Li İraq’ê hejarî û bandorên şer jîngehê tehdîd dike

Translator

Li gor rapora herî dawî ku Dezgeha Navendî Ya Serjimêrî ya ser bi Wezareta Plandanîn û Hevkariya Navdewletî ya İraq’ê eşkere kiriye, 7 milyon îraqî di bin hêla hejariyê de dijîn, ev jimare jî dike rêjeya ji sedî 23’yê rûniştvanên hemû İraq’ê ku hêla hejariyê ji bo her takekesekê di dema mehekê de 77 hezar dînar hatiye diyarîkirin.
Ji aliyekî din ve rêjeya bêkariyê hê di asta ji sedî 15’an de ye, herçiqas di sala 2003’an de nêzîk ji sedî 28 bû. (1)

Di rewşeke wiha de gelek dijwar e em bikaribin di derbarê jîngeh û geşepêdanê biaxiftin, ji ber ku parastina jîngehê wek têgehên demokrasî, mafê mirovan û civaka sivîl, lêborîn, bi hev re jiyan û hwd pêwîstiyek zêde bi civakekê re heye ku aliyê kêm hewcedariyên sereke di jiyanê de dabîn kiribe, her ji ber vê yekê ye jî ku dibêjin: Demokrasî bi vejandina qata navendî di hundirê civakê de girêdayî ye, ji bo ku nabe piraniya civakê hejar û nedar û nexwendewar bin û di heman de jî demokrat bin û ji têgihên nû fehm bikin. (2)

Parastina jîngehê jî ligel gefa hejariyê rûbirû ye û nedar nikarin xema parastina jîngehê bixwen, di demekê de ava paqij ya vexwarinê nagîje wan û elektirîka wan tune û ne xwendewar in jî.
Ji aliyê lêkolînvanan ve gelek pênase bo hejarî û nedariyê hatiye kirin ku cara dawî wiha hatiye gotin: “Hejarî rewşeke dijwar a jiyanê li nedarî, kêmdahatî û bedxorakî û nexwendewarî û nexweşî û jîngeha têkdayî ye, herwiha zêdebûna mirina zarokên şîrxwarî û hemû zarokên ku temenê wan jêrde ye.” (3)

Diyardeya hejariyê liser sê bingehan disekine; bêkarî, kêmbûna kirêya kar û cudahiya zêde ya navebra meaşan, vêna ji bilî daketina asta asayiş û aramiyê û diyardeya terorê ye.
Xuya ye ku xelkê xizan û feqîr bi sedema wê pênaseya jor, ji ber nedariyê û li xema domandina jiyaneke dijwar, li jîngeh û parastina pêkhateyên wê nafikirin, belku hejarî wan neçar dike ku ji bo şewat û xwe germkirinê daran bibirin, çavkaniyên pawankirî ên siruştî bikar bînin û ava paqij vexwen, cihê jiyanê ji wan re paqij nayê ragirtin, di hundirê paşmayiyên rojane ên xwe de bijîn û dema bi wê jiyanê jî razî nebin, wê demê bi berfirehî ber bi bajaran dimeşin û heman jîngeha ne tendurust di kêleka bajaran de çêdikin û xesarê dighînin çendîn milyon kesan.
Li gor bernama Neteweyên Yekgirtî ji bo jîngehê (UNDP), ji koma 10 pirsgirêk û astengên pêşberî parastina jîngehê, hejarî di pileya yekem de ye û herwiha ji koma xalên pêşniyarkirî bo çareserkirina pîsbûna jîngehê, dûbare kêmkirina rêjeyê hejariyê her bi pileya yekem tê. (4)
Dewleteke wek İraq’ê ku di sala 1979’an de dahata salane a takekesên wê 4 hezar û 219 dolar bû, di sala 2006’an de ji bo her takekesekê bo hezar û 456 dolar daket, ji ber ku rêjeyê enflasyonê di heman salê de gihîşt ji sedî 53. (5)

Ji ber nedarî û nexwendewariyê hejar wek encamder û sebebkarên pîsbûna jîngehê tên hesibandin, her bixwe jî goriyên yekem ên pîsbûna jîngehê ne, ji ber ku hejarî encama komek sedeman e, di heman demê de jî sedemek e ji bo komek encamên din ên nexwestî.
Di İraq’ê de îro tenê pişt bi petrolê tê girêdan, di halekê de li mêjdem e İraq wek welatê navbera dû çeman hatiye naskirin, xwediyê kiştûkal û çandinî û pîşesaziyek gelek mezin bûye, lê niha tenê neft ji sedî 63 a budceya İraq’ê ye û beşdariya kiştûkalê bo 7 ji sedî daketiye û beşdariya pîşesaziyê jî di budceyê de bo 2 ji sedî daketiye. (6)

Herwiha hevsengiya navebra tex û çînên civakê têk çûye, bi cûrekê ku dema piranî hejar bin, wî çaxî kêmaniyek zêde jî dewlemend dibin û ji ber sûdên bê sînor guh nadin jîngeh û hejaran û bi kargeh û berhemên xwe jîngehê pîs dikin. Îro di İraq’ê de ku ji sala 2003’an pêde Wezareta Jîngehê hat damezrandin, ez bixwe jî wek yekem Wezîrê Jîngeha İraq’ê û bi alîkariya rawêjkarên warê jîngeha hevpeymanan, me di vê derbarê de me bi destê kêmhişyariya jîngeha hevwelatiyan gelek zehmetî kişandin, ku ji ber xizanî û kêmdahatiyê, li hember her hewleke rasteqîne ji bo parastin û çêkirina jînegê astenga yekem bû.

Xuya ye ku mesela hejarî û bêkariyê peywendiyeke rasterast bi qonaxa piştî kutabûna şerê sala 2003’an heye, û encamên wê di warê jîngehê de bi taybet dan û standina bi alavên paşmayiyên şer ji ber nebûna derfeta kar û kêmbûna hişyariyê di warê zanyariyan de derbarê alavên paşmayiyên şer bi giştî û madeyên tîşkavêj (radyoaktîf), bi taybet ku li encama bikaranîna van madeyên ku bi zorî hatine çêkirin û navend û saziyên leşkerî û sivîl û herwiha bikaranîna xerab û hilgirtina wan madeyan û lawazbûna çavdêrîkirinê, di heyamê salên borî de gelek karesatên mezin derketibûn holê.

İraq’ê ji salên heştê ên sedsala borî pêde, qaseke berbiçav ji wan madeyan di hinek dezgehên taybet de bikar aniye û herwiha li encama bombebarankirina navendên atomî ên İraq’ê ji aliyê balafirên Îsraîl’ê ve di sala 1981’an de û piştre jî şerê İraq’ê û hevpeymanan di sala 1991’an de, dûre şerê İraq û Amerîka’yê di proseya azadkirina İraq’ê de di sala 2003’an de, beşek ji alavên paşdemayî yên navendên nukleerî û alavên leşkerî û tank û amûrên hundirê navendên sivîl yên atomî hatin dizîn û bi wan re kirîn û firotin normal dihat kirin!

Madeyên tîrêjavêj, ji bo heyameke gelek dirêj metirsiyên mezin liser pîsbûna jîngehê û tendurustiya mirov hene, ji ber ku ev made di heyamekî pir dirêj de bandora toxmên tîşkavêj li karkirinê dikevin ku bi nîva temen (Time Half) tê naskirin û gelek car sedan salan dom dike. Me li Wezareta Jîngeha İraq’ê tenê di sala 2003’an de, nêzîk 385 pîvandinên lazeran bo nimûneyên ax û avê encam dan û nêzîk 571 nirxandin jî bo madeyên xorakî ji bo şirovekirina zanîna astên tîrêjê di İraq’ê de meşandin, derket holê ku di hinek cihan de rêjeya hebûna wan madeyan sê qat zêdetirî wê rêjeya normal bûye. Li hinek cihên leşkerî ên bombebarankirî jî panzdeh car ji rêjeya normal zêdetir bû. (7)

Talankirina Navenda Tuweyse û bikaranîna (Uranum Diplited) an ûranyûma bikarhatî, ji wan çekên ku bandora xirab liser gelek paşmayiya tank û otomobîlên leşkerî li herêma Ebuxerîb û Uwêrîc û rêya Bexda û Babil û dû cih jî li Semawe bicîh hiştiye, ji ber ku bi awayekî giştî beriya sala 2003’an, İraq’ê nêzîk 18 navendên leşkerî û sivîl ên madeyên tîşkavêj bo warê zanistî û leşkerî û tendurustî bikar anî.

Ya cihê metirsiyê be ew e ku ew made roleke zêde di zêdekirina cûrên nexweşiya penceşêrê di İraq’ê de hebûn, bi cûrekê ku nexweşiya penceşêrê di İraq’ê de heta sala 1989’an di nav nexweşiyan de di pileya heftem de dihat, lê ji sala 1993’an pêde bi pileya çarem tê.
Hin xelk jî di İraq û Herêma Kurdistan’ê de bi mebesta bazirganiya bi wan hesin û hûrdehesinên ku ji alavên paşmahiyên tank û otombîlên leşkerî li pey bombebaranê cîh mane, rasterast danûstandinê bi wan paşmahiyan re dikin û kirîn û firotinê pê dikin, ku di pêşerojê de û piştî çend salên din gelek nexweşiyên bi xeter hest pê dikin, li encama bandora wan madeyên tîşkavêj ên dirêjdem ku bi ser wan paşmayiyên leşkerî ne.

Sedemeke din ya berçav hejarkirina xelkê bi giştî, zêdebûna wan jimara mezin û zêde ya mayinan e ku di İraq’ê de hene ku dikare di warê dîrokî de amaje bi vê yekê bê dan, İraq piştî şerê cîhanî yê dûyem tûşî pirsgirêka çandina mayinan bûye û li peyre jî di salên şêst û heftêyan de Hikûmeta İraq’ê li dijî serhildanên gelê Kurdistan’ê jimareyek zêde mayin di Kurdistan’ê de çandiye, piştre di salên navbera 1980–1988’an di dema şerê İraq û Îran’ê de çendîn milyon mayinên din hatin çandin, vêna ji bilî şerê İraq’ê hevpeymanan li sala 1991 ku jimareyek zêde ya mayinên din ên cûr bi cûr hatine çandin. Di vê dawiyê de jî ev kar binpêkirina eşkere ya ‘Peymannameya Qedexekirina Bikaranîna Mayînan’ bûye.

Niha ku beşa peydeçûna mayinan û pirsgirêkên wê wek navendekê di İraq’ê de ser bi Wezareta Jîngehê ye û berê jî ser bi Wezareta Plandanîn û Alîkariya Geşepêdanê bû, her li gor serjimêriyên wê wezaretê nêzîk 25 milyon mayin û zêdeyî 3 milyon bombeyên avêtî ên ne teqiyayî di İraq’ê de hene.

Li gor statîstîkên ‘Desteya Nîştimanî ji bo Karûbarê Mayînan’ jî di İraq’ê de nêzîk 10 hezar û 232 erdên mayinan hene ku nêzîk 3 hezar û 782 erd di Kurdistana İraq’ê de ye û nêzîk 25 cûrên cuda ji wan mayinan jî di Kurdistan’ê de hatine çandin, vêna jî li gor serjimêriyên ‘Grûba Rawêjkarên Mayînan’ (MAG), jimara ew mayinan jî ku di Kurdistan’ê de hatine çandin, nêzîk 7 milyon tên texmînkirin. (8)

Xesarên mayinan bi awayekî giştî li dijî mirov û jîngehê ye, lewra di salê de jimareyek zêde hevwelatî û çalakên warê hilgirtin û pûçkirina mayinan jiyana xwe ji dest didin yan birîndar dibin, di warê jîngehê de jî mayin sedemeke pîsbûna axê ye û dibe astengeke sereke li pêşberî proseya avedankirin û vegeriyana xelkê ji bo gundên xwe û berlêgirtinê jî dike li pêşberî çêkirina rê û cadeyên nû, kiştûkal û damezrandina kargehên nû û herwiha projeyên elektrîkê û agahîdan û ronîkirin bi sedema nebûna şiyana wan ji bo çeqandina bircên nû li hemberî kulandina bîrên nû ên avê û li beramberî vekirina kanalên avdaniyê û lêgerîn û geriyan li pey peydakirina petrolê, geriyan li pey peydakirina madenên cûr bi cûr ên din de jî rêgiriyê dike. Ango bi awayekî giştî mayin li hemberî jîngehê pêşdebirinê rêgir e û sedemek e ji bo hejarkirina İraq’ê û Herêma Kurdistan’ê di hemû wna waran de ku me amaje da wan. Pêwîst e Wezareta Jîngehê li kêleka pîvana rûberê wan erdên mayinrêjkirî û diyarîkirina jimara durust û derxistina cûrên wê û peydakirina nexşeyên çandina wê jimara zêde a mayinan, sûd û fêde li endambûna İraq’ê dii ‘Peymannameya Qedexekirina Bikaranîna Mayînan’ de bê wergirtin û herwiha alîkariyan pêşkêşî Civata Parastina Jîngehê bike ku nûnerên piraniya wezaretan têde ye, ji ber ku ji ber hestyarbûna meselya mayin û şûnwarên wê dikare roleke berbiçav hebe di warê kêmkirin û ji holê rakirina cihwarên xerab ên mayinan û xesar û ziyanên wê ên giştî û jîngehê.
Îro bi lezgînî û bê peydeçûn pêwîst e rewşa hejaran bê başkirin û hînî xwendewariyê werin kirin û karîn û şiyanên xwe bikar bînin, cihê niştecihbûna paqij ji bo wan were dabînkirin, ji ber ku hejarî gefek e bo ser ewlekariya jîngehê û piştre jî liser asayişa nîştimanî, lewra pêwîst e çareserî evya bin:
Yekem: Ji holê rakirina nedarî û hejariyê, berî her tiştî bi başkirina dahata takekes û xizmetguzarî û reformên aborî.
Dûyem: Zêdekirina baca navendî, ji ber ku ne hejarê nedar û ne dewlemendiya bêrade tu yek di fikra parastina jîngehê de nabin, hejar ji ber nedariyê û dewlemend jî ji ber sûd û fêdeyan!
Sêyem: Reformekirin di sîstema desthilatdariyê de û kêmkirina diyardeya gendeliyê.

Çarem: Zêdekirina qata navendî ya civakê, ji ber ku hejarê nedar û dewlemendê bêrade, tu yek ne di fikra parastina jîngehê de dibin, xizan ji ber nedariyê û dewlemendên mezin jî ji ber sûd û fêdeyên xwe!
Pêncem: Tevlîbûna İraq’ê di lihevhatin û peymannameyên navdewletî û îmzakirina wan ji aliyê İraq’ê ve, ji ber ronîkirina van xalan û yên din jî, em dikarin di İraq’ê de giringiyek zêde bidin parastina jîngehê û dest bidin bihêzkirina şiyanan û karînên nû biafirînin û bi belavkirina rewşenbîrî û hişyarîdan bo parastina jîngehê.
Werger ji soranî / Azad Kurdî

Çavkanî

Ebdulrehman Sidîq*
* Endazyarê Rawêjkar, lêkolîner, Serokê Navenda Pird* ji bo lêkolînan li Herêma Kurdistan’ê û yekem Wezîrê Jîngehê yê Hikûmeta İraq’ê di salên 2003–2004.

1. Rapora sala 2009’an a Dezgeha Navendî ya Statîstîkên İraq’ê.
2. Dr. Mihemed Hamid, Govara “Alem El – Îqtisad”, hejmar 27, Kanûna 1995
3. Dr. Elî Husên, pirtûka ‘Jîngeha İraq’ê, Aso û Pirsgirêkên wê’, rûpela 112
4. Malpera www.unep.org
5. Rapora sala 2006’an a Wezareta Plandanîn û Hevkariya Navdewletî ya İraq’ê.
6. Çavkaniya berê
7. Rapora Navenda Xweparastina ji Tîşkavêjan, Wezareta Jîngeha İraq’ê.
8. Rêxistina Paqijkirina Mayinan li İraq’ê, Tora Zanyarî (El Niba) 07/10/2008