Ji kurdên Iraqê re xweserîyeka çawa?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ket dafikê (Adar 2004)

Di dema niqaşên pêşîn li ser nivîsîna destûrnameya nû ya Iraqê de, ji bilî rola Îslamê di birêvebirina dewletê de, statuya Kurdistanê astengeka mezin pêk tîne. Kurdan dev ji armanca serxwebûnê berdaye, lê bi şertê ku destûrnameya federalî xweserîya wan bêkêmasî piştrast bike. Ew her wisa daxwaza bajarê Kerkûkê dikin û dixwazin hêzên wan ên leşkerî, pêşmerge, bimînin. Redkirina van şertên kurdan dê şerê wan xurt bike.


Kurdistana Iraqê piştî şerê Kendavê yê sala 1991î hatibû rizgarkirin û şerê 2003yan, berovajî alîyên din ên wî welatî, ew herêm venegirt. Îcar ji meha nîsanê heta kanûna pêşîn merivî dikarî ji sînorê Îranê, di Silêmanîye û Hewlêrê re, xwe bigihîne sînorê Tirkiyeyê û di wê rêyê de hema bibêje tu serbazên amerîkî nebîne. Me yekem nobedarên leşkerî li Kerkûk û Musilê dîtin, du bajarên sereke yên bakurê Iraqê, ku di 10 û 11yê meha nîsana 2003yan de ji alîyê pêşmergeyan ve hatibûne rizgarkirin. Û her wisa cihên kontrolê yên Çemçemalê, bajarokê di navbera Silêmanîye û Kerkûkê de, niqteyên kontrolê hatine rakirin. Ew 10 sal bûn ku wan rêya kurdên ku dixwest biçin alîyên din ên Iraqê, an kesên ku ji alîyên din ên Iraqê dixwest werin çîyayên kurdan asê dikir.


Domandorên Çemçemalê girtin û ji sala 1991ê heta şerê vê dawîyê, leşkerê Iraqê li ser wan hatibû danîn.

Selah Husên dibêje, «Em ditirsîyan, wan serbazan gelek caran teqe li me dikir, gule li me dibarandin. Lê îro ew êdî nemaye.»  Meha nîsanê tu kes li ser cadeyan nebû, lê di dawîya çirîya paşîn de, zarokan li bin tavê, li nav kolanan bisîkletên xwe diajotin.

Selah Îsmaîlê ku li bazara wek morîstanekê bi tevger tiştên malê difroşe dibêje, «Şer bi kêrî kurdan hat. Em ji rêbaza nehêlana kurdan a Partîya Beasê filitîn û em ê tu caran rewşeka ji wê xirabtir nebînin.» Ew niha dixwaze vegere «mala xwe», Kerkûkê. Gelek malbatên Çemçemalê ji paytexta petrolê ya bakur, ji Kerkûkê ne û li dema dawîyê bi rêbaza «erebkirinê» ya Partîya Beasê ji cih û warên xwe hatine derxistin . Lê, vê gavê, «rewş li wir ne ewle ye.»


Lê li vir, li Çemçemalê, parastin ne pirsgirêka pêşîn e. Ev dever 12 sal in ku di bin destê pêşmerge, mîlîsên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye û «û gel jî hevkarîyê bi wan re dike, hema çawa ku tiştekî ecêb rû dide, polîs di cih de rê lê digire.» Heta 1ê meha sibatê tu tirsa êrişê nebû. Li dema cejnê li Hewlêrê bêtir ji 100 merivan di coteka êrişên xwekuj ên wêranker de hatin kuştin û bêguman wan ew jixwebawerî piçek şikandiye. (1) Lê ew wek êrişên ji derve tên hesibandin û wan her wisa nasnameya taybetî ya herêmî jî xurt kiriye.

Li Silêmanîyeya paytexta herêma jêrkontrola YNKya Celal Talabanî, roxandina Sedam Husênî niştimanperwerîya kurdî vejandîye. Şênîyên vî bajarî bi awayekî xweristî «xwe ji erebekî Bexdayê bêtir nêzîkî Kurdê Tirkiyeyê an Îranê hest dikin.»  Gelek welatî şik û gumanê ji hevpeymanîya bi salan a Talabanî li gel Civata Bilind a Şoreşa Îslamî li Iraqê (SCIRI) ya Ayetullah Mihemed el-Hekîm dibin. Xalid H. Xerîb, mazûvanê pirtûkxaneya çayxaneya rewşenbîran, dibêje, «Ereb ji gelên din re, ji bo kêmanîyan û mafên wan, xeternak in. Ew li hember me xwe wek hêzeka dagîrker dibînin. Heke Şî’e jî di hikûmeta nû de gelek xwedî hêz bin, ew jî dê heman tiştî bikin. Bi tenê çareya kurdan ew e ku bibin xwedî dewlet.»

Li van çend mehên dawîyê, bizaveka ji bo lidarxistina referandûmê dest pê kiriye. Gelek kesan daxwaznameya wê tevgerê mor kiriye, ku doza mafê dîyarkirina dahatîyê (self-determînasyonê) ji bo kurdan dike. Lê rastbînîya siyasî ya rêberên kurd Talabanî û Barzanî piştevanên wan radigire. Riza Ehmed li bazarê şîrînahîyê difroşe û wek werzişkarekî xuya dike, ew dibêje, «Tu ji welatên cîran nahêlin ku Kurdistana Iraqê bibe dewletekaserbixwe. Em di nav çîyayan de asê mane. Iraqekê hevgirtî û federal dê vê gavê bibe tiştê herî baş.»

Musil, mezintirîn bajarê bakur ê nêzîkî Sûrîye û Tirkîyeyê, dê nîşan bide ka kurd û ereb dê bikaribin bi hev re Iraqê ji nû ve ava bikin an na. Ji şênîyên wî bajarî % 40 kurd, % 10 turkmen û % 50 jî ereb in. Piranîya efser û rêberên leşkerê berê yê Iraqê ji vir in û reh û rîşeyên rejima berê, hem di warê siyasî, hem jî yê eşîrî de, li vî bajarî di kûr de ne.
Omer Ezo mamosteyê ingilîzî ye, ew endamê YNKyê ye û hêj nû vegerîyaye bajarê xwe ku sala 2000î jê revîbû. Ew dibêje, «Ereban bi rastî gelek zilim li me kir.» Li gor wî, wan heta salên 1980yî pişta rejima Sedam Husênî digirt. Bi dû re, şerê li dijî Îranê, şerê Kendavê yê 1991î û tepeserkirina siyasî li hember hemû alîyan her tiştî guhert. Hinek ji wan ên ku di wexta xwe de zulm lê hatibû kirin revîn û wan pena xwe anî Kurdistanê. «Me alîkarîya mirovahîyê û diravî da wan. Ya ku ihtîmala hevpeymanîyeka di navbera ereb û kurdan de zêde dike, ev yek e.»

Xeyrî Hesenê 60 salî, rûgulover e, porê wî kêm e û devê wî bêdidan e. Ew serokê partîya qencîyê ye, yek ji partîyên ereban ku li bi yên kurd, tirkmen û asûrîyên mesîhî re, tev li vejîna siyasî ya bajêr dibin. Ew mamosteyê ereb ê sunî, destpêka salên 1950yî di damezirandina Partîya Beas de beşdar bû: «Me dixwest ji bo xizmeta gelî partîyeka nû ya gelerî bidamezrînin.» Piştî pêşketina Sedam Husên û eşîreta wî, Hesen xwe gihande partîya Beas a alîgira Sûrîyeyê û sala 1969an kete zindanê. Ew di îşkenceyê de ma bêdidan. Hesen bi bawerî dibêje, "Hebûna kurdan, cîhêrengîya etnîkî ya li vî welatî, ji yekîtîya Iraqê re ne xeter e. Pirsgirêk, siyaseta Partîya Beas bû, wê zordarî li xelkê dikir.»


Li helîkopterên

amerîkî xistin


Hesen, Talabanî yekem car sala 1998an li devera Silêmanîyeyê dît, cîhê ku ew ê paşê şeş caran biçûya serêdanê. «Ez bi peyatî, bi erebeyê û heta li kerî suwar bûm û çûm. Û carekê kêm mabû ku ez dê ji alî yekîneyeka leşkerê iraqî ve hatibama kuştin.» Ew dibêje, «YNK serxwebûna Kurdistanê naxwaze. Rêberên wê partîyê dibêjin ku ew perçeyekî gelê Iraqê ne.» Hesen doza Iraqeka hevgirtî dike, ku tu hesaba ferqên di navbera kurd, ereb û tirkmenan de nake, dibêje, «Iraq ji bo Iraqîyan.»


Lê hêzên dagîrker ên li deverê –Hêza 101em a veguhestina ji hewayê – ne bi wê dînamîkê re ne. General David H. Petraeus walîtîya wîlayeta Musilê daye Xenîm el-Baso, ku heta sala 1993yan rêberekî Beasê bû (2). Pişkeka giring a birêveberîya berê ya beasî dê li dorên wî li cihê xwe, li ser desthilatê bimîne.


Hêza dagîrker meha tebaxê Musil wek nimûneya birêveberîya amerîkî ya piştî şerî pêşkêş kir. Lê bi dû re, ew nimûne serûbin bû. Berpirsîyarekî parastinê yê YNKyê li dawîya meha çirîya paşîn got, «Partîya Beas, tesîra wê hê li ser xelkê heye. Hucreyên wê hertim komdibin û êrişên bi bombeyan rêk dixin." Payîzê gelek rêberên tundrêyan jî dê bihatan ku tora xwe li Musilê zexim û mukim bikin. Wan her du koman ê bi hev re xebat bikira û êrişên ku hema bibêje dê her roj Musilê bihejanda, encama wê xebata wan bûya.


Di destpêka meha çirîya paşîn de, yekem êrişên berxwedanê li dijî helîkopterên amerîkî rê da zêdekirina zora hêza dagîrker ji bo çavtirsandina gerîlayan

Erebekî sunî yê bi navê Arif dibêje, "Amerîkî bi ser malan de digirin, mehremîyeta me pêpez dikin, pere û zîynetê me didizin. Ev şer ne tiştekî baş bû. Bi tenê qencîya wî ew bû ku Sedam êdî nemaye.»


Di 1ê meha kanûna paşîn de, General Petraeus ragihand ku ji 12an bêtir rêberên Partîya Beas teslîm bûne. Girtina Sedam Husên a di 13yê kanûna pêşîn de li cihê ku wî li gundê el-Dawûr, nêzîkî Tikrîtê, xwe lê vedişart, qidûmên piştevanên wî şikandin. Serdarê hêza 101em a amerîkî ji bo wan beasîyan got, «Ew dixwazin di Iraqa nû de beşdar bibin.»  Ji hezaran zêdetir endam û efserên dezgehê agahîyên nepenî yên rejima berê di 26ê kanûna paşîn de li rê û resmên seyr ên ku ji alîyê hêzên amerîkî yên dagîrker ve hatibûn amadekirin beşdar bûn û dest ji endamîya partîya Beas berdan û jê veqetîyan. (3)


Di nav van şertan de, wahabîyên tundrew yên îslamî tesîra xwe li taxên li qeraxa bakurê rûbarê Dîcleyê zêde dikin. Bi rûyê zirav û çavên ku diçirûsin, Mehdî el-Şemarî dibêje ew naxwaze ku şî’e hukmî lê bikin:
«Ev ne edetê min e. Bi tenê erebên sunî dikarin hikmî li welatî bikin: ew bi rêya dînî bi kurdan re girêdayî ne û her wisa ji ber erebbûnê jî bi şî’eyan re girêdayî ne. »


Muwafaq el-Rube’î, berpirsîyarê berê yê partîya el-De’wa ku demeka dirêj li Londonê penaber bû û niha li Bexdayê endamê Civata Desthilatdar a Berwext e, dibêje, «Ew propagandaya Sedamî bû. Lê berovajî wê gotinê, bi tenê hevpeymanîya di navbera kurd û şî’eyan de, ku piranîya welatî pêk tînin, dikare yekîtîyê biparêze. Bêyî Iraqeka demokratîk, bihevrejîyan ne mimkin e.» Çawatîya wê bihevrejîyanê dê hêj were dîyarkirin.


Li Kerkûkê, navenda herêmî ya Partîya Sosyalîst a nasirî ku di vîllayeka sade de ye, bi wêneyekî Cemal Ebdilnasir hatiye xemilandin. Berpirsîyarê partîyê, Seîd Kemal Mihemed ji salên 1960î û pê de li dijî Beasê şer kir û sala 1991î peywendî bi partîyên kurdan re danî. «Me jî wekî wan kul û kovan kişandin. Kurd perçeyek ji gelê Iraqê ne. Bawerîya me bi azadîya her kesî tê û mafê wan (kurdan) jî heye ku ya ku dixwazin hilbijêrin.» Lê bi ya wî, di navbera « miletê Iraqê û miletê ereb» de tu ferq tuneye. Ew gotin, wek gotina «erebkirinê», bêhna kurdan teng dike!


Lê Kerkûk piştî rizgarbûnê, bi alaya kurdan a kesk-û-sor-û zer a ku roj di nîvekê de ye, hatiye xemilandin. Mihemed Kerîm Resûlê 50 salî yê xwedîyê xwaringehekê dibêje, «Em ne li dijî ereban in. Em dixwazin bi wan re bijîn. Lê li paşeroja Iraqê, em kurd ê ji federalîzmê kêmtir tiştekî qebûl nekin. Em ê bibin xwedîyên herêma xwe û Kerkûk jî dê bibe paytextê wê.» Mustefa Fetah Evdirehman, walîyê nû yê Kerkûkê ye. Ew por-qehweyî ye û bi simêl e û li pişt berçavkên xwe yên zêrîn rasterast li nav çavê merivî dinêre. Ew bi xwe jî kurd e. Evdirehman li piranîya dema xwe bi xebata nehêlana pevçûnên etnîk mijûl e. «Divê ez kurd, ereb, tirkuman, asûrî... nûnerîya hemûyan bikim.» Ew her wisa weha dibêje : «Em hêvîdar in a ku Yûgoslavyayê nikarîbû bike em ê karibin li vir bikin: wisa bikin ku gelên cuda bi hev re bijîn.»

 


«Kerkûk, Kerkûk dilê Kurdi-stanê!» Bi rêberîya YNK û PDKyê, bi hezaran kurd di 22yê kanûna pêşîn de li nav cade û kolanên Kerkûkê meşîyan. Rojên piştî wê, li kampusa zanîngehê, xwendekarên ereb û tirkmen bi ciwanên kurd re pev çûn ji ber ku kurdan red dikir ku alaya Iraqê bilind bikin. Xwenîşandaneka li dijî wê ya ereb û tirkmenan, di 31ê kanûna paşîn de, li dawîyê, li pêşîya avahîya YNKyê qulipî ser şerî û bi kêmî ve şeş kes tê de hatin kuştin. Xwenîşandaneka ecêb ku hogirên Sedam Husên ên ji gundên «erebkirî» bi wêneyên wî dîktatorî li nav bajêr anîn ba hev li gel nûnerên şîeyê radîkal Ayetullah Motesediq el-Sadr û hêzên Cepheya Tirkmen a Iraqî, rêkxistinek ku li bin rêberîya Enqereyê di nav refên tirkmenan de xebatê dike.


Sekreterê Giştî yê Partîya Gelerî ya Tirkmenên Iraqî û cihgirê walîyê Kerkûkê Irfan Kerkûklî dibêje, «Tu peywendîya me bi Cepheya Tirkmen re tuneye. Em dizanin ku rewşa malbateka tirkmen a li herêma xweser a kurdan di van deh salan de ji ya malbateka Kerkûka li bin desthilata Sedam çêtir bû.» Bi gotina wî, «mafê vegerê» yê qurbanîyên rêbaza erebkirinê ya rejimê, kurdan, wek tirkmenan, heye û ew maf nikare jê bê standin. Û erebên ku ji başûr hatibûn û li ser cîh û warê wan û malên wan rûniştibûn, «ew ê vegerin.» Paşê, Kerkûk dê dîsa bibe bajarekî bi piranî kurd û tirkmen.


Lê, niqaşa li ser paşeroja Iraqê li Bexdayê tê kirin. Li nav Civata Desthilatdar a Berwext, ku bi piranî ji kurd û şî’eyan pêk tê, sîstema federalî hatiye pejirandin. Lê niqaş li ser du bingehên cuda yên li dijî hev ên federalîyê ye. Yek li ser bingeha dabeşkirina dewleta Iraqê li ser herêmên federalî li gor sînorên cografîk e, sîstemeka wekî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Almanyayê. Ya din, sîstema federalî ya gel û komên nijadî yên cuda ye, bi awayê swîsrî, kanadî û brîtanî. Rêberên kurd bi tenê piştevanîya bijara dawîyê dikin. Kurdistana xweser a li nav Iraqê dê wekî «Skodlanda li nav Brîtanyaya Mezin be.» (4) Nebûna hevbîrîyeka li ser vê mijarê dê hestê niştimanperwerîyê yê kurdan xurttir bike. Ehmed Bamernî, ku bi demeka dirêj nûnerê YNKyê yê li Parîsê bû, dibêje, «Em rûbirûyî imtihana herî zehmet a heta niha ne. Û gelek kêm kes serkeftina me dixwazin.»

* Rojnamevan

(1) Komeke nêzîkî Ensar el-Îslamê bi berpirsîyarîya her du êrişan jî rabû. Ensar el-Îslam rêxistineke girêdayî el-Qaîdeyê ye û berî şerê 2003yê li dorên Helebceyê, li Kurdistana Iraqê, hatibû danîn.

(2) Sedam Husênî birayê wî û pismamê wî kuştibûn û eşîreta wan bêser hiştibû.

(3) Her yek ji wan bi Xwedê sond xwar ku Iraqê biparêze û ji nû ve ava bike û bi dû re got, «Ez ne bi partîya Beas ve girêdayî me û tu car dê tev lê nebim. Xwedê şahidê min e ku ez niha û pê de serbixwe me.»

(4) Derbarê vê mijarê de li ser malpera PDKyê bêtir bixwîne.

Wergera ji fransî: Bêrîvan Kilic Tugan