Koçberîya ku li gorî awayê amerîkî tê ecibandin

Di demeka kin de vîze wê bi mezatê werin firotin
Translator

Niha li Senatoyê reformkirina sîyaseta amerîkî ya koçberîyê tê nîqaşkirin. Hêvî ew e ku rê li ber dayîna mafê rûniştinê dê li yazdeh mîlyon kesên bêkaxez vebe. Ev tedbîra bala çapemenîyê û ya partîyên sîyasî dikşîne ser xwe, tedbîreka din dide jibîrkirin: ya bicihkirina sîstemeka nû ya dayîna vîzeyan ku wê giranîyeka taybet bide daxwaza şîrketan.

Ji dehsalan ve di nava sîyaseta rastgir ya amerîkî de li ser koçberîyê du fikir bi hev re tên belavkirin. Koçber yan dizê karên amerîkîyan û kesên ku ji alîkarîya civatî sûd werdigrin in, yan jî tehlûke ne ji  bo ewlekarîya giştî. Wekî tehlûkeyekê behsa xerîban tê kirin; karkerekî mêrxas yê karekî ku yên xwecihî ji mêj ve naxwazin bikin, qebûl dike, patronekî dema nû hatibû hîç pereyên wî tunebûn ku şîrketa xwe ava kir, nîşan didin ku koçber herweha dikare bibe kesekî xwedî tevahîya nirxên baş. Gelo koçber barê ser milê neteweya amerîkî ne? Yan jî zêrê zer in ji  bo sektora aborîyê? Sîyaseta rastê ya amerîkî dudilî ye û maye di navbera mihafezekarên dixwazin "nirxên" amerîkî biparêzin û neolîberalên doza zêdetir vekirina sînoran dikin da ku pêşketina aborîyê xurt bikin. Willard Mitt Romney, namzedê komarparêz yê berbijarê serokdewletîyê di hilbijartinên 2012an de, alternatîfa yekem hilbijartibû dema ji kesên bêkaxez xwestibû ku "xwe ji Amerîkayê bikin der" û vegerin welatê xwe – wekî din dê polîs ew derxistana. Ev stratejî nebû sedema razîbûna bi mîlyonan hilbijêrên spanîk yên li hêvîya mafê rûniştinê yê xizmên xwe bûn: di 6ê çirîya paşîn a bihurî de di hilbijartinan de têkçû, wî bi tenê % 27ê dengan stand ( Barack Obama  % 71ê dengan standibû). (1) Çend roj piştî hilbijartinan, Floride Marco Rubio ku di  Tea Partyê de her diçe zêdetir navdar dibe wisa digot "Dema meriv difikre hûn dixwazin pîrika wî ji welêt bikin der, zehmet dibe jêre behsa pirsgirêkên pêşketina aborî yan jî behsa rêjeya bacê yan jî behsa sîgortaya civakî bikin. Eger Partîya Komarparêz dixwaze di hilbijartinên serokdewletîyê de bi ser keve - û êdî ne bi tenê di hilbijartinên giştî de, ku tê de sîstema wîlayetan destûrê dide namzedên wê da ku xwe bispêrin piştgirîya saxlem ya hilbijêrên spî – divê li retorîka xwe ya li dijî koçberan ji nû ve bihizire.

"Bila yên herî baş di

destê me de bimînin"

 

Lewre, ji çend mehan ve navdarên mihafezekar zêdetir derdikevin pêşîya gel da ku pesnê bîlançoya aborî ya azadîya çûnûhatinê bidin. Wekî nimûne mîlîtanê li dijî-bacê yê têsîrdar Grover Norquist wisa rave dike: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di heman demê de welatê herî dewlemend yê cîhanê ye û hem jî neteweya herî dilvekirî ye li xerîban. Ev ne tesadufek e. Yên dixwazin em kêmtir mêvanperwer bin wê bikin ku welat kêmtir bi pêş keve û wê bêguman bikin ku em kêmtir amerîkî bin." (2)Ҫend rojan piştre nûnerê Wiscosinê û kevne namzedê alîkarê serokdewlet Paul Ryan jî nîşana fikrên vekirinê dide: "Divê em misoger bikin ku aborîya me ya sedsala 21ê ye. Maneya vê jî ew e ku divê em yên herî jêhatî û herî jîr di destê xwe de bihêlin, li vir li Amerîkayê: ango yên ku dixwazin beşdarî aborîya me bibin û gelekî bişixulin, yên ku dixwazin rêzê ji qanûna sîstemê re bigirin û bilind bibin. Li welêt her kes sûdê jê werdigire. Koçberî ev e." (3)

 

Reforma sîyaseta koçberîyê ya ku Obama di kampanyaya xwe de soza wê dabû, di çarçoveya guhertineka îdeolojîk de pêk tê.  Ji meha kanûnê ve komeka ji  heşt senatorên herdu alîyan pêk tê (Rubio têde) ji bo amadekirina pêşnûma-qanûnekê dicivin. Ҫend mehan bi piştre, bi daxwazeka hevpar ya berê nehatibû dîtin, belgeyeka 844 rûpelan dikeve destê Senatoyê: Qanûna li ser ewlekarîya sînoran, ya derfeta aborî û modernîzekirina koçberîyê (Border Security, Economic Opportunity and Immigration Modernization Act). Gelo çi ye di vê metnê de nivîsî ku bû sedema piştgirîya hêzên herî mezin yên welêt, ji Cato Institute heta Center for American Progress, Ji Odeya Bazirganîyê ya Amerîkî  heta bi mezintirîn konfederasyona sendîkayî: AFLCIO, ji Wall Street Journalê heta bi kanala televîzyonê MSNBC !? Rêxistinên parastina mafên welatîbûnê ji mêj ve doza dayîna mafê rûniştinê ji mîlyonan merivên bêkaxez re dikirin. Ev mijar tedbîra herî zêde merivan matmayî dihêle ya hêvîbar ya vê refomê ye, lê belê herweha mijara herî zêde dibe sedema nerazîbûnan e jî.

 

Belê, beşeka rastgiran li dijî wê tiştê ku wekî "efûyeka giştî" û wekî xelatkirineka sûcdaran dinirxîne, radibe. Da ku dilê vê beşa Partîya Komarparêz xweş bikin, lewre piştgirîya wê ya parlementerî wê pêwîst bibe, reform bi rengekî wisa amade kirin ku "rêya welatîbûnê" ya pêşnîyazî bêkaxezan tê kirin dirêj, biha û nedîyar be. Yazdeh mîlyon xerîbên berîya 31ê kanûna 2011an hatî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wê bi tenê piştî dayîna cezayekî, piştî dayîna heqê bacên salên bihurî (eger bi awayekî qaçax kar kiribin) û piştî dayîna çend sed dolaran ji bo heqê dosyayê karibin bibin xwedî "statuyeka îsbatkirinê" ya deh salan bistînin.

 

Di dirêjîya van deh salan de wê pêwîst be bacê bidin, bêyî ku sûdê ji gelek xizmetên federal werbigrin (Medicaid, sîgortaya tendirustî, sîgortaya civatî...). Di dawîya van deh salan de jî wê mafê mayîna dayimî (karta kesk) bistînin ku sê salan piştre wê destûrê bide wan ku doza welatîbûna amerîkî bikin. Lê vê jî, eger karibin di rêzeka testan de bi ser kevin (ziman, welatîbûn...) û eger tu sûc nekiribin wê  karibin bibin welatî: ji rê derketina herî piçûk dikare sêzdeh salên hewldanan pûç bike. Yên herî kal – ku bi îhtimaleka mezin dê berîya ku vê "rêyê" biqedînin bimirin – yên herî xizan – ku dê nikaribin meserefên welatîbûna amerîkî bidin – û yên nû hatî, ku piştî dema dîyarkirî hatin, li derveyî reformê dimînin.

 

Wekî ku ewqas zehmetî têrî nedikirin, her heşt senatorên ku xwestin da ku bidestxistina welatîbûna amerîkî girêdayî şertekî din jî be: xurtikirina kontrola sînorên welêt. Rayedarên federal wisa îdîa dikin ku % 40ê hatinê bi rêya qaçax bloke dikin; lê wê pêwîst be % 90ê wan bloke bikin. Ji bilî bi rêya zêdekirina hejmara eskeran, wisa xuya ye ku ne mimkin e bigihîjin vê armancê: Li ser sînorê bi Meksîkayê re serê her mîlê deh notirvan hene. Kovara çepa radîkal Counterpunch (4) wisa dinivîse: "wisa xuya ye ku hilbijartîyên ku ev reform amade kirin, xwestin rêyeka ber bi welatîbûnê ve deynin ya li şûna ku mimkin be, hêvîya merivî diqedîne". Ev rê herçend zehmet be jî li gorî beşeka rastgiran ku dikare wê bi temamî bigire, ew hîn zêde hêsan e. Nîqaşên li ser vê qanûnîkirina girseyên qaçaxan (ya girêdayî gelek şertan e) kirin ku beşeka din ya vê reformê were jibîrkirin. Tevî ku ev beş jî biqasî ya behskirî krîtîk e û biqasî wê fikra amerîkî li ser koçberîyê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê belav dibe, dide fêmkirin: Ev beş elaqedarê ji nû ve avakirina sîstema dayîna vîzeya kar e. Ev mijar berê jî bûbû sedema betalkirina pêşnûmayên qanûnî. Pêşnûmaya qanûnî ya dawî hatî peşnîyazkirin ya George W. Bush e ku sala 2007an hatibû pêşnîyazkirin. Wê demê serokdewletê komarparêz ji AFL-CIO û ji Odeya Bazirganîyê xwestibû ku metnekê amade bikin. Lê sendîkaya ku ditirsîya herîkîneka karkerên koçber asta mûçeyên amerîkîyan kêm bikin û sazîya patronî ya dixwest rezerva xwe ya karkerên koçber zêdebike lihevnekirin û reform têkçû. Ji wê demê ve, komên cihê yê zextê bi israr doza mezinkirina hejmara salane ya vîzeyan dikin: Komeleya patronên sektora avakirina xanîyan, komeleyên xwedîyên erdên cotkarîyê, Odeya Bazirganîyê, hin think tankan (Cato Institute, la Brookings Institution, ImmigrationWorks USA...), hwd. Di demeka nêzîktir de Mark Zuckerberg sazkerê malpera înternetê facebookê û gelek ji hevkarên wî yên Silicon Valley jî lobîyek ava kirin ji bo nermkirina şertên standina vîzeyan ji bo karkerên xwedî perwerdeyeka bilind.

 

Ewqas hewldanan encamek bi dest xist. Sibata bihurî serokê Odeya Bazirganîyê û yê AFL-CIOyê Thomas Donohue û Richard Trumka bi hev re naveroka lihevkirineka dîrokî ragihandin ya ku bi awayekî yekser girêdayî projeya reforma sîstema koçberîyê ye. Trumka ku difikire hatina koçberên bi rêya fermî wê hejmara endamên sendîkayan zêde bike, wisa digot: "Me modeleka nû amade kir, sîstemeka modern ya dayîna vîzeyan." Dema meriv metnê dixwîne fêm dike ku modernîte ne bi tenê tê maneya xwe qeydkirina sendîkayekê ye; maneya wê herweha qebûlkirina pir tiştan û serî tewandina li hemberî daxwaza şîrketan e jî. Eger qanûn were erêkirin, şîrket wê karibin herîkîna koçberan li gor dilê xwe eyar bikin. Wisa tê fikirîn ku hejmara niha bi şêst û pênc hezaran sînordarkirî ya mihendîs, zanist yan jî matematîknasên ku her sal tên vexwendin da ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bişixulin, wê bibe sed û deh hezar, heta wê di demên peşketineka aborî ya xurt de bibe sed û heştê hezar. Ev jî dibe sedem ku welatên din mejîyan ji dest didin, gihandina van mejîyan ji bo wan giranbiha ye. Tevî ku li gorî qanûnên amerîkî divîyabû ew vîzeyeka yek salî bistînin, her diçe zêdetir zanyarên li zanîngehên amerîkî hatî perwerdekirin mafê mayîna daîmî distandin.

 

Hindistan û Ҫîn di vî warî de jê pêşketîtir in, ew salê pênc heta deh caran zêdetir mihendîsan perwerde dikin, lewre Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin bilezînin di pêşbazîya kadroyên perwerdekirî de. Wisa tê hêvîkirin ku dê vîzeya nû ya bi navê W-visa bersivê bide pêdivîya sektorên ku ji wan re karker lazim in û dê hatina karkerên nekalîfîye jî hêsan bike (5): sektora restorant, hotel, dikanên mezin, sektora xizmetên ferdî. Bi kurtasî ji bo sektorên ku mûçeyên pir kêm didin û nikarin cihê şîrketên xwe biguherin, xebitandina xerîban misogerkirina mûçeyên kêm e. Edîtorê endamê sîyaseta rasta navîn  David Brooks  kêfa xwe tîne; "Bi saya karê koçberên kêm kalîfîye, lêçûnên niqûtandinê, yên xizmetên ferdî li mala xwe û yên mezinkirina zarokan pir kêm dibin, asta jîyanê bilind dibe û zêdetir jin dikarin li derveyî malê bişixulin." (6)

 

Odeya Bazirganîyê ya çavbirçî doza çar sed hezarî ji van vîzeyên nû dikir; AFLCIO bi tenê doza hezar vîzeyan dikir. Hejmara vîzeyên kar yên dê bên dayîn hat dîyarkirin, dê di sala pêşî de bibe bîst hezar, sala duyem dê bibe sih û pênc hezar, sala sêyem dê bibe pêncî û pênc hezar û sala çarem dê bibe heftê û pênc hezar. Piştî wê demê Buroya Lêkolîna li ser Koçberî û Bazarê dê hejmara vîzeyên dê bên dayîn sînordar bike, yên herî zêde dê du sed hezar vîzeyên kar bê dayîn –Buroya Lêkolîna li ser Koçberî û Bazarê dê vê hejmarê ji  nû ve eyar bike. Ew  ji bo vê armancê hat damezrandin û bersivê dide daxwaza şîrketan. Ev sîstema plankirina hûrgilî ya hejmara vîzeyên dê bên dayîn, dê dengê sektora taybet xurt bike. Li gorî think tanka sektora patronî ya American Enterprise Instituteyên baştir dikarin dîyar bikin çend koçber û kîjan tîpê koçberan ji patronan re lazim in, hêzên bazarê bi xwe ne, kotayên ji alîyê burokrasî yan jî sîyasetmedaran ve tên dîyarkirin dê destûr nedin bersiveka bi lez ji pêdîvîyên pêşketina aborîyê re." 

Pîyangoya karta

kesk tê betalkirin

Meriv çawa dikare kêmbûna karkeran terîf bike? Metin bi xwe hîç behsa vê nake. Dibe ku patron neçar in ku karkerên koçber yên amerîkî wekhev bibînin, sûdê ji behsnekirina vê mijarê bigirin û mûçeyan bi giştî kêm bikin. Yan jî  wekî ku kevne wezîrê kar Robert Reich ku niha dersên aborîyê li Zanîngeha Berkeley dide  rave dike, patron dikarin qet nebe hewl bidin rê li ber zêdebûna mûçeyan bigirin: "Dema ku mezinbûna daxwazê bike ku mûçe bilind bibin, patron dê karibin argumana kêmbûna hejmara karkeran derxin pêş û bi vî rengî destûra hatina zêdetir koçberan bidin da ku karibin asta mûçeyan bilind nekin" (7)

Ev tedbîr nîşan dide ku fikra amerîkî li ser koçberîyê gelekî girêdayî mihasebeyê ye. Li gel vê tedbîrê jî hejmara vîzeyên di çarçoveya gihiştina hev ya malbatên parçebûyî de tê kêmkirin: xwişk û bira, zarokên zewicandî yên temenê wan zêdetir e ji 31 salan wê nikaribin serî li mafê vîzeya malbatî bidin. Ji ber ku li cîhaneka bi qanûnên bazarê tê birêvebirin êdî cihê tesadufê tune ye, reforma behsa wê kirî herweha dayîna karta kesk betal dike, ya ku her sal destûr dida pêncî û pênc hezar xerîban ku mafê mayîna daîmî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bistînin. Li şûna wê, dê sîstemeka dayîna mafê mayîna daîmî ji kesên wê heq dikin re were bicihkirin. Ew dê li gor sektora karê kesên doza wê dikin, li gor dîplomayên wan, li gor welatê jê tên, li gor baş zanîna wan ya zimanê îngilîzî, hwd. Ango koçberîyeka bijartî tê bicihkirin ku endamên wê tên neqandin, têde qedera merivan êdî tovê baş yê aborî bi gîyayê nebaş yê civakî tevlîhev nake. Li welatekî têde berdêla her tiştî heye, koçber timî wekî "pererazandineka demdirêj" tê hesibandin û girêdayî hesabên mentiqî yên mesrefê/karanînê ye. Hin kes ji niha ve peşnîyazî hikûmetê dikin ku vîzeyên kar bi mezatê bifiroşe şîrketan, li gorî sîstemeka ku têde: "kotaya mafê manê dê bibe nîşana rêjeya daxwaza koçberan û dê bibe rêber ji bo eyarkirina hejmara salane ya vîzeyên hatî dayîn". (8)Lê tukes hîn behsa vegera li serdema ku têde mizakereyên ji bo koleyan bi awayekî vekirî dihatin pêkanîn nake...

(1) JérômeKarabel, "Fin de la ‘stratégie sudiste’ aux Etats-Unis  / Dawîya ‘stratejîya Başurî’ li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê", Le Monde diplomatique, kanûna paşîn a 2012an.

 

(2) Grover Norquist, "Immigration reform is a nobrainer to help the economy / Reforma koçberîyê biryarek e ji bo alîkarîya aborîyê dayî ye", The Guardian, Londron, 24ê nîsana 2013an.

 

(3) Gerald F. Seib, "Ryan takes a key role on immigration / Ryan di mijara koçberîyê de bi roleka dîyarker radibe", The Wall Street Journal, New York, 30ê nîsana 2013an.

 

(4) Mark Vorpahl, "The argument for amnesty / Argumana ji bo Efûya Giştî" Counterpunch, Petrolia (Kalîfornîya), 5ê sibata 2013an.

 

(5) Berî ku karibin kesekî xerîb bişixulînin, divê şîrketên amerîkî pêşî îsbat bikin ku hewl dan karkerekî amerîkî peyde bikin.

 

(6) David Brooks, "The easy problem / Pirsgirêka hêsan", The New York Times, 31ê kanûna paşîn a 2013an.

 

(7) Robert Reich, "What immigration reform could mean for American workers, and why theAFL-CIO is embracing it  / Ji bo karkerên amerîkî reforma koçberîyê xwedîyê çi maneyê ye û çima AFL-CIOyê ewqas pişta wê digire?", 2yê nîsana 2013an, http://robertreich.org

 

(8) Giovanni Peri, "The economic windfall of immigration reform / Hatinîya meriv ne li bendê bû ya ji reforma koçberîyê tê", The Wall Street Journal, 12ê sibata 2013an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya