransî jeograf e.

  1. Malên ji derva ve girtî lê jîyan li hewşê derbas dibe
  2. "Dema sîyasetmedarên fransî dixwazin xwe bi derewan li Marakeş bidin ber tavê. L'Express, Paris, 13ê çile 2011
  3. Expression conçue par les sociologues Michel Pinçon et Monique Pinçon-Charlot
  4. Jean-Paul Enthoven, tiştê herî baş ku me bidest xistibû, Paris, 2008
  5. Jean-Paul Enthoven, heman berhem
  6. Thornstein Veblen, Teoriya çîna zewq û kêfxweşiyê, Gallimard, collection Tel, Paris, 1979
  7. Kevnemîrên Afrîka Bakûr
  8. Mohamed Sebti, Kesên Marakeşî. Jeo-Demografiya bajarê sor, Les éditions de l’INED, Paris, 2009
  9. Mohamed Sebti, heman berhem
  10. David Harvey, Jeografiya desthilatdariyê, Les Prairies ordinaires, Paris, 2008
  11. Binêre Juan Goytisolo, " Jemaa-el-Fna, mîrasa devkî ya însaniyetê. ", Le Monde diplomatique, juin 1997, jêdera "Famkiriya şiyarbûna ereban ", Manière de voir, n° 117, Hezîran-Tîrmeh 2011
  12. "Cewhera Rojava û Saint-Tropez a nû a fasî!", Gala, Paris, www.gala.fr
  13. Prosesusa jinûve rêkûpêkkirina taxên navendeyên bêqîmet û gelêrî ji aliyê zengînan ve
  14. Mohamed Sebti, heman berhem
  15. Tevgera 20ê sibatê ku li ser Facebookê di dawiya meha çileya 2011ê de, di warê "Bihara Ereb" de. Şebekeyên civakî ku îmkana belavbûna berbanga ji bo çalakiyên 20 Sibata 2011ê, bi navê "ji bo demokrasî, wekhevî, edalet û jiyaneke bi rûmet". Paşiyê ev çalakî li gelek bajarên din ên esasî yên Fasê berdewam bûn. Tevger bangî boykota li hember referandumê kiribû, ku di 1ê Tîrmeha 2011an de li dar ketibû li ser projeya reforma qraliyetê ya ji bo qanûna esasî, ku kafî nedihat dîtin

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin