Kunên di mertalê de

PEYMANA BE LAVNEBÛNA NUKLEER
Translator

Fikra Peymana Belavnebûna Navokî (Nukleer) di salên 1950’î de dest pê kir. Di vê demê de sê welat (Dewletên Yekgirtî, Rûsya û Brîtanya) ji xwe xwediyê çekên navokî bûn û du dewletên din Fransa û Çîn'ê jî lêkolînên xwe dewam dikirin. Çavdêran qet guman jê nedikir ku her du jî wê bigîhîjin armanca xwe (Parîs di sala 1960’î de bû xwediyê çekên navokî û Pekîn jî di sala 1964’an de). Ji ber ku di vê mijarê de xwediyê hêza herî pêşketî bû, Dewletên Yekgirtî têkildarê sereke yê bisînorkirina pêşbirka çekên navokî bû. Ji destpêka salên 1950’î ve ji bo “bisînorkirineke” dîplomatîk a ji aliyê dewletan ve çêkirina bombeyê, amerîkiyan hewl da. Bi vê mantiqê serokê Dewletên Yekgirtî Dwight Eisenhower di 8’ê Kanûna 1953’an de, di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de pêşniyar kir ku Ajansek were damezrandin ku peywira wê kontrolkirina bikaranîna madeyên navokî be .

Di perspektîfa aştiya cîhanî (û ji bo parastina statuyên xwe yên heyî) de hêzên din ên navokî û yên ku hindik maye bibin hêzên navokî bi lez û bez hesabên xwe kirin: Wekî din berjewendiya wan e jî ku saziyek hebe ku pêşketina wan bipejirîne û “demokratîzasyona” navgîneke hêza rawestandinê ku bêhtir cudageriyê dike. Hevgirên objektîf xwe ji badana zend û bendan venadin.
Fikra Eisenhower ku xwe dispart xetera belavbûneke giştî, rêya xwe çêkir. Demeke dirêj di têkiliyên navbera Dewletên Yekgirtî û Yekîtiya Sovyetan (Şerê Kore'yê hîna nû bi dawî bûbû) ev fikr weke çek hat bikaranîn. Piştî nîqaşên bi heraret û kelecan Neteweyên Yekgirtî di dawiyê de di Cotmeha 1956’an de Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Navokî (IAEA) damezirand. Erka wê ya rastî bi ya xala 3.5 a destûra wê weha ye: “Misogerkirina ku wê maddeyên navokên wan parçe dibin (radyoaktîf) ên taybet û madeyên din, xizmet, ekîpman, bicihkirin û zanînên ji aliyê ajansê yan bi daxwaza wê, yan bi rêvebiriya wê û yan jî di kontrola wê de ji bo armancên leşkerî neyên bikaranîn.” Li aliyê din xala wê ya 3.1 weha dibêje: “ajans li tevahiya dinyayê teşwîq û hêsan dike ku enerjiya navokî ji bo armancên pasîfîk û di qada lêkolîna vê mijarê de were pêşxistin û bikaranîn.”

Rêza peywirên li pêş dihên girtin, di nivîsa destûrê de berepaş e: Ji ber mêzîna di navbera hêzan a wê demê de xala 1’ê encama ya 5’an e û ne berevajî. IAEA pêşî nobetdarek e û paşê jî derfet-afirînerek e. Xala 3.5 rê li ber encameke mezin vedike: Tevî ku xeter heye weke komîteyeke teknîk a dûrî navendê û lawaz bimîne, IAEA neçar e ku xwediyê peymaneke ferzker be ya ku peywira wê ye ku wê bide qebûlkirin. Nabe bibe notirvanekî bêqanûn.

Ev “nexşerê” ya xwediyê nirxa qanûnî û gerdûnî wê bibe Peymana Belavnekirina Navokî (Treaty of Non-proliferartion - TNP). Di 1'ê Tîrmeha 1968’an de 43 dewletan (Koreya Bakur jî tê de) ev peyman mohr kir. Di 5’ê Adara 1970’î de peyman hat erêkirin. Ji bo 25 salan kete meriyetê. Ewê bi serketana heta ku bibûya peymana herî zêde “komker” a cîhanê (bi tenê sê dewletan ango Îsraîl, Hindîstan û Pakîstanê peyman qet mohr nekirin). Deqa peymanê di destpêkê de qala armanca gihiştina gerdûnî ya enerjiya navokî ya sivîl dike û ya ku me ji bîr kirî ango îdeala mirovatiyeke bê çekên navokî, bi bîr dixe. Ya ku dewletên peyman mohr kirî dixwazin di encamê de ev e: “Kêmkirina tengezariyên navneteweyî û xurtkirina bawerîbihevanîna dewletan da ku guncan bike hilberîna çekên navokî were rawestandin, tevahiya çekên navgotî, çekên navokî û bataryayên wan ên li cebilxaneyên neteweyî werin tunekirin. Ev hemû jî bi ya peymaneke bêçekkirina giştî û bêkêmasî ya di kontrola hişk û kêrhatî ya navneteweyî de wê pêk werin.” Bi vê wateyê, serokê Amerîka'yê Barack Obama heger li şûna axaftina xwe ya li Pragê ya li ser “sifir alternatîf” – ya ku ji îddîayan hindiktir wêrek bû – deqa peymana TNP bixwendana wê tiştekî guhertî negotana .

Li benda vê “vîzyona devê mirov ji hev dihêle”, TNP bi rewşa xwe ya niha nivîsî, teknolojiya navokî ya leşkerî bi deh xalan carnan eşkere û carnan sergirtî diparêze. Bi awayê eşkere di xalên 8. Û 10. de her dewleta peyman mohr kirî, mafê wê heye ku guhertinan pêşniyar bike û eger “bûyerên awarte yên têkildarî mijarên vê peymanê biqewimin û ev bûyer ne bi ya berjewendiyên sereke yên welêt bin” ev welat dikarin xwe ji peymanê vekişînin. Xalên 2. Û 3. cewherê bi rastî yê deqa peymanê ne. Weke mînak di van xalan de bi awayê sergirtî qala saziyeke belavnekirina plan û madeyên çek bi wan dihên hilberandin dike û ev xal her weha dibêjin “welatên ne xwediyê çekên navokî (WNXSN)” ne, wê soz bidin ku ewê çekên navokî ji bo leşkerî hilneberînin û ewê rejîma mufetîşiyê (kontrolê) ya di bin reveberêya IAEA de qebûl bikin. Li hemberî vê yekê, mafê van welatan wê hebe ku bigîhîjin teknolojiya sivîl a ku ji aliyê “welatên xwediyê çekên navokî (WXSN)” ve dihê misogerkirin .

Tevahiya hêza peymanê û tevahiya zelaliya wê jî di vir de ye: Da ku bi dilê xwe û azad WNXSN dev ji çekên navokî berdin divê li hemberî vê WXSN li aliyekî bi awayekî rêkûpêk û bi rastî çekên xwe yên navokî kêm bikin , li aliyê din divê teknolojiya xwe ya navokî bi awayekî serbest belav bikin. WXSN wê her weha doktrînên bikaranînê yên gelekî bisînorkirî û hişk qebûl bikin da ku WNXSN xwe di xeterê de hîs nekin. Yek ji van sê xalan jî wê tu carî bi rastî pêk neyê, lê belê tevî gelek nîqaşan jî heta ku sala 1995’an ji bo demeke bisînornekirî bikeve meriyetê peymana TNP wê ji xwe re rewabûnek çêkirana. Di sala 1998’an de protokoleke li peymanê zêdekirî azadiya giştî û bêkêmasî ya tevgerê ya mufetîşên IAEA yên li ser peywir misoger kir .

Sê zehmetiyên mezin peymanê lawaz dikin: Li aliyekî sînora di navbera teknoljiya navokî ya sivîl û ya leşkerî de her diçe bêhtir dikeve nav hev; li aliyê din xisleta danezanînê ya pêvajoya kontrolê (dewlet haya IAEA’yê bi tesîsên ku divê werin kontrolkirin dixin, lê dikarin hinan veşêrin) û her weha binavnekirina “delîlên” reel ên kêmasiyên pêkan; û herî dawî derfeta hin WNXSN’ên peyman mohr kirî heye ku ji bo werin “ber hilberîna” navokî yan jî jê bibihurin manevrayan dewam bikin, vê jî dikarin bi rêze mohrkirin-erêkirin-serlêdanan dirêj bikin .

Tevî tedbîrên di nivîsa peymana belavnekirinê de jî, hejmara binketinan gelek e. Lê belê gelo ev binketinên ku mirov dikare yekser bi peymana TNP ve girê bide ya na? Hêja ye ku mirov vê pirsê bike. Xalên tarî yên sereke yên ku divê mirov qala wan bike ev in: Birayên dijminên hev ên başûrê Asyayê Hîndistan û Pakistan bûn xwediyê çekên navokî û di 1974 û 1985’an de bûn hêzên navokî yên leşkerî– her duyan jî peymana TNP mohr nekiriye. Di mijara Hîndistan'ê de di çarçoveya şerê sar de Washington'ê heta 1965’an û paşê Moskova'yê ji qestan ji ber sedemên mêzîna jeopolîtîk alîkarî dan Delhiya Nû. Lê belê ev “pêvajoya dersdayînê” berê ya çêkirina peymana TNP û erêkirina wê ya bi giştî di sala 1970’î de baş pêk hatibû. Beriya 1974’an an ku sala ku Hindîstan'ê yekemîn bombeya xwe teqandî, êrîş hatibû kirin .
Mijara Pakistan'ê bi xwe bi zelalî û nediyariyê dest pê dike: Fransa jî di nav de hin dewletan zanîna xwe ya sivîl dan Pakistanê, bi hêviya ku Îslamabad wê tev li peymana TNP'ê bibe. Ev pêk nehat û piştî rawestandina vê alîkariyê, Çîn'ê ev alîkarî dewam kir heta ku Pakistan di sala 1985’an de bi ser ket. Gelo ev “binpêkirina peymanê” ji aliyê dewleteke xwedî çekên navokî ve bû? Bi awayekî xwerû teknîkî na, lewra Pekîn'ê heta sala 1992’an peymana TNP mohr nekiribû.
Îsraîl jî yek ji binketinên mezin e û di nava lîsteya yên ku peyman mohr nekirî de ya herî bi pirsgirêk e. Lewra Îsraîl bi awayê fermî rastiyê înkar dike (berevajî Pakistan û Hîndistan'ê) û Dewletên Yekgirtî tevî ku gelekî baş pê dizane Tel Avîv wekî ku nexwediyê çekên navokî be nîşan dide jî alîkariyeke bi dilê rehet û wêrek dide Îsraîl'ê. Ev yek jî rewşê xirabtir dike.

Di nava dewletên peyman mohrkirî de Taywan, Koreya Başûr û Japonya bêguman di warê teknîkî de bûne “dewletên hatine ber hilberînê”. Lê belê Taywan nikare peymanê bin pê bike, lewra statuya wê destûrê nadiyê peymanê mohr bike (siyaseta hebûna yek Çîn'ê). Di dawiyê de Washington'ê “projeyên” wê asteng kirin. Koreya Başûr û Japonya yên ku peyman dereng mohr kirî (1975 û 1976) û di warê teknolojîk de di asta herî bilind de ne, her du jî di bin parastina “misogerkirina ewlehiya navokî” ya amerîkî de ne.

Rewşa Îran'ê zelaltir xuya dike: Dewletek e ku peyman mohr kiriye, diyar e hewlê dide çekên navokî bi dest bixe û peymana mohrkirî bin pê dike. Di mijara garantiyê de tu kes, ne Çîn ne jî Rûsya nikarin bibin xwediyê îddîaya peymaneke dualî ya hewldana bibandor beramberî Îranê. Koreya Bakur bi xwe jî ji bo ku em lê bikolin mijareke gelekî xirab e, lewra ew berevajî Îran'ê ji peymanê vekişiya (sala 2003) û pêşketinên wê dereng jî bin bi awayekî neyekser jî be ji aliyê bikaranîna WXSN ve hatin ser girtin. Ev welatê WXSN Çîn bû (tevî ku piştî erêkirina peymana TNP wekî ku alîkariya xwe ya yekser dida Pyongyangê qut kiribe xuya dikir jî).

Dema mirov bi vî rengî pê re rû bi rû dibe rewş ne gelekî baş e. Mirov dikare bi rengekî erînî jî li mijarê binihêre. Koreye Bakur ne tê de, tu dewlet ji peymanê venekişiya. Û di sala 2010’an de tu dewleta peyman mohrkirî û ne xwediyê bombeyê, hîna jî nebûye xwediyê wê. Ji roja peymana TNP ji dayik bûyî û vir ve, dinyayê şahidî ne li şerekî navokî, ne jî li bilindbûna tansiyonê ya mîna ya Kuba'yê ya sala 1962’an kir. Herêmên ji navokî bi rêya peymanan paqijkirî (ya ku diviyabû bi ya xala 7’an a peymana TNP pêk were ) zêde bûn - Antartîka di 1959’an de (beriya TNP’yê), başûrê Pasîfîkê di 1985’an de, Amerîka Latîn di 1995’an de. Kazaxistan, Ukrayna, Belarûs, Afrîka Başûr û Swêd'ê cebilxaneyên xwe yên navokî tune kirin. Brezîlya û Arjantîn'ê jî lêkolînên xwe rawestandin.

Ev hemû, ne bandora yekser a peymana TNP’yê ye, dîsa jî peymana 1968’an sîwana hîmê qanûnî û exlaqî ye ku hevdîtinên ji bo aliyan hemûyan gelekî kêrhatî ne, yên dualî yan jî na yên ku ew gihandin serketinên wê, li ser wê zêde dibin yan jî xwe dispêrin wê. Di 1995’an de dirêjkirina peymanê “ji bo demeke bisînornekirî”, bi serê xwe nîşana pîvana girîngiya vê peymanê ye (ku dikarî bi awayekî teorîk bi tenê ji bo demeke diyarkirî ya weke bîst û pênc salan bihata dirêjkirin).

Gelo pirsa kêrhatîbûna peymana TNP dikare li vir were kirin? “Alternatîfa sifirê’ ya îdeal a em li bendê ne pêk neaniye û ev jî nemaze girêdayî doktrînên çavtirsandinê yên “berpirsiyar” ên WXSN ye (wekî mînaka Fransa'yê; fikra bikarneanînê û hejmara bi tenê ji bo pêdiviya xweparastinê di destê xwe de girtina çekên navokî). Belkî divê mirov li ser bifikire heger TNP nebûya wê rewş çawa bûna. Ya rastî, bi ya mirov qala wan ku neqewime bike, hêsantir e mirov tiştên peymanê nikare asteng bike, bijimêre. Di vê qadê de ne serketinek, nemaze jî heger ev serketin bi negatîfbûnê dihê terîfkirin, binketin girîng e.

Di demeke weha de ku polemîka li ser bernameya navokî a Îran'ê di dilê rojêvê de ye, wekî encam em li xwe mikur werin ku wekî kesên ew piçûk didîtin digotin, peymana TNP li hemberî xetera belavkirinê mertalekî tijî kun e û nikaribû vê xetera belavkirinê rawestîne. Belê mirov tê re aliyê din bibîne jî, dîsa jî ew mertalek e û tu kes naxwaze wê bavêje nav stiriyan.

Wergera ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî

Olivier Zajec : Peywirdarê lêkolînê di Compagnie européenne d'intelligence stratégique – CEIS (Înstîtuya îstîxbarata stratejîk a ewrûpî) de, li Parîs'ê

  • Nîqaşa bi navê “Atoms for Peace (Atom ji bo Aştiyê)”. Nivîsa bêkêmasî: www.atomicarchive.com
  • Bixwîne; Selig S. Harrison, “Le dilemme nucléaire du président Barack Obama (Dîlemaya navokî a serok Barack Obama)”, Le Monde diplomatique, Nîsana 2010’an.
  • Lihevkirina misogerkirinê ya her dewletê bi IAEA re bi awayekî teorîk divê piştî mohrkirina peymanê di nava 180 rojî de bê mohrkirin.
  • Divêbi ya xala 6’an a peymanê vê bikin.
  • Tevgera Dewletên Nealî (ku hejmara wan 118 welat e), bi awayekî bi rêkûpêk sebaret bi parvekirina teknolojiya sivîl banga vekirîbûneke mezintir a WXSN’yan dikir û dixwest Îsraîl peymanê erê bike.
  • Ji sed û bîst û nehê dewletên peyman mohr kirî, li derdora şêstî protokola li peymanê zêdekirî jî pêk tînin.
  • Bixwîne; Pierre Vandier, La prolifération nucléaire en Asie menace-t-elle l'avenir du TNP ? (belavbûna navokî li Asyayê gelo paşeroja peymana TNP dixe xeter yê?), Collège interarmées de défense (Koleja navarteşî ya parastinê), Parîs, 1’ê Cotmeha 2005’an. Em bi bîr bixin ku Fransa'yê heta sala 1992’an peymana TNP erê nekiribû.
  • Ya ji vê gelekî xirabtir peymana hevkarêya navokî ye ku Washington'ê bi Delhiya Nû re di sala 2006’an de mohr kir. Bi vê peymanê xuya ye Hindîstana ku tevî hebûna TNP’yê jî bû xwedî çekên navokî hat xelatkirin. Bixwîne, “Prime nucléaire pour l'Inde (xelata navokî ji Hindîstanê re)”, La valise diplomatique (valîza dîplomatîk), Le Monde diplomatique, 23’ê Mijdara 2006’an.
  • “Tu naveroka peymanê mafê komeke dewletan ku bi armanca bi tevahî nebûna çekên navokî li ser erdên xwe dixwazin peymanên herêmî mohr bikin, asteng nake.”