Kabûsa stratejên rojava

AFXANISTAN
Translator

Dema ku Amerîka û hevalbendên wî yên Hevgirtina Atlantîk’ê (NATO), li Afganistan’ê, rastî zehmetiyên, ku di sala 1979’an de Artêşa Sor rast hatibû, dibin, wê demê stratejên rojavayî hewl didin ku paşerojê niqaş bikin, daku ji pirsgirêkên îroyîn re çareseriyan bibînin.

Her wiha, li gorî Mériadec Rafray , ji navenda doktrîna ji bo bikaranîna hêzê (CDEF), leşkerên Moskova’yê, ên ku ti carekê ser neketibûn, asta daxwaza serhildanê, ya girseyên di kampên afgan de, teqmîn nekiribûn. Bi saya guherînekê taktîkî, a di 1981’an de – yekîneyên zêdetir saxlem û zinde ku di herêmê de baş hatine bicihkirin, bikaranîna giştî ya hêzên taybet û her wiha ya balefiran û helîkopteran- wan dîsa karibû bandorê li ser berxwedanê de çê bikin, bi taybetî li ser girseyên mezin.

“Artêşa biheybet, ya ku biewle ketibû Afganistan’ê, di nava demeke kurt de xwe di qadeke fireh de dît û li wê derê nizanibû çi bike, weke balyozeke ku nikaribe mêşekê bikuje”. Ev hevok, ji aliyê serheng Philippe François2 ve hatine ziman, bi van hevokan wî xwast “vegera berbi tecrûbeyê”, ya artêşa sor, ku bi înîsiyatîfa Akademiya Frunze, dibistana şer ya hêzên bejayî ên Sovyet’ê, topî serhev bibû, bîne ziman. Leşker rastî “êrişeke piçûkxistinê ya ku, sed sal berê, ji aliyê îngilîzan ve hatibû jiyan kirin» li ser heman cihê tiyatroyê, hatibûn, “kemîna lidijî dagirker”. Ev serhengê hêzên avî wiha dibêje: “Werema afgan êrişê 40’emîn artêşê kir, her wiha wê hemû saziya leşkerî kir bin bandora xwe, ji bo xwe li hemû civakê belav bike, wê hesasiyeta xwe bi cîhanê da bihîstin.”

Di demeke kurt de, stratejiyekê li dijî serhildanên girseyî hate lipêşxistin, artêşa Sovyet’ê rêbazên “ji bo nehêle civak bi hikûmetê re bibin yek, terorîzekirina girseyê” û her wiha “parçeyeke behrê vala bike ku duşmin, weke masî tê de bêav bimîne” ji xwe re eciband. Di heman demê de wê kontrola herêmê kiribû bin bandora xwe, lê belê ew der ciheke vala bû. Bi awayeke giştî wê rojê rewş ji “fetihkirina dilan û aqilan” dûr bû. Bi rêya analîstên Olivier Hubax û Matthieu Anquez3, General David Kilculen wiha digot “Şûna ku em hewl bidin artêşekê û fîrmeyekê tine bikin, qezenckirina dilan dihê wateya îqnakirina kesên ku serkeftinên we ji bo berjewendiyên wan dibin hacetên xurt; “qezenckirina aqilan” bi we dide ferz kirin ku wan îqna bikin daku hûn dikarin wan biparêzin, lê belê, berxwedan wan nabe derekê. Ev her du konsept jî bi nêrîna “kes ji we hez dike an jî ne”, tine. Tenê hejmara berjewendiyên we ên şexsî dihê hesapkirin, ne tiştên a hestî.”

Nivîskarên pispor ên di warê stratejiyê de, tînin ziman ku çawa amerîkiyan bingeha têkoşîna şoreşger, a li İraq’ê, derxistine zanistiyê – bi vegera wan a bi derfetên teknolojîk ku piştî têkçûneke nîvçe, a li İraq’ê, pêkhat-. Pisporên teorîk, ên li Washington’ê, hewl dane ku lêkolînvanên şerê lidijî serhildanên girseyî, bi taybetî ên fransewî, bikin ber kar ku berpirsyartiya “zehmetiya herî mezin” ku ji aliyê serfermandarê artêşa fransewî, Jean-Louis Georgelin4 ve pêk tê. Têkoşîna li dijî serhildanên girseyî duşmin ji hêza wî a zinde dûr naxe, lê belê, bêîstikrariya wî, an jî qelskirina wî tê, dikare bi wî biryarên girîng bide girtin. Ev jî di “çarçoveyeke ciddî ya bikaranîna hêzê” de derbas dibe, û divê ew bi awayeke “çalakiyekê global” pêk were, leşker û sivîl werin tevlihevkirin û bi vî awayî ji pêwîstiya “çeka psîkolojîk” re bersiv were dayîn.

En formûla General Challiand bigirin dest- “Têkoşîna lidijî serhildanan, xebatekê civakî ye” – Hubac û Anquez, li ser pêdiviya windabûna ji bo berjewendiyên hikûmeta legal israr dikin. Ji aliyê nivîskar ve ev gotinên General David Petraeus, fermandarê hêzên amerîkî ên li Rojhilata Navîn, wiha dihê diyarkirin “Ji bo her hêza rizgariya gelan kêm şans heye ku ew bikaribe xwe weke artêşekê birêxistin bike”. Tenê mirov dikare bêje, li gorî Hubac û Anquez, qelsiya Rojavayîyan li Afganistan’ê li gorî rastiya hêzên ku “nikarin dil û aqilên gelên xwe fetih bikin” e: hesasiyeta herî mezin ya girseyan, bi taybetî ya girseyên ewrûpî ; rastiya wendayiyên şer vedişêrin ; xera bûna “motora îdeolojîk”.

Fermandar Amin Wardak5, yek ji şefên berê yê berxwedana afgan ku naha li Fransa’yê penaber e, wiha dibêje; “Iro, ez bihêrs im, ji ber ku rejîma ku amerîkiyan li Afganistan’ê çê kirine, nameşe”. Her wiha ew wisa dibêje ; “lê belê, digel vê neserkeftina mezin, NATO dixwaze her tim zêdetir lemkeran û çekan bişîne Afganistan’ê. Ev jî tenê şer gur dike”. Ev şahîdî, cureyên aliyan û her wiha ên aktorên navneteweyî, ku ketine nava şerê li Afganistan’ê, bi me dide fêmkirin. Serheng Geoffroy de Larouzière, profesorê dibistana şer e6, her wiha , di dawiya 2003’an de, ji leşkerên Fransa’yê ên li Afganistan’ê re fermandarî kiribû, wiha ji xwe dipirse; “gelo em ê neceribînin ku bi afganan bidin qebûlkirin, dê ew çawa bimeşin ?”. “Gelo mafê wan nîn e ku ew bixwe bêjin ka ew dixwazin çawa bibin ?”.


iMériadec Raffray, Afghanistan, serkeftinên artêşa sor ku hatî jibîrkirin, Economica, Paris, 2010, 144 rûpel, 19 euros.
iiTaktîkên artêşa sor li Afganistan’ê, Tercûme û daxûyaniyên, serheng Philippe François, Economica, Paris, 2010,215 rûpel, 29 euros.
iiiOlivier Hubac, Matthieu Anquez, Qada şer a afgan: xera bûna qedexekirî, nivîskar André Versaille, Bruxelles, 2010, 283 rûpel, 19,90 euros.
ivHevpeyvîna bi general Georgelin, “hilgirtina rizîkoyên şer”, Le Figaro, Paris, 22 août 2008.
vAmin Wardak, bîranînên ser, Arthaud, Paris, 2009, 392 rûpel, 22 euros.
viGeoffroy de Larouzière-Montlosier, Rojnameya Kaboul’ê, Bleu autour, Saint-Pourçain-sur-Sioule, 2009, 204 rûpel, 15 euros.

Wergera ji fransî
Ahmet DERE