Hewldana çareserîya dîrokê ji bo lihevhatin û demokratîzekirinê

Dîrok dijî
Translator

Şideta bi motîvasyona siyasî, bi gelek formên cuda, li her deverên cîhanê derdikeve holê. Îşkence, kujerî û şerên ku ji alîyê dewletê organîzekirî, her diçe hîn zêdetir dijberî beşên gelê sîvîl pêk tên, jîyana gelek mirovan bi dawî tê. Kesên ji taqîbatên bi vî awayî ku hîn li jîyanê mane û nifşên piştî wan, hîn piştre, bi piranî piştî gelek salên din jî, di bin bandora fîzîkî û derûnî ya (psîkolojîk) şidetê de êşê dikşşînin. Rewşeke gelemperî ya tirsnak û çavtirsandî dikare di dewletên bi vî awayî de bibe gumanbarîya têkilîya nav mirovan. Dezgehên dewletê wek metirsî û tehdîd tevlî jîyanê dibin. Li ba pirsgirêkên etnîk ên mîna kurdan li Tirkiyeyê, di navbera komikên etnîk de berjewendî û cihêtî derdikevin û ew birêvebirina pêvajoya aştîyekê dijwar dike, welew ku bi gelemperî daxwazeke polîtîk di vî warî de hebe jî.

Ji damezirandina Tirkiyeyê û pê ve, mirov dikare behsa şideteke motîvekirî ya siyasî di gelek beşên cuda de li dijî gelê kurd ê sîvîl bike (hêrişa rasterast a leşkerî, girtin û îşkencekirina sîstematîk a çalakvanên siyasî, xirabkirina gund û zevîyan, rev, koçbarîya bi zorê, dîskrîmînasyona etnîk bi rêya qedexekirina çand û zimanê kurdî ûwd.). Van tecrûbeyan li ba kesên di jîyanê de mayî, ne bi tenê êşeke tund a gîyanî peyda kir, herwiha derizandina civakê û înkara komikên etnîk û dînî jî; helbet dervayê yên tirk û sunî. Di têkilî û pêwendîyên fermî de mijara kurdan di nav raya giştî ya tirkî de, wek mijareke cihêxwazî û terorîzm hat gengeşî kirin. Mirov, kurd an tirk, li ser hebûna kurdan û li ser arîşeyên wan ên şexsî û kolektîv nedipeyivîn. Peyivandin û hewldana çareserîya li ser van bûyerên zextbar ên rabirdû, îro jî hîn gelek sînorkirî pêk tê (Kizilhan, 2008), mîna ku pirsa ermenîyan û gengeşîya Dêrsîmê jî vê yekê şanî dide.
Neçareserîya dîrokê û encamên wê

Di gelek lêkolînan de mirov dikare analîza bîyografîyên mirovan, ên tecrubeyên şer, pêşveçûna şidetê û pê ve girêdayî trawmayên "hêsan" heta girift tesbît bike (Kielson, 1979, Peltzer, 1999; Rasekh, Bauer, Manos & Iacopino, 1998; Somasundaram & Sivayokan, 1994).

Reaksîyoneke tîpîk a civakê li hember zordarîyên tund ên siyasî, veşartin û girîngîpênedana şidet û encamên wê ne. Di demên zordestîya siyasî de mirov dikare vê bêdengîyê fêhm bike, tehdîda berbiçav a rejîma serdest û leşkerî heta salên 90î û îro hîn jî, rewşa gelemperî di civaka kurdî de çavtirsandin e. Herçiqas em di salên dawî de derbarê mafên miro-van, hewldana demokratîzekirinê û axaftina eşkere li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê, pêşketin bibînin jî, mexdûrên vê taqîbata dewletê yên hîn dijîn, ji vê yekê gelek kêm elaqe dibînin. Çareserîyeke binge-hîn a rabirdûyê, mîna berê hîn jî, bi xilasbûna ji kirdaran ve girêdayî ye. Heta gelek siyasetmedar destpêkirina mijara demokratîzekirinekê, ji alîyê rabirdûya tawanbar ve di xeterê de dibînin. Li gor wan, birînên kevin dikarin civakê hîn bêhtir biderizînin, ev jî li ba kurdan tê wek maneya gumanbarî û hewldana ji nû ve înkarkirinê.

Mînak Hamber (2000) ê ku pêvajoya lihevhatinê li Afrîkaya Başûr a piştî dema nijadperestîyê analîz dike, wiha tîne ziman ku helwesteke redkirinê ya dijberê mexdûrên taqîbata dewletê bûne û hîn di jîyanê de ne, hebûye. Li ba piranîya gel û pêşengên siyasî, piştî pêkanîna "komîsyonên rastîyê", pêwîstî peyda bûye ku rabirdûyê wek çarebûyî bipejirînin û daxwazên mexdûran piştî nasîna, edalet û telafîya zîyana berfireh, di gengeşîya eşkere de, jê re êdî hew cî bê veqetandin.

Rewşa gelemperî ya bêdengîyê li alîyê mexdûrên hîn dijîn bi meylên xweparêzî, rê li ber wan asteng dike ku tiştên jîyane ragihînin û bi civakê re par ve bikin. Hinek ji wan xwe sûcdar dibînin ji ber ku ew ji şidetê xilas bûne û dijîn; gava kesên din bêsûc zalimane hatine kuştin, wan bêçare temaşe kiriye. Hestên bênirxbûnê û şerm jî, bêdengîyê, tenêtîyê û depresyonê kûrtir dikin. Bi ser de jî, pirî caran difikirin ku tiştên tirsnak ên jîyane, jixwe nikarin bi yekî ku elaqeya wî pê re tunebûye, zelal bidin fêhm kirin. Frankl (1946, r. 13), vê helwesta ku di nav mexdûrên ji Holocaust (tevkujî) zîndî mane de gelek zêde ye, jê digire:

"Em hez nakin derbarê serboriyên xwe bipeyivin: kî bixwe di kampekê de bûye, pêwîst nake em ji wî re tiştekî rave bikin; û kesê li wê derê nebûye, emê tu caran nikaribin bi wî bidin fêhm kirin, hundirê me çawa bûye û hîn çawa ye."

Bi bêdengîya serboriyên jîyayî yên şexsî, ji alîyekî ve çarebarîya serboriyên trawmatîk ji bo mexdûran dijwar dibe, ji alîyê din ve, encama bêdengîyê rejîmên heyî zexim dike, yan jî astengan datîne ber civakê ku li ser rabirdûyê ji nû ve bixebite û kirdaran peyda bike û ceza bide wan.

Li ser bingeha bêdengîya gelemperî hin mexdûrên Holocaust (tevkujî) ên dijîn û mexdûrên din ên şideta siyasî, mînak wek li Şîlîyê, biryar dan ku bîranînên xwe yên bîyografîk binivîsin. Çîrokên wan ên li ser serboriyan bi motîvasyonên ji hev cûda ne. Pir caran, hem pêwîstîya bikaranîna tiştên jîyayî yên şexsî, hem jî daxwaza belgekirina şideta jîyayî rolekê dilîze (Bettelheim, 1986).

Belgekarî wek nasîn û nîşana jibîrnekirinê

Gelek mexdûrên trawmabûyî yên şideta bê hempa bixwe nikarin serboriyên xwe bi berfirehî binivîsin û bigîjînin kesên din. Armanca vegotina şexsî û kolektîvî di rewşên cûr bi cûr de (komele, medya, civînên taybetî ûwd.) ew e ku rabirdû, wek nîşana jibîrnekirinê û nasîna serboriyên zalimane yên mirovan bê belge kirin (Tonkin, 1995) û ji alîyê din peydakirina nêzîkahî û bawerîpêdanek di navbera mirovên kurd û tirk û rêxistinên wan de.

Mîna berfirehkirin, terapîya şahidî (Testimony-Therapie) ji Amerîkaya Latîn dikare bê fêhm kirin, tê de ne bi tenê yek bi yek takekes serboriyên xwe belge dikin, herwiha civak jî di vê pêvajoyê de cîyê xwe digire (Cienfuegos & Monelli, 983).

Ger bîranîn, berîya her tiştî şexsî û kolektîv, bên bin pê kirin, tabûkirin an guhertin, çanda civakekê jî, ji vê yekê nikare bireve, xwe diguherîne.

Dîroka devkî li Tirkiyeyê

Di nav tirkan de gengeşîya li ser dîroka devkî hema bêje tuneye, bi danberheva navnetewî mirov dikare bibêje gelek dereng maye (Dabag, 1998). Li vê derê dikare behsa dijrawestanekê bê kirin ku sedemên wê di nav heyama dîrokê de, yan bi wê heyamê ve girêdayî, dijberê wê dîroka kanîyên şexsî û objektîv rawestî ne ku ew jî bi dîrokniviserîya fermî ya îro di nav mixrikê de ne. Şikestinên heyî yên dîroka şexsî û objektîv diviyabû ji alîyê nifşê îro, yan hîn ji alîyê nifşên berê bihatana çareser kirin. Li gor qaîdeyê pêwîst e ku du nifşên li pey hev bi wan şkestinan bilî bin, li ser bixebitin da ku bi vê dîroka bargiran re girêdaneke rasterast û nerasterast hebe. Ji ber ku ev niha li Tirkiyeyê çênabe, divê bê zanîn ku ev bûyerên girîng ên bargirane bi tenê ji alîyê hin kesan ve, mînak nivîskar, ronakbîr, hunermend ûwd. dibin behsa mijarê, lê nagihîjin hemû gel (Dabag, 1994). Ev yek dikare bi têkilîya nêzîk a pêşketina demokrasîya Tirkiyeyê ve bê nirxandin. Li ser bingeha kevneşopîya feodal a osmanî-milîtarîst ev yek jî tê ser ku bawerî bi şexsan nayê û ew heta îro jî ji zanistîya dîrokê bi dûr tê hîştin. Nûnerên şerê rizgarîya 1923 û dijberên serhildanên kurdî heta roja îro jî, elaqe şanî mijarên wiha nadin, ji ber dibe ku alîyê din ê şer eşkere bibin û mirov pêwîst e bipejirîne ku li gelek komên hindikayî neheqî hatine kirin.

Pir bi haydarî hewl hatin dan ku bûyerên cûr bi cûr ên dîrokê û trajedîyên wan ji gelê tirk bên veşartin, wiha ku ev gel îro bi gelek mijarên tabû dijî.
Gengeşîyên rûbirû

Ev gengeşîyên rûbirû bi rabirdûyê re gihîştîbûn, perwerdeya kesayetî û wêrekî dixwaze ku ev ne bi tenê li Tirkiyeyê, lêbelê di hemû Rojhilatê Navîn de jî hîn bi têra xwe nayê dîtin. Lê daxwaza axiftinê li ser van mijaran wisa dixuyê zêde bûye, ev jî dibe ku bi berfirehîya agahdarîyan ve girêdayî be; li cîyên gelek asê jî, mirov dikare bi rêya satelîtê "hemû cîhanê bîne gundê xwe". Bendeke duyem jî, wisa dixuyê ku elaqeya wê bi nêzîkbûna Tirkiyeyê ber bi Yekîtîya Ewropayê ve û têkoşîna zirav a veguherîna îdeolojîk a li Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Têkoşîna "îslamîstên lîberal" a ku ji alîyê AKPê ve sembolîze dibe û ya leşker wek parêzvana kemalîzmê, bûyerên rabirdûyê radixînin ber bîrûraya giştî ku ew hemû civakê bi giştî dihejînin. Belkî jî pêbawerî zêde bûye ku vekirî li ser tabûyan dikarin bipeyivin, mînak li ser trajedîya ermenîyan a 1915ê, an jî, çalakîya leşkerî li dijî kurdan, mînak 1925, 1938 ûwd.

Nivîsên rexneyî li ser dîroka tirkan di rojnameyên tirkî de û gengeşîya arîşeya kurdî di medyayê de jî şanî didin ku hinek amadebûn di derbarê vekirina van mijaran de heye. Hişmendîya dîrokê di herêmên kurdan de ya li Tirkiyeyê, Îraqê, Îranê, Sûrîyeyê û dîasporayê, bi rêya tevgera kurd û gêşedanên siyasî di Rojhilatê Navîn de bi hêztir bûn.

Dîroka devkî

Bi wergera peyv bi peyv, maneya Oral History "dîroka devkî" ye. Dîroka devkî metodeke afirîner a lêkolîna nûjen e ku dîroka aborî, civakî, jîyana rojane û bingehîn, bi dîroka angajeya civakî re berkêşî navenda elaqedarîyê dike. Bingeha kanîyên xwe di kêlîka lêpirsîna xwe de hildiberîne ku dirêjahîya wê ya dîrokî bi şahidên di jîyanê de mayî yên bûyerekê, yan pêşketinekê bi sînor dike. Metod bi taybetî berbihev e, ger pêvajo mijara lêkolînê bin, li ser zemînekê ve biherikin ku rê nedin tesbîtkirina nivîskî, yan jî ev yek bê îmkan be. Ger komikên çalak bi dîroka xwe bixwe, ne hişmend bin, wê demê ev yek heye. Ji ber ku li vê derê avahîyên civakî serboriyên ku bi rêya jîyana şexsî hatine bi dest xistin, didin der, dîroka devkî berîya her tiştî li wê derê perspektîvên nû vedike, li wî cîyê ku guhertinên zîhniyeta kolektîv li tenişta veguherîna aborî û civakî tên holê, divê wek zemînê sêyem bê dest nîşan kirin. Ev metod ji bo lêkolîna çandên niştecîyên eslî (îndîgen) jî xwedî mane ye, ji ber ku ev çand bi piranî ne xwedîya zimanê nivîsandinê ne û dîroka xwe bi rêya vegotinên devkî vediguhezînin. Ev metod dikare, mînak bi xebata bîyografîyê, rê ji şewqvedanekê re bê vekirin ku di dema halîhazir de ber bi guhertinên erênî ve bibin. Ger mirov vê metodê rast bi kar bîne, dikare tesîreke siyasî ya aştîyane jî bide. Dikare wek alavê veguherîna şexsî û civakî, zelalî û birêkxistina kanîhêzên xwe bi xwe û komikên cûrereng bê fêhm kirin ku ew wekî din nikarin bigihîjin zanistê (Köstlin, 1989).

Xanîyekî bibîranînê

Bi rêya guhertinên siyasî û civakî, reforman, pêvajoyên demokratîze-bûnê ûwd. di herêmên kurdan de "motîvasyon"a bibîranînê bi hêztir bû (Welzer, 2005). Ev xebata bibîranînê û nivîsandina wê yanî belgename divê ji alîyê hemû komên etnîk û dînî ve bên çêkirin. Pirs ne ew e ku pirtûkeke dîrokê ya zanistî bê nivîsandin. Pirs ew e ku mirov guh bide mirovan, dîyalogeke aşt û bi wê yekê jî pêvajoyeke aştîyê ya sîvîl bîne holê. Herçiqas bi awayekî behsa xilasîya ji tabûyê, mijara peyvê ye jî, divê mirov dijwarîyên hevtêgihîştina dîyalogê di navbera alîgirên komik û nifşên cihêreng de (tirk, kurd, ereb, asûrî, sunî, elewî, êzdî, xiristîyan ûwd.) ji bîr neke. Veguherîna civakî bi gelemperî û serûbinbûna civakê bi taybetî, xebata li ser perspektîveke hevbeş hem pêwîst, hem jî dijwar dike.

Bi rêya pêkanîna platforman, înstîtûtan û bi vê yekê nivîsandina dîroka jîyayî ya devkî ji alîyê kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê dikare rabirdûye çêtir bide fêhm kirin. Bi belgekirina dîroka jîyana wan, dê rûmet û şanazî bo kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê re bê dayîn. Mexdûr dê bi rêya belgekirinê neyên ji bîr kirin. Nifşên li pey, bi vî awayî wesiyetnameya bav û kalên xwe werdigirin û gelek valahîyên dîroka xwe dadigirin. Ev pêvajo eger ne zêdetir be jî, dê herî kêm du nifş berdewam bike. Ji bo vê yekê sembolîk xanîyekî bibîranînê gerek e ku tê de her kes, her dem bikare bi rabirdûya zindî re bikeve pêwendîyê. Ne bi rêya jibîrkirinê, lê bi rêya bibîranînê û helwesta rast belkî hinek aramî bikeve gîyanê mirovan. Ev tê wê maneyê ku ji hemû etnîk û dînan mirov dest pê dikin bawerî bi hev bînin û bi hev re jidil bipeyivin. Bi tenê wisa û bi pêvajoyeke wekhev û rûmetdar mirov dikare zimanekî nû yê aştîyê bibîne.

Çavkanî

Bettelheim, B. (1990). Erziehung zum Überleben. Zur Psychologie der Extremsituation (Perwerde û li jîyanê mayîn, li ser psîkolojîya rewşa bê hempa), München: dtv.

Cienfuegos, J., & Monelli, C. (1983). The testimony of political repression as a therapeutic instrument (Şahidî li ser zordarîya siyasî wek alavê terapîyê). American Journal of Orthopsychiatry, 53, 43-51.

Dabag, M. (1998). Jungtürkische Visionen und der Völkermord an den Armeniern (Xewnên Jontirkan û Tevkujîya Ermenîyan). In: Genozid und Moderne, Bd. 1, Strukturen kollektiver Gewalt im 20. Jahrhundert. Opladen: Leske und Budich.

Dabag, M., Platt, K. (1994). Diaspora und das kollektive Gedächtnis, in: Identität in der Fremde (Dîaspora û Mejûyê Kolektîv di Nasnameya di Bîyanîbûnê de). Bochum: Universitätsverlag Dr. Brockmeyer.

Frankl, V. (1946). Ein Psycholog erlebt das Konzentrationslager (Psîkologek ji Komekampê zindî derdikeve). Wien: Verlag für Jugend und Volk.

Hamber, B. (2000). Wahrheitskommission und Selbsthilfegruppen in Südafrika. Manuskript präsentiert auf der Tagung Psychosoziale Arbeit nach Krieg und Diktatur, (Komîsyona Rastîyê û Komikên Alîkarîya xwe bixwe li Afrîkaya Başûr. Destnivîs di civîna karê psîko-sosyal piştî şer û dîktator de hatiye pêşkêş kirin) Mainz.

Kizilhan, I. (2008). The Past in the Presence (Rabirdû di Kêlîka Niha de). Berlin: Regener Publisher.

Köstlin, K. (1989). Erzählen vom Krieg - Krieg als Reise II (Vegotin li ser şer-şer mîna rêwîtîyê). BIOS Zeitschrift für Biographieforschung und Oral History, 2/89, 173-182. Opladen: Budrich.

Rasekh, Z., Bauer, H. M., Manos, M. M., & Iacopino, V. (1998). Women's health and hu­man rights in Afghanistan (Tendurustîya jinan û mafê mirovan li Afganistanê). JAMA, 280(5), 449-455.

Somasundaram, D. J., & Sivayokan, S. (1994). War trauma in a civilian population (Trawmaya şer di civaka sîvîl de). British Journal of Psychiatry, 165(4), 524-527.

Tonkin, E. (1995). Narrating our Past. The Social Construction of Oral History (Rabirduya me vebibêje. Avahîya civakî ya dîroka devkî ). Cambridge: Cambridge Unversity Press.

Welzer, H. (2005): Kriege der Erinnerung (Şerên ji bo bîranînê). In: Magazin für Psychologie und Hirnforschung, Gehirn und Geist, Nr. 5/2005. Heidelberg: Spektrum.

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal