Ji bo rizgarkirina pereyê yekbûyî xwe virde û wêde kirin

Dema ku hukûmet mısoger dıkın banke ya herî xırab dıkın
Translator

Di filmê Stanley Kubrick 2001: A Space Odyssey (2001: Destaneke Fezayê) (sala 1968ê li sînemayan hat nîşan dan), robotê bi navê HAL 9000, ku bixwe mûcîzeyeke aqilçêkirî ye, li kêştîya fezayî Discoveryê suwarkirî ye, diçe Jupîterê û di rê de xwe ji kontrola astronotan xilas dike. Ji robot tê ku ji bilî yekî astronotên din tine bike, ji wî yekê mayî jî tê ku girêdana robotî ya enerjîyê qut bike. Heke em vegerin ser rûyê erdê û bi taybetî em vegerin Ewropaya sala 2012ê, em dikarin xwe bispêrin rabihurîyê û euroyê ango elektrona serbest a otorîteyeke siyasî ya wê bi rê ve dibe, nîne, rê li ber robotê fezayê bigirin. Dema çileya sala 1999ê ev pereyê yekbûyî li welatên şertên yekbûna armancê yên Peymana Maastrichtê (1992) pêk dianîn, di hewayeke kêf û şahîyeke giştî de afirandin, kesên ew sêwirandin pir jê pêşbînîyê dûr bûn ku tiştê wan afirandî dikarîbû bi tenê ya li gor dilê xwe bike. Tehlûke hebû ku mîmarîya Yekîtîya Ewropayê bihejîne ku ew bixwe gula wê ya geş bû.

Ji bo dîrokzanan "bavên euroyê" ango Helmut Kohl, François Mitterrand û heta Jacques Delors dikarîbûn ewqasî kêm sûdê ji sedemên gunehê wan kêm û nerm bike, bigirin, lewra der barê kelevajîtîya ferzkirina siyaseteke pereyê yekbûyî li ser welatên di warê dewrên aborî, avahîyên hilberandinê, demografî, asta hilberînerîyê û hwd. de di rewşên cihê heta bi xwe ji hev cihê de, ew hatibûn hişyar kirin. (1)

Ev yekane çewtîya sêwirandina destpêkê nîne. Derket holê ku biryara di bin zext û fermana Almanyayê de hatî dayîn ya spartina birêveberîya euroyê ya Bankeyeke Navendî ya Ewropî (ECB) ya bi tevahî ji hukûmetan serbixwe, yan jî ji tevahîya otorîteyên encama mafê hilbijartinê yê giştî ne serbixwe jî biryareke pir xirab e. Şaşîyeke din a ku mirovî matmayî dihêle: Qedexeya ECByê ya li ser erêkirina deyndayîna dewletan, yên ku ji bo xwe fînanse bikin wê neçar bimînin berê xwe bidin bazaran û bankeyên taybet, tevî ku berê derîyê Frankfurtê li van dewletan vekirîbû da ku ji deynên rêjeya faîza wan kêm sûdê bigirin.

Çawa em dibînin, berevajî HALê euro tu caran bi kesekî ya jî tiştekî ve girêdayî nebû. Euroyê dikarî dest bi karîyera xwe ya pereyan ku xwedî dînamîkeke serbixwe ye bike, tekane muxateb jî bazarên fînansî û ECB ne, ECBya guhdarîya bazarên fînansê dike, heta xwe fedayî wan dike. (2) Krîza deynê dewletê –ku sedema wê ya kûr û bingehî ew e ku deynê taybet, nexasim jî yê bankeyan vediguherînin deynê dewletê û ev jî bar e li ser pişta kesên bacê didin– derfetên bêsînor dan spekulasyonê û karên olîgarşîya fînansê. Û hebûna qada euroyê, ku siyaseta pereyî divê cihêtîyekê rêjeyên faîzê bi rê ve bibe ku ne mumkin e muamele pê re were kirin; ev cihêtî di navbera rêjeyên dewletên bakur (yên herî girîng Almanya, Hollanda, Awusturya û Fînlandîya ne) û yên başûr (Yewnanistan, Spanya, Portugal, Îtalya) de ye. Vê yekê karê olîgarşîya fînansê pir hêsan kir.

Erê fînans û ECB tu hesaban nadin tu kesan, lê belê birêveberê dewletên qada euroyê hesab didin: Ew girêdayî dogmayên neolîberal yên li ser kaxetên peymanên ewropî nivîsî yên wan kirî dengdanê jî bin, hilbijartinên ku divê ew di wan de bi ser kevin hene û divê asteke herî kem a hevgirtina civakî biparêzin da ku pêşîyê li serhildanên gel yên li ser sindoqan, yan jî li ser kuçe û kolanan bigirin. Civîna Bilind a Ewropî ya "şansê dawîyê" ya nizanim çendîn 8 û 9ê kanûna bihurî li Brukselê pêk hat. Di vê civînê de mijarên rojevê ew asêmayin û xitimîn bûn ku encama biryarên peymana Maastrichtê bûn yên ku di peymana Lîzbonê de hatin parastin. Xitimînên ku di projeya peymana nû de ya ku encama vê civînê bû, dewam dikin. (3)

Xeta wê ya birêveber ji çarçoveya hişk a vê lihevkirinê dibihure û ji destpêka krîzê û vir ve dînamîka giştî ya Yekîtîya Ewropî nîşan dide: Telafîkirina kêmasîyên di hesabên giştî yên dewletên endam ên qada euroyê karê herî li pêş e, hem ji ber sedemên prensîpê -heta ji bo hukûmeta alman weke ferzeke exlaqî ye– hem jî ji bo rizgarkirina pereyê yekbûyî. Divê mirov vî pereyî ji tesîra spekulasyoneke dîyar biparêze, spekulasyona ku xwe dispêre îhtîmala çend dewlet nikaribin deynên xwe bidin. Mijarên din hemû kêmtir girîng in; hem mijara talanên civakî yên ji ber siyaseta hişkbûnê ya ji bo demeke dirêj pêşdîtî, hem jî mijara ketina nav krîzê ya tevahîya qada euroyê. Bi gotineke din: Divê mirov çavkanîya jîyana astronotan qut bike, daku HALê xilas bike.

Destê Berlînê bi taybetî giran bû: Her dewlet wê hewl bide di destûra xwe ya bingehîn de "rêzika zêrîn" ya tewazûna budçeyî binivîse, bi musamaha û çavlêgirtineke di navbera % 0.3 û 0.5ê ya Hilberandina Nesafî ya Neteweyî (HNN) de. Dîwana Adaletê ya Yekîtîya Ewropî bi nazikî û hesasî vê biryarê diparêze û herweha dadwerîyên neteweyî yên ku erka wan e ka gelo ev rêzik baş tê pêk anîn, kontrol dike. Komîsyon siyasetên budçeyî kontrol dike û heke lihevderneketina budçeyî %3yê derbas bibe, bi awayekî hema hema xweber cezayan dibire (cezayekî pereyan ku mîqdara wê biqasî % 0.2yê HNNyê ye). Parlemanter û hilbijartî li derveyî lîstikê hatine hiştin.

Erka parlemanan sistkirina kirasê teng ê budçeyî yê franko-alman e

Serokwezîra alman Angela Merkel ya rastî yekane kes bû ku doza peymaneke nû dikir. Ji wê re amûreke huqûqî ya ferzker diviya da ku ji bo başîya rewşa îxracatên alman qadeke pereyî ya biîstîqrar biparêze; her çiqasî ev yek bi riya li nîvê rê hiştina welatên hindik bawerî bi wan tê pêk were jî, çawa ku wê bi dilxwazî ji Yewnanistanê re pêşniyar kir. Di berdêla wê de, wê xwest Mekanîzmaya Ewropî ya Îstîqrarê (ESM) pir be –ya ku divê tîrmeha sala 2012ê şûna Fonên Ewropî yên Îstîqrarê (EFSF) yên ji bo rizgarkirina welatên di rewşên zehmet de, bigre–, lê belê bi awayekî pir zêde destgirtî. Divê mirov lê mikur were ku ew divê hesaban ji zor û ferzeke siyasî ya mezin a li hundir welêt jî bike: Hişyarîya Dadgeha Destûrî ya Federal a Karlsruheyê ya ku sala 2009ê biryareke dîrokî dabû, pê "lêkêmkirina bunyewî ya demokrasîyê" ya Yekîtîya Ewropî lê eşkere dikir û "navendîbûna parlemanên neteweyî" bi bîr dixist. Ji ber vê yekê serokwezîra alman neçar e di her qonaxê de kontrol bike ku piranîya wê ya parlemanter, yan jî dadgeh biryarên wê betal neke. (4) Dema mirov bi vî awirî li mijarê binêre, li gor lihevhatineke besît a di navbera hukûmetên tên û diçin de, peymanek bêtir destûrê didiyê ku xwe bi awayekî bikêrtir "bi zirx bike".

Lihevhatina 9ê kanûnê hê nû hatibû qebûl kirin, bû mijara gelek hesaban, tê pêş dîtin ku deqa dawîyê adara bê were mohr kirin û berî sal bi dawî bibe were erê kirin. Ev senaryo weke pir xweşbîn tê nirxandin. Hin tevger û partîyên ewropî van tiştan derxin pêş, ji ber ku peymaneke ji bo qada euroyê derbasdar –niha û potansîyel– tê amade kirin, wê bivê gelek tişt li (yan jî li şûna) kirasê ferzkirî ku Angela Merkel pêşnîyaz dike û serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy jî bi ber bayê wê dikeve, werin zêde kirin. Weke mînak baca navdar a li ser veguhastinên malî, ya ku dikare bi awayekî bikêrhatî budçeyên ewropî yên "rizgarkirinê" têr û boş bike, û bi awayekî fermî herdu birêveberên welatan ev fikir qebûl kiriye. Ji ber ku Meliktîya Yekbûyî biryar da ku ne di nav lihevkirina bîstûşeşan de be, blokaja brîtanî hew heye, ewropî xwedî derfeteke yekane ne da ku kirin û nîqaşên xwe li hev bînin...

Wekî din, tevî xasûkî û qurnazîyên -li welatên pêvajoya referandûmê heye û nexasim li Îrlandaya referandûm ferz e-, dikarin ji bo rêlibergirtina referandûmê werin peyda kirin, erêkirina lihevkirineke bi vî rengî hê pir dûr e. Bi ser de jî, hin parleman (yên Slovakya, Hollanda, Fînlandîya, Macaristan, Komara Çekê) dikarin madê xwe bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li Fransayê gelek namzedên serokkomarîyê di nav de yê Partîya Sosyalîst François Hollande jî dan zanîn ku ew ê doza ji nû ve muzakerekirina peymanê bikin. Ji bo ku mirov bawer bike ku peyman wê sala 2013ê bikeve meriyetê, divê hindekî çalak û bêperwa be...

Di vê navê de heke rewş ev be, mîmarîyeke paralelî ya Yekîtîya Ewropî û dibe ku hevrika wê be jî, wê bikeve dewrê: Ya qada bi tenê ya euroyê, ya ku endamên wê yên niha (hejmara wan hivdeh e) bihewîne û dewletên din ên Yekîtîya Ewropî hez bikin wê bibin endamên wê, ango ji dehan neh û Meliktîya Yekbûyî wê bibe suwara bi tena serê xwe. Sarkozy ev parçebûn şirove kir: "êdî bi awayekî zelal du Ewropa hene. Yek jê bêtir piştgirîya di navbera endamên xwe de û birêkûpêkkirinê dixwaze. Ya din bi dûvê yekane mantiqê bazara bi tenê digire." (5) Vê yekê pir alîkarî da bûyer û dîyardeyan... Bêguman David Cameron wê xwe di beşa duyem de bibîne: Wî da zanîn ku armancên wî yên bi tenê, li hemberî vîna qels a birêkûpêkkirna ewropî parastina bazara tekane û parastina berjewendîyên sektoreke malî ya brîtanî a kurtêlxwur (% 10ê HNN, 1.6 mîlyon kar) in. Li hemberî vê dema ku peyva piştgirîyê hat bi lêv kirin, zehmet e ku mirov li Merkelê bifikire...

Cihêtîya bingehîn a di navbera Meliktîya Yekbûyî û yên din ên weke Fransa û Almanyayê de endametîya qada euroyê ye. Saxmayîna qada euroyê û ne tiştekî din, tedbîrên sazûmanî yên di civîna dawî ya Konseya Ewropayê de derketî pêş, ferz dike. Nirxê sterlînê li gor rîtma konjuktura aborîya brîtanî, desttêwerdanên Bankeya Ingilîstanê kêm û zêde dibe... û nota kredîyê ya Meliktîya Yekbûyî hê jî AAA ye. Nirxê pereyê yekbûyî yê ewropî bixwe ne weke pereyên din li gor performansa bikarhênerên xwe yên di mijara budçeyê de herî ortodoks kêm û zêde dibe, lê belê li gor newekhevîya (spread) rêjeya faîzan a di navbera temînatên borsayê yên alman û yên welatên herî zêde deyndar de. Operatorên bazarên malî ya rastî li gor "navînî"ya di navbera yên li alîyekî û yên din de nafikirin, lê belê li gor kirina tehlûkê ya tevahîya qada euroyê bi rêya bandoreke domînoyê ya ku pêkhênerên wê yên herî lawaz dayî dest pê kirin. Ango mantiqî ye ku tevahîya qadê bi kêmkirina nota kredîyê re rûbirû bimîne.

"Jihevketineke muhtemel a tevahîya yekîtîya pereyî"

Almanyayê bi rengekî xwe bi xwe dest nîşan kir ku li qada euroyê bimîne. Ji bo wê, pereyê yekbûyî kozekî tîcarî yê stratejîk e, lê belê ew naxwaze buhayê wê bide –weke mînak destekê bide da ku bi xêra veguhastinên budceyî yên yekser yan jî neyekser ber bi welatên başûrê Ewropayê ve, spreads kêm bibin. Sedema serhişkîya wê ya li Brukselê da ku bi riya sazîyên ji yên Yekîtîya Ewropî hişktir li alîyê tesîrdarîya budçeyî hepis bike, ev e. Rola Sarkozy di vî karê cermeno-alman de bi xwe vê replîka lîstika şanoyê ya Jean Cocteau ya bi navê Zewicîyên Birca Eiffelê tîne bîra mirovî: "Ji ber ku ev sir ne heddê me ne û ji me dibihurin, em ê xwe li organîzatorîya wan deynin."

Ya ku heta niha ne mumkin bû, parçebûna qada euroyê bû, êdî ew beşek ji wan senaryoyan e ku ne bi tenê şirketên mezin, lê belê herweha otorîteyên herî bilind ên malî jî li ser wan dixebitin, Wall Street Journal radigihîne: "Hin bankeyên navendî yên ewropî dest bi çêkirina planên rewşên lezgîn kirin da ku îhtîmala derketina yek yan jî gelek welatan ji qada euroyê, heta jihevdeketineke muhtemel a tevahîya yekîtîya pereyî jî amade bikin." (6) Xiyaneta herî mezin hevalên mirovî bi mirov re dikin...

Çavkanî

Bernard Cassen:
Profesorê bijarte li Zanîngeha Parîs-VIIIê û sekreterê giştî yê Komeleya Bîranînên Têkoşînan (Mémoire des luttes).

  1. Laurent Jacque, "Anniversaire en demi-teinte pour l’euro (Rojbûna Euroyê ya Xembar)", Le Monde diplomatique, sibata 2009ê
  2. Antoine Dumini û François Ruffin, "Enquête dans le temple de l’euro (Lêkolîna di Perestgeha Euroyê de)", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2011ê
  3. Ev deq di prensîpê de bi tenê hivdeh dewletên endamên qada euroyê yên niha girêdide, ku wê ji deh endamên mayî yên Yekîtîya Ewropî yên dixwazin, zêde bibin. Ji ber vê yekê cihêtîya têgeha "peymana navhukûmetî" ya li Fransayê tê bi kar anîn, tê dest nîşan kirin, tevî ku hin sazîyên Yekîtîya Ewropî (Dîwana Edaletê, Komîsyon) û ECB ji bo pêkanîna biryarên wê tên bi kar anîn jî
  4. "Un ‘consensus de Berlin’ imposé à l’Europe (‘Konsensûseke Berlînê’ ya li ser Ewropayê Ferzkirî)", Le Monde diplomatique, kanûna 2010ê
  5. Hevpeyvîna di Le Mondeê de weşandî, 13ê kanûna 2011ê
  6. The Wall Street Journal, New York, 8ê kanûna 2011ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê