Joschka Fischer û "Keskên Zêrîn"

Translator

Serkevtinên di hilbijartinên demên dawî de yên keskên alman û anketên encamên wan bicazîbe yên ku kesk bi dest dixin, bûn sedemê spekulasyonên têkildarî namzetîyeke muhtemel a Joschka Fischer ji bo hilbijartinên giştî yên 2013ê. Ji bo vî xoşevîstê xwedî giranî yê çapemenîya wêdetirî-Rhinê, ku demeke dirêj weke "mirovê siyasî yê herî navdar ê welêt" cih dayê, ku di heman demê de alîkarê serokwezîrê berê û wezîrê karên derve yê serdema Schröder bû, derdorên çep xelefîya Angela Merker layîq dibînin. Birêz Fischer herçendî sond dixwe ku ji bo wî "vegera li siyasetê bi ti awayî ne mijara gotinê ye", berevajî, ev tekzîbên wî dibin sedem ku edîtoryalên rojnameyan zêdetir û bi coşeke mezintir pesnê vî "rûsipîyê biaqil" û dildarê xwarina xweş û heyranê şereba bi kalîte bidin. Rojnameyên rastê jî di pesindana wî de, ne yên herî dawî ne. Edîtorîyala rojnameya herî bijarte ya kevneparêz a grûba Sprînger Die Welt bi sernavê "Gelo kesk dikarin serokwezîrekî jî derxin", pesinnameyekê dinivîse ji bo "kalîteyên bêhempa" yên ku Joschka Fischer di dema rêveberîya xwe de îspat kirine". Nivîs bi van gotinên dawetkar bi dawî dibe: "Fischer nebe, rizgarî nabe. Lê belê ew naxwaze. Kî dizane, belkî jî ew dixwaze?". (1)

Eger jîngehparêzê herî daxwazkirî yê Almanyayê di xwe re nabîne xwe bide ber daxwazeke wisa, ev yek ne tenê ji ber nefsbiçûkî an jî zexelîya wî ye. Sedema vê her weha ew e ku ew çiqasî di siyasetê de xwedî qabîliyetên "bêhempa" yên ji bo birêvebirinê ye, di dema xwe ya xanenişîniyê de ewqasî qabîliyetên wî hene ji bo ku li kêfa xwe binêre.

Eynî mîna dostê xwe Schröder ê ku hema piştî windakirina di hilbijartinên 2005ê de bû karmendê grûpa şirketên rûs Gazpromê, Fischer bi karneya adresan ku salên deshilatdarîya xwe de dagirtine niha ji şirketên navneteweyî pereyan didoşe. Şirketa wî ya "consulting", Joschka Fischer & Co ("co" tê wateya hevkarê wî Dietmar Huber, berdevkê grûba keskan a li parlemena federal di navbera 1995 û 2004ê de) xwedîyê mişterîyên weke BMW, Siemens an jî REWE, dêwa ewropî ya "hard discount" e. Ev salek e ku, ev şirket wekî din ketiye nav karûbarê pêşvebirina projeya lûleya gazê ya tevneşirketa ewropî Nabucco, bi taybetî jî li ba rêveberên Tirkmenistan, Iraq û Tirkiyeyê – karê taybet ê tam li gor patronê berê yê dîplomasîya alman e.

Gava ji wî tê pirsîn ka navbeynkarîya wî çend milyon ewroyan pê dide qezenç kirin, ev rûçikê nimînende yê tevgera jîngehparêz bi quretî vê bersivê dide: "Ez ji bilî bacgerîyê, ne mecbûr im hisab bidim ti kesî. Hûn dibînin, alîyê baş ê vê wezîfa min a nû jî ev e". (2) Çêtir e Fischer hisabên xwe bide Madeleine Albright: Kabîneya şêwrê ya ji aliyê wezîra karê derve ya berê ya William Clinton ve avakirî, The Albright Group LLC, ji sala 2008ê ve ji bo xweşkirina "danûstandina" navbera sermayedaran û gerînendeyên tevahîya cîhanê, bi hemkarê xwe yê alman dişêwire. Li vir dîsa, berdêla xizmetên wî veşartî dimîne, lê belê mirov dikare şert bigire ku perê ji vir distîne, ne kêmî heqdestê serokwezîrekî ye.

Serpêhatîya jîyana vî "qaçax"ê berê yê Frankfûrtê –Fischer ji bo komikeke bi navê Têkoşîna Şoreşger (RK) di salên 1970yê de mîlîtanî dikir– hevalên wî yên jîngehparêz zêde şaş û metel nahêle. Ji dema ku wan çêja deshilatdarîyê standiye, pratîka xwe dispêre "bi awayekî din siyasetkirin"ê, ango bikaranîna CVya xwe ya siyasetê weke kilîteke ku deriyê cihana karsaziyê lê veke, li cem wan êdî bûye adetek. Wezîra keskan a Tendurustîyê di nav hukûmeta Schröder de, Andrea Fischer (ti têkilîya wê ya xizimtîyê bi Joschka re tine) di 2006ê de xwe gihand ajansa ragihandinê Pleon, ku bispor e di karûbarên lobîkirina ji bo pîşesazîya dermançêkerîyê de. Ev xatûn îro bûye "şewirmenda serbixwe" li cem pîşesazîyên tenduristîyê. Hevalê wê Norbert Schellberg çav li wê kir û da ser rêça wê: Ev berdevkê keskan li Berlînê, ji bo berjewendîyên Federasyona Dermançêkeran (VFA), dîsa bi awayekî hemwext parêzvanîyê dike ku grupa sereke ya berjewendîgirên ji laboratuvaran e.

Her çi Michael Vesper e, ew bi xwe lîstika pokerê ya li ser Înternetê tercîh dike. Di adara sala bihurî de, sekreterê giştî yê berê yê koma keskan a li meclîsa federal û wezîrê Lojmanan yê berê yê li Bakur Ren-Westfalya beşdarîya semînereke "biryarwergirên-sereke" kir ku ji alîyê kovara Sponsor’s û pîşesazên lîstikên qumarê yên li ser Înternetê ve hatibû organîze kirin. Rojeke bi kêf a hemû mesrefên wê ji alîyê kesên din ve hatî dayîn a li qesra Girava Sylt derbaskirî, li nav sosyeteya jet a alman, li gel tenîsvanê navdar ê berê Boris Becker û wezîrê aborîyê yê Saksonyaya Jêrîn, lîberalê Jorg Bode –na’meteke wisa çawa dikare bê red kirin?

Berbelavbûna alîgirên fişerîzmê –ji qewlê kesên li dijî wan, "Golden Grünen",– ji pîşesazîya çîkolatayê jî bêpar nemane. Grupa amerîkî Mars Incorporated rêveberîya beşa xwe ya "tendurustî, xurek û pêşketina dewambar" spart parlementerê berê yê keskan Mathias Berningerê ku heta 2005ê bû sekretera Dewletê ya Parastina berxwiran li nav hukûmeta Schröder. Her çi çixarekêş in, ew ê xwe bispêrin parastina ji alîyê Marianna Tritz ve: Ev parlementer û berpirsîyara berê ji karûbarên berhevkirina alîkarîyên xêrê û ji têkilîyên li gel şirketan ji bo koma keskan a li nav meclîsê, îro ji bo Federasyona Alman a Pîşesazên Tûtinê (DZV) lobîyê dike. Dema wê dest bi vî karî kir, anî ziman ku parastina çixarê dozeke "super dilbijîner" e. Lê belê ji bo pirsa ka zewqa wê ya macerayê gelo dikare rojekê wê bavêje himbêza pîşesazîya nukleerê jî, vê mîlîtana jîngehparêz bersiveke jê nedihat payîn da: "Tiştekî wisa ne mijara gotinê ye." (3)

Enerjîya nukleer tevî vê yekê ji bo jîngehparêzan êdî ne tabûyek e. Parlementera keskan a sêzdeh salan li parlemana federal, Margareta Wolf di 2008an de "personal"a ajansê entegre kir, li nav ajansa ragihandinê Deekeling Arndt Advisors û li vê derê ew di der barê fazîletên "şûştina bio" de dersan dide pîşesazên atomê. Promosyona wê pir baş digunciya li gel ya Rezzo Schauch digunciya, fîgurê dîrokî yê partîyê û berdevkê berê yê keskên li parlemena federal, ku êdî ji hingê ve xizmetê dide kargeheke girêdayî navendên nukleer ên EnBW. Parlementera keskan a sêzdeh salan û bispora pirsgirêkên enerjîyê li "talk-show" ên televîzyona alman, Xatûn Michaele Hustedt bi xwe, vê gavê gîyaneke bi coş dide camekana "enerjîyên dikarin bên venûkirin" ya RWE û hêjayî gotinê ye ku RWE duyemîn hilberînera herî mezin a enerjîya nukleer a Almanyayê ye.

Çavkanî

  1. Welt am Sonntag, Berlin, 10 nîsan 2011
  2. Der Tagesspiegel, Berlin, 30 kanûn 2007
  3. Handelsblatt Online, 12 hezîran 2008

Wergera ji fransî: Baran Nebar