Li dibistanan ewlekarî

Mînaka New York’ê
Translator

Bi 1,1 milyon xwendekarên xwe yên ku pirraniya wan ji çînên gel dihên, akademiya New York’ê yek ji akademiyên herî girîng ên Dewletên Yekgirtî ye. Di sala 1998’an de, pirsgirêkên bi heman rengî yên dijwar ên di barê perwerdehiyê de rû dabûn, îro wezîrê fransî yê Perwerdehiya neteweyî, Luc Chatel, komarparêz Rudolph Giuliani û her weha şeredarê bajêr xistiye nava tevgerekê, ji ber vê yekê ewlekariya dibistanên ku wek “yên dijwar” navdar bûne sparteyî hêza polêsên herêmî, Beşa Polês a New York’ê(NYPD) hatibû kirin. 4500 ajansên ewlekariya dibistanî ya bajêr ku personelên polês digihînin, êdî nema ne bi perwerdekaran û ne jî bi serôkên saziyan dişêwirin û rasterast serî li NYPD’ê didin. Ji bo xurtkirina îmaja zilamê bi zend û bend ê M. Giuliani û ji bo şûngirê wî M. Michael Bloomberg (bê etîket (1)) ku wî ve rê kiribû, veguhestina hêzên pergala peywirê bi awayek asayî ji sektora perwerdehê dihê peydakirin.

Otorîte bi rêk û pêk û bi dengekî berz bang dikin ku metoda wan a bi masûlke û serîlêdana alavên çavdêriyê yên teknolojîk di nava saziyên, ku bêhtir di nava rewşeke bi xeter de ne, derfeta daxistina rêjeya sûcdariyê dide bidestxistin. Lê ji bo lihevkirina van armancên diyarkirî kêm pispor bawerî bi van îstatîstîkên “perdaxkirî” tînin. Rapora teftîşa tevahî ya bajêr ku di sala 2007’an de pêk hatibû, li ber çavan raxistibû ku di nava temamî akademiyê de bi awayekî grîng bûyerên şîddetê di binê gumanan de derketibûn.(2) Ji bo hevdîtinên bi sendîkaya perwerdekaran, ya şefên saziyan û her weha bi ya Teamsters Local 237 re, ku şaxeke hêzdar a sendîkayî ye û ajansên ewlekariya dibistanan hildigire nava xwe, polês û beşa perwerdehiyê xwe nedan ber pejirandina erêkirinê

Heger bandora wan a li ser daketina sûcdariyê wekî xwe bimana wê çaxê wan dê kêmtir destûr nedana pêkhatina pergala dîsîplînê ya nifşeke nû. Di derdora perwerdehiyê de, nobedarên kêm kalîfiye îmtiyazên lijneya hîndekariyê û yên şefên saziyan bin pê dikin û di qada dîsîplînê de dibin xwediyê otorîteya herî bilind. Ev jî dibe sedem ku bêserûberî û zirzopiyeke nedîtî derkeve holê. Her weha, di 17’ê mijdara 2006’an de nobedarekî destê du zarokên çar salî li qeydê xistibûn, ji ber ku ew zarok ji bo razana nîvrojê(3) nehatibûn rê; di 17’ê rêbendana 2008’an de, zarokekî pênc salî ji ber tevgera xwe ya xerab tûşî pêkanîneke bi heman awayî bûbû û ji bo “nirxandina”(4) rewşa psîkolojîk bi destê zorê ew bûbûn nexweşxaneyeke psîkiyatriyê. Her weha, senator Eric Adams bi awayekî acizbûyî nihêrînên xwe anîbû ziman û weha gotibû: “Bêguman, kelemçeyên(destbend) hesinî ji bo zarokekî pênc salî ne tiştekî pêketî bû.” Û pê re vê pêşniyarê kiribû: “kelemçeyên velkro bêne bikaranîn.”

Bi ya zagona di barê azadiya ragihandinê de, îstatîstîkên polêsê New York’ê, yên bi ya zagona di barê azadiya ragihandinê de hatibûn bi dest xistin, diyar dikin ku di navbera salên 2005 û 2007’an de, 309 xwendekar bi sedema ku qedexeyê bin pê kirine, ketine ber lêpirsînê an jî hatine biçûkxistin(5). Her weha, di nava heman saziyan de xwendekar bêyî ku biçin qereqola polêsan, car bi car û demên kurt destên wan hatine kelemçekirin. Bi gotineke din, hin şêweyên tevgerê yên ku rêziknameyê karakterîze dikin berî wextan li ser hîma hewla cezakirinê hatibûn danîn, her weha gerek li nava bûroya serek-mamoste dikaribû bûbûya mijara cezakirinê ku niha êdî ev yek bi xwe hewcedarî bi teqîbata cezakirinê ne.
Lê belê, kesên ku di van demên dawîn de ketine ber curma erka ajansên ewlekariyê ne hew bi tenê şagirtên lîseyê û kolejê ne. Personelên dibistanê yên ku karê cezakirinê hilgirtine ser milê xwe darizandinên gelek hişk dikin an jî pirrî caran bi ya daxwaza dîl girtin jî pêk dihên. Ya herî xerab jî ev e. Di 9’ê cotmeha 2007’an de, xwendekareke serkeftî ya lîseya Manhattan’ê hatibû girtin, ji ber ku beriya saeta vebûnê wê xwestibû mamosteykî xwe bibîne hewl dabû ku derbasî hundir bibe; dema ku mudurê dibistanê xwe avêtibû nava bûyerê ew jî hatibû kelemçekirin û pê re hatibû binçavkirin. Girtinên nelirê yên şefên saziyan û yên mamosteyên ku xwestibûn şagirtên xwe li hember hêzên pergalê biparêzin, bi gelemperî bi sernivîsên mezin veguhezîbûn ser rûpelên rojnameyan. Endamên bi kadro yên dibistanê, ji ber fikarên ku ew ê ji hêla birêveberiyên xwe ve xerab bêne dîtin an jî ji ber tirsa ku ew ê ji kar bêne qewirandin, dudilî dikin û şermezarkirinên xwe bi awayekî eşkere naynin ziman. Lê digel vê tiştê taybet jî ev e ku gelek ji wan, ji erk û peywirên ajansên ewlekariyê bi gazin in û bi ya xwendekarên xwe wan di radeyeke gelek kevnar de dibînin. Bi ya Nûnerê şefên sendîkaya saziyên New York’ê, M.Ernes Logana girtinên perwerdekaran bi tenê “parçeyê berbiçav ê çiyayê qeşayê (iceberg)” pêk tîne. Bûyerên bi vî rengî di qada dibistanê de, li ser mijara ravekirinê sûcê pirsekê derdixe holê. Bêguman xistina hundir a çekên bi agir û ya kêran di warê cezakirinê de cezayek hişk heq dike. Lê M.Logan weha diyar dike: “Gelo heman standart dikarin li ser kesekî mezin ê li kolanan û li ser zarokek donzdeh salî yê di nava hewşa dibistanê de bê pêkanîn. Heger Johnny li Joey bide û bêvila wî birîn bike ma divê biçe girtîgehê ? Ez ne bawer im ku divê wisa be.” Her weha, nobedarên ciwan ên ku bi lez û bez dihên perwerdekirin, dema ku bi bûyerekê re rû bi rû dibin bi tenê yek helwestekê, ku nas dikin, didin diyar kirin: hesta sûcdariyê. Civaknas Jeffrey Sprague’ê ku li zanîngeha Oregonê di warê dîsîplîna dibistanê de pispor e, bandorên pirsgirêka ewlekariyê bi tevahî weha tîne ziman: “Dema ku polês dikeve nava dibistanê rêjeya sûcê sê qat zêdetir dibe.” Pirrî caran, alozî li derdora benda ewlekariyê, ya ku li ber devê deriyê dibistanan hatiye avakirin, derdikeve holê. Sembolên wek kovboyan an jî yên navgînên bi tebane (silîndîr) ku nasnameya Amerîkî didin diyarkirin derdikevin holê ku ev rewş bêhtir di nava banliyoyên dewlemend de û li taxên ku jiyana bajarî lê bilindtir e derdikeve holê. Beşa perwrdehiyê vê nakokiyê bi karaktera neqandî ya ekîpmanan ve girê dide û bi vî awayî rewşê baş dide diyarkirin. Şefên saziyan ên ku naxwazin bi kar û barên darizandinê dakevin û serê xwe pê re biêşînin, hinek jî ji bona xwe, serî li ber çewisandinên hişk ên hiyerarşiya xwe datînin, bi heman rengî sazî jî naxwaze pirsgirêkên taybet pêş çavan bike. MM. Giulani û Bloomberg weha îddîa dikin: Di encama ravekirinên medyatîk û hilbijartinî de dahênandin û helwesta bedenî ya hişkbûnê dibe ku karekî bêhtir kêrhatî be û hê kêmtir encamên vê yekê derbasî nava cîhana rastîn bike. Ligel vê yekê, M. Felice Lepore ku mudurê lîseyek xebatên sporê ya Bronx’ê ye, vê nirxandinê dike ku “Dedektorên hesinî hesteke sexte ya ewlekariyê didin. Heger kesek bixwaze tiştekî derbasî nava avahiyê bike her tim dikare vî tiştî pêk bîne. Û gelo em çi mesajê didin xwendekarên xwe dema ku em ji wan dixwazin ku ji bo çûyîna dibistanê bila ew li hember kontrolên bi vî rengî îtaatkar bin ? Gelek hevalên min li ser vî tiştî li hev du dikin: Ev yek pê re wê bibe sedema pêkhatina rewşeke aloz.(6) Ew bi zanebûn dipeyive: berî ku dest bi karê mamostetiyê bike, wî di nava teşkîlata polêsan a Dewletê, ya New Jerseyê û New York’ê de xizmetê dikir. Di 28 adara 2008’an de, li Brooklynê, dema ku xwendekarekî Lîseya Paul Robson, bi tevî ku kontrol pêk hatibû jî, di nava hewşa dibistana xwe de hatibû kêrkirin, a wê çaxê bêkêriya van dedektoran hatibû peyitandin.

Di sala 1999’an de(7), di Lîseya Kolombiya’yê de tevkujiyek pêk hatibû û wê demê 15 xwendekar hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn, lê belê heta roja îro jî li wê derê benda ewlekariyê nehatiye avakirin. Littleton di nava Coloradoyê de banliyoyek e ku dikare teknolojiyên pêşketîtir bi kar bîne. Lê dê û bavên xwendekaran, ku pirrî wan ji çînên dewlemend dihên, tew nafikirin bê ka zarokên wan ên ku sûc dikin çawa û bi çi awayî dihên tewanbarkirin û her weha ev yek jî dibe sedema hewesdarbûna xeşîmiyê an jî têkoşîna li hember şîddetê. Gelek dê û bavên Newyorkî vê baweriyê par ve dikin: ji bilî reşik û îspanyolên ku ji nav çînên gel dihên, ew ne xwediyê manîvelayeke siyasî ne û ne jî wek wan xwediyê hêza rûmetê ne, wê çaxê divê ew li ber pergala ku bi wan hatiye empozekirin serî bitewînin. Li ser şeş dibistanên ku di nava herêmên “bihîstiyar/hesas” de hatine avakirin, dema ku metodên “alternatîf” dihên pêkanîn, di navbera derdorên xebatkar û dibistanên taxên dewlemend de cudahiyeke gelek kêm dihê dîtin. Akademiya New York’ê, di barê vê cûdahiya kêm a di navbera wan û taxên ku ji reşik û îspanyolan de bêhtir bi erênî difikire. Di barê kêmkirina şîddeta di dibistanan de hin stratejî hene ku ev stratejî xwe dane peyitandin. Rapora bi navê “Ewlekariyeke bi rûmet” ku di sala 2009’an de ji hêla komeke komeleyên serbixwe ve hatibû weşandin xwe dispêre agahî/daneyên fermî û ev dane ji derdorên nêzîk ên akademiya New York’ê(8) hatine berhevkirin. Ev agahî vê yekê rave dikin ku şeş lîseyên bajêr ên li şeş taxên gelêrî, ku jiyanên cihêreng ên dîsiplîna bajêr û aloziyên biçûk pejirandibûn, ji sûcên saziyên ku li heman derdorê û di bin berpirsiyariya hêza polês de hatine avakirin, bi rêjeyên kêmtir sûcdarî tomar dikin. Mamosteyê lîseyeke gelêrî ya bi navê Bushwick Community High Scool a li Brooklynê, M. Tabari Bomani weha dibêje: “Heger hûn naxwazin ku xwendekar wek sûcdaran tevbigerin wê çaxê bi çavê sûcdarekî li wan nenihêrin.”Heger mala ku ajansên ewlekariyê pê ve girêdayî di warê pêkanîna ewlekariya saziyan de kêm bimîne, wê çaxê di nava van dibistanan de ku wekî model xuya dibin karê dîsîplînê di nava çarçoveya peywirên ekîbeke perwerdekar; her weha di nava çarçoveya peywirên şef û çavdêrên saziyê de dimîne. Her çi qas tevkariya/xwe tevlêkirina xwendekaran bi sînor be jî bi qasî radeya xwe daxuyaniyên di barê pergala hundurîn de bi hev re par ve dike, û tevgerên ku din ava dibistanê de wek qusûr hatine erêkirin bi tu awayî nikare bibe sedema darizandinê an jî lêpirsîna dadgehî. Di heman demê de, dîsîplîna xwe bi xwe (otodîsiplîn) cesaretê dide mirov û exlaqê rêzgirtina rû bi rû ye ku di jiyana rojane de dikeve pratîkê û ev exlaq di her civîn û ligelhevbûnê de bi zanebûn dihê dêlindêzkirin. Xwendekarên vê dibistanê yên ku ji heman derdorê dihên di nava saziyek ku di bin çavdêriya polêsan de ye dihên perwerdekirin. Ew zarokên malbatên ku li ber kerta xizaniyê ne, van malbatên ku bi giranî koçber in, nizanin bi îngilîzî bipeyivin. Bi tevî vê yekê jî ev sazî ji yên din bêhtir û baştir encamên akademîk bi dest dixin û di van saziyan de, di pêvajoya perwerdehiyê de terikandinên dibistanê hîna kêmtir in. Lê digel vê yekê, ceribandina ewlekariya dibistanî ya polêsîye, ya bi karê Newyorkî dikare bi dawî bibe. Di panzdeh salên dawîn de, daketina rêjeya sûcdariyê, qîmeta sekna şanoyî ya “hişkbûnê” ku ji bo vê qadê pêwist e, kêm kir. Nûnerên polîtîk naxwazin bibin hevkarê dîmena zarokek pênc salî ku ji alî polêsan ve dihê kelemçekirin û birin. Her weha, beşa perwerdehiyê ku ji rexneyên hemû kes dizane re guhên xwe girtiye, wisa xuya dike ku hîna ne amadeyî tu hewldanekê ye, lê derdorên bihestiyar û rêxistinên çalakger di nava tevgerê de ne û derdorên çapemeniyê jî ji vê mijarê haydar in. Bi awayekî dijraber, bisînorkirina budçeya vê peywirdarkirina gelemperî ya ku di çarçoveya qeyrana aborî de dihê bacdarîkirin, dikaribû ji bo ewlekariya dibistanê bûbûya çareseriya herî baş a reformeke alternatîf. Lê bi rastî, nêzîktêdayînên hê mirovanetir ên di barê pirsgirêkê de, bi tenê beşek qels ji maliyeta ku ji bo qiyametek ajansên ewlekariyê, bendên ewlekariyê, lêçûnên darizandinê, tezmînata ku ji bo xwendekar û perwerdekarên bi neheqî dihên girtin, dihê veqetandin pêwist dibîne û hew. Digel vê yekê, di nava saziyan de têkoşîna perwerdekaran û yekîtiya dibistanê ya ji bo zevtkirina kontrola dîsiplînê bi ser neket û ji bo vêya hîna pêwistî bi salên dûvdirêj heye. Her weha, hin pêşniyarên şermok jî dihên kirin ku ji bo ewlekariya dibistanan, di binê çavdêriya merciyeke ji polês û hemwelatiyan pêkhatî de (Civilan Complaint Review Board) ku ev belgeyeke mirî ye, 4500 ajans bêne bicihkirin. Hemû tişt li ber çavan diyar e: Heger hûn riya ketina nava dibistanê bidin polêsan careke din derxistina wî ya ji wê derê gelek dijwar e. Rêbazek wek rêbaza New York’ê ku berî wextan bi awayekî vekirî hatibû ceribandin, gelo otorîteyên fransî jî dixwazin biceribînin?

Çavkanî

Chase Madar : Parêzerê dadgehên medenî û nivîskarê rapora bi navê “Safety With Dignity: Alternatives to Over-Policing in School”
New York, Tîrmeh 2009.

  1. Pêşî endamê Partiya Demokrat bû, vê keyserê ragihandina fînansê û aboriyê di sala 2001’de tevlî Partiya komarger bû û rengên hilbijartina şaredariya New York’ê diyar kir. Di sala 2007’an de wî bêalîbûna xwe da diyarkirin.
  2. Richard Steier, “Backs Thompson’s Finding:Union. Schools Hide Extent of Violence”., TeheChif-leader.com, 29 Îlon 20027.
  3. ”Public Enemy N0 1”, New York Daily News, 10 Adar 2008.
  4. “Cuffed kid troubles Scools Chancellor”, New York Daily News, 26 Rêbendan 2008.
  5. ”300 Student Busts were illegal, NYCLU tells Police Commissioner Ray Kelly”, New York Daily News, 8 Cotmeh 2008”
  6. Coach helps save stabbed student” New York Daily News, 29 Adar 2008.
  7. Ev tevkujî mijara dokumentera Michael Moore ye “Bowling for Colombine” di sala 2002’an de derket.
  8. Annenberg Instute for School Reform “Safety With Dignity:Alternatives to Over-Policing Schools, New York, Tîrmeh 2009.