Kurdistan, Tirkîye, Rojhilatê Navîn û Dinya

Translator

Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê ku dê di 15-17 îlonê de li Hewlêrê bicive, di tarîxa kurd û Kurdistanê de merheleyeka gelek girîng e.

 

Gelo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li paşxana kîjan rabirdûyên tarîxî tê lidarxistin? Kîjan rabirdûya dîrokî lidarxistina kongreyeka bi vî rengî pêwist dike?

 

Bê guman, ev pêwistî di 1920an de di serdema Cemîyeta Neteweyan de parçebûn, dabeşbûn û  parvebûna kurd û Kurdistanê ye. Ger Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê kêşeyê nexe rojeva xwe, statuya kurd û Kurdistanê gengeşî neke dê çêkirina kongreye bê wate be. Dîsan ger kongre vê rewşê nenirxîne û neke pirsgirêk dê hewldaneka vala be.

 

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê operasyona herî mayînde û kûr e  ya ku li Rojhilatê Nêzîk ji alîyê dewletên emperyal yên herî mezin Brîtanyaya Mezin û Fransayê ve di salên 1920an de hatîye çêkirin. Sînor li gor daxwaz û hewcedarîyên dewletên emperyal hatine tesbîtkirin. Bê guman dewletên emperyal, vê sîyasetê bi hevkarîya desthilatdarîyên tirk, ereb û farisan re bi kar anîye. Ger meriv vê yekê girîng nebine û meriv bibêje bi sînoran re arîşeya me tune, dê bê wateya razîbûn û erêkirina operasyona dewletên emperyal.

 

Helbet dibe ku li ser vê mijara gelek girîng li hev neyê kirin, lê divê kurd û hemû tevgerên wan ên sîyasî vê pirsgirêkê bixin rojeva xwe, gengeşîyê li ser bikin. Ji bo dahatîyê ev dê bibe îşareteka gelek girîng.

 

Di 1920an de dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê ji me re vê yekê vedibêje; ger welatek an jî neteweyek di serdemeka dîyarker ya tarîxê de bûbe armanca dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê, êdî ew netewe bi hêsanî nikare were ser xwe û nikare bi hêsanî xwe ji nû ve biafirîne. Beravajî wê, dabeşbûn, parçebûn û biçûkbûn her ku  diçe kûrtir û berfirehtir dibe.

 

Ev dabeşbûna sêyem ya kurd û Kurdistanê ye. Tê zanîn ku dabeşbûna yekem di sedsala 16an de, di navbera Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Îranê de pêk hatîye. Dabeşbûna duyem jî  di çaryeka yekem ya sedsala 19an de, di encama şerên navbera Rusya û Îranê de bi dabeşbûna beşa di bin desthilatdarîya  Îranê de pêk hatîye.

 

Ger neteweyek, welatek bê rawestan bibe armanca dabeşbûn, parçebûn û parvekirinê, divê kêmasîyek mezin ya wê neteweyê hebe. Hêzên dijber jî, vê kêmasîyê li gor berjewendîyên xwe bi kar tînin û wê neteweyê parçe dikin. Helbet ji bo meriv bikaribe sedemên kêmasîyê ji holê rake, lêgerîna rêyên çareserîyê girîng e. Helbet di kongreyê de divê ev kêşe bê rojevê û li ser gengeşî bên kirin. Ev helwest dê gelek girîng be.  Tênegihîştina vê kêşeyê û vegotina wekî ‘ev mijar  zêde ne girîng e" kêmasîyek mezin e.

 

 

Rastîyek pir dîyarker e, statukoya 1920an ya di serdema Cemîyeta Neteweyan de ku ji bo kurdan tu statu nehatibû pejirîn, li dû Şerê Duyem yê Cihanê jî berdewam kir. Halbûkî li dû Şerê Duyem yê Cîhanê di serdema Yekgirtîya Neteweyan de li her alîyê dinyayê, ji hela rewşa sîyasîyê ve veguherînên girîng pêk hatin. Lê li Kurdistanê tu tişt veneguherî.  Ji ber vê sîyaseta li dijraberî gelê kurd, di serî de Îngilistan û Fransa divê hemû dewletên rojava bi tundî bên rexnekirin. Ne tenê dewlet û hikûmet, divê zanîngeh, mezringên çapamenîyê û mezringên navneteweyî jî bên rexnekirin.

 

Yekitîya Soyetan jî li djî kurdan heman sîyasetê bi kar anîye. Divê rewş û helwesta Rusyayê jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

 

Dewletên wekî Îngilistan, Almanya, Fransa û Amerîkayê demokrasîyê diparêzin, di nav xwe de civatên demokratik afirandine. Lê têkilîyên van dewletan bi dewletên din re bi taybetî jî bi neteweyên bê dewlet re, wekî mînak bi kudan re her dem bi pirsgirêk û li dij demokrasîyê bûne. Li Rojhilatê Nêzîk û Rojhilatê Navîn serhildanên kurdan ya ji bo maf, hiqûq û jiîyaneka bi rûmet her dem ji alîyê dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê bi şidetê hatîye bersivdan. Dewletên navborî li dijî daxwazên mafên kurdan yên ji bo heq, hiqûq û azadîyê, sîyaseta li ser bingeha derew û înkarkirinê bi rê ve birine. Sîyaseta derew û înkarê jî her dem şidet bi xwe re anîye. Derew û înkar jî ancax bi rêya şidetê hatine veşartin.  Van dewletan, ji bo ku bikaribin daxwazên neteweyî yên kurdan ji holê rakin her û her terora dewletê zêde kirine û sîyasetên jenosîdê bi kar anîne. Ev operasyonên dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ji alîyê Îngilistan, Almanya, Faransa û Amerîkayê ve hatîye pejirandin û piştgirî hatîye dayîn. Ev dewletên ku di nav xwe de demokratik in, wekî mînak sîyasetên wan ên li dijî kurdan yên dijraberî  demokrasîyê şêweyeka têkilîyê ya girîng ya sazûmana navneteweyî û sazûmana Neteweyên Yekgirtî ye.  Navê wê Neteweyên Yekgirtî ye, lê her dem berjewendîyên dewletan diparêze. Dîyar e ku van dewletan li hemberî kurdan enîyeka dijî- kurd damezirandine.

 

Îro dema BDP (Partîya Aştî û Demokrasîyê) û KCD (Kongreya Cıvata Demokratîk), bi armanca çareserkirina kêşeya kurdî, pêşnîyarekê tinin rojevê, daxuyanîya "ji dewletê re tu zerera vê pêşnîyarê tune" didin. Bê daxuyanîyek bi vî rengî nikarin tu pêşnîyarî bikin. Halbûkî dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurdan û Kurdistanê zerarên mezin daye civata kurd û Kurdistanê.  Kurd bi têlên bi sênc, bi zevîyên mayinê, bi zevîyên şopê û bi balafirên sîxûr ji hev hatine qetandin, têkilîyên wan ji hev hatine qutkirin û ji bo satuya wan a parçekirî berdewam bike û bibe statuyek mayînde her cure tedbir hatine wergirtin. Ev statu tesîreka wisa kirîye ku wekî îskeletê meriv parçe bibe û mejîyê meriv bela bibe. Lê BDP û KCD jî vê tesîra rûxanker bi lêv nakin û naxin rojevê.

 

Rêveberên PKKyê yên Qendîlê jî bê rawestan dibêjin "em ne dabeşker in". Gelo dê rêveberên PKKyê dê çi wext têbigihîjin ku yê bi rastî dabeş bûye, parçe bûye û parve bûye kurd û Kurdistan e? (Hevpeyvîna hevserokê KCKyê Cemîl Bayik ya bi Mithat Sancar re, Milliyet, 13.08.2013)

 

Gelo çima têkoşîna ku bi salên dirêj bi biryar û bi fedakarî berdewam kirîye di derheqê kurd Kurdistanê de hiş û têgeheka bi bijûn pêk neanîye? Gelo çima hîna ji sîyasetên xwepêxweşkirinê hêvî tê kirin? Di vê mijar û çarçoveyê de gotara ku bi navê Hevbeşîya Weşanên Ray ji alîyê Vahdet Ateş, Azad Fisli, Haci Ismail Aslan û M. Emin Aslan ve hatîye nivîsîn gelek baldar e. Nivîsa bi sernavê "Kongreya Neteweyî ya Kurd, Kongreya Peymana Lozanê bi Kurdan Bidepejirandin e"  (www.gelawej.net, 26.08.2013)

 

Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hiş û têgeheke wisa bicive. Biryarên hevpar neyên girtin jî, divê ev mijar bê rojevê, li ser gengeşî bên kirin. Di kongreyê de li ser vê mijarê peyivîn û gengeşîkirin girîng e.

 

Ya herî girîng ew e ku hemû rêxistinên kurdî di kongreyê de bên temsîlkirin. Ger PKK li pêşîya beşdarbûna kongreyê ya  grubên ji PKKyê veqetîyane bibe asteng, wekî mînak li pêşîya beşdarbûna PWD (Partîya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê) bibe asteng, dê helwesteka rast û bi bijûn nebe. Divê hemû grubên kurdî yên ku ked dane vê têkoşînê bên cem hev, hevûdin guhdarî bikin û hevûdin fêm bikin.

 

Di pêvajoya amedeyîyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de rêveberên PWDyê (Partîya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê) bi planeka sûîqestê re rû bi rû man. Divê di derheqê vê mijarê de banga hişyarîyê ya Dursun Ali Küçük neyê paşguhkirin. Dursun Ali Küçük bi bîr tîne ku li Parîsê Sakine Cansiz, Leyla  û Rojbîn ji alîyê wezîfedarekî MİTê ve hatin qetilkirin.  Dibêje "ger hûn me bikujin, dê dewlet jî we bikuje". Di encamê de dest nişan dike ku ev sûîqest operasyoneka dewletê ye. (www.gelawej.net 26.08.2013)

 

Rewşa Rojavayê

 

Li Rojavayê di tîrmeha 2013an de, di encama şerê navbêra El Nusra û YPGyê (Hêzên Parastina Gel) ya girêdayîyê PYDyê (Partîya Yekitîya Demokratîk) de, Serêkanîyê ket bin kontrola PYDyê. Li dû vê serkeftinê li Rojavayê gengeşîyên li ser mijara "li Rojavayê desthilatdarîyek xweser" dest pê kir. Di derheqê van gengeşîyan de li Tirkîyeyê jî berpirsîyarên dewlet û hikûmetê zûzûka daxuyanî dan. "Em dê destûrê  nedin da ku di nav tixubên Sûrîyeyê de veguhertin çêbin", " Em rê nadin aramîya Sûrîyeyê bê xerabkirin."

 

Ev pêvajo li Sûrîyeyê tê jîyîn. Gelo çima birêveberên dewlet û hikûmeta tirk reaksîyoneka ewqas bi tundî dest nişan dikin? Têkilîyeka bingehîn ya vê reaksîyonê bi dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê ve heye. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn kêşe kirîye mijareka navxweyî. Wekî mînak li ku derê Kurdistanê ji bo mafên neteweyî geşepêdanek rû bide, Tirkîye xwe wekî  berpirsîyarê têkbirina geşepêdanê  dibîne. Daxwazên maf, hiqûq û azadîyê li ku derê derkeve holê, Tirkîye li rêya têkbirina van daxwazan digere. Tirkîye bi dewletên têkilbar re li dijî kurdan di heman demê de enîya hevkarîyê  pêk tîne.

 

Îro li Tirkîyeyê pêvajoyeka ku jê re "pêvajoya aştîyê" tê gotin didome. Di hefteya duyem ya tebaxê de lijneyeka BDPyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek çêkir. Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan gotîye bi dewletê re hevdîtin berdewam dikin. Tê zanîn ku hevdîtin di navbêra Addullah Ocalan û Misteşarê MİTê Hakan Fidan û  lijneya MİTê de tê çêkirin.  Heman li paş vê  daxuyanîyê  serokwezîr jî daxuyand ku "dê li Tirkîyeyê bi zimanê zikmakî perwerde çênebe", "di rojeva hikûmetê de mijarek wisa tuneye". Ev daxuyanî jî dest nîşan dikin ku hevdîtin bi bijûnî û rêkûpêk nameşin. Ji bo dewlet û hikûmetê ya girîng ew e ku gerîla derkevin derveyî sînoran, ji bilî vê jî mijar û kêşeyeka ku li ser bê peyivîn, hevdîtin bên çêkirin tuneye.

 

Lêfikirîna rewşa Rojavayê jî gelek girîng e. Gerîla vedikişe derveyî sînoran, lê şerê dewletê yê li dijî PKKyê li Rojavayê berdewam dike. Îro dewlet piştgirîyeka mezin dide EL Nusra. Dîyarker e ku ev piştgirî ji bo ku li Rojavayê li dijî kurdan şer bikin tê dayîn.  El Nusra ku girêdayî El-Qaîdeyê ye, di nav enîya Artêşa Azad a Sûrîyeyê de cih digire.  Artêşa Azad a Sûrîyeyê jî ji alîyê Tirkîye, Qatar û Erebistana Siudî ve hatîye biçekkirin. Di rewşeka wisa de ne mimkin e ku li Tirkîyeyê pêvajoya aştîyê bi bijûnî û rêkûpêk  bimeşe.

 

Îro li Rojavayê di navbêra PYD û El Nusraya ku Tirkîye piştgirîyê didê de şerekî mezin didome.  El Nusra naxwaze kurd li welatê xwe bi cih bibin û bibin xwedîyê sazîyên xwe. El Nusra ji PYDyê wêdetir li dijî kurdên sivîl şer dike. Dîyarker e ku malbatên kurd di bin zordestîyê de ne. Bi deh hezaran kurd ji bo ku xwe biparêzin, hewl didin ji Rojavayê birevin herin Başûr, Herêma Kurdistanê, Ev hemû geşepêdan jî pêwîstî û divêtîya hevkarîya rêxistênên kurd dest nişan dikin.

 

Gelek girîng e ku kurd cih û warên xwe terk nekin û hewl bidin da ku bikaribin li cih û warên xwe bimînin. Rêya herî baş a parastina welat, li gel her cure dijwarî û tengasîyê li wir mayîn e. Helbet gotina vê yekê hêsan e, lê li gel zehmetî û dijwarîyan bicihanîn zor e.

 

Demek berê, PYD di derheqê derîyê Sêmalka yê li sînorê Hikûmeta Herêmî ya Kurdî de propagandeya neyênî dikir. PYDyê digot "serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li gel zehmetî û dijwarîyên Rojava derîyê Sêmalka ji kurdan re girtîye." Nerastîya vê propagandayê jî derket holê, dîyar bû. Der barê vê babetê te gotara Bedel Boselî ya bi sernavê "Rastîya Rojava û Barzanî" ronîker e. (www.kurdistan-post.eu 22.08.2013)

 

Di eslê xwe de divê derîyê sînorê ji herdu alîyan re jî vekirî be. Divê PYD li dijî kurdên welatparêz ên ku dixwazin werin alîkarîya Rojavayê bikin, dernekeve, li pêşîya wan nebe asteng.  Di vê der barê de, meriv dikare li gotara bi sernavê "Geşepêdanên Aktuel" jî binêre. Di vê gotarê de hin geşepêdanên li Tirkîye û Kurdistanê wekî mînak dosyaya Ergenekonê hatîye nirxandin. (www.kurdistan-post.eu ûwd… 11.08.2013)

 

Di çirîya pêşîn a 2013an de dê li Cenevreyê di der barê kêşeyên Sûrîyeyê de konferansek bê li dar xistin. Rûs hewl didin da ku kurd jî bikaribin beşdarî konferansa Cenevreyê bibin. Bê guman dê ev ji bo Rojavayê bibe geşepêdaneka erênî.

 

Kêşeya kurd û Kurdistanê berî her tiştî kêşeya helwestgirtinê ye

 

Di tîrmeha 2013an de li Amedê komeleyek bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê hat damezrandin. Li ser avahîya komeleyê lewheya "Tevgera Ciwanên Kurdistan"ê hat danîn. Lê rêveberîya wîlayetê ji rêveberên komeleyê daxwaza daxistina lewheyê kir û daxuyand ku dê destûrê nedin, ger di navê komeleyê de peyva Kurdistanê hebe û heta navê Kurdistanê ranebe dê komele nikaribe vebe. Ger peyva Kurdistanê ji ser navê komeleyê bê derxistin dê komele bikaribe xebatên xwe bidomîne.

 

Kurdistan navekî taybet ya kolektif e. Hest û dilovanîya kurdan ya ji bo erdê ku li ser dijîn bi lêv dike. Ji alîyê wateya etnîkî jî tê wateya welatê hevpar. Ji 2000 salî zêdetir e qeydên dîrokî yên bi navê kurd û Kurdistanê hene. Ev navê kolektîf kurdan ji gelên din cuda dike.

 

Li dijraberî daxuyanîyên rêveberîya wîlayeta Amedê rêveberên komeleyê di mijara bikaranîna navê Kurdistanê de israr dikin û dibêjin bikaranîna navê Kurdistanê meşrû ye. Serokê komeleyê Serhed Mêrdînî daxuyanîyên wekî, "em kurd in û kurdistanî ne" (www.kurdistan-post.eu 22.08.2013), "çima em dê nikaribin bi navê xwe komeleyekê vekin?" (www.kurdistan-post.eu 25.08.2013) vedibêje.

 

Ji bo kêşeya kurd û Kurdistanê baş bê têgihîştin ev helwesteka gelek girîng e. Kêşeya kurd û Kurdistanê berî her tiştî kêşeya helwestgirtinê ye. Helbet di tevgereka civatî û sîyasî de tevlîbûna girseyên mezin giring e. Lê ger helwestgirtineka bi bijûn û rast tunebe tevlîbûna girseyên mezin jî dê tiştekî îfade neke.

Wergera ji Tirkî: Nedim Baran