Li hember dîrokeke veşartî

Translator

Qirnê ‘‘fedaî’‘ yê Şoreşa Çandî îroj, bi awayekî giştî li ser rêveberiya welêt e. Ew in, yên ku ber ve hêla mîratxwurên meşa mezin guhertinê pêk bînin û fesalê bidin Çînê... ya jî ewê hesabê ‘‘deh salên reş’‘ bidin.

Li Çîna ‘‘komunîst’‘ a îroj, şoreşa çandî pir hindik tê bîra mirov. Dîsa jî çîrok bi fermî qediyaye li welatê ku berê xwe daye dahatûyê, xwe daye ser bextewariyê, zewqa pêşketin û xerşkirinê. Û wekî her demê, gava bûyerên trajîk gelekî him dike aktor, him jî qurban. Çêbûna kesayetê pêk nayê – ya jî xerab tê. Dijwar e ku mirov êşa weritandina îdealên têkçûyî, xapandin, xumam û hemî tiştên ku di bîr de, di vê dema veguherînê de, ragire. Eger mirov agirekî di navbera serxweşbûna azadiyê ku her tişt lê mimkûn xuya dike (cihguhertin, trênên belaş, derfeta axaftinê, ji dê û bavan û ji mezinan serbest) û wêranbûna malbatan, zordestî û kuştinê, hesab bike. Bîranînên dostaniyê, hevgirtina ku hemû qirnên ciwan nîşan didin û carinan jî xwe sûcdarkirin li hember perwerdekaran, cîranan û carcaran li hember malbata xwe bi xwe.

Îroj bi pêşkêşkirina van sûretan ji bo çîniyan, mirov wan bi demeke dîroka wan a veşirtî re tîne cem hev û dîbîne ku bi xweber dibin şehadên wê. Ji bo kesên ku di nava van bûyeran de jiyane, matmayîbûn û heyecan tên famkirin; pêşî bêdengî yan jî çend gotin li ser ‘‘dînîtîya’‘ vê serdemê, malavayî kirin ji bo dîtinê - bi taybetî ji yekî biyanî hatibe.- Carina hişyarbûna hesta xwe ‘‘li wir’‘ dîtinê û belkî hewl bide ku xwe tê de nas bike? (yan jî serbilindiya ji bo beşdariya bizavê wek leşkerekî artêşa sor (û dema çîroka xwe ya bi êş û azar a şexsî jî!). Gelek jê, dibêjin, bi fikara ku ewê dê û bavên xwe biêşînin, newêrin pirsan jê bikin. Hin jê, ji kal û pîran dipirsin tiştên ku bincilbûne û dîroka fermî û pirtûkên dibistanê di ser re derbas dibin.

Çi hesteke taybet e dîtina helwesta qirnên ciwan, carcaran çi ji min re, yan jî tenê bal li rûyên sûretan, lê bi piranî bi ne bawerî ji ber ku ne agahdarkirî, mana wan a şaş û matmayî li hember vê dîroka xwe ya ku jê ne haydar. Pir caran tê eşkerekirin, awayekî berbiçav, pêdivî bi lêkolîna wê, xwedî derketina li wê heye.
Mêjû

1949. Damezirandina Komara Gelêrî ya Çînê (KGÇ) 1’ê Cotmehê, ji aliyê Mao Zedûng ve. Tchang Kai xwe avête dexlê Taiwanê.
1957. Adarê, destpêka gengeşiyên bi navê ‘‘sed kulîlk’‘ ku pûşperê êrîşeke antî-rastgir li dijî Rojnameya Gelêrî pêk hat, bi dawî bû.
1958. Destpêka Hilpekîna Mezin a bervepêş: avakirina komikên gelêrî, rakirina mulkiyeta şexsî...
1959. Lui Shaoqi bû serekdewletê KGÇ’ê. Li Tîbetê zordariya mezin, Dalaî Lama reviya Hindistanê.
1964. Qebûlkirina ji aliyê Fransayê.
1966. Destpêka ‘‘Şoreşa Mezin a Çandî û Proletêrî.’‘
1967-68. Şandina bi milyonan ciwanan bo gund û çolê.
1971. Yek ji kesên bingehîn ji bo Şoreşa Çandî, mirina Lin Biao, 13’ê Îlonê. 25’ê Rêbendanê, ji dêlva Taîwanê, qebûlkirina Çînê ji aliyê Netewên Yekgirtî.
1973. Rêhabîlîtasyona reveberên dema Şoreşa Çandî ji şoreşê qetiyayî.
1976. Mirina Zhou Enlaî, 8’ê Rêbendanê, li Pêkînê xwepêşandan. Mirina Mao, 9’ê Îlonê.
1977. Ji nû ve desthilatdariya Deng. Bidawîbûna fermî ya Şoreşa Çandinî.
1989. Bihara Pêkînê.
2002. Hu Jintao bû serokdewletê KGÇ’ê.
2007-08. Çîn, di cîhanê de bû mezintirîn aboriya sisiyan. Li Tîbetê Raperîn û zordestî.
2009. Li Xinjiangê teşqeleyên nav kêmneteweyan.