Li ser "ewlehiya bi hevkariyê"

Ewropa
Translator

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE), digel ku heta nuha nozdeh komên xebatê yên siyasî û leşkerî li seranserê Ewrasyayê geriyane, hîn jî dezgehek weha ye ku pir kêm tê naskirin. Ev nakokî vedigere ser çend sebeban.

Serê pêşîn, butçeya wê pir mutewazî ye, li gorî bi butçeya NATO‘yê (Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr) û Yekîtiya Ewropayê (YE). Sala 2008’an, di dest de bi tenê 164.168.200 euro hebûn ku ji çaran sêyê vê meblaxê ji bo mîsyonên meydanî hatibû terxankirin: asteke pirr bilind ji bo rêxistineke bi wî lewnî. Aliyê duyemîn ew e ku REHE ji pêvajoya Helsinkiyê derhat, anku heyama nermbûn û birêketina peywendiyên baş di navbera Rojhilat û Rojavayê de; lewma tê heye ku halê heyî weke bêarmanc û bêkêr bê pêş çavan. Dawî, nebûna selahiyeta wê ya dasepandina tedbîrên ku ji bo dewletên peywendîdar digire, dike ku medya çalakiyên wê zêde nede pêş.

Lê belê vê Rêxistina Ewlehiyê ya Panewropayî –ku selahiyetên wê li ser erdên ji Vancouverê heta Vladivostokê ne- karî behreya xwe nîşan bide ka ji bo aştkirina dubendiyan heta çi dereceyê dikare dîplomasiyeke bêdeng û bandorker bi rê ve bibe. Lewre belavbûna bloka Sovyetê di serê salên 1990’î de bû sedema derhatina hejmareke qeyranan ku hin ji wan pirsan hê jî bi rengekî serûber nehatine çareserkirin. Halê çaresernebûna wan pirsan pêwîstiya bi dexaleta REHE‘yê dide pêş. Ji bo mudaxelekirina li dubendiyên qewmî, cemaetî yan jî dînî/mezhebî, rêxistinê bi taybetî hewl û çalakiyên kontrolkirina çekan û çekhilgirtinê yên destnîşankirina sînoran û projeyên nûjenkirina hêzên ewlekariyê (polîs) dane ber xwe û herweha çalakiyên ku dikevin nav çarçoweya "rehendê mirovan" bi rê ve birine: pêşxistina mafên bingehîn û perwerdeyê, çavdêriya hilbijartinan, bihêzkirina dezgehên herêmî, parastina penaberan, û hwd., ji wan çalakiyên rehendê mirovan in.

Di vê bareyê de, ew hewl û kiryarên serkevtî yên Max van der Stoel, Komîserê Bilind ji bo Kêmîneyên Neteweyî (KBKN) ji REHE‘yê, hêjayî bibîranînê ne ku di dubendiya di navbera kêmîneyên rûsîziman û desthilatên siyasî yên welatên baltik ên nû gihiştine serxwebûna xwe, encam dan. Herweha çalakiyên Navenda Dezgehên Demokratîk û Mafên Mirovan (DDDMM) jî li aliyê xwe ve diyarker bûn. Di nav zêdetir ji panzdeh salan de, DDDMM‘yê hejmareke zêde ya çalakiyên çavdêrîkirin, nûkirin û hişyarkirinê bi rê ve birin, ji wan, weke nimûne çavdêrîkirina hilbijartinên ku di nav şertên aloz de pêk dihatin, alîkariya bi qurbaniyên bazara mirovan, reforma yasayan, mafên koçberan yan jî çalakiyên fêrkarî û perwerdeya di warê mafên mirovan de (gotara Caroline Fleuriot bixwîne).
Li aliyê din, çalakiyên rêxistinê yên di warê siyasî û leşkerî de bêtir encamên nakok nîşan didin. Lê belê REHE‘yê hemû karîgerî û bikêriya xwe ya di çarçoweya jeopolîtîk a heyî de îspat kiriye. Mixabin, ew biryarên siyasî ku çiriya paşîna 1999’an, di civîna bilind a Stenbolê de ji bo guhartina peymana li ser Hêzên Hevpeyman yên li Ewropayê (HHE) hatibûn girtin, ji ber cudatiyên di navbera şîroveyên dewletên endam de negihîştine armanca xwe (gotara Fabio Liberti bixwîne, r. 6). REHE bi zêdebûna bêhed a wan şax û organ û platforman re nagihîne, lewma desthilatdarî û derfetên mudaxelekirinê, di gellek mijaran de, nîvco heta bi kêmasî dimînin. Weke din, dezgehên ku ji bo pêdaçûna Rehendên cihê yên Ewlekariya Panewropayî di bunyeya REHE‘yê de muweqet dihatin damezrandin, ji ber nebûna xeteke rênîşander tûşî pirsgirêkan bûne.

Vê yekê karîgeriya wan dezgehan daxist ku avakirina wan bûbû cihê rizamendiya aliyên cihê. Bi vî rengî, gava fikrê birêvebirina civînên hefteyî li ser ewlekariya leşkerî di sala 1992’yan de hat pesendkirin, dewletên endam tercîha xwe bi avakirina Forûmeke muweqet (Forûma ji bo hevkariya di warê ewleyiyê de, FHE) dan, ji dêleva ku bar û berpirsiya wê veguhêzine ber Navenda Berbendkirina Dubendiyan (NBD) ku du sal pêştir di 1990’î de hatibû avakirin. Li aliyê din, peywendiyên digel NATO‘yê carinan binecîhbûna şax û organên REHE‘yê bi paş dixe. Ji bo nimûne, di rewşa NBD’yê de, selahiyetên wê bi awayekî aşkere hatine bisînorkirin, da ku digel platformeke reqîb a NATO‘yê nekeve reqabetê.

Di warê têgehî û teorîk de, dewlemendî û reseniya nirxandin û pêdaçûnên di çarçoweya xebatên REHE‘yê de tên kirin aşkere ne, lê belê, tetbîqkirina wan gellek caran tê berbendkirin yan jî bipaşxistin ji ber îradeya parastina statukoyên herêmî ku carinan li hember guherînên zelaltir tên tercîhkirin. Bi vî rengî, munaqeşeyên li ser dariştina "modeleke ewlekariyê ya hevbeş û global" ji bo sedsala XXI‘ê, herçend hêvîdar jî be, li dû xwe şantiyeyeke nîvco hiştiye. Herçî Platforma ewlekariya bi hevkarî (PEH) ye ku di vê civîna lûtke de hate pejirandin û armanc dikir ku hevkariya di navbera REHE û rêxistinên ewlehiyê yên ewropayî û transatlantîk de pêş bixe, ew jî di dawiyê de weke têkçûyin û şikestekê hat nirxandin.

Guherînên dîmenê ewlekariya panewropayî di heman demê de hem sînor û kêmasiyên REHE‘yê û hem jî pêdiviya reha ya bi rêbaz û derfetên ku wê rêxistinê bi pêş xistine, nîşan da. REHE bi rêya destnîşankirina nêzîktêdayina xwe ve li dora prensîbên derbarê "ewlehiya hevkariyê", awayekî birêveçûnê yê pragmatîk û pêşeng da ber xwe. Di vê rêbazê de dewlet weke xwe hatine entegrekirin, ne ku li gor şertên îdeal. Digel vê yekê dîsa diqewime ku REHE li mentiqa peywendiyên di navbera desthelatan de bialiqe. Dubendiya Nagorno-Karabaxê ji bo vê diyardeyê nimûneyeke aşkere ye. Lewre Grûba Minsk ku di 1992’yan de bi armanca komkirina konferansekê li ser vê meseleyê hat avakirin –ku konferansa navhatî heta îro jî nehatiye birêkxistin– ji ber dijberiya bîr û baweriyên dewletên endam (bi taybetî Dewletên Yekgirtî, Rûsya û Fransa, hevserokên grûbê) nikare biryarên xwe bisepîne.

Xwezaya REHE‘yê ku di cewhera xwe de siyasî ye, ji bo maweyeke dirêj hêsankarî kir ku rêxistin bikare diyalogê di navbera dewletên endam de deyne. Lê belê ev mekanîzmayên danûstandinê carinan têr nakin ji ber ku hêz û bandora wan a dasepandina şertan nîne ku bikarin, bi vî rengî, rêzgirtina li biryar û rêkeftinan teqez bikin. REHE, zêdetir ji her çi dezgeheke din a ewlekariya herêmî, beriya her tiştî berhemê vîna hevkariya dewletên endam e. Ji ber vê yekê, bê şik, xwediyê wê liyaqetê ye ku bibe barometreyeke ewlekariya Panewropayî û Ewrasyayî. Bi dû re, heke dewletên endam nexwazin di vê lîstikê de cî bigirin, ew ê çi biqewime ? Lewma di yanzdeh salan de, REHE‘yê tu civînên lûtkeyê saz nekirine ku serokên dewlet û hikumetan jî tê de amade bin. Ji ber vê yekê ye ku hevdîtina Astanayê ku qewl e bi meha çileya pêşîn bi rê ve biçe, dê bibe cerribandina rastiya wê baweriya ku dewletên endam û vîna wan a xebata bi hev re didin hev.

Çavkanî

Alain De Neve:
Endamê lêkolîner li Institut royal supérieur de défense, xwendekarê doktorayê di warê zanistiya siyasetê de (Université catholique de Louvain û Ecole royale militaire).

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn