Ji Ewropaya kevnar

Translator

Kevnebirêveberê giştî (1962-1982 û 2000-2003) yê kovara New Left Review (Çepa Nû) li Londrayê û profesorê dîrok û civaknasîyê yê Zanîngeha Kalîforniyayê li Los Angelesê, Perry Anderson yek ji sîmayên herî naskirî yên marksîzma brîtanyayî ye. Ew di heman demê de yek ji kesayetîyên herî kone û zana yê qada siyasî û çandî ya piranîya welatên Ewropayê ye, ku wekî gerokên îngilîzî yên sedsala XVIII ê li van welatan jî digere.

Berhema ku ew pêşkêşî me dike gelek bi îddia ye. (1) Ew li ser rewşa heyî û siberoja Yekîtiya Ewropayê û pirsa nû ya Rojhilatê ku di riya Qibris û Tirkiyeyê re nas kiriye, radiweste û vê xebata xwe bi berhemên li ser sê welatan (Fransa, Almanya û Îtalya, lê Birîtanya ne tê de...) temam dike. Ew li ser hev ji deh tekstên ku çi bigire versîyonên wan ên yekem di navbera salên 1996 û 2009ê de di NLR û London Review of Books (Kovara Pirtûkan a Londrayê) de, carna berî ku temam bibin, hatine çap kirin.

Anderson pir hindik wan cûre tekstên zanyarîyê ku ji alî her cûre pispor û akademîsyenên -yên di nav Yekîtiyê de û yên derveyî wan- di bin bandora Komîsyona Ewropayî de ne û ji berfirehbûna wê îstifade dikin, tên nivîsîn û mirov ji wan zû aciz dibe dinivîse. Li gor wî, mekteba zanîngehî ya brîtanî-amerîkî (2) û bi taybetî jî ya Dewletên Yekbûyî -ku bêtir bi çavekî rexnegirîyê li Yekîtîyê dinêre - rexneyên xwe teorîze dike û dibêje, ew "nesneya siyasî ya nenas" (Jacques Delors) avayiya Ewrûpayê ye. Lê ew vê yekê berî hertiştî bi navgînên zanyarîya siyasî, bi disiplîna xwe ji rastîyên civatî dûr dikin, ku di encamê de ev yek zêde tiştekî îfade nake. Bi vî awayî, Anderson ji jêgirtineke ji dîroknasê brîtanî Alfred Cobbanê ku ji bo wî ev beşê zanînê hîn pêvajoyek e, "ji bo xwe ji vê mijara xeternak a ku jê re dibêjin siyaset, berî ku bigihê mistewayê zanyarîyê, biparêze" zewqeke şeytanî digire.

Piranîya wan lêkolînerên ku tezên xwe ji nû ve xwendine (Ernst Haas Alan Milward, Andrew Moravcsik, Robert Keohane, Craig Parsons, John Gillingham, Barry Eichengreen, Neil Fligstein, Giandomenico Majone yê îtalî-amerîkî, Jan Zielonka yê polonî, Larry Siedentop, Joseph Weiler, Philip Schmitter) bi temamî lîteratura mijarên nivîskî, ji bilî îngilîzî bi zimanekî din nizanin. Ev yek ji bo lêkolînerên zimanên din jî, bi kêmanî ji bo yên fransî jî weha ye. Berevajîya hevkarên xwe yên ji Atlantîkê wê de (heta ji Manşê wê de) ku ji bo wan Yekîtîyê serveyeke zanyarîyê ya egzotîk e, akademîsyenên fransî di qadeke siyasî û civatî ya bi tevayî jihevbela de rola xwe dilîzin, weke ku serketina "na" ya di referandûma li ser Peymana Destûrî ya Ewropî, ku di 29-05-2005ê de pêk hat jî nîşan dide. Ew dizanin ku berhemên wan bi çi awayî dibe bila bibe tesîrê li minaqeşeyên di raya giştî de dikin. Gelo ev yek bi qasî ku mirov derbarê karaktera rastîn a projeyeke ewropî ku hertim diguhere pirsê ji xwe bike ne giring e, ma ew jî wê gavê nabe ku mirov xwe ji biryarên bêîtiraz re amade bike?

Gava em van peymanên ku her roj diguherin bidin ber çavan, dê ji bo mirov ne surprîz be, ji ber ku Anderson dîtineke pir krîtîk ya yekîtiyeke ku bi awayekî xwekuj hatiye guhertin û bûye makîneya şer ya neolîberalîzm û atlantîzmê daye ber xwe. Lê nivîskar nakeve tu qaliban û tevî îradeya wan jî dev ji girtina hin xwendevanên xwe berdide, nostaljîya xwe ya ji bo Ewropayeke ku heta niha tu carî pêk nehatiye, bi têgehên Gaulleyî ifade dike: "Rêza min a li hemberî van mîmarên orîjînal qet nehatiye guhertin. Heta niha kesî berî wan projeyeke weha pêk neanîye û mezinahîya wê jî her bûye bela serê berdewamîya wê ya vê dawîyê." Ger em bên ser kesê yekem ê ji "mîmarên" wê jî, Jean Monnet e, ku weke maceraperestekî hatîye nasîn, nivîskar jê re dinivîse ku "Ew ji ekola Georges Duhamel bêtir ser bi ya André Malraux e." Ev yek ne helwêsteke di bin bandora demanê de ye, berevajîya wê nîşana cesaret û peyva xwe danequrtandinê, azadîya ramanî û eklektîzmeke ronakbîrîyê ye ku êdî pir kêm bûye.

Çavkanî
  1. Perry Anderson, The New Old World [Dunyaya Kevin a Nû], Verso Books, Londra, 2010, 561 rûpel, 24,99 lîra. Ev berhem hîn bo zimanê fransî nehatiye wergerandin. Pirtûka dawîn a Perry Anderson ku li Fransayê çap bûye Les Origines de la postmodernité [Orîjîna Postmodernîteyê] ye, Les Prairies ordinaires, Parîs, 2010
  2. Berhem pêşkêşî dîroknasê binavûdeng ê brîtanî, Alan Milward hatiye kirin ku di îlona bihorî de çû ser dilovanîya xwe

Wergera ji fransî: Yakûp Karademîr