Kontrola koçberiyê weke ihale dane welatên cîran

Ewrûpa çawa derî li cîranên xwe digire?

Ewrûpa’yê dîwarên xwe guherandin. Berî bîst salan, li Berlin’ê, berpirsên neteweyên demokratîk tev bi hevdengî hilweşîna dîwarê bi navûdeng weke serkeftin pêşwazî kirin. “Herkes xwedî maf e ku karibe, welatê xwe jî di nav de, ji her welatî derkeve.” Ev Xala 13’an ya beyannameya mafên mirovan ya gerdûnî ye ku di sala 1948’an de hatibû qebûl kirin. Bi derengî be jî, êdî derfetên ji bo pêkanîna vê xalê derketibûn holê. Di daxuyaniyeke sala 1991’an de, Konseya Ewrûpa’yê kêfxweşiya xwe ya ji bo serbestiya li ser tuxûbên welatên endam tîne zimên û wiha dibêje: “guherînên polîtîk rewşeke wisa derxistiye holê ku mirov dikare bi serbestî li seranserê Ewrûpa’yê bigre. Ev jî, ji bo pêşketina civakek azad û çandeke dewlemend, bi xwe re şert û mercên erênî derdixe holê.” Azadiyeke wisa ku pir dem derbas nabe, mirov ji encamên wê ditirse. Di destpêkê de hat bibîrxistin ku “mafê ger û seyaheta serbest, çawa ku di beyanemeyên navnetewî de hatiye nivîsandin, destûr nade ku kesekî bi serbestî li welatekî din bicîh bibe.” Rayedaran tirs û fikareke din bilêvkirin: “zêdebûna hêjmareke mezin ya penaberan, hem li Ewrûpa’ya navîn hem jî li Ewrûpa’ya rojava nîşan dide ku peymana Cenevre’yê ya di derbarê tixûban de, wê ji aliyê koçber û penaberan ve xirab were bikaranîn .”

Di dawiya şerê sar de, xeteke nû ya tixûb hat ava kirin. Li ser van xetan bedenên wisa bilind hatin ava kirin, ha xuyangî ha veşartî, hem li ser erdê hem li ser deryayê dibin sedemê mirina mirovan. Li Rojava, Yekitiya Ewrûpa’yê, projeya berfirehkirianê xist bazarê û di berdêla endametiyê de ji wan welatan xwest tixûban biparêzin û jêre çavdêrî bikin. Her dewlet neçar maye dîwarê xwe yê arzî yê Berlîn’ê ava bike. Li peravên Derya Sipî, di civîna bilind ya Ewrûpa’yê ya Tampere de biryar hat girtin ku ji sala 1999’an û pêve “dewletên endamên Yekitiyê û dewletên ne-endam yên cîranên tixûbî, li ser sînoran di nava xwe de hevakarî bikin û li hember kuştinên organizekirî û bazirganiya mirovan têbikoşin.”

Penaber û koçberên ku carnan weke “qaçax” carnan weke “qurban” yan jî dema alîkarî didin hev, weke “şebeke” tên bi nav kirin , îro bûne hedefa axaftinke balkêş ku îdîa dike, ew ji bo baştir wan biparêzin , li hember wan têdikoşin. Civîna Bilind ya Serokên Yekîtiya Ewrûpa‘yê ya li Séville (Hezîran 2002) bi giranî ji tekoşîna li hember koçberiyê re hat veqetandin û ev xebata li hember penaberî û koçberiyê weke gava herî lezgîn ya yekîtiyê bi binav kir, hem jî bê ku niyeta welatên cîran bipirse.

Bi vî awayî, ev parzemîna kevin, di nava wê tirs û fikarê de ye ku nikare tixûbên xwe bixe bin kontrolê, lewma jî serî li rêbazeke taybetî xistiye -bê ku şertên peymanên navnetewî pêk bîne-. Li gorî vê rêbazê, divê berê tekoşîna xwe bidin çavkaniya koçberan, û di vê warî de jî welatên transît hatine wezîfedar kirin . Migreurop, komeke lêkolînvan (li kêlekê bixwîne “çavkanî”), ji bo ku karibin astengiyên li pêşiya ger û seyaheta serbest terîf bikin, neçar dimînin konsepta bi navê “ externalisation” (berovajiyê navnetewî, der-netewî, yan jî bikaranîna çavkaniyên derve) ku ji zimanê aboriyê digirin, bikarbînin. Mafê ger û geştê ku daxwaza wî tê kirin ji xwe bi peymanên navnetewî hatine misogerkirin.
Txûbên derve yên erdnîgara Schengenê (li nexşê binêrin) ji vir û pêve xwedî dîwar û sûreke duyemîn e. Ji bo parastina wî jî, pêwîstî bi hevalbendiya welatên derdorê çêdibe. Programa La Haye (Lahey) ya 2004’an ku di rastiyê de xwedî nîyeteke xirabe, bi vê hevokê hatiye nivîsandin: “aliyê derve yê polîtîkaya li ser koçberî û penaberiyê”: Naveroka wê tev bi derewên îdeolojîk hatine tijî kirin. Di rastiyê de armanc ewe ku kumê serê kontrolvanê sînoran bidin serê dewletên cîran yên derveyê Ewrûpa’yê. Ji vê polîtîkayê re jî kirasek hatiye dûritin. Hevkariyeke bi qasî ku tariye ewqas jî neheq e. Rêvebirên 27 dewletan tekoşîna li hember koçberî û penaberiyê nerm nîşan didin û di nava xwe de weke “hevkariya ji bo rêvebirin û kontrola pêlên koçberiyê” bi nav dikin.

Ji bo pêkanîna konsepta “Externalisation” (der-netewî) navgîneke nerm û ji tixûban dûr tê bikaranîn. Du aliyên vê navgînê hene, yek hemû kontrol tev li derekî neyên kirin ango berfirehkirina kontrolê, yê duyem îhaleya ji bo “tekoşîna li hember koçberiya qaçaxî.” Di fermiyetê de rewş cuda ye: hemû welatên Yekitiyê Peymana Cenevre’yê ya di derbarê penaberiyê de îmze kirin û herwiha soz dan ku ewê xala 13’an ya beyannameya mafên mirovan ya gerdûnî ku dibêje “Herkes xwedî maf e ku karibe, welatê xwe jî di nav de, ji her welatî derkeve” pêkbînin.

Ji salên 1990’î û vir ve, Yekîtiyê bi awayeke lezgin, şêwirmendên xwe yên teknîkî şandin cem welatên berendam û bi wan re li hev kirin ku ewê ji çavkaniyê, ango ji ciyê ciyîn, pêşî li koçberiyê bigirin. Di sala 2004’an de, di navbera welatan de, tevneke ji “wezîfedarên tekoşîna dijî koçberiyê “ hat li darxistin. Armance ev bû: “hevkariya ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçaxî, tekoşîna li hember vê bûyerê, vegerandina koçberan û rêvebirin û kontrola pêlên koçberiya qaçax”

Bi vî awayî, koçberî berê ku pêkwere navê wê di raporan de weke “illegal” (qaçaxî) tê bi nav kirin. Karê bingehîn yê wezîfedarên vê tevnê ewe ku alîkarî bide hêzên herêmî dakû li balafirgehan û li deriyên txûban pasaportan baştir di ber çavan re derbas bikin. Ev tevger jî tê wateya binpêkirina mafê desthilatdariya welatên herêmê.

Di sala 2001’an de, bi biryara Yekîtî’yê sîstemek nû ya ceza hat saz kirin: Berpirsên her cure wesayît, yên barkêşiyê jî di nav de, dema di wesayita xwe de kesên tarîxa vîze û ya pasaportên wan derbasbûne bihewînin wê werin ceza kirin. Zêde girane, –ceza carnan dikare heta 500 000 euros bilind be, mesrefê vegera wî kesî jî li ser şîrketa xwediyê wesayîtê ye–. Bi vê sîstemê personelekî bê erk li gorî dilê xwe dikare rêwiyan hilbijêre. Mafê kontrolê bi vî awayî hatiye arzî kirin ango ji dewletê derbasî şîrketên taybetî bûye. Lê dema ku were zanîn ka ew bi kîjan rêyî û bi alîkariya kê hatine welatê lê ne, encamên pir giran derdikevin holê. Weke mînak di sala 2007’an de, heft mesîgirên tunusî bi biryara dadgerê îtalî bi bahaneya ku “alîkarî dane koçberiya qaçax” hatin sûçdar kirin û girtin, keştiyên wan jî hatin desteserkirin. Ji ber ku ew çûbûn hawara rêwiyên keştiya ku noqê binê avê bûbû û ew anîbûn peravê herî nêz yê bûyerê, bajarê Lampedusa (Sicîlya). Ji xwe qanûnên li ser rêwîtiya deryayê jî wisa ferz dikin .

Ji sala 2005’an vir ve, ajanseke Yekitiya Ewrûpa’yê ya bi navê Frontex , operasyon û karên kontrola li ser deryayê ya di navbera Afrika û giravên Kanarya de dide meşandin. Kanala Sisilya jî dikeve nava çarcova wezîfeya wan. Serokwezîrê Spanya’yê Jose Luis Zapatero, di dawiya sala 2009’an de, bi kêfxweşî anî ziman ku li welatên wan, hêjmara koçberiya qaçax ya bi rêya deryayê daketiye nîvî. Lê belê li gorî pir çavkaniyan, hêjmara miriyên penaberên rêwî yên bi rêya deryayê û bi rêya reşayî kêm nebûye. (li nexşeyê binêrin.) Zêdekirina astengiyan û bihêzkirina ewlekariyê, pêşî li koçberiyê nagire, tenê koçberan neçar dihêle ku rêyên xetertir biceribînin. Kes nizane endamên saziya ewlekariyê ya Frontex, di nava kîjan şertan de û bi tevgereke çawa mudaxaleyê koçberan dikin. Divê heryek ji wan û yên ku dixwazîn serî li mafê penaberiyê bidin, di çarçoveya normên Yekîtî’yê de nasnameyên wan werin diyar kirin. Ji aliyê din ve, tevgera hişk ya saziya Frontex ya di dema diyarkirina nasnameyên koçberan de çiqas li gorî qanûnan e. Welatên Ewrûpa’yê vê dijwarî û tevgera antîdemokratîk ya ku li ser xaka wan tê meşandin ji nedîtî ve tên. Ev jî dikeve çarçoveya binpêkirina mafên bingehîn yên mirovan.

Konsepta “ Externalisation” (der-netewî) ya ji bo kontrola tixûban tevneke navnetewî da li darxistin: “hevkariya gerdûnî ya bi welatên ku koçber jê tên û yên transît re.” Ev peymana Ewrûpayê ya ku di sala 2008’an de ji aliyê bîst û heft welatî ve hat îmze kirin bi temamî li ser pirsgirêka penaberî û koçberiyê ye. Ev înîsyatîf bi pêşniyaza serokê demê yê Yekîtî’yê Fransa ve hatibû pêniyaz kirin. Di bin navê “hevkariya ji bo kontrola koçberiyê û pêşketina aborî” de li ser welatên cîran tê ferz kirin ku bibin gardiyanên tixûbên Yekîtiyê. Divê agahî were dayîn ka koçber ji kîjan wealtî hatine, di ser kijan welatî re dixwazin derbasî kijan welatê Yekîtiyê bibin. Bi vî awayî ev welat neçarin di berdêla berjewendiyên aborî û carnan polîtîk de tixûbên Ewrûpa’yê biparêzin.

Welatê Marok, (Fas) di sala 2008’an de, ji ber tevgera xwe ya li hemberî koçberan, ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa’yê ve “statuya pêşketî” bi destxist û di ser jî hat bi xelat kirin. Di payîza sala 2005’an de, bi qasî bîst kesên ji herema Sahara ya Afrîka’yê hewl dan li ser txubê Marokî û Spanî li Ceuta û Melilla, ji çeperên hesinî yên sînor derbas bin. Hemû di encama gulebaran artêşa marokî de jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê ev buyer, herwiha li ser tixûbê Cezayîr’ê jî artêşa Marokî bû sedemê kuştina gelek penaberan. Buyerên kuştinê yên bi vî rengî bi awayeke zanebûn ji aliyê hukumeta marokî ve hat medyatîze kirin. Buyereke din ku zêde di çapemeniyê de cîh negirt ew bû ku roja 28’ê Nîsan’a 2008’an, li ser derya herêma Al Hoceima (bakur-rojavayê marok) herî kêm sî kes, ji wan çar zarok, di avê de xeniqîn. Ji ber ku li gorî şahidên bûyerê, artêşa marokî bi zanebûn botên ku penaber lê sîwarbûbûn qul kirine, û tev noqî binê avê bûne. Di derbarê zelalkirina bûyerê de ti anket nehatin çêkirin.

Peymanên bi welatên cîran re hatine îmze kirin bi taybetî jî yên ku ji bo ji nû ve qebûl kirina penaberên di ser xaka wan re transît derbasbûne, (peymana şûnve vegerandina koçberan) aliyê herî girîng yê mijarê ye. Li gorî zagonên îro, ji bo ku penaberek ji ber kêmasiya kaxizên xwe ji ser xaka Ewrûpa’yê were tertxub kirin, divê yan welatê wî yan jî welatê ku herî dawî, transît tê re derbasbûye wî qebûl bike. Tê zanîn ku ku welatên cîran yên ku rola transît leyîstine, ji ber ku tê de ti berjewendiyên xwe nabînin, şûnvevegera penaberan qebûl nakin, lewma jî welatên ewropî ku ji vê rewşê hayedarin ketine nava çerxeke bê dawî ya sûçan ku ji mantiq dûre û mafên bingehîn yên mirovan binpê dikin. Li Senegal’ê, li Ukranya’yê û li hin welatên Balkanan, şûnvevegerandina kesên “qaçax” di bin şertên zehmet de bê parastin û bê formaliteyên fermî hat pêkanîn.

Yekîtiya Ewrûpa’yê û welatên endam li hember koçberên berendamên penaberiyê şer dane destpêkirin, qurbanê sererast yê vî şerî mafê penaberiyê ye. Kesên ku ji ber rewşa xwe mafê penaberiyê heq dikin, li “welatên tempon” ku weke parazvanên bircên Ewrûpa’yê hatine wezîfedra kirin, li hev hatine kom kirin û ji mafên xwe yên penaberiyê bê par hatine hîştin. Di bin navê qaşo “parvekirina wezîfeyan” de Yekîtî hewl dide bide bawer kirin ku ewê bi awayke maqûl penaberên li kampan agahdar bike ku ew naxwaze mafê penaberiyê bide wan. Ew welatên ku demborî ji van penaberan re malovaniyê dikin jî bi pereyan tên xelat kirin. Yekîtiya Ewrûpa’yê bi vê tevgera xwe cesaret dide welatên ku hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê polîtîk ve nikarin penaberan qebûl bikin û herwiha li hember gelên ku li welatê xwe di nava jiyaneke nexweş de ne, dibe sedemê mezinbûna pêla nijadperestiyê.

Yekîtî herwiha piştgirî dide vebûn û pêşxistina kampên penaberiyê yên li welatên derdorê ku bi xwe fînanse dike. Weke mînak ji sala 2004’an vir ve li Ukranya. Yek ji wan welatane ku îmzeya xwe avêtiye binê peymana Cenevre’yê ya di derbarê penaberiyê de. Li Lîbya’yê jî tevgerên xirab yên li hemberî penaberan bi berfirehî hatin belge kirin. . Di gel vê yekê ji gulana 2009’an vir ve, Îtalya koçber û kesên dixwazin bi rêya deryayî ji bo penaberiyê bikevin welatê wan şûnve vedigerîne Lîbya’yê. Bi vê tevgerê Îtalya hem peymanên navnetewî yên di derbarê deryayê de binpê dike û hem jî prensîbên şûnvevegera penaberan davêje bin lingan. Li gorî van prensîbên navnetewî divê kesên pêdivaya wan bi parastinê hene şûnve neyêne vegerandin. Ev binpêkirinên mafên bingehîn yên mirovan ji aliyê welatekî endamê Yekîti’yê ve tê pêkanîn, hem jî li hemberî wî ti reaksiyon û nerazîbûn nehatiye nîşandan, nejî ji bo pêşerojê ti çareserî hatiye pêşniyaz kirin. Di tîrmeha 2009’an de, Komîsyona Ewrûpa’yê pêşniyazî li Libya’yê kir ku bi wan re bikeve nava “hevgirtina ji bo rêvebirin û kontrola pêlên koçberiyê.” Komîsariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberan (UNHCR) ji xwe derfetên xwe seferber kirine ji bo ku “alîkariya mirovî” bigîhîne kampên penaberan yên derveyê Yekîti’yê.

Hevkarî û hevalbendiya Yekîti’yê ya bi welatên cîran re ji bilî binpêkirina mafên penaberan mafekî din ya bingehîn dixe xeterê: ew jî mafê çûyîn û hatinê ye. Ev tevger herwiha koçberên ku naxwazin werin Ewrûpayê jî dixe bin tesîra xwe. Konsepta “pêşketina hevgirtî” (co-développement) di gotinê de her çend xweş were guh jî di rastiyê de di xizmeta paşketin û şûnvemayînê de ye. Ji bilî aliyî fermê yê mijarê, gelek aliyên sexte û veşartî yên ewlekarî û parstina tixûban hene. Ji bo pêşîgirtina li “koçberiya illegal” pir projeyên tedbîrê hatin finanse kirin.

Di konsepta “pêşketina hevgirtî” de armanc ewe ku biryarên yek alî yên Yekîtiya Ewrûpa’yê bi gelên din bide qebûl kirin û vê propagandayê derdixe pêş: pêşketina aborî ya welatên ku koçber jê derdikevin, dikare bi awayeke daîmî pêşî li koçberiya qaçax bigire. Di vê propagandayê de du xapandin hene, ji ber ku pêşketina aborî ya welatekî, hemwelatiyên wê hê bêtir dixe nava tevgera çûyîna derve. Ya din jî “alikariya” ku Yekîtî bi vê armancê dide wan welatan, ji aliyê rêvebirên wan ve tên desteser kirin. Lê ev defik û xapandin digêhêje aramanca xwe, ji ber ku ev welatên hewcedar, ji bo ku wezîfeya xwe ya pêşîgirtina li koçberiyê bînin cîh, deriyên çûyîna derve asê kirine û ji hemwelatiyên xwe re bûne weke zîndan. Encamên berbiçav yên hevkariya di navbera weke mînak Espanya û cîranên wê yên afrîkî de gîhîştine vê asteyê: li Cezaîr û Marokan’ê, di qanûnan de “koçberiya qaçax” weke sûç tê qebûl kirin. Lê li Senegal’ê ew sererast tên ceza kirin. Lê belê her gel û welat ji vê xapandinê re serî danayne. Di nîsan’a 2010’an de, serokê Malî’yê bi hemwelatiyên xwe yên li diyasporayê da zanîn ku ew ji “pêkanîn û tevgerên xirab yên li ser sînoran” hayedarin û bi ti şeklî ew van binpêkirinan qebûl nakin. Çawa ku rojnameya senegalî Le Soleil (roj) di arîfeya Konferansa Euro-Africaine de ya ku di sala 2006’an de li Rabat’ê pêk hatibû, di sernivîsa xwe de jî bikaranî: wateya externalisation ewe ku “Ewrûpa mifte li tixûbên me dixe”
Wergera ji fransî
Bedran DERE

Em çawa dizanin?
Tekoşîna li hemberî koçberiyê herçend yek ji karên lezgîn yê Yekîtiya Ewrûpa’yê be jî, di belgeyên fermî de cîh nagire. Ji bo tevger û helwesta polês ya li hemberî koçberan baş were dîtin, divê belge û raporên saziyên derveyê hukumetan di ber çavan re were derbas kirin:
United for Intercultural Action, Ev saziyeke anti-rasîst e (dijî-nijadperestî), navenda wê li Amsterdam’ê ye. Hemû bûyer û mirinên koçberên ku hewl didin bikevin nava txubên Schengenê, dixe rapor û hêjmara wan derdixe. (www.unitedagainstracism.org).

Migreurop, Ji komeke lêkolînvanan pêk tê û li ser polîtîkaya Ewrûpa”yê ya koçberiyê kar dikin. Di destê wan de lîsteyeke dirêj ya kampên penaberan heye (www.migreurop.org).
Nexşeyên erdnigarî yên vê dosyayê ji aliyê lêkolînvan Olivier Clochard ve (endamê koma Migreurop) û bi alîkariya Thomas Honoré, Pierre Raseev, Guillaume Bernard û Nicolas Lambert hatin amade kirin. Nexşe ji berhema Armand Colon hat girtin, ya bi navê l’Atlas des migrants en Europe, géographie critique des politiques migratoires, (Atlasa koçberan ya Ewrûpa’yê, erdnîgareke hasas ya politikaya koçberiyê.) Paris, 2009. Nexşe ji aliyê Philippe Rekacewicz ve li gorî dosyayê hat guherandin û sererast kirin.

Nivîs û nexşeyên cihêreng yên li ser mijarê dikarin di malbera înternetê ya li Le Monde diplomatique de were xwendin. (http://blog.mondediplo.net/777).

Çavkanî

Alain Morice û Claire Rodier (Rojnamevan)

  • Encama 4mîn konferansa wezîrên ewropî yên ji pirsgirêka koçberiyê berpirsiyar Luxembourg, 1991.
  • Dosyê bixîne “ şebekeyên biyanî ”, Plein Droit, n° 84, Adar 2010 .
  • Jelle Van Buuren, “ Yekîtiya Ewrûpa’yê wê kengê li dora xwe çemberek ava bike “, Le Monde diplomatique, çile 1999.
  • Plana li ser pênç salan ku cîh dide deh karên lezgîn yên YE
  • Bixwîne Philippe Rekacewicz, “Koçber, mudaxeleya rizgarkirinê ya li ser deryayê û mafên mirovan”, Visions cartographiques, 27 Îlon 2009. — http://blog.mondediplo.net/
  • Bixwîne Jean Ziegler, “penaberên birçîbûnê “, Manière de voir 108 “Afrîka ya pêwist”, kanûn 2009 - Çile 2010.
  • Migreurop (berhema hevbeş ya Emmanuel Blanchard û Anne-Sophie Wender), Şerê li hemberî koçberan, pirtûka reş ya Ceuta u Melilla, Syllepse, Paris, 2007.
  • Loubna Bernichi, “ La marine royale enfoncée ”, Maroc Hebdo, 16 mai 2008.
  • Claudia Charles, “ peymana şûnve vegerandina penaberan û rêzgirtina mafên mirovan “, noten agahdariyê yên parlemena Ewrûpayê, Îlon 2007. Li dosya koma Migreurop binêre : http://www.migreurop.org/article1348.html
  • Ji bo Marok’ê bixîne rapora GADEM (Koma dijî nijadperestî û parstina koçberan), Rabat, Sibat 2009 : http://www.migreurop.org/article1395.html
  • Rapora saziya îtalî bixwîne Cf. ASGI (Associazione per gli Studi Giuridici sull'Immigrazione), Bologne, Hezîran 2009 : http://www.asgi.it/home_asgi.php?n=314&l=it
  • Rapora Komîteya li hemberî êşkencê (CPT) ya Konseya Ewrûpa’yê ya di derbarê Îtalya’yê de bixîne. 28 Nîsan 2010.