Li Balkanan dadwerîya bi çavekî

Beraetkirinên gumanbar li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Kevne Yûgoslavyayê
Translator

12yê kanûna pêşîn Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê cezayê miebedê li kevne generalê sirb yê Bosna Hersekê Zdravko Tolimir birî ku ew yek ji berpirsîyarên komkujîya li Srebrenîkayê bû. Çirîya paşîn heman dadgehê biryara beraeta generalên xirwat Ante Gotovina û Mladen Markac û ya kevne fermandarên gerîla yên arnawud ên li Kosovoyê da. Gelo ev edaleteka bi cot standart e?

Kite bi kite Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Kevne-Yûgoslavyayê (DCNY) 16 û 29ê çirîya paşîn beraetên generalên xirwatî Ante Gotovina û Mladen Markač xwendin, piştre ya kevne fermandarên Artêşa Rizgarkirina Kosovoyê (UCK) Ramush Haradinaj, Idriz Balaj û Lahi Brahimaj jî xwendin, vê yekê tesîreka bombeyî kir, pêre jî şik û guman peyda kirin der barê bêalîtî û objektîvîteya vê dadgehkirinê de.

 

Li Sirbistanê hesab bi bayê bezê hatin kirin: ji dema damezrandina wê û vir ve DCNYyê bi tenê ceza li sirban birî – îstîsna bi tenê doza li dijî çend xirwatên Bosna Hersekê ne û ev doz hîn dewam dike. Ango hikûmet pêre rûbirû ye ku hevkarîya xwe ya bi dadgehkirinekê re ku wekî alîgir tê dîtin, bixe ber lêpirsînê. Rexne ne bi tenê ji derdorên dewletê û yên fermî tê. Dîrokzan Dubravaka Stojanović ku ji bo derdorên dij-nijadperest referans e, weha rave dike: "Ez bi rastî jî xemgîn im ku DCNY bi vî awayî bêqîmet tevgerîya. Ev sazî şansek bû ji bo fêmkirina bûyerên van şeran. Lê êdî, DCNY bawerîyê nade û kir ku tevahîya şansê lihevhatinê li herêmê badilhewa bibe û ne mimkin bibe". (1) Gelek rêxistinên mîna Amnesty Internationalê (2) jî piştî van biryarên dadgehê tirs û fikarên xwe îfade kirin.

DCNY 22yê sibata 1993yan bi biryara 808an ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat damezrandin. Ew divîyabû di îdîaya dadwerîyeka navneteweyî, objektîf û bêalî de, bi roleka pêşeng rabe. Dadgerîya ku ji bo bersivdayîna şîdetên şerên jihevdeketina Yûgoslavyayê (3) damezrandî xwedîyê wê wezîfeyê bû ku berpirsîyarîyên ferdî yên kirdarên gunehên dema şer tesbît bike û wan ceza bike, da ku hem reşê cezanebûnê û hem jî berpirsîyarîya kolektîf a gelan hemûyan ji holê rake.

Dadgeh divîyabû herweha xwedî par be di lihevhatina herêmî de ya ku wê bikira ku welatên Balkanê bi rabihurîya xwe ya nêzîk re rûbirû bibin. Lê belê biryara beraetê ya ji bo Gotovina û Markač ji nû ve ruh bi neteweperestîyê anî: li Belgradê jî li Zagrebê jî çapemenî li xirabtirîn deng û meylên xwe yên şerxwaz yên salên 1990î vegerîya. Li Xirwatistanê bi tenê dengê "muxalifên" ebedî bilind dibe ji bo ku bi bîr bixin ku beraet pirsgirêkê çareser nakin: heke li dijî xelkê sivîl yê sirbî dema xirwatan Krajina di tebaxa 1995an (4) de ji nû ve fetih kir, guneh hatin kirin û heke berpirsîyarîya generalên ku eskerên xirwatî birêve dibirin, nikaribe bikeve ber dadgerîyê, hingê kê ev guneh kirin?

Bêdengîya li ser hevkarên rojavayî

Bi van hêvîyan, dadgehê tevlîbûna generalên xirwatî ya di nav "kirineka krîmînel ya komî" de berteraf kir, fikra kirineka krîmînel ya komî jî di dema biryara dadgeha pêşî de, nîsana 2011an, hatibû parastin. Bi heman rengî, kirina der ya sîstematîk ya sirban ji Krajinayê, talankirin û kuştin stratejîyeka li ser hatî fikirîn ya paqijkirina etnîk dernaxe holê, lê belê rêzek kirinên bi darê zorê yên tecrîdkirî ne. Lênûskên general Philippe Rondot derxistin holê ku Gotovina yê ku kevne Lejyona Bîyanî bû, misêwa ji parastina rêxistinên îstîxbarata fransî sûd wergirtîye (5) û em pê dizanin ku di dema operasyona "Bahozê" ya ji nû ve fetihkirina Krajinayê de artêşa xirwat sûd ji desteka amerîkî jî wergirt. Êdî pir mimkin e ku hevparîyên guneh yên rojavayî yên van gunehên bi vê rûdanê hatî kirin, tu caran neyên teftîşkirin.

 

Mijara Haradinaj û hevbersûcên wî hîn bêhtir dişibe înkar û redkirina dadê. Herî kêm neh şahidên ku meqamê dozgerîyê bi nav kirî di şert û mercên "gumanbar" de mirin, yên din di dema îfadedanê de vekişîyan. Di nav van şert û mercan de DCNY neçar ma biryara beraeta kevne-fermandarê UCKyê 3yê nîsana 2008an bide. Bi awayekî îstîsnayî DCNYyê biryar da ku biryara dadgeha pêşî betal bike û Haradinaj û hevsucbarên wî ji nû ve dadgeh bike – lê belê ne ji bo sîh û neh gunehbarîyên meqamê dozgerîyê di destpêkê de kirî, lê belê bi tenê derbarê şeşan ji wan yên ku der heqê gunehên li navenda girtinê ya Jalanica de bûn, cihê ku lê sivîlên sirbî, romanî û arnawud bi êşkencê ji alîyê gerîla ve hatin kuştin. Dadgehê nikarîbû şahidan sax bike, ji ber heman sedeman heman encaman rû da û berpirsîyarîya ferdî ya gunehbaran nikarîbû were piştrastkirin.

Gunehkar wekî lehengan hatin pêşwazîkirin

 

Dema Haradinaj vegerîya, li Kosovayê wekî lehengekî hat pêşwazîkirin û dikarî bi lez û bez bibe serokwezîr. Stratejîstên rojavayî yên ku wisa bawer dikin dosyaya Kosovayê çareser kiribin, beraetkirina wî wekî pêwîst nirxandin. Hikûmeteka koalîsyonê ya ku tevahîya komên sîyasî yên ji kevne gerîlayên UCKyê peyda bûyî tîne cem hev, wê bêhtir karibe bi raya giştî ya Kosovayê lihevkirinên siberojê yên bi Belgradê re bide qebûlkirin, ev lihevkirin wê der barê bakurê Kosovayê de bin, herêma ku piranîya xelkê wê sirbî ne û li ser rêya qutbûnê ye. Ango "realpolîtîkê" zora ferza dadê bir.

 

Ji bo çêtir dugêsinkirina argumanan hikûmetên Albanyayê û Kosovayê 2yê kanûnê xwestin ku li dijî dozgera giştî ya DCNYyê Carla Del Ponte (ji 1999an heta bi 2007an) "lêpirsîneka serbixwe" were destpêkirin, lewra ew gumanê dikin ku ew bi roleka "alîgir û neqanûnî" rabûbe di gunehbarkirina Haradinaj de. Çend rojan paşê parêzerên Gotovina xwestin herweha kevne dozgera giştî ya DCNYyê were cezakirin, ew wê gunehbar dikin ku wê yekparetîya Dadgehê xistîye ber lêpirsînê dema ku wê ji rojnameya sirbî Blicê re da zanîn ku biryara beraetê ya muwekîlê wan "ne edalet bû". Misoger e ku armanca vê êrîşê ew e ku bikin da ku bawerî bi Del Ponte neyê, lewma wê bazirganîya endamên bedena merivan a muhtemel eşkere kiribû ya ku kevne birêveberên UCKyê jî têde cih digirin, dosyayeka sincirî ya ku dikare gelek hevgunehkarîyên rojavayî jî derêxe holê. (6) DCNYyê bi xwe nikarîbû rahişta vê dosyayê – delîlên ji alîyê lêpirsîner û mufetîşên dadgehê ve komkirî bi awayekî ecêb hatin tunekirin.

* Serredaktorê Courrier des Balkans

(1) Gotara li jêr bixwîne: "Acquittement de Gotovina : indignation unanime en Serbie / Beraetkirina Gotovina: rabûna hêrsa komî li Sirbistanê", Le Courrier des Balkans, 16ê çirîya paşîn ya 2012an.

 

(2) "Kosovo. S’ils ne sont pas coupables, qui a commis les crimes,de guerre ? / Kosova. Heke ew ne gunehkar in, kê gunehên şer kirin?"  Amnesty International,  29ê çirîya paşîn a 2012an. www.amnesty.fr

 

(3) Erka wê sînordar e bi gunehên ji 1ê kanûna paşîn a 1991î ve li ser erdên kevne Komara Sosyalîst Federal ya Yûgoslavyayê kirî (xala 8an).

 

(4) 100 0000 ta 200 000 Sirbên Krajinayê ev herêm terikandin. Di rojên piştî destpêka operasyona eskerî de, bi sedan sivîlên ku piranîya wan kal û pîrên ku nexwestin dev ji erdên xwe berdin û birevin, hatin kuştin.

 

(5) Gotara li jêr bixwîne: Jean-Arnault Dérens û Laurent Geslin, "Ex-Yougoslavie: la France a protégé durant des années des criminels de guerre / Kevne Yûgoslavya: Fransayê bi salan gunehkarên şer parastin", Mediapart, 3yê adara 2011an.

 

(6) Gotara li jêr bixwîne: "Au Kosovo, la ‘sale guerre’ de l’UCK / Li Kosovayê ‘şerê qirêj’ yê UCKyê", Le Monde Diplomatique, adara 2011an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê