Li ser planên "çareserîyê" ya hevditînên dewleta tirk û PKKyê

Di navbera "Nexşerêya 2009an" û "Peyama Newrozê ya 2013an" de
Translator

Di gotara berî vê gotarê de me hewil dabu ku hevditinên di navbêra AKP/dewleta tirk û Ocalan/PKKyê de tên çêkirin geşepêdanên aktuel yên li rojhilata navîn rû didin li gorî kijan kontekstê dimeşîn, binirxînin. Di vê gotarê de jî dê  "plana çareserîyê" ya Ocalan ya ku di Newrozê de hat xwendin bê nirxandin.

 

Wekî tê zanîn, li du ragihandina bi Ocalan re hevdîtin dîsan dest pê kirine, lijneyên ku ji parlementerên BDPyê pêk dihatin çend car çûn serdana Ocalan. Ocalan 23yê sibatê di hevdîtina bi lijneya duyem ya parlementerên BDPyê de daxuyand ku ji bo unîteyên PKKyê yên Qendîl, Ewropa û ji bo BDPyê sê name nivîsandinê û bi kurtasî naveroka van nameyan vegitibû. Li gorî ragihandina Ocalan, metna yekem ya ji 10 xalan pêk dihat bi sernavê "Ji bo Pêvajoya Aştîyê ya Demokratik Nirxandineka Felsefî", dîsan metna duyem ya ji 10 xalan pêk dihat bi sernavê "Plana Çareserîyê ya Demokratîk" û nameya sêyêm ya ku ji 19 xalan pêk dihat jî bi sernavê "Plana Çalakîyê ya Aştîya Demoratîk" hatibûn amadekirin. Ocalan digot, min ji  bilî van nameyan nivîsek yek rûpelî li nameya "Plana Çareserîyê" zêde kirîye û dîsan behsa metnên wekî bersiva "pirsên di derheqê dewleta paralel de" nameyek çar rûpel, nameyek "nirxandinê" ya sê rûpel û nameyek 6 rûpel ya ji bo "di derheqê pêvajoya aştî û demokrasîyê de nirxandinek kurt" dikir.  Di encamadê Ocalan digot ez sê merhele û 10 prensîp pêşnîyar dikim. Û daxuyand ku ger di nav du-sê heftan van nameyan bigihîjinn Qendîl û Ewropyê,  li ser nameyan gengeşî bên kirin û encam bigihîjîn destê wî, dixwaze ew bi xwe di Newrozê de vê daxuyanîyê îlan bike. (1)

 

Ev name bi rêyên cuda gihîştin ûnîteyên PKKyê yên Qendîl û Ewropayê û navenda BDPyê, parlementerên di lijneya hevdîtinê de bûn, çûn Qendîl û Ewropayê. Bersivên ku ji van deran hat dîsan bi heman rêyê gihîşte  Ocalan. Naveroka nameyên ku Ocalan ji Qendîl, Ewropa û BDPyê re şandibû heta niha ji raya giştî re nehatîye ragihandin.

Tenê di hin rojnameyan de vegotinên li gor agahdarîyên ku di derheqê hevditîna 23yê sibatê de di rojnameyan de cih girtibûn û hîn zêdetir jî  hûrgilîyên plana paşvevekişîn û çekberdana PKKyê derket pêş. Sêyam lijneya BDPyê ya di 18yê adarê de li Îmralîyê bi Ocalan re hevdîtin li dar xist, daxuyand ku dê Ocalan di Newrozê de ji raya giştî re, bi awayekî berfireh "di derheqê hemû alîyên çareserîya sîyasî û leşgerî de" agahdarîyan bide. Daxuyanîya navborî ya Ocalan 21ê adarê li Amedê di xwepêşandina Newrozê de hat xwendin. (2)

 

Dema li xalên ku di "Peyama Newrozê" de derdikevin pêş tê nêrîn, tê dîtin ku Ocalan di derheqê derketina rûdana kêşeya Kurdistanê û çareserîya vê kêşeyê de tabloyek wisa derdixîne holê:

 

1) "Kêşeya kurdî" di eslê xwe de berhemeka nûjenîtîya kapîtalîst e. Gelê kurd û gele Tirk, di navbêra erdnîgarîya kurd û erdnîgarîya tirk de ji hezar salan vir ve li gorî hiqûqa biratiya misilman û hiqûqa piştgirîyê têkilî hebûn. Ev hiqûq di sedsala dawîn de ji alîyê desthilatîya bişarte (kemalîst) ve li gorî sîyaseta zordestî, înkar û asîmîlasyon ya nûjenîya kapîtalîst bi pêvajoya înkarkirinê ji holê rabû û kêşeya kurd rû da. Bi heman awayî ev du sed salên dawîn bi midaxeleya emperyalîzma rojava gêlên herêmê hatine parçekirin, li dijraberî hevûdin hatine bikaranîn  û netewe-dewlet ava bûne.

2) Di vê demê de ji Rojhilatê Navîn heta Asyaya Navîn serûbinbûn û hişyarbûnek heye. Li Rojhilatê Navîn kurd û tirk du hêzên bingehîn yên stratejîk in. Divê ev herdu gel bi avakirina nûjenîya demokratik pêşengîya veguherînên Rojhilatê Navîn bikin. Gelên li Iraq û Sûrîyeyê li dijraberî Mîsak-î Milli hatine parçekirin. Divê ev gel li ser bingeha "Piştgirîya netewî û Aştîya Demokratîk" yekitîyek ava bikin

3) PKK dê li gorî çarçoveya vê têgihê dawî li têkoşîna çekdarîyê bîne, dê hêzên xwe yên çekdar vekişîne derveyî sînoran û dest bi pêvajoya sîyaseta demokratik bike.

 

Bi qasî tê dîtin van nirxandinên giştî û çarçoveya peyamên ku Ocalan di daxuyanîya xwe ya Newrozê de binxêz kir, ne nû ne.  Îfadeyên bi heman awayî ji demeka dirêj ve ye tê bi lêv kirin. Ancax peyam û nirxandinên bingehên yên ku di daxuyanîya Newrozê de cih digirtin bi awayekî hîn berfirehtir û sistematik di metîna dirêj ya ku tebaxa 2009an di dema "hevdîtinên Osloyê" de  ji alîyê Ocalan ve bi sernavê "Li Tirkyeyê Keşeyên Demokratkbûnê, li Kurdistanê Modelên Çareserîyê (Nexşerê)" (3) hatibû nivîsîn de cih digirin. Lê hikûmeta Tirkîyeyê wê demê nivîsara Ocalan fikare dît û destûr neda derkeve derve. Ev nivîsar 1,5 sal şûnde bi biryara DMMEyê (AHIM) derket holê. Tê ditîn ku nameyên Ocalan yên di hevdîtin 23yê sibatê de behsa wan tên kirin û heta niha jî naveroka wan ji raya giştî re nehatîye vegotin, bi gelemperî bi "Nexşerê" ya 2009an re li hev hatîye. Ku hin nivîskar jî di gotarên xwe de planên di van nameyan de hatine vegotin wekî  "rojanekirî" ya "Nexşerê" ya 2009an dinirxînin. (4) Ji ber vê yekê ger peyama Ocalan ya Newrozê di çarçoveya vê metînê de bê xwendin dê hîn watedar be.

 

"Nexşerê" ya Ocalan ya 2009an

 

Metîna tebaxa 2009an ku ji alîyê Ocalan ve hatibû nivîsîn û paşê wekî pêvajoya Osloyê hat bi nav kirin, tevî beşên destpêk û encamê ji 6 beşan pêk tê. Ocalan di pêşgotina vê metîna bi sernavê "Nexşerê" de digot, min vê metînê ji sedema gengeşîyên derhêqê "Li Tirkîyeyê Demokratîkbûn û Çareserîya Kêşeya Kurd" amade kirîye.

Di naveroka metîna navborî de dihat dîtin ku Ocalan bi gelemperî  îşaretî mijarên wekî yekîtîya berjewendîya dîrokî ya di navbera kurd û tirkan de, hevkarîya strarejîk, Mîsak-î Mîllî ûhwd. dikir.  Ev tezên Ocalan ku cih bi cih bi çewtîyên dembihurî (anakronik), xeletîyên madî û bi nirxandin û encamderxistinên subkektîf dagirtî bûn, bi vî awayî dikare bên kategorîzekirin.

- Kurd û Tirk ev hezar sal e xwedîyê dîrokek hevpar in û ji serdema Yavuz Sultan Selîm vir ve jî hevkarîya wan ya stratejîk çêbûye,

- Ancax bi pêvajoya xerabbûnê ya ku "nûjenîya kapîtalîst" pêk anîye ji sedema li ser bingeha tirkîtîyê parastina netewe-dewlet ya Îttihat Terakki ev şîrîkatî xera bûye û têkilî ji kurdan hatîye qutkirin,

- Divê bidûrvexistina kurdan ya ji komarê bi Mistefa Kemal re neyê têkildarkirin, Îttihatparêzan bi komplo û provakasyonan dor lê pêçane û paş1926an gav bi gav komarê bi dest xistine.

- Ev beş di heman demê de nêzîkî Brîtanyaya Mezin in jî. Jixve bidûrvexistina kurdan bi biryara Mistefa Kemal ya zanyarî bi sîyaseta jiholêrakirina etnîkî pêk nehatîye, bi provakasyonên ku Brîtanyaya Mezin bi armanca bikaribe Misûl û Kerkûkê ji tixûbên Mîsakî Millîyê derxe, çêkirîye ve girêdayî ye.

 

Ocalan çirîya paşîna 2007an hevdîtina Serokdewletê YDA û Serokwezîrê Tirk wekî xala werçerxê dinîrxîne. Dibêje di vê hevdîtinê de "li dijraberî tasfîyekirina PKKyê ji bo tasfîyekirina gladyoya tirk jî" li hev hatine û li du hevdîtinê darizandinên Ergenokonê dest pê kirîye. Dîsan Ocalan vedigot ku  di heman pêvajoyê de bûye şahîdê "hewildana herî mezin ya demokratik bûyînê ya dîroka komarê û hewildana ji nûve gihîştina merheleya komarek demokrat û xwedîyê zagona bingehîn." Vê yekê jî "wekî paşvegara sala 1923yê", " cesareta ji çewtîyên 85 salî paşve vegerîn", " ji nû ve hatina cem hev ya damezrênerên komarê" û " daxwaza yekitîyê ya kurdên parçebûyî ya li ser bingeha nûkirina Mîsak-i Mîllîyê" şîrove dikir..

 

Ocalan "gumanên çareserkirina kêşeya kurdî" bi sê awayî rêz dikir: "Çareserîya Netewe-Dewletê ku li ser Bingeha Serdestîya Nûjenîya Kapîtalîst ya li ser Îmhakirina Neteweyan Bilind Dibû û Hêza xwe ji Metodên Leşgerî Werdigirt", ya li Kurdistana Başûr "çareserîya Netewe-Dewlet ya Federe ya Kurd" an jî "Çareserîya Neteweya  Demokratîk". Ocalan herdu gumanên ewil bi neyînî dinirxand û ya sêyem pêşnîyar dikir. Di vê çarçoveyê de pêşnîyara "çareserîyê" jî bi kurtasî "li ser bingeha neteweyek demokratîk ya hevpar û welatek demokratîk ya bi pir zimanî, bi pir etnîkî, bi pir dînî" dikir û digot ev yeka bi avakirina komeraka demokratik mimkin e. 

 

Ocalan "radeya berbiçavkirina navê çareserîya demokratik" jî wekî "KCK" yê îfade dikir.  Ocalan digot divê "KCK wekî terza TCyê an jî alternatîfa wê neye fikirîn, divê wekî rexistina banî ya hêmanên demokratik yên kurdan (civatên aborî û ekolojik, hevwelatê demokratik û neteweya demokratik ya ji nasnameyên çandî pêk hatîye) bê îfadekirin. Ocalan li vê derê "hevwelatîyê demokratik" wekî "hevwelatîya xwedîyê mafên kesane û kolektîf", têgiha "neteweya demokratik" jî wekî "gelê  Tirkîyeyê" an jî neteweya Tirkîyeyê" tarîf dikir.

 

Di metîna navborî de tesbîtên Ocalan yên di derheqê sazîya KCKyê, rol û vatinîyê wê de gelek balkêş bûn û bi qasî balkêşîyê gengeşbar bûn jî. Li gorî Ocalan dê KCK nebûna alternatîfa KTyê (TC) (an jî dewletê), dê hîn zêdetir "bibûya rêxistana banî ya civata sivîl, û"di nava "yekbûnîya neteweya Tirkîyeyê" de cih bigirta , "ancax vê şîroveya sist ya neteweyê li pêşîya metodên îmhaker û înkarkirinê û çareserîxwestinên federalîst bibûya asteng da ku pirsgirêk dernekevin." Li gel vê yekê şîroveyên ku Ocalan di derheqê "aborî", "sosyal", "ewlekarî" û "dîplomasî"yê de her çiqas bi awayekî vekirî ranegihandibe jî KCK ji bo Kurdistanê wekî sazûmeneka birêvebir ya duyem dihat îfadekirin. Herweha Ocalan modela KCKyê car caran wekî modelên sosyalît îşaret dike û ji alîyê polîtikayên aborî, perwerde, tendirustî, spor, huner û hiqûqê ve sazûmaneka birêberbirinê û hêzên ewlekarîyê (hêzên xweparastinê) yên di nav vê sazûmanê de bixebite pêş didît. Di bin sernavê "Dîmena Dîplomatîk" de jî modela KCKyê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û "li seranserî Rojhilatê Navîn" dê ji bo çareserîyê çawa bikêr bê, dihat destnişankirin û ev yek "ji bo yekitîya neteweyî ya Tirkîyeyê li hemû Rojhilatê Navîn bi tevlibûna kurd, ermenî, suryanî û tirkmenan wekî rêxistineka banî" dihat îfade kirin.

Di beşa pêncam ya "Nexşerê"yê de bi sernavî "Plana Çalakî"yê ji bo bikarhatina "Plana Çareserîya Demokratîk" planeka bi sê merheleyê tê pêşniyarkirin: Li gorî vê yekê:

 

- Di merheleya yekem da ji alîyê PKKyê ve îlankirina agirbesteka mayînde,

- Di merheleya duyem de ji alîyê Parlemntoya tirk ve "Avakirina Komîsyeneka Lihevkirin û Heqîqetê", di encama xebata komîsyone de îlankirina efûyeka giştî û bi hevrasta vê yekê paşvevekişîna hêzên çekdar ya derveyî sînoran,

- Merheleya sêyem jî paşve vegerîna mişext û penaberan û zagonîbûyina û legalbûnaKCKyê dê mimkin bibûya.

 

Dema bi gelemperî li pêvajoyê tê nêrîn, Ocalan bi "Nexşerê"yê ku di nav de pir caran têgihên "demokrasi". "azadî", "wekhevî" û hwd. jî derbas dibin, ji bo Tirkiyeyê bi  Mîsak-î Mîllîya nû ya ku Kurdistanê jî kirîye nav tixûbên xwe û berfirehtir bûye "welatekî hevpar" ya kurd û tirkan ya bi pir zimanî, pir çandî, pir neteweyî û bi pir dînî û modeleka çareserîyê  ku gelê kurd dê di bin desthilatîya KCKyê de bijî, pêşnîyar dikir. Dema li naveroka metînê tê nêrîn ku li gel ku hîn jî ji bo Mistefa Kemal wateyek erênî bi kar tîne jî, mesafeyak dike navbêra xwe û  burokrasîya kemalîst û leşgerî ku berê pesnê wê dida. Li gel vê yekê sîstema KCKyê ya ku wekî modela çareserîyê pêşnîyar dikir jî ji xwe re rêveberîya kemalîst ya yek partîyî mînak werdigirt, pirdengîyê red dikir û modeleka korportist ya rêveberinê pêş didît.

 

"Nexşêrê"ya ku Ocalan 15 tebax 2009an teslîmî rêveberîya Girtîgeha Imralîyê kiribû, her çiqas ji alîyê hikûmeta tirk ve ji sedema "ewlekarîya netewî" destur nehat dayin derkeve derve jî, hebûna metînek wisa û pêşnîyarên ku ji bo çareserîyê di"Nexşerê"yê de cih digîrtin ji alîyê parêzvanên Ocalan bi qismî ji raya gîştî re hatibû dest nişan kirin. Di wê deme de hem PKK û hem jî BDP di çarçoveya modela KCKyê de  daxwaza ‘xweserîya demokratîk’ hîn bi hêztir bi lêv kirin. Tirmeha 2011an di kongreya DTKyê de ‘xweserîya demokratik’ hat îlankirin. Îlankirina ‘xweserîya demokratîk’ li gor çarçoveya bazarîyên bi dewleta tirk re dihatin meşandin zû bi zû pêk hatibû û bi bûyera Farqînê ya heman rojê rû dabû, pêvajoya hevdîtinan bi temamî xetimi û li du daxuyanîya Ocalan ya ji hevdîtanan paşve vekişîna xwe radigîhand jî, hêdî hêd hat jibîrkirin.

 

"Nexşerê"ya 2009an – "Peyama Newrozê" ya 2013an

 

Wekî di despêkê de jî hat îfadekirin daxuyanîyên Ocalan yên di peyama Newrozê de cih digirtin, di metîna berê ya "Nexşerê"yê de jî hebûn. Di herdu metînan de jî bi giranî "biratîya kurd û tirkan ya hezar salî", "hevkarîya stratejîk" tê dest nişan kirin û wekî berpirsarê rûdana kêşaya kurdî jî "têgiha netewe-dewlet ya kapîtalîzma nûjen" tê tebîtkirin û wekî rêya çareserîyê jî ji alîyê herdu hêzên stratejîk yên Rojhilatê Navîn, ango gelên kurd û tirk ve di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de avakiraina nûjenîya xwe ya demokratik, avakirana dewleteteka hevkar, azad û demokratik ya hemû gel û çandan tê pêşditin.

 

Bi qasî ku tê dîtin yek jî beşên "Nexşerê"yê yê ku li ser gengeşî tê kirin, "legalbûna KCKyê", "di bin desthilatîya KCKyê de xwesrîya demokratik" û "hêza xweparastinê" di "Peyama Newrozê" de cih nehatîye dayîn. Ji ber ku nameyên Ocalan yên ji Qendîl, Ewropa û BDPê re hîn bi raya giştî re nehatin parvekirin di derheqê vê mijarê de nefikirîna vegotinên wekî gelo ev mijar bi temamî ji rojevê derketîye, li ser veguhertin çêbûne, hatîye tehîrkirin an jî tenê behsa wê nehatîye kirin,mimkin nîne. Ancax li gorî notên hevdîtina 23yê sibatê Ocalan dibêje; kurd dikarin di dahatîyê de xwe bi rê ve bibin lê di vê pêvajoyê de daxwaza xweserîyê dê bi reaksiyon bê pêşwazîkirin, rakirina îtîrazên ku "Şertên Desthilatîya Rêveberîyên Herêmî ya Ewropayê" bên rakirin dê têr bike. Dîsan dibêje ne pêwîst e ku kurd di zagona bîngehîn de wekî gel bên pejirandin û gerîlayên ku paşve vedikişîn dê li Iran û Sûrîyeyê bi cih bibin. Ji vê yekê jî wateya ev mijar bi temamî ji rojevê derneketîye, tenê hatîye bi paşve xistin derdikeve.

 

Mijara bingehîn ya li vê derê bi bîr tê, pirsîyara gelo çarçoveya ku bûye mijara "Peyama Newrozê" li ser bingeha hevdîtinin bi navbêrîya MITê bi dewleta tirk re tên kirin li gorî daxwazên PKKyê yên ji alîyê Ocalan ve hatîye formulekirin dimeşe an jî divê wekî xalekî ku li gorî hîn pîvanan li ser hatîye lihevkirin, bê têgihîştin. Şiklê vegotina "Peyama Newrozê" û terza wê ya daxuyandina  ji raya gîştî re pirseka wisa bi bîr tîne.

 

Bi rastî jî "Nexşerê"ya 2009an ji alîyê dewleta tirk ve bifikare hatîye ditîn û demaka dirêj di çekmeceyan de hatîye veşartin, lê heman dewletê bi xwe  "Peyama Newrozê" derxistîye derve û destûr daye ku di xwepêşandana Amedê de ji sedhezaran kesî re bê xwendin. Dîsan metîna "Nexşerê"ya 2009an jo bo hevdîtinê wê demê hîn zêdetir bi terza hîtabî dewletê dikir hatibû nivîsandin, lê "Peyama Newrozê" ya 2013an raste rast hitabî girsyên kurd û raya giştî dikir, naveroka wê ya ji dewletê tu daxwazek bixwaze tunebû, beravajî radigîhand ku bi dewletê re hatîye lihevkiirin, bi vegotina qanîkirinê ya ji bo  girse pêvajoya lihevkirinê bipejirînin dagirtî bû.

 

Li vê dere her çiqas  metîna "Nexşerê" di pozisyona li dijî dewletê hatîye nîşandin de xuya bike jî, ramana wekî ev çarçove bi temamî ji alîyê Ocalan ve hatîye avakirin jî dê rasteqînî nebe. Îhtîmal e ku Ocalan wekî pragmatîstek serkevtî ji hevditînên pê re hatine kirin hin encaman derxistîye û nivîsandîye. "Peyama Newrozê" bi temamî ji alîyê Ocalan ve hatibe nivîsandin jî divê bê zanîn ku naveroka wê ji berê de hatîye gengeşîkirin û tespîtkirin û ji kontrol û redaksîyonê derbas bûye.

 

Dema geşepêdanên li du Newrozê rû dane bên nirxandin, tê dîtin ku hikûmeta tirk di mijara  "Lijneya Merivên Aqilmend", Komîsyona Lêkolîna ya Heqîqetan" ku di "Nexşerê"ya 2009an wekî daxwaz cih girtibû de, li gorî terza di wê metînê hatibû destnîşankirin nebe jî hin gavên berbiçav avêtîye. Bi heman şiklî di derheqê mijara paşve vekişîna gerîlayan ya derveyê sînorên Tirkîyeyê de jî ji hêla dem û terza vekişînê ramanên ceda hebe jî, teqwîmek hatîye tespîtkirin.  Xala hîn zêdetir balê dikşîne jî ev e: ûnîteyên PKKyê yên Qendîlê,  Ewropayê û BDP di pêvajoya hevdîtinên 2011an de teminat dixwestin û îtîrazên xwe bi dengekî bilind bi lêv dikirin, lê wisa xuya dike ku  îcar bi temamî li gor çarçoveya ku Ocalan binxêz kirîye helwest nîşan didin. Îzahkirina van hemû rûdanan bi vegotina tesîr û bandora Ocalan ya li ser rêxistinê teqez e û rêxistin jî bi teqezî îtîatê Ocalan dike dê rasyonel nebe. Helbet hîn tesîra Ocalan ya li ser rêxistinê gelek bi hêz e, otorîteya wî li ser rêxistinê heye. Lê divê bê qebûlkirin ku ji 1999an vir ve ev otorite mehitîye û hewcederaya Qendîl û Ewropayê ji Ocalan re heye, lê êdî ne di merheleya îtîata teqez  de ye. Di encamê de dema geşepêdanên ev çend mehên dawî bên ser hevûdin, meriv dikare wisa bifikire,  di navbêra Ocalan û dewleta tirk de "lihevhatinek" pêk hatîye û heta ji bo Qendîl, Ewropa û BDP  jî qanî bibin hin teminat hatine dayin. Dema li terza berdewamkirina pêvajoyê bê nêrîn, ji pêvajoyeka ku daxwaz tên mizakerekirin zêdetir wekî pêvajoya hin bikaranîna metodên teknîkî ya lihevhatinê û çalakîyên  propagandayê ya ji bo raya giştî ya kurd û tirk tê dîtin.

 

Divê ‘lihevhatin’ çawa bê fêmkirin?

 

Wekî li jorê jî hat destnişankirin heta niha di derheqê naverok û encamên hevdîtinên di navbêra Ocalan (PKK) û MITê (hikûmeta tirk) de em xwedîyê agahdarîyên berbiçav û bijûn nînin. Tenê dema rûdana geşepêdanan û beşên ku ji raya giştî re hatiye ragihandin bê nirxandin, meriv dikare bibêje ku di çarçoyeva "Peyama Newrozê" ya ocalan de îhtîmaleka pir bi hêz ya  lihevhatinê heye. Ev çarçovaya ku di destpêka gotarê de bi kurtasî hatîye şîrovekirin, dîyare ku  bi armanca lêgerineka nû ya sazûmaneka ku li Rojhilatê Navîn dê cihê statûkoyên kevn bigire ye. Bi rastî jî geşepêdanên wekî li du "Peyama Newrozê" bi hewildana Serokê DYAyê Obama lêgerîna Serokwezîrê Îsraîlê ya li Erdogan û lêborîn xwestina wî, veguherînn girîng yên hikûmeta tirk yên di derheqê PYDyê de, nakokîyên mixalefeta Sûrîyeyê û xetên ku dê nift û gaza xwezayî ya Kurdistanê bigihîjîne bazarên navnetewî ûhwd. li Rojhilatê Navîn îşaretê veguherînên girîng dike.

 

Êdî dîyare ku li Rojhilatê Navîn hemû kevîrên bingehîn yên statükoya kevn bi awayekî ku paşve venegere ji cihê xwe derketine. Qet nebe di vê pêvajoya dîrokî de xwedîbûna statûya sîyasî ya Kurdistana Başûr dawî li alternatîfa  bi metodên îmhakirin û înkarê jiholêrakirina kêşeya Kurdistanê jî anîye. Helbet ev bûyer nayê wateya ku dê gelê kurd carek din jî bi tevkuştin, jenosîd û trajedîyan re rû bir û nemine an jî beravajî mafên gelê kurd yên neteweyî û demokratik dê hema bê naskirin. Tenê îşaret dike ku edî li Rojhilatê Navîn bi paşçavkirina kurdan avakirina sazûmaneka nû ya jeo-polîtîk îhtîmaleka pir zeîf e.

 

Îfadeya Mîsak-i Mîllî ya ku di metînên Ocalan yên "Nexşerê" û "Peyama Newrozê" de pirî car derbas dibe, di eslê xwe de behsa ji nû ve tarîfkirina jeopolîtekî nû dike ku li gor vê bernameyê sînorên Kurdistanê yên parçên din jî dikeve nav tixûbên Mîsak-i Mîllîyê.. Ev plana ku bi vegotinên wekî "biratîya kurd û tirkan ya hezar salî", "biratîya misilman" tê  piştgirîkirin, ji manewreya Ocalan wêdetir, îhtîmal e ku projeya dewleta tirk ya "Osmanîtîya nû" bi destê hikûmeta AKPyê ketîye rojevê. Bê guman geşepêdanek wisa bingehîn ku tê wateya li Rojhilatê Navîn serûbinbûna hemû balansan, bê piştgirî û erêkirina hêzên navnetewî pêkanîna wê hema hema bê îmkan e. Bi qasî ku tê dîtîn armanca dewleta tirk ev e ku hikûmeta Kurdistana Başûr (PDK û PUK), PKK û PYDyê bigire bin sîwana xwe û bi vî awayî Kurdistanê jî tevlî sînorên Mîsak-i Mîllîyê bike. Ger ev ne  mimkin be jî qet nebe bi kurdan re şer neke û bi rola xwedîyê wan bibe hêzeka herêmî, nifûsa xwe ya aborî û sîyasî berfirehtir bike.

 

Di gotara xwe ya berê de me balê kişandibû ser mijara li du çekberdanê dê PKK çawa tevlî sîyasetê bibe, xala herî girîng ev bû. Di derheqê vê yekê de di "Nexşerê"ya Ocalan de tê daxwazkirin  ku PKK veguhere KCKyê û di bin desthilatdarîya KCKyê de rêvebireyeka xweserîya demokratik bê avakirin û dîsa wekî model "hezeka xweprastinê ya girêdayîyê KCKyê" dihat pêşnîyarkirin. Ev model di eslê xwe de tê vê wateyê: PKK her çiqas dev ji têkoşîna çekdarîyê berda be jî, dê bûyina xwedîyê hêzeka çekdar ango xwedîyê hêzeka deshilatdarîyê bidomîne. Ev di heman demê de dê bibûya bersîva  pirsa "gelo PKK dev ji têkoşîna çekdarîyê berdide lê li dijraberî vê helwestê çi bi dest dixe?" jî. Niha di çarçoveya "lihevhatinê" ya ji alîyê raya giştî ve tê zanîn ji modela KCKyê nayê behskirin.  Ev rewş pirsen wekî gelo unîteyên PKKyê yên Qendîl, Ewropa û BDP li dijraberî kîjan bidestxistinan ev  "lihevhatinê" ku tê de modela KCKyê tuneye, tesdîq kirine. Di hevdîtinên Ocalan ya 23yê sibatê de ji hêlekî ve behsa dev ji têkoşîna çekdarîya PKKyê û destpêkirina pêvajoya têkoşîna sîyasî tê kirin, ji hela din ve jî tê gotin ku dê hêzên çekdar yên PKKyê paşve vekişin Îran û Surîyeyê û li wê derê hîn bên mezinkirin. Ew tê wê wateyê ku dê hebûna hêzek çekdar ya PKKyê berdewam bike û di heman  demê de bi qismî bersivê dide pirsa "PKK li dijraberî vê helwestê çi bidest dixe?" jî. Ji hêla din ve ger di çarçoveya "lihevkirinê" de modeleka wekî KCK cih negirtibe, ev jî tê wê wateyê ku li Tirkîyeyê PKK bi rêya BDPyê dê derbasî qada sîyaseta sivîl bibe, ev rewş dê li ser BDPyê ku di qada sîyasetkirina sîvîl de xwedîyê gelek azmûnan e û bi gelemperî li ser sîyaseta sivîl  tesîrek çawa bike ji niha de texmînkirin dijwar e. Bi qasî ku tê dîtin  ji bilî bilêvkirina nerehetîyên xwe, ji bo dahatîyê tu amadeyî û bernameyên hêz û dorhêlên derveyî PKKyê jî tuneye. 

 

(1)Li metnên ku di 23yê sibata 2013an de di rojnameya Milliyetê de hatî weşandin binêre.  http://t24.com.tr/haber/iste-imralidaki-gorusmenin-tutanaklari/224711

 

(2) Ji bo xwendina tevahîya peyamê Abdullah Ocalan ku di 21ê adara 2013an de li Newroza Amedê hatî xwendin li vê lînkê binêrin: http://www.anfnuce.com/news/guncel/ocalan-bu-son-degil-yeni-bir-baslangictir.htm

 

(3)Li metnê 15ê tebaxa 2009an ku bi awayeka îronîk di 25.mîn salvegera "15ê tebaxê" de hatîye weşandin binêrin. http://www.pkkonline.net/tr/files/books/Yol_Haritasi.pdf

 

(4) Li gotara Kurtuluş Tayiz ya ku di 1ê adara 2013an de di rojnameya Tarafê de bi sernavê ‘’10 prensîbên  Ocalan’’ binêrin. : http://www.taraf.com.tr/kurtulus-tayiz/makale-ocalan-in-on-ilkesi.htm

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran