Hêz û sergêjiya dîplomasiya sirbî

Sirbistan û Serxwebûna Kosovayê
Translator

Serxwebûna ku Kosovayê gulana 2008’an yekalî îlan kir, lê belê ji aliyê pirraniya Dewletan ve nehatiye naskirin, dê di Meclîsa giştî ya Yekîtiya Neteweyan de ku vê îlonê li New Yorkê dicive, bibe mijara rojevê. Ev sê sal in ku dîplomasiya sirbî hewl dide ku welatên din qane bike ku serxwebûna herêma wê ya berê bi awayekî fermî nas nekin; ji xwe re gellek piştgir jî peyda kirine ku ev hêvî ji wan nedihat kirin.

Piştî ragihandina serxwebûna Kosovayê ya 17’ê sibata 2008’an, serokwezîr Haşim Taçî pirr bi bawerî digot ku ew li bendê ye di nava çend hefteyan de «qederê sed» dewletan Kosovayê nas bikin. Piştgirên rojavayî yên vê dewleta nû jî, bi rexê xwe ve, qane bûbûn ku pêvajo dê li gorî mijarên din bi lez bi rêyê ve biçe û bigihîje encamê. Diyar e ku Sirbistanê bi xwe jî hêviyên pirr mezin nedikirin, lewre stratejiyeke bersivdanê ya pirr nerm dabû ber xwe û qîma xwe pê anîbû ku bo çend mehan sefîrên xwe yên li wan welatên ku zû û berî welatên din Kosova nas kiribûn, vekişîne.

Lê belê, serê tebaxa 2010’an, ji 192 endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi tenê 69 endaman dewleta nû nas kiribû. Bêguman, bi vî halê xwe ve, ev hejmar Pristinayê li ber dergehê pirraniyeke mezin a rêxistin û saziyên navneteweyî asê dike ku, ji bo Belgradê (1), ev bûyer zengila serkeftineke mezin û nepayî bû. Sirbistanê dizanî ku dikare xwe bisipêre du hevpeymanên xwe yên bi hêz, ku herweha endamên daîmî yên Lijneya Ewlekariyê ya NY’yê ne : Rûsya û Çîn. Lê belê, li hember naskirina dewleta nû dijberiyên sereke ji Afrîqa û Asyayê hatin. Ji ber ku hejmareke mezin a dewletan ji xwe li dijî doz û daxwazên cudaxwazên aşkere an jî potansiyel in, û lewma bi çavekî xirab li emsala ku Kosova temsîl dike diniherin. Di vê çarçoveyê de, qet zehmet nîne mirov têbigihîje ka çima Fas, Endonezya an jî, di nava Yekîtiya Ewropayê de, Spanyayê piştgiriyeke wisa xurt da Belgradê.

Nexşeya dewletên ku bersiv nedane banga Pristinayê dibe tabloya coxrafyayeke siyasî ya balkêş. Tê de dewletên pirraniyeke mezin a Amerîkaya latîn, ji çaran sêyê Yekîtiya Afrîqayê, hetta pirraniya endamên Rêxistina konferansa îslamî cîh digirin. Diyar e ku di rewşa dewletên Konferansa îslamî de, li gorî hevgirtina digel welatekî ku bi pirraniya xwe ve musulman e, hesta dij-amerîkan girantir û girîngtir derhatiye; lewre bidestxistina serxwebûnê ya Kosovayê wek encama tercîheke rasterast a Washingtonê dihate dîtin. Bi tenê ew dewletên ku digel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwedan peywendiyên pirr nêzîk in beşdarî di naskirinê de kirin: Afganistan, Erebistana Suûdî, Quweyt û Bahreyn, û herweha Turkiyeya ku bi rexê xwe ve digel Kosovayê peywendiyên dîrokî û cuda radigire.
Beramberî vê, welatên Mexribê, her wekî muxalifên aşkere yên siyaseta Amerîkayê, wekî Sûriye, Lîbya û Îranê, xwe pirr bi aşkereyî û tûndî di nava bereya Sirbistanê de bi cîh kirin. Êdî ji bo Sirbistanê bes bû ku hema xwe bihêle ber pêla qewimîn û pêşhatan, û çend caran hindek jestên dîplomatîk bike, weke ku, hezîrana 2009’an, di serdana Mehmûd Ebbasî ya Belgradê de kir. Serokê dewletê Boris Tadic, li rex serokê Desthilata Filistînê, careke din pabendiya xwe bi biryarên Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derbirrî: ew biryarên derheqê Filistînê de û herweha biryara 1244 ya bi berwara 10’ê hezîrana 1999’an, ku serweriya Sirbistanê li ser Kosovayê destnîşan dike.

Serkeftinên Belgradê li Afrîkayê jî gellek serincrakêş bûn, ku ji xwe wisa tê zanîn ku li wan herêman gellek dewlet pirr hesas in beramber «pêşniyar» an jî fişarên kevne-hêzên kolonyal ên wek Fransa û Brîtanyayê. Bo nîvê yekem ji 2010’an, tabloya nêçîrvaniya dîplomasiyê ya fransî lawaz xuya dike: bi tenê Djibouti razî bû ku li dû danûstandinên digel Fransayê qane bibe û dewleta nû nas bike. Sirbistana ku hêj jî li ser parzemîna reş xwedan toreke fireh a peywendiyan e, siyaseteke çalak bi rê ve bir û di hemû civînên bilind yên Yekîtiya Afrîkayê de amade bû, ku di wan civînan de statuya wê ya çavdêriyê heye. 22’yê hezîrana bihurî, gava ku Dadgeha adaletê ya navneteweyî (ICJ) boçûna xwe derdibirrî û «yasayîbûna» ragihandina serxwebûna Kosovayê nas dikir, alîkarê serokwezîrê sirbî Bozidar Djelic jî di civîna bala ya rêxistina pan-afrîkayî de li Kampalayê (Ûganda) axaftinek dikir.

Di vî şerrê tesîr û alîgiriyan de, Belgradê gellek ji Pristinayê zêdetir amraz û koz hebûn, ku Pristinaya paytexta taze bêgav bû ku xwe berde nav destên hevalbend û parêzerên xwe yên bi hêz ên ewropî û amerîkî. Li rexê din, gellek kesan li Kosovayê rexneyên pirr tûj li wezîrê karûbarên derve Skënder Hyseni girtin û gazind kirin ku bi awayekî aşkere pasîf dimîne. Qederê du salan, lewre, ji bo îsbatkirin û berçavkirina pabendiya xwe ya digel cîhana rojavayî, Kosovayê îstifade ji karta «hevgirtina îslamî» nekir. Ev siyaset nuha li jêr pirsiyaran e, û muftiyê Pristinayê yê mezin, Naim Tërnava, êdî dest avêtiye çalakiyên lobiyê li sertaserê cîhanê û di wan hewlên xwe de heta dereceyekê serkeftî ye jî.

Herweha, Sirbistanê karî îstifadeyê ji rayedar û torên rêxistinekê bike ku wisa dihate zanîn ku êdî li ber sekeratê ye : Tevgera Bêaliyan (TB), ku Yûgoslavyaya mareşal Tîtoyî yek ji avakerên wê bû. Şerrên salên 1990’î ew tevger bi rengekî ciddî dabeş kiribû; hindek ji welatên ku pirraniya xelkê wan musulman bû, pişta Bosna-Hersekê digirt, di demekê de ku yên din peywendiyeke nêzîktir digel Belgradê radigirt. Rewş û pozîsyona Sirbistanê ya xurt diyar rê dayê ku digel TB’yê li hev bike: welatê ku sala 1999’an kete ber bombebaranê, ji aliyê leşkerî ve bê alî ye û berendamê ketina nav Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakurî (NATO) nîne.

Dibe ku biryara ICJ’yê, ku hejmareke mezin a dewletan ji bo aşkerekirin û ragihandina meyl û biryara xwe li bendê bûn, rû û rewşa meseleyê biguhere. Li gorî texmînên wezîrê karûbarên derve Vuk Jeremic, îro nêzîkî pêncî dewletan «dudil» in –bi taybetî li Afrîka û Karayîban, ku ji ber fişara dewletên rojavayî hessas in. Digel vê hindê jî, Sirbistanê dil nîne ku stratejiya xwe biguhere. 26’ê tîrmehê, civîneke derasayî ya Parlamentoyê, çiraya kesk li hukumetê pêxist ku di kampanyaya xwe de berdewam be û diyar e ku dê di çarçoveya wan amadekariyan de ku bo meclisa giştî ya NY’yê ya vê meha îlonê têne encamdan, ev kampanya dê tîr û çalaktir be. Sirbistanê pêncî û pênc nûnerên taybet hinartine herêmên cuda yên dunyayê da ku «dudilan» ji meyla naskirina Kosovayê vegerînin.

Lê belê, halê heyî hindek pirsgirêkên mezin hene li ber Sirbistanê. Hêj jî toreke temsîlên dîplomatîk ên ji kevne-Yûgoslavyayê mîratgirtî di destên wê de ne, ku bêguman ew mîrateke ji bejna Sirbistanê zêde ye. Di nav bîst salan de bi tenê kariye çengekê ji wan bigire, di demekê de ku pirsgirêkên xwedantiya mal û milkan hêj jî nehatine çareserkirin : bo nimûne, xwedantiya hindek avahiyan hêj jî nakokbar e, û Belgrad divê gellek caran kirêyên pirr giran bide ji bo ragirtina mal û milkên ku xwedantiya wan êdî li ser navê komarên din têne destnîşankirin. Di nav wan şertan de, temsîliyeta sirbî gellek caran dadikeve şiklê ekîbên berteng, îmkanên karkirinê yên ecêb û bêkêr, hindek caran li avahiyên di halê kavilan de.

Piştî ku rayedarên sirbî di bihara 2009’an de digel Fona Pereyan ya Navneteweyî (IMF) peymanek girê da, rewşa Sirbistanê gellek hessastir bûye: wek berdêla krediyeke îstiqrarê ya bi 3 milyar euroyan, Sirbistanê bernameyeke hişk a jidandina kemeran qebûl kir ku hemû wezaret, hetta wezareta karûbarên derve jî tê de, ketine bin tesîra wê bernameyê. Dîplomatekî sirbî ku heyamên dawî bo Afrîkayê hatiye tayînkirin, li jêr sîwana nihênîbûna navê xwe, weha derdibirre nerihetiya xwe: «Hemû projeyên din hatine cemidandin. Me êdî bi tenê wezîfeyek heye : qanekirina wan dewletên ku em lê bê qedr in, da ku serxwebûna Kosovayê nas nekin».

Lê belê bi perspektîfên çawa? Tîrmeha 2009’an, serokdewlet Tadîç ji civîna bilind ya bêaliyan ya li Charm el-Cheikha Misrê vegeriya û diyar bû ku qane bûbû ku êdî dê bikare pişta xwe bisipêre hindek hevalbendên bi nirx û bazarên girîng bi dest bixe. Dengên dijber ji meydanê kêm nebûbûn, wekî dijberiya Tanja Miscevic, kevne-birêvebira Buroya sirbî ya ji bo entegrasyona ewropî, ku bi bîr dixe ku roja ku Sirbistan tevli Bîst-û-Heftan dibe, dibe ku girêbestên ku hatine îmzekirin jî betal bibin. Ew aso hêj pirr dûr xuya ye; lê belê Belgradê ji xwe ji bo 55’êmîn salvegera Danezana Brioniyê (2), rêkeftina resmî ya pêkhatina Hereketa Bêlayenan, fikra sazkirina civîneke mezin aşkere kiribû. Ji ber nebûna derfet û vîna siyasî, ihtimal e ku proje negihije serî.

Armancên dîplomasiya sirbî di du xalên birêveçûnê de kom dibin: dijberiya li her çi naskirineke serxwebûna Kosovayê û endametiya li Yekîtiya Ewropayê, ku heta nuha Brukselê ji bo vê yekê normalîzekirina peywendiyên digel Pristinayê wek şert nedaye ber Sirbistanê. Digel vê hindê jî, pirr zehmet e ku endametiya Sirbistanê berceste bibe heke lihevhatinek li ser sînorên dewleta endam ya nû pêk neyê (3). Yekîtiya Ewropayê, tevî dîtin û boçûnên wan ên cuda (4), hewl didin êdî qet nebe pozîsyoneke hevbeş bigirin: wisa ferz dikin her du dewlet dê bigihine «peywendiyên baş ên cîrantiyê», digel ku kes ne li bendê ye ku Belgrad di demeke kurt de cudabûna eyaleta xwe ya kevn qebûl bike. Heke Sirbî di êrîşên xwe yên dîplomatîk de berdewam bin, tê heye ku peywendiyên xwe yên digel Brukselê xerab bikin û bixine ser rêyeke bêîstiqrar.

Di meclisa giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, dibe ku du pêşniyarnameyên dijber, yek ji aliyê Belgradê ve, ya din ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, ji bo dengdayinê bêne pêşkêşkirin. Sirbistan, bi saya hejmareke mezin a piştgirên xwe, ihtimal e ku ya xwe bide qebûlkirin. Lê belê, serkeftina wê dê bi du-qeraxî be, yanî encamên baş jî yên xerab jî tê de hebin, ji ber ku stratejiya wê bi tenê ew e ku naskirina navneteweyî ya Kosovayê heta ku ji wê tê bi paş ve bixe. Herweha dilxwazî û îradeya xwe nîşan dide ji bo destpêkirina muzakereyên nû li ser statûya herêmê, ku ev yek dê hingî jê re bi kêr bihata heke biryara ICJ’yê di lehê Sirbistanê de bûya.
Di heman demê de, Belgrad naxwaze rîska berhelistîkirina li dewletên rojavayî hilgire. Gellek şexs û alî, hetta ji nav Partiya demokratîk a Tadic jî, ji bo endambûna NATO’yê piştgiriya xwe derdibirrin. Di van şert û mercan de, ihtîmal e ku ew «hêza» piçûk ku ev çend salên dawî ne li ser dika dîplomasiya sirbî diyar dibe nemîne bo sibe.

Çavkanî

Jean-Arnault Dérens:
Sernivîskarê Courrier des Balkans (http://balkans.courriers.info)Berhema wî ya dawî (digel Laurent Geslin): Voyage au pays des Gorani (Balkans, début du XXIe siècle), Cartouche, Paris, 2010.

  1. Kosova bi tenê dikarî di hezîrana 2009’an de bibe endamê IMF û Banqeya Cihanê. Mafê dengdayînê yê van welatên endam bi aboriya wan a hêzdar re girêdayî ye. Di vî warî de endametiya Kosovayê jî girêdayî welatên pêşketî yên Ewropayê ye.
  2. Mala ku Tîto herî zêde jê hez dikir li ser giraveke piçûk a bi navê Brioni ye ku li Xirvatistanê ye. Li wê derê di tîrmeha 1956’an de serokdewletên Misirê (Gamel Abdel Nasser), yê Yugoslavyayê (Josip Broz Tito), yê Kamboçyayê (Norodom Sihanouk) û yê Hindistanê (Jawaharlad Nehru) hatibûn cem hev.
  3. Bixwînin: ”Interminable fiançaille entre Bruxelles et les balcons”, Le Monde diplomatique, çiriya paşîn 2009.
  4. Hîna jî pênc endamên YE’ê serxwebûna Kosovayê nas nakin: Îspanya, Slovakya, Romaniya, Yûnanistan û Qibris. Bi tenê Yûnanistan dikare di demeke nêzîk de vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn