Kî siyaseteke derve ya Ewrûpa’yê dixwaze?

Translator

Jêre 8 sal hevdîtin, rêzik, konferansên navhikûmetî, referandûmên tesîra trawmayê kirin, lihevkirin û civînên bilind ên Ewrûpa’yê diviyabû ku Peymana Lîzbon’ê pêkbînin – ji bo vê diviyabû dev jî peymana destûra bingehîn were berdan.- Peyman 1’ê Kanûna 2009’an kete meriyetê. Ev “dewra şer” hê jî bi dawî nebûye. Di qada temsîlî ya di siyaseta derve de, reformên destûra bingehîn ên ku diviyabûn karên derve yên Yekîtiya Ewrûpa’yê bêhtir lihevkirî bikira, di dawiyê de şibiyan mamikekê: formulasyonên şîlo û nediyar yên peymanê xwe nadin ber ti tiştî û her tiştî paşve dixin û îhtîmal e hevdîtinên piştî ku reform dikevin meriyetê zehmettir dike.

Di nava nûkirinên sereke de sazkirina erka serokê daîmî yê Konseya Ewrûpa’yê (ji bo demeke du sal û nîvan ku dikare carekê were dirêjkirin) û erka nûneriya bilind a Yekîti’yê ji bo Karên Derve û Siyaseta Ewlekariyê hene. Konseya Ewrûpa’yê 23’ê Mijdara 2009’an ev herdu erk dan Herman Van Rompuy ê belçîkî û Catherine Ashton a brîtanî. Her weha Beşa Karên Derve ya Ewrûpa (SEAE) jî hat sazkirin û nûnera bilind wê birêve dibe. Nûnera Bilind di heman demê de erka Cîgirê Serokê Komîsyon’ê jî bi cih tîne. Ev avahiya nû sîstema sazûmaniyê ya heyî temam dike (weke mînak her 6 mehan careke bi dorê guherandina serokatiya Yekîti’yê weke berê hatiye hiştin), bêyî ku kite bi kite kordînasyona tevahî rave bike1. Nebûna hevgirtina pratîka siyaseta derve ya ewrûpî encama nakokîyekê ye ku ji berê ve di avahiya civakî re derbas dibe. Li aliyekî dewletên endam yeqîn dikin, eger ew nebin yek li dinyayê her biçe ew ê bêhtir marjnal bibin. Li aliyê din ditirsin ku siyaseteke derve a hevpar pêş bixin ku kontrola wan li ser wê nebe. Bi kurtebirî, daxwaza wan Ewrûpa’yeke bi hêztir e, lê bêyî ku serweriya xwe par ve bikin. Di nava daxwaz û şertên nakok de bi pelandinê hêdî hêdî sazî û prosedûrên gelekî tevlîhev çêkirin û hêvî dikin ku rojekê formulekî “efsûnî” karibe hewldanan bîne cem hev. Peymana Lîzbon’ê divê careke din di ser vê bihevvekirinê re bibuhure ku bi rastî zehmet e were fêm kirin; divê vê jî beriya ku rastî bendên berê were, bike.

Mirov berê awirên xwe bide dîrokê, rewş zelal dibe. Jêhatîbûnên ewrûpiyan di cewherê xwe de aborî (komir, pola, bazara hevpar) ne. Ango bi riya vê Yekîtî her ku çû bêhtir derkete ser dika navneteweyî. Ji bilî vê jêhatîbûna Yekîti’yê di mijarên aborî de – weke mînak ew li ser navê 27 endaman di Rêxistina Bazirganî ya Cîhan’ê (RBC) de hevdîtinan pêk tîne – wê bi demê re siyaseteke xurt a hevkariya ji bo pêşvebirinê pêş xist (bêhtirî ji sedî 5’ê budceyê ango serê 5 salan 7 milyar Euro2). Weke yek ji sektorên têde Yekîtî mumkin e karibe xwe cihê bike û doza nasnameyeke xwe bi xwe bike tê dîtin. Ev siyaset ji aliyê du saziyên sereke yên di ser neteweyan re tê birêvebirin: Komîsyon û Parleman.

Sala 1993’an di nava dû û mija şerê yugoslavan ê ku lawaziya Ewrûpa’yê nîşan da, bi Peymana Maastricht’ê Siyaseta Derve û Ewlekariyê ya Hevpar (PESC) hat damezrandin, paşê sala 1999’an Siyaseta Ewrûpî ya Ewlekarî û Parastinê (PESD) hat damezrandin. Destpêkirina PESC û PESD’yê çawa daxwaza bihurîna ji sînorên aborî ya avahiya civakî nîşan bide û bersivê dide pirsgirêkên zehmet ên divê werin çaresekirin ên piştî şerê sar, ew her weha daxwaza dewletên endam a kontrolkirina vê berferehbûna erk û jêhatîbûnê jî tîne ziman.

Bi rastî jî PESC/PESD bi awayekî zelal Komîsyon, Parleman û Dadgeha Civaka Ewrûpa dide aliyekî, ya dimîne Konseya Wezîran e ku nûneriya dewletên endam dike û di siyaseta derve de bi yekdengî biryarê dide. Di çarçoveya vê awira li mijarê de erka Nûneriya Bilind ji bo PESC sala 1999’an hat sazkirin. Bi awayekî sefîrekî super e, ew bi rastî biryardarekî siyasî nîne. Hevkariya ji bo pêşveçûnê û bazirganiyê, herdu jî weke mafê ji berê ve diyarkirî yên Komîsyon’ê man. Ango herdu qad jî bi hev re paralelî hev pêş dikevin.

Destpêka salên 2000’î beridîna çarçoveya navneteweyî, kir ku ev rewş êdî nikaribe dewam bike. Derketina holê ya “tehlûkeyên nû” (terorîzm, dewletên îflaskirî, krîmînalîteya di navbera neteweyan de, koçberiya nekontrolkirî) weke encam xwezaya hevkariya di mijara pêşveçûnê de guhert û ew veguherand hêmanên mezin ên stratejîk. Şerên Iraq û Afganîstanê sînorên hêza eskerî nîşan dan, alîkarî xwe weke hêmanekî girîng a tevahiya siyaseta derve îsbat kir. Di nava pîvanan de ku pê navgînên tevgera wê ya derve (li aliyekî hevkariya ji bo pêşveçûnê, li aliyê din PESC/PESD) di nava gelek saziyan de parçekirî ne û li gorî prosedûrên cihêreng dixebitin. Di rewşa pêşî de civakî di ya din de navhikûmetî xebitîna Yekîti’yê bi xwe hevnegirtî xuya dikir.

Bi ser de jî her sazî bi xwe xwedî struktûrekî tevlîhev e. Weke mînak dema Komîsyona Ewrûpa’yê li derveyî Yekîti’yê dikeve nava xebatê, ber bi şeş aliyên giştî ve parçe bû û ev alî ji aliyê 4 komîserên cihê ve hatin birêvebirin3, helbet divê em ji bîr nekin serokê Komîsyon’ê bi xwe jî li wan zêde bikin. Em li Konsey’ê binêrin, nûneriya wê ne bi tenê bi Nûnerê Bilind ê ji bo PESC’yê misoger bûye, her weha bi dewleta endam a ku erka serokatiya Yekîti’yê ya serê şeş mehan diguhere, pêk tîne. Serokatiyeke ku weke çavkaniya hevnegirtin û nedewamdariyê tê dîtin.

Peymana Lîzbon’ê di vê çarçoveya ji hev belawela de dikeve meriyetê. Di avahiya nû de ku wê saz kir, bêguman rola herî girîng û herî nazik a Nûnerê/Nûnera Bilind ê/a ji bo Siyaseta Derve û Karên Derve ye. Ew divê erk û jêhatîbûnên berê yên Nûnerê Bilind û yên Komîsyon’ê bike yek ku ew weke cîgirê serok pêk tîne. Lingekî wê, wê li Konsey’ê be, lingê din li Komîsyon’ê ango wê du karan bi hev re bike. Ev çareseriya encama hevdîtinên dirêj û zehmet weha xuya dike ku ji bo bêhtir hevgirtîkirina karên derve yên Yekîtiya Ewrûpa’yê zêde kêrhatî nîne.

Weke encam, sererastkirinên nû ti tiştî di dualîzma Komîsyon û Konsey’ê de naguherin. Weke mînak dema ku Nûnerê Bilind di mijara hevkariyê de bikeve nava meseleyekê de, hingî çarçoveya ew têde tevbigere wê li gorî hêzên ji berê de yên Komîsyon’ê û prosedûrên wê yên nîv-di ser neteweyan re were sînordarkirin. Ev yek jî Yekîti’yê dike rêxistina herî zêde întegrekirî ya cîhanê. Dema ku di qadên dîplomatîk û eskerî de bixebite, hingî ew ê dîsa bibe ew ê ku beriya Peymana Lîzbon’ê ew bû: nûnerekî dewletên endam e û ne kesê biryaran dide ye. Sererastkirinên nû di navbera herdu qadên çalakiyan de pirekê ava dikin, lê bingehê pirsgirêkê çareser nakin. Avahiya sazûmaniyê ya ku bi Peymana Lîzbon’ê hat pêkanîn weke ku gelek mamikan û nezelaliyan di xwe de dihewîne û ev jî di nava Yekîti’yê de tovê tevlîheviyan direşîne. Di Tîrmeha 2010’an de dora serokatioya Yekîti’yê ji bo şeş mehan digihe Belçêkayê. Belçîka ji niha ve da zanîn ku serokatiya bi dorê ya dewletên endam, a ku wê di meriyetê de be, nabe ku bi tevahî ji PESC were derxistin, tevî ku di prensîbê de Nûnerê Bilind divê serokatiya Konseya Wezîrên Karê Derve bike. Çileyê bê Spanya’ya ku wê rêveberiyê bigre destê xwe, xuya ye hemfikr e. Hingî, eger karên derve yên Yekîti’yê beriya Peymana Lîzbon’ê ji aliyê sê seriyan ve dihatin rêvebirin, piştî peymanê mumkin e ev bibin çar serî.

Ya diduyan, reforma herî dawî ya Komîsyon’ê ya ku di Sibata 2010’an de dikeve meriyetê, ji bo vê saziyê sê komîser û pênc Rêveberiyên Giştî4 yên di mijara têkiliyên bi derve re xwedî erk destnîşan dike; Nûnertiya Bilind/Cîgirê Serokê Komîsyon’ê û beşa nû ya karên derve ya Yekîti’yê jî li van zêde dibin. Vê beşê diviyabû gelek beşên Yekîti’yê yên di navbera Konsey û Komîsyon’ê de belav bûyî, bîne cem hev. Lê rewşa wê bi xwe jî hê bi tevahî bi awayekî zelal di navbera herdu saziyan de nehatiye destnîşankirin. Em hînê nizanin, ka çawa Parlemana ku hêza wê ya kontrolkirina kirinên Komîsyon’ê heye, lê nikare PESC’yê kontrol bike, çawa dikare pêwendiya xwe pêre çêbike.

Weke xala dawiyê jî Peymana Lîzbon’ê bi awayekî zelal rewşa hiyerarşîk a Nûnerê Bilind/Alîkarê Serokê Komîsyon’ê destnîşan nake. Gelo komîserek divê hê jî raporê bide serokê xwe – eger na serok dikare bixwaze ew îstîfa bike? Ev serok jî niha Canik Ashton e, ku rewabûna wê ji Konseya Ewrûpa’yê ya ku ew wezîfedar kirî tê? Otonomiya rêveberiya brukselî beramberî dewletan wê çi be? Derveyî sînorên Ewrûpa’yê Komîsyon wê veguhere bedeneke bi du seriyan. Ne ku bi tenê dualîzma sazîbûnê ya karên derve têde heye, tehlûke niha heye ev dualîzm bikeve nava Komîsyon’ê bi xwe jî.

Ev pirs û hinên din jî, divê di hevdîtinên nû de - yên piştî ku reform ketin meriyetê - werin girtinî dest. Lê belê kêrhatin û dewamdariya saziyên nû wê her weha girêdayî kesayetiyan jî be ku wê li serên wan bin. Wezîfedarkirina Van Rompuy ê belçîkî û Ashton a brîtanî ji ber ku çarçoveya bandora wan kêm e, jixwe hatibû rexnekirin. Bijartina van kesan daxwaza paytextên ewrûpî tîne ziman ku dixwazin destê wan li ser siyaseta derve ya hevpar bimîne.

Peymana Lîzbon’ê ne tevlîheviya Yekîti’yê çareser dike ne jî gavgiraniya rêveberiya wê. Em dikarin ji xwe bipirsin ka gelo reformên sazûmaniyê, pirsên nebûna siyaseteke derve ya hevpar wan bi kurtasî tîne ziman, çareser dike. Divê aliyê wê yê bi tevahî siyasî jî her weha were dîtin. Gelek caran dema behsa dewletên endam ên Yekîti’yê dosyayên navneteweyî yê wê kêliyê ne, berjewendiyên wan ên hevnagirin hene. Ev ne bi tenê eks û vedana rewşên berçav e; ev berjewendiyên hev nagirin berhemên tercîhên stratejîk in ku berevajî herika tevahiya siyaseta derve ya hevpar diçin.

Mînaka herî zêde darîçav der darê enerjiyê de ye. Ti reforma sazûmaniyê bi qasî siyaseteke hevpar nikare ewrûpiyan bike yek. Bêyî siyaseteke bi vî rengî, Yekîtiya Ewrûpa’yê wê beramberî Rûsya’yê çawa bibe xwediyê kirineke hevpar?5 Bi gotinên berçavtir, eger British Petroleum (BP) xeta lûleyên petrolê BTP’ê (Bakû-Tiflîs-Ceyhan) çêbike ku di Gurcistanê re derbas dibe û bi şîrketa emerîkî Chevron’ê re vî karî birêve dibe; Almanya jî di bin derya Baltîk re xeta lûleyên gaza xwezayî çêbike ji bo ku di nîvê Ewrûpa’yê re nebihure û wê yekser bi Moskov’ê ve girê bide, çawa em şaş bimînin ku London û Berlîn li beramberî krîza Gurcistan’ê û Moskov’ê xwediyê siyasetên ji hev cihê bûn? Naxwe pirsa tê kirin der barê têgîna berjewendiyên hevpar ên ewrûpî ye6.

Dema ku saziya ewrûpî li dibistan û zanîngehan weke ders tên dayîn, wê weke “şoreşeke nabêje va me” didin nasîn. Ji bo ku sedem, sînor û şaşiyên prosedûrên întegrasyonê rave bike, bi taybetî teoriya “gavên piçûk” tê bikaranîn. Dîsa jî di vê kêliyê de ev argûman weha xuya dike ku bi kêra rewakirina lihevkirina sazûmaniyê tê, ya ku her diçe sergêjîtir û tevlîhevtir dibe. Dema vê dike, hizirîna li ser naveroka polîtîkayên divê werin pêkanîn jî red dike.

Çavkanî

1 Jêrenota redaksiyonê: Redaksiyona Le Monde diplomatique pêwendî pêre danî, weha xuya dike ku avahîsaziya sazûmaniyê ya nû serî li beşên pispor ên Komîsyona Ewrûpa’yê jî gerandiye: Wan bi tenê karîbû hîpotezên der barê fonsiyon û kêrhatina wê ya paşerojê de bînin ziman.

2 Budceya PESC’yê salê li derdora 250 milyon euro ye (ango di navbera 2007 û 2013’an de 1.74 milyar euro).

3 Têkiliyên bi derve re (Canik Catherine Ashton), pêşveçûn û alîkariya insanî (Birêz Karel de Gutch), berferehbûn (Birêz Olli Rehn), bazirganî, siyaseta ewrûpî ya cîrantî û ofîsa hevkariya EuropeAid (Canik Benita Ferrero-Waldner).

4 Ev divê Rêveberiya Giştî (RG) ya bazirganî, RG ya pêşveçûn, ya ofîsa alîkariya insanî ya Komîsyona Ewrûpa’yê (ECHO), ya EuropeAid (alîkariya ji bo pêşketinê birêve dibe), û RG ya berferehbûnê (ku dikare erkên siyaseta cîranan jî bigre nav xwe) bin.

5 Bixwîne Mathias Reymond, “L’Europe énergétique, entre concurrence et dépendance (Ewrûpaya .enerjîtîk, di navbera hevrikî û girêdayîbûnê de)”, Le Monde diplomatique, Kanûna 2008’an.

6 Bixwîne Michel Foucher, “Quelles frontières et quel projet pour l’Union ?(Kîjan sînor û kîjan proje ji bo Yekîtiyê)”, Le Monde diplomatique, Gulana 2007’an.