Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê

URDUN
Translator

Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê

Pêşketina bihêz, a Hamas’ê ku di van salên dawî de pêk hat -bi taybetî ji serkeftina wê ya Çile ya 2006’an û vir ve, ew bûye parçeyeke hilbijartinên giştî- li ser axa ku ji aliyê Israîl’ê ve hat dagirkirin, wekî li ser diyaspora filîstinî heye, li ser jiyana siyasî ya Urdun’ê jî ew bûye xwedî bandoreke girîng. Bi taybetî di nava rêxistina Birayên Musulman de ev rastî pirtir dixuye. Ji ber ku Birayên Musulman hêza sereke ya vî welatî ye û bûye sedem ku di nava rêxistinên filistînayan de û di barê têkiliyên bi hukûmetê de nakokî çêbibin.

Bi ya birêz Abdel Latif Arabiyat, yek ji rêveberên dîrokî yê rêxistina Birayên Musulman beşa urdunî ye, bandora daxuyaniyên çapemeniyê, yên di barê pevçûnên navxweyî yên di nava serokatiya rêxistina wan de, bûne sedem ku ew bixwazin rewşê germ bikin. Digel hemû tiştan, ew qebûl dike ku, di barê nakokiyên navxweyî de, ew bûne xwedî gumanan û di nava rêxistinê de nêzîkatiya du beşan; “baz” û “kevok” derketiye holê.

Ev krîza ku di havîna 2009’an de derket holê, li ser hêza polîtîk a sereke ya vî welatî, ku rewşa wî hessas e, di demeke dijwar re derbas dibe. Bi wendakirina serdestiya xwe ya li Başûrê Şeria’yê, di dema şerê Pûşber a 1967’an de, wê demê herêm ji Rêxistina Azadiya Filistînî (OLP) re hişt û nikaribû careke din heman serdestiyê bi dest bixe, monarşiya haşîmî dizane ku pêşeroja wê ya siyasî di çareseriya pirsgirêka filistînî re derbas dibe. Serjimeriya vî welatî, ku ji 6 milyonan zêdetir e, di nava xwe de bûye du parçe: Ji du urduniyan yek penaberê filistînî ye.

Beşa Urdun’ê ya Birayên Musulman di sala 1946’an de, sala ku Qraliyeta Haşîmî serxwebûna xwe bidest xist, bi awayekî fermî hate damezrandin û ji bo monarşiyê, di demeke dirêj de, bû alîkariyeke girîng. Di sala 1970’an de, dema ku fedaiyên filistînî li dijî desthilatdariya Qral Huseyîn derketin (Elûna res) (1), Birayên Musulman xwestin “bêalî» bimînin, di encama heman pêvajoyê de wan peywira pir wezaretan jî bi dest xistin. “Hevalbendî rêxistineke şoreşgerî nebû, ew tenê ji bo seqemgîrî pêwîst bû. Bi pêşketina partiyên nijadperest û çepgir, me bi rêveberiyê re hevalbendiyekê nefermî ava kir.” Ev gotin yên birêz Abdel Latif Arabiyat in, ew bi xwe wezîrekî berê ye û ji parlementoya Urdun’ê re jî berdevkî kiribû.

Di hilbijartinên parlamentoyê, ên 1989’an de, hevalbendiyê ji 80 parlemenan 22’yan stendin û bû hêza herî girîng a Parlamentoyê. Lê belê peymana aştiyê, ku di sala 1994’an de di navbera Urdun û Israîl’ê de hate îmzekirin, bû sedem ku rexneyên wan li hemberî rêveberiyê tûjtir bibin, nemaze ji mirina Qral Huseyîn û hatina Abdullah II, di 1999’an de, şûn de, têkîliyên bi rêveberiyê re zêdetir xerab bûn, Ji ber ku rêveberiya nû Hamas qedexe kir û pir rêveberên wê jî ji welat dûr xistin. Yek ji lêkolînvanên di warê tevgerên îslamî de birêz Hassan Abou Hanieh weha bi bîr tîne “Ji bo Qral Huseyîn, Birayên Musulman mijareke siyasî bû, lê belê ji bo Qral Abdullah II ev pirsgirêkeke ewlekariyê ye.”

Li dijî Hamas’ê tenê di nava rejîmê de nakokî pêknehatin; Her weha wî êrişên li dijî hevalbendiyê jî zêdetir kirin. Di 2006’an de, piştî beşdarbûna di merasîma cenazeya Abou Museb Al-Zarqawî de, yek ji nûnerên sereke yên Al-Qaida ya İraq’ê, du parlementerên Birayên Musulman hatin girtin. Di heman salê de, rayedarên dewletê kontrola navenda alîkariya îslamî, ya nexweşxaneyan, ya klînîkan, ya dibistanan û ya wargehan hêtîman girtin bin destê xwe. Rayedarên dewletê, rêveberên vê rêxistinê, ya ku wekî “dewleta di nava dewletê de” dihate naskirin, bi neqanûniyê tewambar kirin, lê belê tu car wan heman doz nekirin mijara dadgehan. Alîgirên vê rêxistinê ji sendîkayên xwendevanan, ji rêveberiyên şaredariyan û ji mizgeftan hatin derxistin. Bi ya berdevkê Birayên Musulman, birêz Jamal Aboubaker “ji bo me tu saziyeke bibandor nemaye. Em xwe di rewşeke darbeya leşkerî de dihesibînin. Sedemeke tenê ya vê rewşa ku em tê de ne heye; ji ber ku em hêzeke girseyî ne û ji aliyê gel ve dihên hezkirin û pejirandin.”

Di hilbijartinên 2007’an de, hêza Eniya Çalakiya Îslamî, ya ku wekî vîtrîna Birayên Musulman hatiye naskirin, hat kêmkirin. Piştî kiryarên nelirê yên cur be cur, bi taybetî di qanûna hilbijartinan de, tenê 6 parlementerên wê mane. Ev rewş bû sedem ku Qral bi tena serê xwe bikaribe parlementoyê fesih bike, di sala 2009’an de, bêyî ku dîroka hilbijartinên nû were diyarkirin. Bi ya mudurê Navenda Lêgerînê ya Al-Quds, birêz Oraib Rantawi “zexta ku bîst salan berê li dijî hêzên çepgir dimeşiya, îro li dijî rêxistinên îslamî dihê meşandin.”

Li Urdun’ê, siyaseta derve qasî pirsgirêkên navxweyî girîng dihên dîtin. Li wê derê, ji protestokirina neheqiyên ku di dema hilbijartinan de çêbûyî, an jî nerazîbûnên di barê bêkariyê de zêdetir, mirov dikare pirtir xwepêşandanên di barê doza filistînî de, her weha yên di barê piştgiriya bi İraq’ê re bibîne. Ji ber vê yekê, ji aliyê refên rêveberiyê ve dihê gotin ku, wê hinekî bizehmet be ku bandora Hamas’ê di nava civaka filistînî de pêş bikeve. Mînak, rêveberiya Amman’ê, di dema pevçûna navxweyî ya di nava rêxistinên filistînî de, bi awayekî fermî piştgiriya rêveberiya filistînî, ya ku di bin serokatiya birêz Mahmoud Abbas de kir. Dê ev jî were zanîn ku, piraniya alîgirên hevalbendiyê ji filistîniyan pêk dihê û parçeyeke wan xwe nêzîkî Hamas’ê dike.

Ji vê demê bi şûn de, nîqaşeke dualî di nava rêxistinê de dimeşe: digel daxwaza gel a ji bo pêvajoya hilbijartinên demokratîk, di vê demê de ku dewlet dixwaze hejmara nûnerên wan kêmtir bike, gelo pêwîst e ew tev li hilbijartinan bibin an na? Rêxistin bi eslê xwe “urdunî” ye an “filistînî” ye?

Van antagonîzmana di Tebax a 2009’an de xwe baştir nîşan dan, bi taybetî bi alîkariya raporeke navxweyî ku rêveberiyê bi “tevlêbûna projeyeke amerîkî-siyonîst ku armanca wê pelçiqandina pirsgirêka filistînî bû (2)” tewanbar kirin. Bi awayekî paradoksal, zexta ku hat meşandin bû sedem ku serekên ciwan û yên zêdetir radîkal bikaribin bibin xwedî cihên girîng. Destnîşankirina du “bazan”, birêz Zaki Bani Arshid, di 2006’an de, wekî serokê Eniya çalakiya îslamî û birêz Hamam Saïd, ji bo cihê “rêkxistina giştî” ya Hevalbendiyê, di Nîsan a 2009’an de, bû sedema destpêkirina pêvajoyeke girîng di dîroka tevgerê de. Di 60 salan de, ev cara yekem e ku urduniyekî bi eslê xwe filistînî dibe xwedî berpirsiyariyeke weha girîng.

Birêz Bani Arshid, di barê wê neheqiyê de ku, bi rêya çapemeniyê li dijî wî dimeşe, nerazîbûna xwe weha aniye ziman : tenê ev nebûye sedem ku ew nikaribe xwe îfade bike, her weha ew wî wekî kesekî pir radîkal nîşan dike: “Ez nijadperest nîn im, ez nûneriya xeteke navîn dikim. Baweriya min bi reforman (guherînan) heye û ez bikaranîna şiddetê û terorîzmê rexne dikim.” Bi van gotinan girêdayî wî da xuyan ku ew ferqekê dixe navbera “terorîzmê” û “berxwedana li dijî dagirkeriyê.” Di barê hevkariya bi Hamas’ê re jî wî weha got “Dema ku Hamas li Urdun’ê bû têkiliyên min ên rêxistinî pê re hebûn. Lê belê ji 1999’an vir ve, tu têkiliyên me pê re tune ne.” Birêz Bani Arshid, her weha da xuyakirin ku di nava tevgerê de jihevqetandineke di navbera “filistînî” û “urduniyên rojhilat” de heye.

Nebûna çareseriyekê ji bo pirsgirêka filistîn, bûye sedem ku li Urdun’ê tirs hebe û li paytexta vî welatî atmosfereke neyînî serdest be. Ji hilbijartina birêz Benyamîn Netanyahû, ya 2009’an û vir ve, Amman ditirse ku wê Israîl nihêrîna di barê “welateke alternatîv” ji bo filistîniyan derxîne pêş. Wê were zanîn ku parçeyeke rastgirên îsraîlî dibêjin ku Urdun welatê filistîniyan e. Her weha ew ditirsin ku, ji bilî dijwartirkirina jiyana filistiniyên ku di axa dagirkirî de dijîn, Israîl tu tiştekî neke, û wê bibe sedema koçbûna zêdetir filistiniyan ber bi Rojhilatê Urdun’ê ve.

Filistîniyên li Urdun’ê, bi giranî, di barê rewşa birayên xwe de têkildar in û ew dixwazin ku rojekê zû çareseriyekê rast bi Isarîl’ê re were dîtin. Lê belê, heger rojekê hemû hêviyên wan wenda bibin, ewê zêdetir xwe tev li mijarên siyasî yên navxweyî yên Urdun’ê bikin û pirsgirêka hemwelatiyê derxin pêş. Heya niha ev xal ji bo wan zêde nedihat rojevê. Ewê bixwazin ku di nava saziyên girîng de, yên wekî parlemento û artêşê, bibin xwedî cih. Bê guman di vî warî de ew ê bi derdorên elîtên siyasî û leşkerî yên urdunî re bikevin nava pêşbaziyê. Heger rewş weha bibe, tirs heye ku di nava girseya gel de radîkalî zêdetir pêşbikeve, bi taybetî di nava derdorên siyasî yên musulman de.

Pirsa di barê qelsiya Birayên Musulman de wê bibe sedem ku derdorên Salafî-Cîhadî, yên ku niha şîddetê bi kar tînin, zêdetir xwe xurttir bikin, ji niha ve ketiye rojevê. Lêkolînêr Osama Shahade, ku ew bi xwe jî mîlîtanekî Cîhadî ye, qebûl dike ku nakokiyên di navbera rayedarên urdunî û hevalbendiyê de ji niha ve valahiyekê pêk aniye; lê belê, bi ya wî, “Salafîyên li Urdun’ê hêzeke baş rêkxistî nîn in ku bikaribin encamekê bi dest bixin.” Mohammed Abou Ramman, pisporê di barê rêxistinên îslamî de û rojnamevanê Al-Ghad, digot ku Birayên Musulman, bi awayekî aşkere Al-Qaida’yê şermezar nake “Ew li dijî kuştina sivîlan û ya kesên bê guneh derneketine.” Heman pispor vê helwesta Birayên Musulman bi bandora Hamas’ê ve girê dide.

U wî balê kişand ser reqabeta li Urdun’ê ya di navbera van du hêzan û Salafiyan de heyî. “Ev hêz hewlê didin ku di nava alîgirên kevin ên Birayên Musulman de ji xwe re alîgiran çêbikin. Di dema borî de, di mizgeftan de, bi awayekî eşkere endamên Birayên Musulmanan û her weha endamên îstixbaratê jî dihatin dîtin. Lê belê îro, li heman deveran em dikarin Birayên Musulman, îstixbarat, Hizbut-Tahrir (3), Salafî, Cîhadî û hwd bibînin, bi kinasî, têkoşî tundtir bûye.” Bi ya Abou Rahman, têkoşîna dewletê ya li dijî hebûna Birayên Musulman ku di camiyan de heye, hin encamên neyînî derxistiye holê. “Niha, di mizgeftên Amman’ê de, bi awayekî giştî nîqaşên di barê Al-Qaida’yê de dihên kirin”, her weha, “ev tevgera ku ji aliyê girseyan ve nayê hez kirin, û marjînal bûye, niha dest pê kiriye ku derfetên xwe yên civakî ferehtir bike”, ev rewş ji ber siyaseta arzîkirinê û her weha ya aborî, ku ji aliyê Qral ve ji 1999’an vir ve dihê meşandin, derketiye holê.

Azadbûna Abou Mouhammad Al-Maqdisi, di dawiya 2008’an de, bû sedem ku, di nava derdorên Salafî û Cîhadî de, polemîk careke din dest pê bikin û tansiyon geş bibe. Birêz Al-Maqdisi, şêwirmendê Zarqawî, serekê Al-Qaida ya li İraq’ê, bi awayekî tund stratejî û rêbazên Al-Qaida’yê rexne kiribû. Lê belê, heya niha bandora wî, di nava tevgerê de, pir qels mabû, ku di nava heman tevgerê de ew wekî kesekî di bin bandora hêzên îstîxbarata Urdun’ê de dihate tewanbarkirin. Lê belê, ji azadbûna wî û vir ve, weha dixuye ku wî careke din baweriya mîlîtanan stendiye. Digel ku hin kêmasiyên alîgirên Zarqawî yên di aliyê zelaliya vîzyonê de û her weha di warê lîderekî karîzmatîk de hebin jî (4).

Bi ya Fahd Al-Khitan, analîstekî siyasî yê li Amman’ê, Birayên Musulman xwedî hêzê ne ku li dijî zextên derve û her weha li dijî atmosfera neyînî ya navxweyî li ber xwe bidin. Ji ber ku “Ji hemû partiyên din zêdetir, Birayên Musulman karibûn mekanîzmeyên demokratîk di nava xwe de pêş bixin.” Digel zexta dewletê ku li dijî vê rêxistinê dimeşe, pir rêveberên wê nêzîkatiya pevçûna bi rayedarên dewletê re red dikin, Niha dihê pirsîn ku Birayên Musulman wê heta kengî bikaribin pêşî li nakokiyên xwe yên navxweyî bigirin. Û, di vê dema ku atmosfereke tund a civakî heye û her weha di vê dema nebûna çareseriyeke rast û pasîf aştiyane de, ji bo axa ku bi qasî çend gavan ji sînora Urdun’ê dûr, gelo wê kîjan hêza siyasî bikaribe ji vê rewşa marjînalbûna tevgera girseyî ya urdunî sûdê jê werbigire?

Wergera ji fransî
Ahmet Dere

Çavkanî

Vicken Cheterian:
Rojnamevan, nivîskarê War and Peace in the Caucasus: Russia Troubled Frontier, C. Hurst-Columbia University Press, New York.

1. Bixwîne; Mohammad Abou Rumman, “Jordan: al-Maqdisi wins int the first ‘round’ over the inheritance of al-Zarqawî”, Al-Hayat, Beyrouth, 30 novembre 2008, http://international.daralhayat.com/archivearticle/231066