Jinûve Dahênana Çand û Aboriyê

Translator

Di sala 2008’an de, berî ku Banka Citygroup alîkariyeke îstisnayî ya 45 milyar dolaran ji hikûmeta Dewletên-Yekgirtî wergire, bîst û pênc hezar konseptorên bernameyên kompûteran jê re kar dikirin û li dor 4,9 milyar dolaran veberhênana wê hebû di teknolojiyên Enformasyon’ê de –ji bilî mesrefên din ên kar û rêvebirina şirketê. Lehman Brothers jî bi rexê xwe ve, berî ku di îlona 2008’an de topa xwe bavêje, bi sê hezar bernameyên kompûterî kar dikir ku li ser bîst û pênc hezar serverên [server: kompûter an jî bernameya ku karûbarên serûkaniyeke navendî an jî torekê bi rêk dixe] li çend serzemînan bûn. Gava qeyrana aborî rû dide di goşetariyên sîstemên bazaran de, tora înternetê di cihê xwe de ye, amade bo belavkirina tesîra kujende berev dor û qeraxan(1).

Lê belê heta îro jî, rola endûstriya enformatîkê [beşê kompûtergeriyê] di rabûna felaketa 2008’an de heta dereceyeke bilind nehatiye tespîtkirin. Herwekî rehên pêwendiya digel warê ragihandinê û pêwendiya beşê darayiyê.

Çînên rêveberan, ji bo berlêgirtina qeyraneke din, qeyrana serê salên 1970’an, dest pê kirin ji sîstemên nû yên hisêb û ragihandinê wekî amrazên ‘‘tehmîra zemanî-mekanî(2)”, bi gotinên David Harveyî, sûd wergirtin. Armanc, berî her tiştî, bi rêya veguhastina sermiyanî bo beşê ku ihtimala mezinbûn û geşedaneke bihêz nîşan dida, dîsa gihiştina bi kar û qazancê bû. Hingî, veberhênanên gişkî û bi tibabên pir mezin, teknolojiyên enformasyon û ragihandinê (bi kurteya TIC tê nasîn) av didin, û di raya giştî de wê baweriyê durist dikin ku çaxekî nû dizê: çaxê rûken û zêrîn ê bi navê ‘‘civaka enformasyonê.’’

Lê belê, di serî de, beşê fînansê tu kar tê de nebû pereyan razîne sektora enformatîkê. Lê, enformatîkê qîmeteke stratejîk bi dest xist digel mezinbûna xwe ya ku bi veberhênanên navneteweyî dihate destekkirin: şirketên gewre dane ser rêya razandina pereyê xwe li cihên derveyî bazarên xwe yên navxweyî, û li her der û devereke cîhanê karxane, ofîs, kan û zeviyên çandiniyê kirrîn(3). Ev bizava dagîrkirinê bû ku roleke serekî sparte endûstriya ragihandin û enformasyonê.

Ji bo veavakirina sîstema hilberînê û teqezkirina bazareke destxweş bo mal û karê wan ê êdî global, şirketên pir-neteweyî avahî û şêweyê karkirina xwe bi enformatîkê jinûve bi rêk xistin. Bi vî rengî, sîstemên xwe yên ragihandin û pêwendiyan bênavber jinûve eyar kirin da ku wan biguncînin digel guherînên di stratejiyên xwe de, di polîtîkaya bazirganî û û rêyên wan ên têketina nav bazaran de. Ji dawiya salên 1980’an ve, TIC û bernameyên kompûterî zêdetir ji nîvê veberhênanên şirketên pir-neteweyî digirin. Meblaxên li mexderê astronomîk in: Bi tenê sala 2008’an, beşê taybet û hikûmetê pêkve, li dora 1.750 milyar dolar mezaxtine li ser enformatîkê(4).

Heynê ku ragihandin û enformatîk dibûne du kaniyên kawdana kapîtalîst, hinek teknolojiyan çend warên karan bêkêr hiştin û bi vî rengî hema bêje bi temamî ji nav birin. Skype, bernameyeke kompûterî ya belaş ji bo axaftinên bi têlefonê li ser înternetê, di sala 2009’an de zêdetir ji çarsed milyon bikarhêner bi xwe ve kêşan(5). Bi tenê di nav pênc salan de, vê nûhatiyê xwe wekî girîngtirîn dabînkerê cîhanî yê ragihandina der-sînorî dasepand li ser maseya mezinan. Skype jî, wekî hemû operatorên VOIP’ê (‘‘Deng li ser Înternetê”), fişareke reqabetê tîne nav bazarê û pratîkên rojane yên bikarhêneran diguhurîne –lewma êdî bikarhêner tu mifa û me’nayê di têlefonkirina ji xeta xwe ya sabît de nabînin. Navûbangê wê lez da berbelavbûna bikaranîna înternet û têlefonên mobîl, herwiha xizmetên înternetê yên taybet bo şirketan gelek mişe bûn.

Girêdan û pêwendîgirtina bi erzanî dibe sebebê jinûve navendîkirina qismî ya enformatîk û bernameyên kompûterî. Modêla kompûtera şexsî ya bi hemû amrazên xwe ve tekmîl û serbixwe, ku bêyî girêdana bi xeta înternetê dixebitî û ku ji salên 1980’an ve ye serdest bû, êdî kevnemode ye. Dane (peyamên elektronîk, wêneyên şexsî, daneyên şirketan, hwd.) her ku diçe zêdetir di nav depoyên serverên opertarên mezin de têne parastin: Ev ‘‘enformatîka li nav ewran(6)” e.

Têlefonên mobîl bi xwe jî li ser bazarên kompûter û televîzyonan bûye gef. Li ser rûyê dinyayê li dor 4,5 milyar têlefonên destan hene, ku ji wan modêlên herî taze êdî mîna ekranên mûltîmedyayî dixebitin. Di nav wan neh heyvan de yên piştî derxistina nav bazarê ya têlefona Apple, li dor bîst û pênc hezar bernameyên kompûterî hatibûne pêşxistin ji bo vê têlefonê (heta îro ew hejmar gihiştiye sed hezarê, lewre berhema nû ya Apple’ê bazarên Çîn û Kore ya Başûr dagîr kirine), û bi vî rengî, 800 milyon caran bername li ser înternetê hatibûne dabarkirin.

Di heman demê de, Amazon, Apple û Google’ê ew asteng jî radan ku hakim û serdestên piyaseya mûzîk, kitêb, yariyên vîdyoyî û sînemayê diparastin(7). Deqên dîjîtal, xizmetên dîtinî-bihîstinî (audio-visual) li ser daxwazê û nûkariyên teknolojîk rêz û rêzikan li vê qada şerî destnîşan dikin. Di demekê de ku bazara kompakt-dîskan têk diçe, çar mezinên ku pişka şêrî ji endûstriya dîskê di navbera xwe de par dikirin, bêgav in pişkeke qazanca xwe bidin Apple’ê. Heman tişt li ba wan gewre-şirketên pirneteweyî yên sînemayê jî diqewime ku qada xwe ji dest didin beramber YouTube’ê, kana vîdeoyan a Google’ê. Heçî televîzyon e, ku di rewşeke xerab de ye ji ber ketina dahatên xwe yên ji reklaman, bi sedan kanalên kabloyî û peykî û bernameyên ji bo têlefonên mobîl jê dizên, û mîna di nimûneyên Hulu, BBC iPlayer an jî YouTube’ê de, meydanên belavkirinê li ser înternetê karîgeriyên wê vedigirin.

Heçko şêlûbêl e? Rast e. Gorrankariyeke pir mezin xerîk e li pêş çavên me pêk tê. Êdî çi bi naveroka xwe, çi bi hêza xwe ya derblêdanê, endûstriyeke nû dê bizê ji vê hengameyê, lê vê carê, di nav şert û mercên wisa de ku dê nema bişibin şêweyê kevn ê nû û nûjenkirina kultûrî ya li jêr cesareta serkêşekî. Heynê şoreşên civakî yên salên 1789, 1917 û 1949’an, hêzên civakî yên qewî hewl didan şêwe û rêbazên kultûrê veguherînin. Êdî, li jêr mertalê sermiyanê, bi tenê yê wê, pirêzeyên kultûrî terîfa xwe digirin li sertaserê cîhanê. Hewl û teşebûsên bergîrîkirina li wê hegamoniyê heta îro li rûyê siyasî ve bêkêr û bê encam mane.

Di demekê de ku teknolojiyên ragihandinê bûne warê hemû ihtimal û hêviyên veguherînê, karê bimûçe û qanûna bazarê her ku diçe bêtir cihê xwe xurt dikin di nav hinavên civak û kultûrê de. Înternet amrazê herî kêrhatî ye di destên kapîtalîzmê de ji bo belavkirina şêwe-pêwendiyên xwe yên civakî. Her ji ber vê hindê ye ku kontrola li ser Web’ê dibe dabaşa munaqeşeyên ewqas kel. Dewletên-Yekgirtî cihekî serkêş û serekî digire di vê tabloyê de. Ya rast, rêveberiya Barack Obamayî, van heyamên dawî, razî bû ji bo avakirina ‘‘lijneya serperiştiyê” ya navneteweyî, ku xwedanê mafê çavdêrîkirinê ye li ser xebatên Internet Corporation for Assigned Names and Numbers (Icann), saziya Amerîkan ya gerînendeya înternetê û ya navên malikan [domain](8). Lê belê, divê mirov pir sade be ji bo ku bigihe wê qenaetê ku Washington dest ji desthilata xwe ya li ser vê amraza bingehî dikêşe. Axirîn biryarên Amerîka’yê di mijara belavkirin û rêvebirina navên malikan ji aliyê komeke seyr ve hatine girtin ku tê de nûnerên artêşê, yên ajansên federal, rêxistineke ne-hikûmî û şirketên taybet cih digirtin.

Rast e ku hêz û desthilata wan ên dawî, anku şirketên taybet, qet sembolîk nîne: Cisco ji tevahiya cîhanê re routerên torê (amrazên hev-girêdana torên enformatîk) dabîn dike; Google hukmê li motorên lêgerînê û vîdyoyên ser înternetê dike; Facebook behsa sêsed milyon endamên çalak dike û Apple wan bernameyên kompûterî çêdike ku li nav elîtan herî zêde têne bikaranîn. Jixwe hewce nîne behsa Microsofta qralê sîstemên bikarhênanê [processor], an jî Intela lîdera cîhanî ya bîrên kompûteran bikin.
Di 2005’an de, ji wan bîst û pênc şirketên ku li ser bazara bernameyên kompûterî û Înternetê zilhêz bûn, nozdeh Amerîkan bûn(9). Gava mesele dibe pawankirina çekên şerê-sîber [cyber: ya ku ji cîhana înternet û kompûterê ye], mezintirîn hêza cîhanî [Dewletên Yekgirtî] çikûsiyê nake ji bo îmkanan: zêdetir ji nîvê peykên ku niha li kar in, rengên alaya Dewletên-Yekgirtî hildigirin(10). Lê belê, şirketên Amerîkan, bi rêvebirina teklîfê [piyaseya halêhazir] qayîl nabin: ew herwiha dirûvê bazara telebê jî didinê. Şirketên giran ên wekî Wal-Mart an jî General Electric jî mişteriyên dêwane ne ji bo sîstem û bernameyên înternetê: Pêdiviyên wan rêbaz in û standardên ku dê pişt re li cîhanê berbelav bin diyar dikin.

Lewma, wisa diyar e ku Dewletên-Yekgirtî zilhêziya xwe ya di vî beşî de, ku ewqas heyatî ye ji bo hêza wê ya aborî, qet bernade. Heke em li lîsta dused û pênceh şirketên di bazara cîhanî ya TIC’an de herî li pêş in binêrin, aşkera dibe ku ‘‘şirketên Amerîkan di 2006’an de ji çend salên pêştir kêmtir bûne”, lê ku Çîn, Hindistan, Taywan, Kore ya Başûr, Sîngapûr, herwiha Brezîlya, Efrîqa’ya Başûr, Rûsya û Misr ciheke her bêtir girîngtir vedigirin(11). Sermiyaneke ne-amerîkan ê têra xwe giran û girîng niha li Ewrûpa, Asya û li cihine din berhev bûye: Samsung, Nokia, Nintendo, Huawei, Tata, SAP, Telefonica, DoCoMo, America Movil, Vodafone an jî China Mobile. Di heman demê de, lehiya veberhênanan ku li ser tora înternetê tê rêtin, her ku diçe zêdetir ji wan welatên başûrî tê, wekî Meksîka, Hindistan, Çîn.

Digel vê hindê jî, rayedarên amerîkan têkçûnê ji xwe re qebûl nakin. Karîgeriya endûstriya ragihandinê, îro, berevajî daketinê, her bêtir bi giraniya xwe ya li ser siyaseta Dewletên-Yekgirtî dide hestkirin. Ne ji xwerayî ye ku Obamayî, bi gotinên sosyolog Mike Davis ‘‘serokê sîlîkon”(12), her berî hilbijartina xwe, piştgiriya tam a rêveberên Google, IBM û Dîwana Endûstriya Teknolojiyên Enformasyon’ê (ITIC), rêxistina karsazan ku hemû giregirên sektorê digihîne ba hev, wergirtibû. Pêşniyarên vê lobiyê heta dereceyekê rê û dirûvê bernameya aborî ya hikûmeta nû diyar kir: Subvansiyonên mezin û gişkî ji bo pêşxistina adsl’yê [înterneta bilez], enformatîzekirina bernameyên tenduristiyê, îmtiyazên berfireh ji bo şirketên endûstriya ragihandinê… Piştî helgirtina vê pîlanê di reşemeya 2009’an de, Dean Garfieldê serokê ITIC’ê, nema dikarî xweşhaliya xwe veşêre: ‘‘Çend xweş e ku hinek guh didine banga me.(13)”

Lê belê, teqez nîne bê ka ev dê têra karsazên Obamayî bikin: Dominique Strauss-Kahn’ê Serokê Fona Darayî ya Navneteweyî (IMF), Îlona 2009’an, dipirsî, ‘‘Kîjan dê bibe motora tê ya mezinbûna aborî ya cîhanê?”, û bi xwe jî dipejirand ku bersiva wê pirsê ‘‘ne hêsan” bû. Gelo enformatîk û ragihandin hêj jî xwedanê wê potansiyela sî sal berê ne ku bikarin kapîtalîzmê jinûve zindî bikin?

Sererra tingetinga daholê ku sibeyên hêvîdar radigihîne, pişkeke mezin a saziyên darayî hêj jî bi xêra xercên dewleta ezîm dijîn. Hikûmeta Amerîka, di nav ji sêyan du parên endûstriya otomobîlê de pişkek blokekirî radigire, lê kar û serf her ku diçe bêtir beqem dibin. Qeyran, sîstema aboriyê di bingehê re dikirritîne, lê bi awayekî ne-yeksan. Herçend qazancên şirketên pir-neteweyî bilind bûbin(14), sektorên wekî otomobîl, darayî, çandinî, metalûrjî û elektronîk hêj jî lawaz û bêtaqet in.

Gelo teknolojiyên ragihandin û enformatîkê di çi rewşê de ne? Aşkera bû ku, ji ber ku bûye mîhwera sîstema kapîtalîst, sektor gelek nazik e li ber qeyranê. Di maweya nîvê yekê ji sala 2009’an de, mesrefên reklamê li cîhanê –li dor 500 milyar dolaran– di hejmareke zor a welatên pêşketî de, bi zêdetir ji % 10 ketin(15). Ji heftiyên cotmeh heta kanûna 2008’an, şirketên TIC’ê xwe ji herifîna bazaran neparastin, lê divê bê diyarkirin ku tesîra qeyranê bi rêjeyên cuda hate dîtin di nav wan de. Hinek şirket, ser bi xwe, gelek serkeftî û bixêrûbêr man, wekî Cisco’yê, ku sercemê qazanca wê digihe 20 milyar dolaran di serê sala 2009’an de, an jî Microsoftê (26 milyar), Google (16 milyar), Intel (10 milyar), Dell (6 milyar) û bi taybetî Apple (26 milyar).

Ev şirket di nav koma dewlemendtirîn şirketên navneteweyî yên amerîkan de cih digirin, lê belê di heman demê de rast e ku halêhazir bi tenê operatora têlefonên mobîl ya bi navê China Mobile gencîneyên qazancê –bi karekî 18 milyar dolaran ji bo serê sala 2009’an– bi dest dixe. Diyar e pere û saman bi hêsanî xwedanê xwe diguhurin, lewma ji bo destnîşankirina pozîsyona xwe, şirketan pêdivî bi şiyanên livînê yên wisa heye ku fon û malên li ser bazarên kêm-qazanctir an jî di sektorên kêmtir berçav de ew şiyan nebin. Dawiya 2009’an, dêwên teknolojiyên ragihandinê pir bihêz bûn. Pêşbîniyên ku li gorî wan ‘‘dê bi beşeke qazanca xwe reqîbên xwe bikirin(16)” ji hingî heta niha rast didêrin.

Lewre hêj gelek maye ku sektor potansiyela xwe ya veberhênan û qazancê bibirîne. Di sala 2008’an de, herçend sala qeyranê be jî, mesrefên ji bo berhemên multîmedyayî li Dewletên-Yekgirtî bi % 2,3 zêde bûn (anku gihiştine 882,6 milyar dolaran). Bi ya hinek çavdêran, endûstriya TIC’an, yek ji wan sê sektorên aborî ye ku dê bi rêjeyeke herî bilind mezin bibin(17).

Paşketinê jî kel û heyecana bikarhênerên înternetê sar nekir. Heye ku wê ew bêtir handan, lewre trafîka li ser înternetê her bêtir berê tîrê hilkişand: bi ya texmînên dawî, zêdebûna bi % 55 di 2008’an de, û bi % 74 di 2009’an de(18). Nûkariyên di warê bernameyên kompûterî û sîstemên bikarhênanê de, dihêlin ku şirketên pir-neteweyî karîgeriya xwe li ser birreke pirêzeyên sosyo-kultûrî (ji perwerdeyê heta digihe biyo-teknolojiyên çandiniyê) nîşan bidin û bi vî rengî rê û dirbeke nû li ber qazancên di sektorên din de, wekî pizişkî û enerjî, vekin.

Gelo cihê kêfxweşiyê ye ku teknolojiyên enformasyon û ragihandinê wekî warê peresendina aborî dimînin? Di bingehê de, kapîtalîzma dîjîtal –mîna selefên xwe– bi rêya van serdemên qeyranê kaw dide. Her ew serdemên qeyranî ne ku dibin sebebê xuyakirina barekî civakî yê bi ne-yeksanî dabeşkirî, şêweyên nû yên bandûrê, û gelek xweşbextane, rê û dirbên nû yên berxwedan û veavakirinê.

Çavkanî

Amazon, Apple, Google, dêwên piştî qeyranê

Têbînî û çavkanî:
(1). Çavkaniya vê paragrafê: Financial Times, Londres, 22 Gulan 2009 û 28 çile 2009; Fonds monétaire international [Fona Darayî ya Navneteweyî], ‘‘Rapport sur les perspectives de l’économie mondiale ‘‘, Nîsan 2009, beş 4: ‘‘ La transmission des tensions financières des pays avancés aux pays émergents: comment les liens financiers et commerciaux enveniment la situation. ”
(2). David Harvey, The New Imperialism, Oxford University Press, 2003, rp. 87-88.
(3). Sala 2007’an, pişka veberhênanên biyanî li dor % 25’ê qazancên aşkerakirî yên şirketên emerîkayî bû, bermaber rêjeya bi % 5’ê di salên 1960’an de (Wall Street Journal, 9 Tebax 2007).
(4). The New York Times, 15 Mijdar 2008.
(5). Wall Street Journal, 23 Adar 2009.
(6). Bixwîne Hervé Le Crosnier, ‘‘ A l’ère de l’“informatique en nuages” ‘‘, Le Monde diplomatique, Tebax 2008.
(7). Bixwîne Robert Darnton, ‘‘ La bibliothèque universelle, de Voltaire à Google ”, Le Monde diplomatique, Adar 2009.
(8). Bixwîne Bobbie Johnson, ‘‘ US relinquishes control of the internet ”, www.guardian.co.uk, 1 Cotmeh 2009, û Ignacio Ramonet, ‘‘ Contrôler Internet ”, Le Monde diplomatique, Mijdar 2005.
(9). Bixwîne Catherine L. Mann û Jacob Funk Kirkegaard, Accelerating The Globalization of America: The Role for Information Technology, Institute for International Economics, Washington, D.C., 2006.
(10). ‘‘ Junk in space ”, Financial Times, 13 Reşeme 2009.
(11). ‘‘ Perspectives des technologies de l’information de l’OCDE 2008 ”; www.sourceoecd.org
(12). Mike Davis, ‘‘ Obama At Manassas ”, New Left Review, n° 56, Londres, Adar-Nîsan 2009.
(13). Charlie Savage û David D. Kirkpatrick, ‘‘ Technology’s Fingerprints on the Stimulus Package ”, New York Times, 11 Reşeme 2009.
(14). Hal Weitzman, Jonathan Birchall et Michael Mackenzie, ‘‘ Upbeat start to earnings season ”, Financial Times, 21 Cotmeh 2009.
(15). New York Times, 2 Îlon 2009.
(16). Steve Lohr, ‘‘ The Tech Sector Trumpets Signs of a Real Rebound ”, New York Times, 16 Cotmeh 2009.
(17). New York Times, 4 Tebax 2009.
(18). ‘‘What Recession? Internet Traffic Surges In 2009”, Telegeography Feed, Washington,15 Îlon 2009.