Ji bo Ewropayeke çepgir raperîna sîvîl

Peymana îstîqrarê, bazara hevpar, reforma nemimkin
Translator

Piştî erêkirina Peymana Lîzbonê  –kopyaya “Destûra Bingehîn a Ewropî” a sala 2005ê hat red kirin –, parlemana Fransayê divê vê mehê Peymana li ser Îstîqrar, Koordînasyon û Birêveberîyê (PIKB) erê bike. Liberrabûna parlemanterên beşek ji wê komê, ne ku di hilbijartinên serokkomarîyê de piranî bi dest xistin –di navê de kesk jî– û protestoya gel dîyar e xwedîya hindik şansê astengkirina operasyonekê ne ku wê fînansên dewletê bixe bin wesayetê. Dîsa jî dengên piştgir ên Ewropayeke pêşverû hene. Va ye, ev yek ji wan e.

Ewropayeke çepgir -ango bi rastî demokrat, civakî, hevgir û ekolojîk, ya ku têkîlîyên xwe bi siyasetên lîberal bi awayekî radîkal qût bike– gelo mimkin e? Sedemên baş hene da ku meriv bifikire ku birêz François Hollande tu cara bawerîya xwe bi vê tiştê neanîye. Di 6 nîsana 1992yê de, di dema ku ew bi tenê parlementer bû, di trîbuna Meclisa Neteweyî de wisa bi îdîa axivîbû: "Sedema sertewandina me li hember ferzên pereyî, budceyî û aborî qebûlkirina me ya globalbûnê ye. Eger wisa ye, yekane mijar ku divê were nîqaş kirin qebûl kirin yan jî redkirina me ya qanûnên kapîtalîzma navneteweyî ye. Eger em di nav lîstîka globalbûnê de întegre bibin, ev tê maneya ku pêdivîyên wê yên aborî, pereyî, û pê re yên ewropî tên ferz kirin». (1) Bi gotinên din avakirina Yekîtîya Ewropî bi tenê dikare bibe beşeke globalbûna lîberal.

Çaxê bîst salan bi şûn ve, ew ê ku bû serokkomar soza "guhertina berê" avakirina ewropî dide, ji bilî pir kêm dizane ku ne mimkin e … hemû daxwazên "guhertina berê wê" bi avahîyeke îdeolojîk û xwedî sazî ya Yekîtîya Ewropî re rû bi rû dimîne. Em ne bi tenê behsa peymanan dikin ku "reqabeta azad û ya rastî" weke prensîpa birêvebir a tevahîya siyasetan bi cîh dike. Em herwiha di nav dehan hezar rûpelên ya "destketîyên civakî" de behsa wergera wan di pratîkê de dikin [yên weke tevahîya qanûnên Yekîtîyê tên qebûl kirin, nota wergêr]: Hemû ferman, qanûn û biryar in. Ji lîberalan vê yekê qet venaşêrin. Weke ku yek ji axaftvanên wan ê herî jêhatî, birêz Elie Cohen, rêveberê îdareya şirketa Pages Jaunes, Electricité de France-Energies nouvelles û yê Steria (2) qebûl dike "mekanîzmaya siyasetên bazarê ferza welatên endam ên Yekîtîya Ewropî pêk anîye, nexasim neteweyên latîn (Fransa, Spanya, Ȋtalya) ku dixwestin siyasetên xwe reforme bikin, yên sektorên ku kontrolkirina wan zehmet bû lewra tê de sendîkalîzm xurt bû û exlaqê siyasî qedexe dikir ku guhertinên mezin tê de çêbikin." (3) Meriv nikare bi awayekî ji vê zelaltir bibêje…

Awayekî xapandinê

Di vê rewşê de, gelo mentiqî ye meriv weke ku siyaseta çepgir dimeşîne di çarçoveya binesazîyên heyî ya Yekîtîya Ewropayê de bike, lewra ev binesazî ji bo ku rê li ber tiştekî wisa bigirin, hatin ava kirin? Eger meriv bersiveke neyênî bide vê pirsê, encameke mentiqî xwe ferz dike: Divê peyman werin guhertin, ji serî heta binî. Gelo çawa dibe ku ji bo paragrafeke bi tenê jî peyman tên guhertin? Bersiv: Bi bikaranîna madeyên revîzyonê ku tê de ne. Lê di rewşa heyî de ev made qanûna erêkirina tevahîya endaman ferz dike… ango têrê dike ku ji bîst û heft welatên endam bi tenê hikûmeta yekê bibêje "na" da ku prosedûra revîzekirina peymanê ya ji alîyê welatekî ve hatî peşnîyaz kirin, bloke bibe.

Ji xeynî çend îstîsnayan, partî, tevger û rêveberên çepgir, fikrên wan ji hev her çiqasî cuda bin jî (4), çavên xwe li vê kilîdkirina sazîyê digirin. Ew mentiq û fikrên xwe didominin –ango di qada fermî de– weke ku mimkin be peymaneke nû ya xwe dispêre prensîpên ji yên Lîzbonê cuda were qebûl kirin, di yekîtîyekê de ku bîst û heft endamên wê hene, di demeke kin de jî hejmara endaman wê ji sîhê bibihure. (5) Li gor rêveberên sosyal-demokrat, soza "guhertina berê" yekîtîyê ya birêz Hollande wê bi muzakerekirineke bi hikûmetên di serî de li dijî vê fikrê re pêk were da ku hinekî "mafên civakî" bi zor û zehmetî ji wan bistîne. Bi vî rengî, Lihevkirina ji bo bipêşxistin û zêdekirina hejmara kar, ya bi înîsîyatîfa birêz Hollande ji alîyê bîst û heft welatên endam ve 28ê hezîrana dawî hat qebûl kirin, qaşo Peymana Îstiqrar, Koodînasyon û Birêveberîyê (PȊKB) diguhere, her çiqas ev yek bi tenê lihevanîneke siyasî ya nikare xwe ferz bike be jî.

Li gor xwedîyên fikrên din, ku li Fransayê di nav tevgera bi navê Front de gauche de ne –her çiqas endamên wê di vê mijarê de xwedî heman fikrê nebin jî– û di nav Partîya Keskan de ne, divê meriv li ser avakirina tevgereke civakî ya ewropî bixebite da ku Yekîtîyê bi rengên pêşketina civakî xurt bikin. Tedbîra kilîd a vê perspektîfê, zêdekirineke mezin a budceya Yekîtîyê (niha ew %1ê Hilberîna Hundir a Nesafî [HHN] serê şênîyekî li Yekîtîyê ye) ku wê destûra cîhguhertina pereyan bide û wekhavîya rewşa aborî ya welatên endam û ya standartên civakî pêk bîne, ew ê herwiha rê li ber tevahîya şiklên dumpingê [ji bo berjewendîyê xwe, bi qestî kêmkirina nirxa berhemekî, yan jî ya pereyê welatekî, nota wergêr] yên navxweyî bigre.

Lê pirsgirêk ev e, ev gava mezin ya ber bi "federalîzmeke çepgir" ve utopîyek e ku encama wê dikare were pêş dîtin. Ev jî ne bi tenê ji ber mekanîzmaya sazîya li jor me behsa wê kiribû. Meriv dikare bibêje mixabin, lê heta niha, bi tenê giravên piçûk yên qadên gelemperîyê [yên li fikra herkesî vekirî, nota wergêr] yên ewropî hene. Nexasim konsepta tevgereke civakî ya ewropî xwe naspêre tu rastîyan. Rast e ku di van demên dawîyê de, Konfederasyona Ewropî ya Sendîkayan (KES) xwe hinekî ji ewro dûr xist -lîberalîzmê– wê helwêsta xwe li dijî PȊKB eşkere kir –lê çaxê meriv pirrengîya endamên wê dibîne, zehmet e bawer bike ku ew dikare bibe stûna seferberbûneke girseyî ya giştî li dijî şiklên heyî yên avahîya ewropî. Civîna meclisa wê ya giştî ku wê di 17ê çirîya pêşin de pêk were, wê bibe ezmûna biryardarîya wê, hin endamên wê (nexasim sendîkayên spanî) jê dixwazin ku berîya civîna Konseya Ewropî ya di kanûnê de, biryara xwepêşandanên mezin ên li dijî jixwekêmkirinên budceyî li tevahîya paytextan bide.

Herçî îhtîmala zêdekirineke mezin a budceya Yekîtîyê ye, hikûmetên ku weke dînan dixwazin lêçûnên budceyî kêm bikin û teserûfê bikin û herwiha –bê gûman– gelên ewropî yên her diçe zêdetir li dijî hertiştê ku ji "Brukselê" tê ne, dikin ku ev îhtîmal li derveyî rojevê be. Ango bêyî ku zext li çarçoveya heyî ya sazîyên Yekîtîyê were kirin weke ku peymaneke nû "ya çepê" mimkin be, weke şiklekê îluzyonîzmê xuya dike.

Guherandina berê dîrokê

Rêyeke din a mimkin dimîne, ew jî bi hilbijartinan dibe: Li welatekî dîyarkirî, eger dengên gel vê wezîfeyê bide hikûmetê, qûtbûneke yekser ji siyasetên Yekîtîyê dikare pêk were, li gel bicîhkirina prensîpên mekanîzmaya neteweyî û têkîlîyên bi welatên ewropî re bi rê ve dibin. Ev wê bê maneya guhnedana qanûnen Yekîtîyê (bêyî ku jê derkeve) û avakirina di heman demê de modeleke din a ku li derveyî sînorên welêt balê bikşîne ser xwe. Prensîpa guhnedana qanûnên ewropî (6) welatekî neçar nahêle ku ji Yekîtîyê derkeve, ji xwe Peymana Lîzbonê êdî vê mimkinbûnê qebûl dike. Da ku berjêwendîyên xwe biparêze divê hikûmeteke "guhnedêr" xwedî stratejêyeke "yê lawaz li dijî yê bi hêz" be [stratejîyeke şerî ye ku tê de her du alî ne xwedî hêzeke wekhev in, nota wergêr], ev yek her çiqas bibe sedema nerazîbûna welatên din yê Ewropayê jî, divê ew hejmareke azamî ya keviran biavêje ber çerxên mekîneya hevgirtina ewropî –û divê heta mimkin e di nav Yekîtîyê de bimîne– da ku rê li ber belavbûna tedbîrên lîberal bigire. Lê berîya ku dest bi çalakîyê bike, divê pêşî paşveçûyîna xwe rawestîne, êdî hêzê ji dest nede...

Stratejîyeke bi vî rengî wê di pratîkê de çawa li kar be? Berî her tiştî bi rêya redkirina zêdekirina fermanên lîberalkirinê û yên "xirakirina" mafên civakî yên di hiqûqa neteweyî de bidestxistî; bi rêya bicîhneanîna ferzkirinên berê qebûlkirî, bi xwespartina Peymana Luksemburgê (7) ji bo ku rê li ber ferzên tên amade kirin, bigire. Wê heman tişt ji bo peymanên mohrkirî, yan yên li hin welatan erêkirî jî pêk were –di serî de peymana Mekanîzmaya Ewropî ya Îstiqrarê (MEȊ) û PȊKByê– ku armanca wan rizgarkirina bankeyan û ferzkirina tedbîrên jixwekêmkirinê yên daîmî li ser gelên ewropî ye. Wê hin kes li dijî helwêsteke bi vî rengî rabin û bibêjin, ev tê maneya binpêkirina "hiqûqa" Yekîtîyê, ev jî rast e. Meriv dikare bersiva hebûna nirxeke jê bilintir bide: Rêzgirtina ji prensîpa desthilatdarîya her miletî, ku ji alîyê mekîneya Yekîtîya Ewropî ve timî tê bin pê kirin. Bi rêya biryarên Dîwana Edaletê ya Yekitîya Ewropî (DEYE) ya Luksemburgê û bi rêya biryarên hakimên neteweyî ku temsîlên ferz ên Dadgehê ne.

Fikra ku wê vê nerazîbûnê li tevahîya parzemîna ewropî deng vede û bibe sedema krîzeke siyasî ya nedîtî, li cîh e. Di encama wê de cemidandina tevahîya tedbîrên lîberalkirinê wê pêk werin ku amadekirina wan xebata rojane ya Komîsiyona Ewropî ye. Lê belê wê ev krîz bibe sedema pevçûneke neditî di navbera du hêzan de: Li alîyekî, yek yan jî çend hikûmetên "guhnedêr" ku raya giştî û tevgerên civakî yên welatên din wê piştgirîya wan bikin; li alîyê din jî, sazîyên (Komîsyon, DEYE, Bankeya Navendî ya Ewropayê –BNE) ku tu rewabûna wan ya demokratîk tuneye, hikûmetên din wê pişta wan bigirin, lê belê ji bo wan wê pir zor û zehmet be welatîyên xwe qaneh bikin ji bo piştgirîya bi wan re xwepêşandanan li dar bixin. Hê tu caran nehatiye dîtin ku gel ji bo parastina berjewendîyên bankeyan, yan jî ji bo kêmkirina mûçe û mûçeyên teqawidbûnê tevlî xwepêşandanekê bibe.

Ev dijberî hev bûn wê di demeke dîrokî ya hesas de pêk were: Dema ku tevî lawazbûna giranîya wê ya jeopolîtîk, li gor daxwaza hin hikûmetan, Ewropa xwedî kapasîteya guhertina dîrokê ye. Eger meriv welat û komên herêman yên mezin bi rastî bîne bîra xwe, wê bibîne ku mimkin e ji parzemîna kevin (Ewropa) were ku sê şertan pêk bîne yên ku pêwîst in ji bo peşnîyazkirin û bicîhanîna modeleke alternatîf a jîyana civakî: Potansîyeleke fikrên rexnegir, hêzên civakî yên ji ber hebûna krîzê çalak bûyî, û giranîyeke mezin a demografîk û aborî. Li Amerîkaya Latîn, hêzeke navdewletî ku xwedî vê mentiq û fikra qûtbûna ji lîzberalîzme ye, ji qonaxa projebûnê gav avêt qonaxa pêkanîna di pratîkê de, ev kiryar di asteke piçûktir de be jî: Hevgirtina Bolîvarî ji bo Gelên Amerîkaya Me (ALBA). Çarçoveya herêmî guhertî be jî, bêguman ev ezmûn dikare bibe çavkanîya îlhamê. (8)

Bi heman rengî, li Amerîkaya Başûr, ji bilî ALBAyê di heman demê de Bazara Hevpar a Başûr (Mercosur) heye, meriv dikare hem hewl bide tesîrê li naveroka wê bike û hem jî xeyala di heman demê de hebûna du awayên Yekîtîya Ewropayê bike. Weke nimûne, Ewropayeke "çepgir" ku di destpêkê de wê hindikayîyeke piçûk be, belkî tenê xwedî endameke bi tenê, lê wê bikaribe mezin bibe; û Ewropayeke lîberal, weke ya niha heyî. Bivênevê, hebûna herduyan bi hev re wê pir zehmet be, û guhertinên li gor vê yekê wê werin pêkanîn, eger mimkin be guhertinên ji her du alîyan ve hatî erê kirin yên li ser mijarên ji bazara yekane heta bi tedbîrên parastina bazirganîyê. Eger tecrûbeyên çepgir bi ser ketana, ew ê bikarîyana tesîrê li welatên din bikirana û li nav Ewropayê bibana piranîyek.

Herêma ewroyê dewam bike yan jî neke, hebûna du Yekîtîyên Ewropî wê pirsa pereyekî hevpar derêxe holê. Di encama wê de du herêmên pereyî yên wekhev û lihevkirî dikarin werin afirandin, yan jî pereyekî hevpar yê ewropî (ne yekane pereyê ewrûpî) yê ku bi tenê wê karibe bi dovîzan re were guhertin, û ku xwedî rêbazên eyarkirinê yên di encama şêwirandina bi pereyên neteweyî hatin qebûl kirin. Çareserîyeke bi vî rengî pergala pereyî ya ewropî tîne bîra merivan (SPE), lê tiştê tê de guhertî ev e: Di SPEyê de, Ekuyê (9) ne weke ewroyê bû, pereyekî xeyalî bû, û pereyên neteweyî yên dikarîbûn bi dovizan werin guhertin bûn. Di vê mijarê de, li gor birêz Jean-Pierre Chevènement, kevne wezîr û senatorê erdên Bekfortê, "bi tenê awayekî mentiqî yê paşerojê dikare hebe, ew jî biryareke terikandina yekane pereyê Ewropayê ye ya di asta ewropî de birêxistinkirî û ahengdarkirî." (10) Lê vê jî li gotina zêde dike: "Lê ji ber sedemên îdeolojîk û pratîk, zehmet e ev şiklê mentiqî yê paşerojê pêk were". Gelo wê ya di konjektureke dîyar de zehmet timî wisa be? Mezintirbûna krîzê jî dikare çareserîyê pêk bîne...

Mijarên pir giran dikin ku meriv bikeve nav tiştê nenas. Berevajîyê vê, ya ku tê nasîn bixwe ew e ku divê , ji bo domandina siyasetên îroyîn berdêla wê were dan, û ev berdêl jî gelekî mezin e: Jixwekêmkirinek ku meriv nizane wê kengî biqede ku mafên civakî yên bi dehan salan bidesxistî li paş dihêle, û plankirina dayîna statûya rejîmên di bin "troïka"ya Komîsyonê/BNEyê/Fona Pereyan ya Navneteweyîyê (IMF) de ji bo piranîya welatên endamên Yekîtîyê. Di vê çarçoveyê de wexta meriv behsa demokrasîya Ewropayê, yan jî behsa fikra Ewropayê dike, divê dema bihurî bi kar bîne.

* Profesorê xwedî tecrûbe û rêz yê Înstîtuya Lêkolînên Ewropî ya Zanîngeha Paris 8, sekreterê giştî yê Bîranîna Têkoşînan.

(1) Christophe Deloire û Christophe Dubois ji ber girtîye, Circus Politicus, Albin Michel, Paris, 2012, rûpel 82.

(2) Brêz Elie Cohen herwiha li CNRSê birêveberê lêkolînan û li Sciences-Po profesor e. Gotara li jêr bixwîne: Renaud Lambert, "Les économistes à gages" ("Aborîzanên kirêkirî"), Le Monde diplomatique, Adara 2012ê.

(3) La Tentation hexagonale (Cezba fransî), Fayard, Paris, 1996.

(4) Gotara li jêr bixwîne: Antoine Schwartz, "La gauche française bute sur l’Europe" "(Ewropa rê li ber çepa fransî digire), Le Monde diplomatique, Hezîrana 2011ê.

(5) Xirvatistan sala 2013ê wê bibe endama Yekîtîyê.

(6) Pirtûka li jêr bixwîne: Aurélien Bernier, Désobéissons à l’Union européenne ! (Werin em guhnedin Yekîtîya Ewropayê!), Mille et une nuits, Paris, 2011.

(7) Ev siyaseta bi navê "kûrsîyê vala" ye ku general de Gaulle ji hezîrana 1965ê heta çileya 1966ê ji bo pêkanîna fînansmana siyaseta cotkarîyê ya hevpar dimeşand (SCH), li gor prosedûra piranîya kalîfîye [ku Konseya Ewropî ji bo her biryara xwe bi kar tîne, nota wergêr]. Bi saya lihevkirina Luksembûrgê ya 30ê çileya 1966ê serokdewletê fransî bi dest xist ku di pratîkê de, biryar ne bi piranîya dengan, lê belê bi standina tevahîya dengan werin dan, ku tê maneya bicîhkirina mafê vetoyê. Gotara li jêr bixwîne: "La France hors du consensus européen" ("Fransa li derveyî lihevkirina ewropî"), Le Monde diplomatique, çileyê 2007ê.

(8) Bixwîne "L’ALBA s’élargit et monte en puissance" ("ALBA mezin dibe û hêza xwe bi pêş dixe"): http://www.medelu.org/L-ALBA-s-elargit-et-monte-en

(9) "Ecu" navê kurtkirî yê European Currency Unit (Pereyê Ewropî) ye, bi fransî bû ECU.

(10) La Newsletter de Jean-Pierre Chevènement (Newsletter a Jean-Pierre Chevènement), 11ê îlona 2012ê.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya