Kovarên Kurdî

Kovar di pêşvebirina çand û zimanan de xwedî roleke girîng in. Lêkolîner, hunermend, nivîskar, helbestvan, wênekêş û gelek kesên ji beşên din yên perwerdehîya gelemperî, piranîya caran bi rêya nivîsekê, danasînekê yan agahdarîyeke ji kovarekê derdiçe, tê nasîn, peyda kirin ûwd.

Şêwe û beşên kovaran pircûreyî ne, amadekirin û derxistina wan ji rojname û pirtûkan pratîktir e, ji alîyê form jî dikare dûredirêj refên pirtûkan bixemilîne û arşîvkirina wan hêsan e. Ji bo hin kovarên çandî zêde nivîskar, hunermend û mesref ne pêwîst in, ev yek dibe sedem ku derxistina kovaran ji ya rojnameyan zêdetir dibe û di nav her şert û mercî de jî dikarin bên amade kirin û weşandin. Em kovarên girtîgehan bînin bîra xwe; di hin girtîgehan de kurdan hin kovar bi destnivîsan amade kirine û bi çend hejmarên jibernivîsê bi dest pir kirine û di wê çarçoveyê de belav kirine; xwe bê agahdarî yan jî, ji zewqa hunerane bê par nehîştine. Hin kovar hene ji alîyê kesekî bi tenê ve tên amade kirin û derxistin. Kovar ne tenê ji bo kurdan nefesek e, herwiha di cîhanê de jî derbarê derxistina kovaran de mînakên balkêş hene. Hin kovar di derketina xwe de armancên mezin dananîne pêş xwe, lê peyderpey, bi daxwaz û alîkarîyê berfireh bûne û gihîştine asteke encamdar.

Kovar mîna nîv-pirtûk, nîv-rojname ne û dikarin li ser her tiştî, her beşî agahdarîyê bidin, bibin bingeha sûdwergirtina gelemperî yan jî xwe kûr bikin û li ser pîşeyekê bi tenê bên weşandin: Kovarên pîşeyî û bisporî. Di vê dema dijîtal de jî hîn kovar xwedî roleke mezin in, hema her sazî, dezgeh, rêxistin, beşên zanîngehan, beşên huner, nivîskarî; fîrma, gund, tax, bajar, meqam, dibistan, bisporîyên cûrbicûr hemû xwedîyên kovaran in.

Rewşa kovarên kurdî di roja me de, bi çavlêgerîna dîroka pêşveçûna kovaran, ji dema berê gelek zêdetir e û her diçe xurt û têrnaveroktir dibe û ber bi dabeşbûneke pîşeyî û bisporî ve dimeşe. Herçiqas înternet rê li ber zû sûdwergirtina agahdarîyan vekiribe û beşekî mezin ji nivîskaran bi rêya dîjîtal xwe digîhînin xwendevanan jî, dîsa ev cîyê kovaran nagire û pêwîstîya wan ji holê ranake. Heta her diçe kovarên kurdî zêdetir, bi naverok û form berhevtir û bedewtir dibin.

Di vê hejmarê de Le Monde diplomatique kurdî çend mînakan ji kovarên kurdî bi nav dike, lê ev nayê wê maneyê ku li vê derê hemû kovar hatine dest nîşan kirin, yan jî hatine bi nav kirin. Armanc ew e ku mirov balê bikişîne ser medyaya çapkirî û çend mînakên van salên dawîyê bîne ber çavên xwendevanan; ji ber ku kovar bi xwendevan, bi alîkarîya madî û manewî hîn geştir û xweşiktir dibin. Me li ser dîroka kovaran yan jî kovarên dîrokî li vê derê agahdarî nedaye. Em bi tenê çend salên dawîyê dest nîşan dikin.

Berê kovar bi piranî li derveyê welat derdiketin, niha piranîya wan li Kurdistanê çap û belav dibin. Em dev ji Başûrê Kurdistanê ku hejmara kovar û rojnameyan li ser sedê ye berdin, bi tenê li Amedê û li bajarên din hejmara kovaran ji dehan bihuriye; ev jî pêşveçûna bikaranîna zimanê nivîskî şanî dide.

Kovarên girîng pir in; ger mirov bixwaze ji wan hinekan bi nav bike, mînak kovarên W û Çîrûsk ji alîyê wêje, kovarên War û Zend ji alîyê lêgerîn û lêkolîn, kovarên Bîr, Hinar, Nûbihar ji alîyê çand, kovara Bîrnebûn ji alîyê windanebûna kurdên derveyê sînorên Kurdistanê, kovarên Vate û Kurmancî ji alîyê ziman û zaraveyan ve manîdar in; mîna kulîlkên rengîn baxçeyê Kurdistanê dixemilînin. Hin xwendekarên zanîngehan jî kovaran derdixin, wek kovarên Spartek (Bilgi), Pêngav (Stenbol), Keskesor (Boǧaziçi).

Êdî dem hatiye ku kovarên pîşeyî û bisporî zelaltir û têrnaverok bin, bibin bingeha afirandêrîya çand û zanistîyê, alîkarîya hîmê pêşketina perwerdehîyê bikin û di gihîştandina ciwanên siberojê de payîdar bin. Rast e ku xurtkirina kovaran karê xebatkar û birêveberên wan e, lêbelê ev yek ewqas jî erkek e li ser şanê xwendekaran; ew dikarin bi xwendin û rexneyên xwe rêya wan hîn berfirehtir û temenê wan dirêjtir bikin.