Kultur - Polîtîk

Birîna Reş

Komareke weha ku barê wê li ser jendirmeyan maye. Gundekî Kurdistanê yê xizan. Gundek. Di nava wî gundî de malek. Di nava wê malê de ev tişt dixuyin: “Çewalekî nîvî ardê ceh li ber dîwêr, sê- çara lêhêf, doşek û balîfên kapikî yên qetyayî, merşeke mûyî qetiyayî û nerûkirî di kulînê de.” Belê em behsa pirtûka Mûsa Anter a ya navê wê “Birîna Reş” dikin. Ev berhema ku di nava wêjeya kurdî ya bakurî de dikare weke serhildanekê were nirxandin, di çapa xwe de weke şanoyê hatiye nivîsîn, lê di heman katê de, roman e jî, çîrok e jî û dîrok e jî.

Zoravaya Diyarbekirê di bin zilma began de ye. Gundî hemû merebeyên axê ne. Gund di nava xizaniyeke weha de ye ku nayê gotin. Li gund yên ku xwedî çaydanekî bin jî dewlemend têne hesibandin. Zilamê ku mehê çar hêk xwaribin, kêfa belek kiriye. Mirîşka ne li kadîna mala mellê, weke li motka xwe hêk kiribe... têra dêya bextewariya Zînoyê dike.

Rabûn û rûniştin û awayê jiyînê, yê gundekî Kurdan e. Lê, li wî gundî Birîneke Reş derdikeve. Hukumetê ji bo çandiniyê genim daye began û began jî ji dêlava ku wî genimî biçînin, çûne ew genim li sûka elafan firotine. “Birîna Reş” wê ji ber wî genimê dermankirî derkeve. Ew derman jahr e. Ew birîn goştê zarokên kurd ji hestiyên wan dike. Yên ku di gundî de sê çar zarokên xwe ji ber “Birîna Reş” binax nekiribin tunne ne.

Zîno û Biro bi xwe heyşt zarokên xwe binax kirine û tenê Bedo sax maye. Lawê malê Bedo nuh dibistan qedandiye û vegeriyaye malê. Ji xwe, hemû replîkên vê listîkê li odeka mala Biro derbas bibin.

“Erê ev gund ne yê me ye, xanî ne yê me ye, lê li nav mezel de xaniyên me hene, ez ê ji dev vê tirba xwe berdim û herim ku?”

Di vê replîka Zînoya diya Bedoyê xwende de welat weha tê pênasekirin: Heger di bin axê de miriyên mirov hebin, hingê ew der welatê mirov e.

Piştî ku deh sal di ser nivîsîna vê pirtûkê re derbas bibe, lêhengên Gabriel Garcia Marquez dê di nava romana “Tenêtiya Sedsalî” de weha biaxivin: Josê Arcadio Buendia dibêje “Eger di bin axekê de miriyê mirov tunne be ewax ne aîdî mirov e”. Ursula beyî ku dilê wî bişkîne bersiveke weha didiyê: “Eger ji bo mayinê mirinek bivê, hingê ez ê bimirim.”

Zîno û Ursula, bêyî ku hayê wan ji hev çêbibe, wê di nava deqan de bi dizî, silaveke jintîtiyê li hev bikin û wêjeya kurdî jî di kûrahiya xwe û hestiyariya xwe ya li ser axê de ava bibe.
Birîna Reş komar bi xwe ye. Birîna Reş hukumet e. “Birîna Reş” remza zordariya axa û began e. Û weke derhiş wê kurd li hember kirinên dewletê tim bi gûman bin. Lewre gava ku hukumetê diyariyek daye wan, birîneke reş ji nava wê diyariyê derketiye û zarokên wan ji ber wê birînê mirine. Mesela aşiyê ku mebesta wê kurdxesîkirin bû dê hişê xwe ji rûdaneke weha wergirtibe. Bedoyê ku dibistan xelas kiriye û bûye doktor wê bersiva Kurdan ya li hember vê birînê be. Bedo bersiveke Hîpokratî ya kurdan e.

(Bedo çentê xwe datîne , bi kul û keser radihêje destê Memo û destê xwe yê din jî datîne ser serê Silo. Biro,Zîno û yên di giş li wan zarokan dinerin.)
BEDO: Erê zarokno!...Em qeliyan. Lê îca em naqelin.

Mûsa Anter li Zivingê di şikefta nimereya 2 de hatiye dinyayê. “Birîna Reş” antîkîteya hişê kurmanciyê ye û di wê antîkîteyê dê Mûsa Anter di milê Sokrates de ye. Zîno di milên Ursulayê de ye.

Navê pirtûkê: Birîna Reş
Lewn: Şano
Rûpel:50
Weşanxane: Med

Çiyayê Sîna


Çiyayê Sîna ji bo bawermendekî wê werê wateya cîh û warê ku Yehova xwe nîşanî Mûsa daye. Loma li Sînayê, Xwedayê Cihûyan Yehova- dema ku Mûsayê Cihû ji bo rizgariya milletê xwe yê benî di nav ponijandinên kûr de bû- xwe nîşanî wî dabû. Ji bo vê jî bibîrxistineke Çiyayê Sînayê nûmabûna Xwedê ye.

Ji hêleke din ve jî Sîna tê wateya destpêka rizgariyê. Loma li heman Sînayê Xwedayê Cihûyan Yehova ferman dabû Mûsa da ku milletê xwe yê benî rizgar bike û piştgiriya xwe bi Mûsa dabû diyarkirin. Ji bo milletekî benî û bindest, Sîna hêmayeke xurt e. Ji bo vê jî, ne pêkan bû ku di helbesta milletekî bindest de bi cih nebûya.

Hêmaya Sînayê bi beytikênYeqîn h. bi awayekî trajîk li çeqlê helbesta kurdî lûsiyaye “Beytik” ne ew beytik e ku di berbeyaniyeke biharê de tê û li pencereya me diwîçwîçîne; ne ew beytik e ku havînan li dartûyê ji me re dixwînê. Beytika Yeqîn h. ew beytik e ku ji bo ku mizgîniya azadiyê bîne daye per û baskan.

Yeqîn h. di bêşê beytikê yê yekem de weha dixwîne:

Beytikê daye per û baskan, wext

di dêv de kitêbek, dixwîne Destana toz

û berfê

tî tî li hafa bahozê

hay jê heye, ayeta dêrîn xwîn e

li ber piyên Xwedê rijiyaye

Dema ku mirov bala xwe baş dide Beytika Yeqîn h. Sîmirg bi bîra mirov tîne. Êş û zehmetiyên ku Sîmirg di rêwitiya ber bi Qafê de jiyaye û yê ku Beytik jiyaye, ne dûr î hev in.

Beytika Yeqîn h. ji Sînayê hildifire da ku mizgîniya xwe bigihîne, lê bi awayekî bi karesat nikare bigihije armanca xwe û li “kerbelayê” dikeve:

“çendik û çend e, bayê sor kiribû qest

beytika ku ji Sînayê hilfirî

ketiye li kerbelayê” dibêjin ayet

ji wê ye kund dixwînin bi lêvên beratê

û maran, dikin daweta Cinnan

a ji wê ye tarî ketiye Hîrayê

di şînê de ye tarîx, li mistê têk çûye

wext

ahd e, daye di ber xwînê’d, di ber

avê’d

ji wê ve ye, temiriye qendîl

hilnayê mûm, rahijiye can

deng biliyaye ji Xwedê- nema li me

digirî

ji hingê ve ye nan bê nişa

û ax di axiriya qiyametekê’d hilaye

Di Beytika Yeqîn h. de mirov pêrgî li çil û pênc helbest-beytikan tê. Ev beytik geh dê bibêjin: “Sûret ji welêt ketin”, geh wê qewîtiya xwe li xwendevana bikin û bibêjin: “ger ketim ber sikratê, min navê mewlûd û selewat, binax bikin min li xewlegeliyekî, gazî bikin dengdawidiyekî zemanî, ji welatê jor”

Ev beytik carina jî wê tiştên ku “bi çavê serê xwe” dîtine par ve bikin û bibêjin: “sor li Mehabadê, sînor li replîkên Çarçirayê, sî û sê şûrên seqakirî distirên, û davêjin ber hev- min dî”. Beytikek ji van beytikan wê nikilên xwe li ser birîna birakûjiyê dayne û biwîçwîçîne: “qewmek bi vê êşê ketiye”.

Beytik bi ziman û şêwaza xwe jî di helbesta kurdî de nû ye. Em ji dengê beytikan, li bêdengiya xemgîr ya şevê guhdarî dikin. Şîna birayekî ku “zû ji axê hez kir”iye digirin.

Yeqîn h. di Beytikê de di derdora şevê, berfanberê, birînê re çûye û hatiye û ev çûyin û hatina xwe bi Beytikê şênber kiriye û li pencereya helbesta kurdî daniye da ku her şev û beyanî bi dengê xwe yê ketî bi zimanê xwe bixwîne.

“Min bixwîne ji dîwêr, duta

Cîncoq e, tê bi zarê te ve
Bêcar e ez”

Navê pirtûkê: Beytik
Nivîskar: Yeqîn h.
Lewn: Helbest
Weşanxane: Belkî
Sala Çapê: 2010, 64 rûpel

Tofan û Beko Ewan


Gelo gava ku mirov li rastî tofanekê were, ew ê çi bike ? An jî gelo ew ê berê çi ji ber wê tofanê xelas bike ? Hinek ji me dê piçûka malê, hinek ji me dê nivişta xwe ya bi dîwêr ve daliqandî, hinek ji me dê wêneyê pêşêngên ku di sêdaran de lingên wan li ba bûne xelas bikin. Lê ez bawer nakim ku kes rabe ji ber ava “Tofanê” Beko Ewanekî xelas bike.

Di novela Hesenê Metê ya bi navê “Tofan” de Ehmedê Xanî, Beko Ewanê xwe xelas kiriye. “Ji cenabê te zulcelal dikim ku bi destûr û fermana Te, ji îro pê ve her sêsed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dinyayê bikevit.” Li ser vê lavaya Ehmedê Xanî – ku di vê çîroka dûrûdirêj de “ew yekem kurd û kurmanc e ku bi bi Xwedê re bi zimanê xwe dipeyive”- em çîroka Beko Ewan bi çavekî din dixwînin.

Bekoyê Ewan li ser axa Cizîrê dîsa diwelide û weke Eshabên Keyf ji şikefta xwe derdikeve . Wexta ku mirovek ji şikeftê derkeve, çavên wî dê zû bi zû hînî roja li derve nebin. Mirov bixwaze ji wî bajarî weke eshab Yemlîha revî revî bireve, gelo dê çawa bikare dîsa lê vegere?

Beko êdî ne ew Bekoyê ku bûye sebeba Mem û Zînê ye. Di nava novela Hesenê Metê de, ew êdî ne ew gelacê ku destê wî li ser navika wî ye û ne jî ew kesê piştxûz e ku awirên wî bi berjêr de ne. Ew çavên xwe vê carê wekî sosoyologekî vedike û guherîna Cizîrê ya di navbera sê sed û sê salan ji xwendekaran re û ji “ya arif re” dibêje.

Cizîra ku kameraya çavê Beko ji me re vedibêje êdî ne ew Cizîra Botana berê ye. Li Birca Beleka ku dîwarên ji kevirên miqqedes hatibûn çêkirin, êdî civata Mîr nagere, li Baxçê Mîran îroj giya şîn nabin, li Medreseya Sor a ku nalîna ilim jê belav dibû, îroj çend parsekên ku pala xwe dane dîwarê wê hene ku ji bo çend qirûşan berzûrî xwedê dibin; îroj li ber siya kevirên Buhurka Qesrikê “kerê ji piştên xwe kul diçin di germê de ji bo mêş xwe li birîna wan negirin” li wir mexel tên. Li wî bajarî êdî li ser text, Mîr Zînedîn rûnanê, li şûna wî “Cîhangîrek” rûdinê, ku “Cîhangîr” alegoriya peşêngê Tevgera Kurd ya îro ye. Peyvên Cîhangir giş ji Qura’anê ne û yek çewtî jî tê de tunne ye. “Dema ku cenabê Cîhangîr ji me re got hûn hemû jî bêşeref in, got, gereg e hûn bêşerefiyê nekin û van gotinên min baş di serê xwe kin! Û bi van kelamên cenabê wî re…a wê çaxê ku ez têgehêştim ka şeref çi ye.”

Cîhangir li axa Cizîra Botan xwedêtiya otorîterîzmê ye. Li wir yê ku li hember peyva Cîhangîr in û dibin Beko Ewan, dibin Ebû Leheb, dibin xayîn... û ji xwe xayîn jî tên kuştin; weke Dalyanê lawê Bozanê Membûrî.

Di hemû şayesandinan de, em dibînin bê ruhê bajarekî bi destê Kurdan bi xwe çawa tê xopan kirin. Ne bajar bi tenê, ruhê kurdbûnê jî ji teref doktrînên çepê yên kurd pê emel dikin ve tê talankirin. Henê Metê di mînor-Kurdistanekê de (Cizîra Botan) birîna netewebûnê, birîna kurmacîbûnê bi soringê nîşan dike.

Lê divê mirov lêyeke xwe jî lê zêde bike. Ew Cizîra ku Tevgera Kurd serdestiya xwe lê îlan kiriye, di heman demê de bûye matrîsa serhildana kurd ya herî dawîn jî. Beko di nava kuçeyên deqa Hesenê Metê de rexnegir, çavdêr û şinigirîyekî baş e. Lê dîsa jî carna mirov ji Bekoyî dikeve şikê ku tim xirabiyan radixîne ber çavê mirov. Û Beko carna dibê berdevkê nivîskarên diyasporayê ku hertiştî dikin qurbanê girrên xwe yên polîtîk. Nivîskarê kurd, Hesenê Metê, vîzyona xwe ya tevgereke kurd ku îhtimala wê ya desthilatdariyê heye radixe ber çavan û di vî warî de xwe nêzîkî George Orwel dike. Vî nivîskarê brîtanî jî di “Çewlika lawiran” de vîzyona xwe ya ji komunîzmê di nava çîroka lawirên ku çewlikê ji xwediyê wê distînin de rave dikir. Lawirên ku dibûn desthilatdar û sîstema xwe datanîn, êdî tiştên weha dianîn serê xelkê xwe ku xelk êdî li dijî wan jî tev digeriya.

Hesenê Metê jî weha dike. Ew şika ku bi mirov re çêdibe jî di vira de ye. Lewre nivîskarê kurd dixwaze bibêje ku xirabek diçe û xirabekî din dikeve şûna wî.

Gelo ma yekcar tiştekî baş di naveroka vê tevgerê de tunne bû?

Hesenê Metê, Tofan,
Avesta, Stenbol

Beytik.jpg36.2 KB