Hin nirxandin û pêşnîyarên ji bo destûra nû

Translator

Pêşekî

Sedema yek ji wan meseleyan ku bi damezirandina komarê re bûne arîşeyên kronîk, ew e ku ji împaratorîyeke pirzimanî, pirçandî, pirolî û piretnîsîteyî hewl hat dayîn ku dewleteke monîst (yekparêz) a neteweyî were damezirandin. Vê teşe û ferasetê di demên paşê de jî xwe rast nekir û wekî nexweşîyeke kronîk heta îro hat.

Rêveberên Komara Tirkîyeyê bi wê mîratê re, ku wan bi tevayî ji Îttîhad û Tereqqîyê stendibûn, hewl dan hemû cudatîyan ji holê rakin û wan bikin yek û bi vî awayî netewe-dewletekê ava bikin. Bi vê armancê jî, wan xwest ku kurdan bikin tirk, elewîyan bikin sunnî û sunnîyan jî bi dara sekularîzmê terbîye bikin. Ji bo bicihanîna vê yekê pêşîyê navgînên îdeolojîya 'nîzama muesses' hatin bi kar anîn. Dema ku lê hay bûn ku ev navgîn bêkêr dimînin, vê carê jî rê û rêbazên leşkerî hatin bi kar anîn. Pergala dewletê weha hatibû rê û pêk kirin ku bikaribe vê mebestê bi cih bîne û gelek sazgeh jî di nav dewletê de hatin damezirandin.

Destûra bingehîn, ku divê bibûya serhevdeya nirxên bilind û çîmentoya welatekî, xwedî wê mantelîteyê bû ku maf û azadîyan îhya bike, lê belê wan bixe jêr zept û reptê. Ev feraset bi destûra derbeya leşkerî ya 12ê îlonê gihîşt lûtkeya xwe ya herî bilind a qanûnî. Herçend di vê destûrê de 17 caran di 85 madeyan de 113 guhertin hatin pêk anîn jî, di esasê de ruh û felsefeya wê nehat guhertin. Niha peywira ku li pêşîya Meclisê ye, ku piştî hilbijartinên 22ê tîrmehê bi temsîlîyeteke mezin pêk hat, (an ku AKP, CHP, MHP û BDP) rakirina vê destûra darbeya leşkerî û nivîsandina destûreke nû, ku dikare bersiva pêvdivîyên Tirkîyeyê bide û pirsgirêkên wê çareser bike. Nabe ku partîyên siyasî ji sozên xwe yên guhertina destûrê paş de gav biavêjin, yan jî bi giştî talox bikin, ji ber vê yekê madeya sereke ya rojeva sala pêşîya me dê destûra nû be.

Du mijarên sereke

Li vê derê bi kurtasî du mijarên sereke derdikevin pêş:

1) Destûra bingehîn dê bi çi rêbazekê were çêkirin?
2) Naveroka wê divê çawa be?

Bersivên ku ji van her du pirsan re werin dayîn, dê dîyar bikin ka destûra nû dê bikaribe bersiva pêdivîyên Tirkîyeyê bide yan na. Ji ber ku ji bo civakekê tiştê herî bi qîmet a cîhanê ne pere-zêr yan elmas e, lê belê destûreke pêdivîyên heyî ye, an ku ji bo Tirkîyeyê jî destûreke nû ye. Dema ku destûra nû tê çêkirin divê binê van serenavan vala neyên hiştin:

1) Rêbaza çêkirinê
2) Prensîp û sazgehên bingehîn
3) Nasname
4) Azadîya ol û wijdanê
5) Jihevcudakirina hêzan
6) Rêveberîyên navendî û herêmî

1. Di warê felsefe û prensîpên bingehîn de destûr

1.1. Felsefeya esasî û pêdivîyên nû
Tirkîye di warê ol, ziman, menşeya etnîk, mezhep, cudatîyên çînî ve xwedî gelek pircuretîyan e. Diviya bû ku ji bo bihevrebûna vê civaka pirreng bi rêk û pêk bihata bi rê ve birin, destûr, bi muzakerekirinek di pêvajoyeke domokrasîye de bersiva daxwazên aborî, çandî û siyasî yên van koman bidana. Lê belê heta niha hertim berevajîya vê yekê hatiye kirin. Heger dev ji tirsan were berdan, serî li spartina bi zorê neyê dayîn û muzakere bêyî xetên sor werin kirin, wê demê dikare destûreke nû were çêkirin, ku dikare bersiva pêdivîyên Tirkîyeyê bide.

Da ku pexşana destûrekê wekî 'nû' were bi nav kirin, divê ew du taybetmendîyan di nav xwe de bihewîne. Yek, divê felsefeya destûra nû ji felsefeya destûra berê cudatir be. Destûr xwedî gelek peywiran in û him ji bo dewletê, him jî ji bo civakê pergalekê tînin, destûrmendîyê didin dewletê, qada maf û azadîyên takekes û koman dîyar dikin, îdeal û mebestan datînin pêşîya civakê û rejîmê meşrû dikin. Destûrek dema ku van peywirên xwe tîne cih, gelek girîng e ka destûr xwedî felsefeyeke çawa, kîjan nirx û prensîpan e. Destûra 82ê: Dewletê pîroz dike, selameta dewletê wekî nirxa pêşîn a siyasî datîne ber xwe û tê dîtin ku li ser bingeh û felsefeyeke dij-azadî hatiye çêkirin. Lewma destûra nû divê takekesan wekî armanc deyne ber xwe, maf û azadîyên takekes û koman wekî nirxa bingehîn bipejirîne, pirrengîya civakê nas bike, tu îdeolojîyan bi ser civakê de ferz neke û felsefeyeke azadîhez bike serdest û divê hemû madeyên wê li gor vê felsefeyê werin nivîsandin. Ya duyem, divê destûra nû ji arîşeyên qedîm û strukturî yên Tirkîyeyê re çareserîyên demokratîk hilberîne.

Di vê çarçoveyê de qadên pirsgirêkan, ku divê destûra nû çareser bike, ev in: Rejîma wesayetê, struktura arîşeyî ya têkilîya ol û dewletê û meseleya kurdî.

Berîya hertiştî divê destûra nû rejîma wesayetê tasfîye bike û bihêle li Tirkîyeyê 'demokrasîyeke rasteqîn' peyda bibe. Destûra nû herweha divê wê derfetê bide ku hikûmet û parlamento bi awayekî bandorker çavderîya artêş û hêzên ewlekarîyê bikin; îmtiyazên leşkeran rabike û dawî li pergala duserî ya huqûqê bîne. Divê dawî li wesayeta hikûmeta navendî ya li ser rêveberîyên herêmî were. Ji ber ku di roja me ya îro de ferasetên burokratîk êdî îflas kirine. Di şûna wan de divê feraseta rêveberîya di cih de û ademi temerkuz (nebûna struktureke navendî) were pejirandin.

Divê têkilîyên ol-dewlet-takekes di eksena azadîyê de ji nû ve were ava kirin. Destûra nû divê li hember hemû bawerîyan dewletê bixe rewşeke nêtar û divê pergaleke huqûqî û civakî ya adilane bîne ku tê de hemû kes -bawermend û nebawermend- wekî takekesên yeksan bijîn. Azadîya xwe derbirînê ya endamên komeke olî, azadîya wan a xwe bi rêxistin kirinê, mafên wan ên perwerdehîya olî û mafê wan ê xebatê bixin jêr garantîyê û bi vî awayî li hember qedexeyên li dij kesên bawermend û kom û cema'atên olî garantîyek were anîn. Wekî mînak, divê di nasnameyan de olê kesan neyê nivîsandin.

Di warê meseleya kurdî de jî, ev mesele îro bi sê alîyên girîng li pêşîya me ye.

1) Da ku aştîya civakî pêk were divê çek werin danîn. (PKK divê ji çekan were pak kirin û bibe rêxistineke siyasî.

2) Bingeha psîkolojîk, ku pêş-şerta avêtina gavên berbiçav e, divê were ava kirin. (ez wan wekî nîyet, empatî, zimanê aştîyê û xwe rizgar kirina ji paranoyaya parçebûnê binxêz dikim.

3) Avêtina gavên berbiçav. Di nav van gavan de perwedehîya bi zimanê dayîkê, xwe-birêvebirin, an jî rêveberîya herêmî ya xweser a hêzdarkirî û îhyakirina mafên çandî hene. Da ku Tirkîye di nav aştîyê de rêya xwe berdewam bike, divê ev xal di destûra nû de bi awayekî werin çareser kirin, yan jî derfeta çareserîyê werin danîn, bi garantîyên qanûnî ve werin girê dan. Ji ber ku daxwazên kurdên li Tirkîyeyê di dora van sê xalan de kom dibin.

Di warê mafên çandî de, kurd dixwazin zimanê xwe yê zikmakî di hemû merheleyên perwerdehîyê de bi kar bînin û bi meqamên fermî re bi zimanê xwe têkilîyê deynin. Ew herweha dixwazin ku destûra nû ji hemû çandan re vekirî be û têgiha hevwelatîyê li ser nasnameyeke etnîkî neyê spartin. Di warê temsîlîyetê de jî ew naxwazin ku benda ji sedî deh pêşî li wan bigire û vîna siyasî bi awayekî adilane bikeve parlamentoyê. Di xala Xwe-birêvebirinê de kurd dixwazin di rêveberîyê de bi awayekî çalaktir cih bigirin û struktureke weha ya îdarî-siyasî daxwaz dikin ku di girtina biryarên li ser xwe de ew jî bibin xwedî mafê gotinê. (Di vî warî de hin alî doza federasyonê, hin alî xweserîya demokratîk bixwazin jî di esasê de ew hemû daxwaz dikin ku Tirkîye bi awayekî ademî merkezîyet ji nû ve were ava kirin û destûrmendîyên birêveberîyên herêmî werin berfirehtir kirin, ku sazîyên xweser ên îdarî û siyasî jî tê de ne.

2. Destûra nû û birêveberîyên herêmî

Li Tirkîyeyê îdare cangiran, bi hişkî navendperest û xwedî burokrasîyeke giran e û divê were nûjen kirin û îdare were çalaktir kirin. Ev yek ji alîyê herkesî ve tê zanîn û hema hema ji alîyê hemû partîyên siyasî ve jî tê ziman. Herweha tê zanîn ku ev arîşe dikare bi hêzdarkirina birêveberîyên herêmî ya bi feraseteke demokratîk a nûjen were çareser kirin. Ji bo wê jî divê hin destûrmendî, ku li navendê kom bûne, digel çavkanî û berpirsîyarîyan derbasî birêveberîyên herêmî werin kirin. Ev pêkanîn di talîyê de dê birêveberîyên herêmî yên demokratîk û xweser bîne holê. Ev hewcedarî tê pejirandin, lê di dema sepandinê de bi hincetên cur bi cur dev jê tê berdan. Di bingeha van hincetan de jî ev fikar heye: ''Heger destûrbendî derbasî rêveberîyên herêmî bibin gelo struktura unîter a dewletê xera nabe?'' Rastîya ku paşxaneya vê fikarê pêk tîne jî ew herêm in ku piranî kurd lê dijîn. Lê belê rastîyeke din jî berevajî bi pêş dikeve. Heger ev mesele neyê çareser kirin, wê demê meseleya kurdî, wekî ku niha jî tê dîtin, dê mezintir û girantir be.

An ku çerxeke stewr heye. Difikirin ku heger destûrmendî derbasî herêmîyan bibe kurd ê hêzdar bin û veqetin, dewleta unîter dê zirarê bibîne. Lê ji ber ku ev destûrmendî nayên dayîn, pirsgirêka kurd mezintir dibe û her ku diçe rîskên ku gef li struktura unîter a dewletê dixin bi xwe bilindtir dike. Berxwedana li dij van daxwazan jî di serdema me de nikare vê meseleyê veşêre û berevajîya wê, meseleyê hartir dike û radeya daxwazan bilindtir dike. Her ji ber vê yekê, heger navendperestî were rakirin û birêveberîyên herêmî ji nû ve werin saz kirin, ev yek dê ne bi tenê pirsgirêkên şaredarî û herêmî çareser bike, lê herweha dê di çareserîya pirsgirêka kurdî de jî tevkarîyê bike. Lewma ji bilî mijarên wekî ewlekarî, karûbarên derveyî welêt, edalet û projeyên mega, ku hemû welêt têkildar dikin, divê hemû destûrmendî, digel çavkanîyan, derbasî birêveberîyên herêmî werin kirin.

3. Hin pêşnîyarên berbiçav

Jixwe encannameya konferansa bi navê ''Çima Destûreke Nû'' ku li Dîyarbekirê bi beşdarbûna 69 sazî û dezgehan bi rê ve çû, ku di wan de Mazlum-Der, İHD, Tuhad- Der, Dives, Baroya Amedê û SES jî hebû, bi baldarî were nirxandin. Di encamnameyê de hin daxwaz derketin pêş.

3.1. Di destûra nû de divê mirov û heysîyeta mirov esas werin girtin. Divê ji bo hemû komên bi dezavantaj piştgirîya pozîtîf were dayîn û ev yek bikeve jêr garantîyê. (Divê ne mirovên dewletê, lê dewleta mirovan esas were stendin.)

3.2. Divê Dewlet bêalî û bêîdeolojî be. Taybetmendîya dewletê ne ew be ku cudatîyan biguherîne, lê di şûna wê de li hember hemû îdeolojî, bawerî û nirxan bê alî be. (Divê mantelîteyek weha hebe ku struktura pirrengî û pirçandî nas bike û derfetê bide ku pêş bikevin.)

3.3 Divê di destûrê de tu hikûm wekî pîroz neyê bi nav kirin û divê hikûm nebin ku nikarin werin guhertin, yan jî nabe ku guhertina wan werin pêşnîyar kirin. (Madeyên destûrê ku niha nabin ku werin guhertin, divê bikaribin werin guhertin. Ji ber ku israrkirina di neguhertinê de ji destpêkê de zirarê dide îdeala destûreke nû.)

3.4. Divê di destûrê de tarîfeke weha ya hevwelatîbûne hebe ku tu nijadê binxêz neke, cudagerîyê nexe navbera tirkan û kurdan û nasnameyên din ên etnîkî. (Wekî mînak madeya 66ê ya destûra niha dibêje ''Her kesê ku bi hevwelatîyê girêdayî dewleta tirk e, wekî tirk tê bi nav kirin. Madeyên wekî vê jî divê tê de nebin û destûr divê etnîk-kor be.)

3.5. Divê bê binxêz kirin ku her kesek bêyî şert û mercan xwedî mafê perwerdehîyê be. Hikûmên cudagerîyê pêş dixin, divê werin rakirin û ji bo wan hemû nasnameyên etnîkî, ku doza perwerdehîya bi zimanê dayîkê dikin, ji alîyê dewletê ve perwerdehîya bêmûçe were dayîn. (Mafê perwerdehîya bi zimanê dayîkê ne bi tenê mafekî huqûqî lê belê mafekî însanî ye û divê hemû astengên li pêşîya wê werin rakirin.)

3.6. Divê ji bo herkesî azadîya ol û wijdanê were dayîn. Divê azadîya mirovan a bawer kirin, yan jî bawer nekirinê were parastin û jîyana li gor ol û bawerîyekê ku ji alîyê komekê ve hatiye pejirandin, divê bixin jêr garantîyê. (Di warê bawerîyan de divê destûr bêalî be û çandekê li ser mirovan ferz neke. Divê Serokatîya Dîyanetê yan were rakirin, yan jî ji nû ve were saz kirin.

3.7. Divê dawî li wesayeta leşker, burokrasî û dadwerîyê ya li ser hilbijartîyan were û divê desthilatdarîya gel were pêk anîn. MGK divê were rakirin, destûrmendîya hilbijartîyan a di hilbijartina leşkeran, ku bi Wezareta Berevanîyê ve girêdayî ne û li hember wê jî berpirsîyar in û herweha di hilbijartina endamên dadgehên bilind de divê werin zêde kirin. (Heger bi rastî jî dixwazin di şûna huqûqa desthilatdaran de desthilatdarîya huqûqê pêk bînin, ku hertim qala wê dikin, divê ev gav bê texsîr were avêtin.)

3.8. Divê cudakirina hêzan aşkere be, di biryarstendinê de ne dewlet lê edalet esas were girtin. Ev hêz divê serbixwe û bêalî bin. (Serbixwebûn û bêalîbûn nabe ku li gor kêfa desthiladarîyê wateya xwe biguherîne, yan na ew dikare xeternak be. Lewma divê jêrxaneya teknîkî û huqûqî ya vê yekê di destûrê de were garantî kirin.)

3.9. Hemû çalakîyên wan sazîyên ku li ser navê gel kar dikin, ku parlamento, hikûmet û dadwerî jî tê de, ji bilî azadîya fikir û ramanê, serbest bin, lê ji bo sûcên din parastina destnedanê were rakirin. (Mirov hîna jî ji ber gotinên xwe dikevin girtîgehê, lê belê ewên ku bertîl distînin, pere dixin zîmmeta xwe û sûcên adî li dar dixin, di bin sîwana destnedanê de serbest digerin. Ev yek jî şermeke mezin a Tirkîyeyê ye.)

3.10. Divê li hember hemû sazî dezgehên dewletî çavderîyeke bandorker a dadwerîyê hebe û sazgehên dewletê jî hesabê bidin. (Tiştê ku ''dewleta demokratîk'' ji ''dewleta burokratîk'' cuda dike ''hesab dayîn'' e. Heger ev nebe her çiqas ji demokrasîyê were behs kirin jî ev yek nikare ji gotinê wêdetir here.)

3.11. Nabe ku ji ber hincetên îdeolojîk û neteweyî asteng li pêş partîyên siyasî werin danîn, yan jî ew werin qedexe kirin. (Tirkîye niha veguherîye goristana partîyên siyasî. Azadîya xwe derbirîne bi tenê dikare di nav azadîya xwe bi rêxistin kirinê de watedar be.)

3.12. Divê struktura navendperest a burokratîk a dewletê were piçûktir kirin û dawî li wesayeta tayînkirîyan a li ser hilbijartîyên birêveberîyên herêmî were anîn. (Du alîyên vê yekê hene: Wekî li jorê jî hat gotin, kar bi rêveberîyên navendperest û bi burokrasîya hişk êdî nameşin. Tirkîye hîna jî welatekî weha ye ku hemû pirsgirêk li Enqereyê tên tesbît kirin, li Enqereyê tên çareser kirin û hemû çavkanî di destê Enqereyê de kom bûne. Lê belê ev kirasê Enqereyê, ku ji Tirkîyeyê re teng tê, êdî rizîyaye. Lewma divê Tirkîye Şertên Xweserîya Birêveberîyên Herêmî ya Yekîtîya Ewropî, ku hewlê dide bibe endama wê, ji xwe re esas bigire û dev ji navendperestîyê berde. An ku wateya vê yekê birêveberîyên herêmî yên xweser ên hêzdar e.)

4. Madeyên ku nabe werin guhertin

Derbarê guherandina madeyên destûrê de hin dîtinên cuda hene. Di warê îdeolojîya destûrê de, destûr pirrengîyê nabîne û bi tenê îdeolojîyekê wekî nirx û referansa berz qebûl dike ku nabe were gotûbêj kirin. Bi vî awayî, destûr û prensîpa di warê îdeolojîyê de bêalîbûna dewletê, ku hîmên esasî yên pergaleke siyasî ya azadîperwer in, li alîyekî hatin hiştin. Lê belê di demokrasîyên azadîperwer ên nûjen de dewlet, di heman mesafeyê de dûrî hemû îdeolojîyan e, li ser hevwelatîyên xwe îdeolojîyeke dîyarkirî ferz nake û wekî dewleteke bêalî ye ku hevwelatî bi xwe hilbijêrin.

Li Tirkîyeyê îdeolojîya ku ruh û naveroka destûrê û herweha sedema hebûna wê dîyar dike ''Kemalîzm'' e. Ku di doktrînê de jê re ''Ataturkîtî'' jî tê gotin, ev îdeolojî di destûrê de wekî ''Şoreş û înqilabên Atatürk'' derbas dibe. Lê belê di destûran de nabe ku navê şexsekî were bi kar anîn. Em bibêjin heger yek ne ataturkî be hingê wê çi bibe? Gelo ew kes dibe hevwelatîyekî derveyî destûrê?

Nabe ku destûr li ser destûrekê were spartin, ku hişk û otorîter e, hin alîyên civakê li derve dihêle û awayê jîyanê ya takekes û civakê dîyar dike. Li Tirkîyeyê ev pirsgirêk heye. Dema ku destûrek tê çêkirin, divê bersiva vê pirsê were dayîn: Dewlet dê bibe dewleteke çawa? Ew dê bibe dewleteke sînordarkirî yan nesînordarkirî? Dê çi organên dewletê hebin û destûrmendîyên wan û tekilîyên wan ên navxweyî dê çawa bin? Dewlet dê hesabê bide hevwelatîyên xwe yan na? Di hilbijartin û tayînkirina wan kesan de, ku deshilatdarîya dewletê bi kar tînin, hevwelatî dê bikaribin çiqas beşdar bibin?

Tê gotin ku sê madeyên pêşîn ên destûra heyî nabe ku werin guhertin û pêşnîyarkirina guhertina wan jî ne guncan e. Paşê jî tê îdîa kirin ku dê destûreke nû were çêkirin. Ev herdu nakok in, li hev nakin. Heger ''destûreke nû'' were çêkirin, wê demê divê her tişt werin gotûbêj kirin û tê de tiştên nû hebin. Ji xwe, nîqaşkirina hin madeyan îlehîm nayê wê maneyê ku ew dê yekser werin rakirin. Dibe ku made wekî xwe bimînin, hin madeyên bi guhertinên qismî her bimînin. Lê belê heger hîna di serî de were gotin ku ''xetên me yên sor hene, em nahêlin ku werin derbas kirin'' di destpêkê de tê wateya seqetkirina wî karî. Di vî warî de tiştê ku Thomas Paine gotiye hêjayî bibîranînê ye. Ew dibêje: ''Heger di destûrê de hin madeyên naguherbar werin danîn, ev yek tê wateya hikûmkirina mirîyan a li ser zindîyan''. An ku prensîp, nirx û sazîyek, ku ji bo nifşekê girîng û hewce ne, dibe ku ji bo nifşeke din ewqas girîng nebe. Heger dem û cihê wê hat, divê guncan be ku hemû feraset û helwêst bikaribin werin berpirs kirin.

5. Têgih û nirxên subjektîf û meseleyên etnîk

Destûra 1982yê neteweya tirk ji xwe re dike bingeh û miletên din, ku li Tirkîyeyê dijîn, tune dihesibîne û dewleteke weha nîşan dide ku pirsgirêk û rastîyên civakî yên Tirkîyeyê di asta destûrê de înkar dike û 'piştgirîyeke neteweyî' ferz dike ku nasname, ziman û çandên cuda bi zorê li cem hev radigire. Ew têgihên ku ji alîyê mîmarên darbeya leşkerî ve gelek caran tên serî lê dan û wateyên din li wan tên bar kirin, wekî îdeolojîya dewletê di destûrê de tên cih dan. Lê belê cihê vê yekê di demokrasî û azadîyan de nîne.

Tê gotin ku ew têgihên 'tirk' û 'tirkîtî'yê ku di destûrê de tên bi kar anîn eslekî etnîkî yê nîjadekê nîşan nade û eslê wan ê etnîkî, ziman û olên wan çi dibin bila bibin, her kesê ku bi benda hevwelatîyê bi Komara Tirkîyeyê girêdayî be, dikeve bergeha tirkîtîyê. Muteberîya van gotin û îdîayan di warê huqûqa objektîf, zanistî û gerdûnî de nîne. A rast ew e ku eslekî etnîkî an ku tirkîtî li ser eslekî din an ku kurdan û nemusulmanan bi dara zorê tê ferz kirin. Ji ber ku damezirînerên komarê di şert û mercên wê demê de ''pirrengî'' û ''cudarengî'' wekî sedemên qels û lawazbûnê dîtîne û da ku dewlet aram û hêzdar be, wan li gor feraseta wê demê doza 'yekrengî' û 'yekgirtin'ê kiriye. Ji ber ku hîna jî piştgirîya vê rewşê tê kirin û di serî de di destûr û qanûnan de hîna jî meşandina vê yekê, ji anakoronîzmayê pêvetir ne tiştek e.

Pêşeka destûrê jî tê de, di hemû destûrê de nasnameya etnîkî ya tirkîtîyê bi gotinên wekî 'niştiman û neteweya tirk', 'dewleta pîroz a tirk', 'neteweya tirk', 'civaka tirk', 'her tirkek', 'hevwelatîye tirk', 'zimanê tirkî, 'çanda tirkî', 'dîroka tirkî' tê binxêz kirin. Zimanê destûrê bi struktûra pirrengî ya Tirkîyeyê, ku ji komên cuda yên etnîk pêk tê, bi hev nake. Ji ber vê yekê di destûra nû de nabe ku nasnameyeke etnîkî weha were binxêz kirin. Gotina 'neteweya tirk', ku him di gelek madeyên destûrê de, him jî di gelek qanûnan de tê bi kar anîn, dikare bi gotina 'hevwelatîyên Komara Tirkîyeyê' were pevguhertin.

Feraseta xelet a sebaret bi struktûra etnîk, di warê bawerî û hin mijarên din de jî derbas bûn. Di warê teşegirtina feraseta awayê tirk a sekularîzmê û di warê cihgirtina wê ya di destûrê de sê faktorên sereke hene: Ev 1) Li derve hiştina olê ya ji jîyana giştî/civakî. 2) Di warê avakirina nasnameya hevwelatîbûnê de pejirandin û bikaranîna olê wekî unsûreke girîng. 3) Kontrola dewletê ya li ser bawerîya olî û qada olî. Di warê lidervehiştina olê ya ji qada giştî de, di destûrê de ev gotin hene: ''Wekî yek ji pêdivîyên prensîpa sekulerîzmê, nabe ku hestên pîroz ên olî bi kar û barên dewletî û bi siyasetê re werin tevlihev kirin." Him dixwazin elewîyan bikin sunnî û him jî dixwazin sunnîyan bi dara sekulerîzmê kedî bikin. Da ku ev wêneya homojenkirinê were temam kirin jî yên ne-musulman jî yan hatine mişext kirin, yan jî bi giştî hatine pişavtin.
Destûra darbeya 12ê îlonê çarçove û bingeha destûrî û qanûnî ya vê ferasetê pêk anî. Divê êdî dev ji vê ferasetê were berdan.

6. Pêwîstîyên civaka demokratîk çi ne?

Seretayî, wekî ku di destûrên civakên demokratîk de tê dîtin, dema ku pêşekîya destûrê tê nivîsandin divê bi hin qaîdeyan were kirin. Pêşekî divê kin û kurtencam be; divê gotinên weha nebin; divê ku hin alîyên civakê li der ve nehêle, li dij wan cudagerîyê neke û wan piçûk nexe. Divê tê de gotinên weha hebin ku struktûra pirçandî, piretnîsîteyî, pirolî nas dikin û wan wekî dewlemendîyê dibînin. Divê tê de îdeolojî referans neyê girtin; şexsek, sazîyek û nirxek wekî pîroz neyê bi nav kirin û dilsozîyek wekî şert neyê danîn, lê bi tenê dilsozîya dewletê ji bo nirxên gerdûnî yên pirrengî, demokrasî, mafên mirovan, dewleta huqûqê werin pejirandin.

Wekî mînak destpêka destûrê dikare weha were guherandin: ''Em hevwelatîyên Komara Tirkîyeyê, di esasê maf û azadîyên gerdûnî de ku ji bo herkesî ne, her cure cudagerîyê red dikin, hemû cudahîyan nas dikin û wan wekî dewlemendîyeke çandî û demokratîk dipejirînin, îdela hevpar a gerdûnî par ve dikin û vê yekê wekî berpirsîyarî dibînin ku di aştîya cîhanî de tevkarîyê bikin;da ku demokrasîyekê li ser esasa mafên mirovan, desthilatdarîya huqûqê, azadî û yeksanîyê ye û jîyaneke serbilind, ku heysîyeta mirovan bi hev dike, ji xwe re kiriye armanc, damezirînin û vê destûrê wekî nîşaneya vîna me ya ji hevjîyanekê qebûl û piştrast dikin''.

7. Encam

Tirkîye niha di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Tiştê ku vê serdemê dîyar bike dê têkoşîna guhertinperwer û statukoperweran be. Heger guhertinhez di vê têkoşînê de bi ser kevin û van pirsgirêkan, ku bi ser hev de kom bûne, bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz çareser bikin, Tirkîye dikare di nav 5-10 salan de bibe yek ji demokrasîyên bijarte yên herêma xwe. Di rewşeke berevajî de Tirkîye dê bikeve kûrahîyên cîhana sêyem, ku tê de hemû pirsgirêk berdewam in û kevneperestî heye. Fetiloka sereke ya vê serdemê jî destûreke nû ye. Meclisa nû, ku rêjeya wê ya beşdarî û temsîlîyetê bilind e, divê bi van berpirsîyarîyan tev bigere û hemû alîyan di vê pêvajoyê de beşdar bike û destûreke nû çêbike, ku bersiva pêdivîyên Tirkîyeyê bide û pirgirêkên wê çareser bike. Yan na, ew dê bikevin bin webala hiştina mîrateke xerab ji bo nifşên dahatûyê.

Çavkanî

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya