Li welatên balkanan tesbîtkirina serjimarê tiştekî nazik e

Translator

Li welatên balkanan tesbîtkirina serjimara welatan hîç wekî karekî asayî yê ji bo amadekirina statîstîkan nayê dîtin: ew dibin sedema tevahîya pevçûnên sîyasî. Di encama karên tesbîtkirina serjimara welatan de nexşeyeka nasnameyên herêmî derdikeve holê.

Rojnamevan Boris Dezulovic behsa henekekê ya li Bosna Hersegê belav e, dike. Kurikekî bi navê Ivica di dersa cografyayê de nota herî bilind stand. Dema mamoste ji zarokan pirsa serjimara welatê wan dike, tu deng ji sinifê dernakeve. Bi tenê Ivica bêsebir destê xwe radike da bersivê bide: "Ez dizanim, ez dizanim!" Mamoste dipirse, "Çend e?" Xwendekar bi kêfxweşî bersivê dide: "Nizanim!". Mamoste wisa lê vedigerîne: "Aferîn! Bersiva te rast e! Te ji ku zanîbû?"

 

Di payîza 2011an de li tevahîya welatên herêmê, kampanyayeka tesbîtkirina serjimara welatan bi înîsîyatîva Yekîtîya Ewropayê re, hat organîzekirin. Lê ev kampanya li Makedonyayê hat rawestandin û li Bosnayê hat paşvexistin. Li deverên ku kampanya hatin qedandin jî encam bûn sedema nerazîbûnên dijwar.

 

Li Bosna Hersegê, yekem tesbîtkirina serjimarê piştî şerî wê di payîza bê de, du salan derengtir bê pêkanîn. Mixabin, ev kampanya ku bi hevkarîya xurt ya Ajansa Ewropî  Eurostatê hat meşandin, ji niha ve bû sedema rexneyên herkesî. Dennis Gratz, serokê partîya lîberal û "welatîperez" bi navê Nasa Stranka weha şirove dike: "Hertişt polîtîze bûye. Dixwazin welatîyên Bosna Hersegê bi zorê bikin xwedîyê rengekî etnîk. Zextên bi vî rengî li tu welatê din yê Ewropayê nayên dîtin û îşareta kelevajîya sîstema boşnak e."

 

Tesbîtkirina serjimara welatekî, bi rastî jî tê maneya bicihkirina tewazûna hêzên herêmî: armanc ne bi tenê tesbîtkirina serjimaran e ku niha li filan deverê dijin, lê belê armanc herweha tesbîtkirina şiklê terîfkirina nasnameya xwe ya "neteweyî" ya şênîyan e jî. Li Bosna Hersegê, tirsek di dilê her civatê de heye. Ev tirsa ku encamên valakirina gundan û yên "paqîjkirina etnîk" in ku di dema şerî de pêk hatibûn, wê têsîrê li serjimara welatîyên qeyîdkirî bikin û bibin dezavantajek ji bo civata xwe. Da ku meriv pirsgirêkê fêm bike divê du konseptên ku li Fransayê wekî nêzîkî hev tên hesibandin ji hev derxe, ev konsept li welatên piştî-Yugoslavyayê ji hev baş tên cudakirin: welatîbûn û nasnameya etnîk: bi vî rengî  tevahîya şênîyên Bosna Hersegê xwedîyê welatîbûna boşnak in, lê dibe ku ew endamên etnîsîteyên boşnak, xirwat yan jî sirb bin. Bi heman rengî, dibe ku welatîyên Sirbistanê bibin endamên etnîsîteyên sirb, macar, arnawud, , boşnak, bulgar, romanî û hwd. Di serdema Yugoslavyayê de di kampanyayên tesbîtkirina serjimarê de,  pirsa nasnameya etnîk dihat kirin. Di van kampanyayan de pirsa zimanê wan yê zikmakî û mezheba wan jî ji şênîyan dihat kirin û timî mimkin bû ku şênî xwe wekî ateîst yan jî wekî agnostîk qeyd bikin. Di payîza 2012an de yekem kampanyayên tesbîtkirina serjimara li şêst herêmên Bosna Hersegê pêk hatin û encameka meriv ne li bendê bû derxistin holê. Bêhtirî % 35ê serjimarê xwe wekî "bosnayî », wekî "hersegî" yan jî wekî "bosna-hersegî" dan nasandin û ne wekî "boşnak", "sirb" yan jî "xirwat" dan naskirin. Eger heta payîza bê ev encam di asta neteweyî de werin piştrast kirin, ev dê bibe felaketeka sîyasî.

 

Belê, ji mohrkirina Lihevkirinên Aşitîyê yên Daytonê di 1995an de jîyana sîyasî ya welêt li gorî tewazûna di navbera hersê civatên serdest de tê eyarkirin û navê "gelên avaker" yên Bosna-Hersegê li wan tê kirin. Welat ji alîyê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ve hat şermezarkirin, lewre terîfeka wisa hebûna gelên din û mafên wan yên bingehîn qebûl nake: welatîyekî rom yan jî cihu yê Bosna Hersegê nikare bibe endamê serokdewletîya kolektîf [li vî welatî rêveberîya dewletê di destê sê serokdewletan de ye ku bi hev re biryarê didin, têbînîya wergêr] ê dewletê. (2)

 

Netewperestên hersê civatan vê tehlûkeyê hîs dikin. Xirwat ditirsin ku hejmara wan a bilind kêm bibe: di 1991ê wan % 17.5ê serjimara welêt pêk dianî, lê niha dibe ku bi tenê qederê % 10ê serjimarê pêk bînin. Lê belê ji ber ku gelek xirwat li hin herêmên welêt kom bûne, dibe ku partîyên neteweperest doza hebûna nasnameyeka din bikin, nasnameyeka bi taybetî xirwat. Herçî alîyê boşnak e, gumanên wê jî mezin dibin. Vê zivistana bihurî, kampanyayan bi qest dihişt ku meriv yekbûna van hersê tiştan bibijêre: welatîyê boşnak, zimanê boşnak û misilmantî.  Lê belê, neteweperest ditirsin ku wê gelek welatîyên boşnak, nexasim yên bajarî, bersiveka zêdetir "welatî" hilbijêrin û wê welatîbûna xwe ya Bosna Hersegê li pêş bigrin û bi vî rengî zirarê bidin nasnameyên taybet. Bi awayekî klasîk, ev kampanya xwe dispêre zexta tirsa ji civatên din: eger xirwat xwe wekî xirwat terîf bikin û eger sirb xwe wekî sirb terîf bikin, bi tenê îhtîmala ku kesên boşnak xwe wekî boşnak terîf nekin dimîne, ev wê bilindîya ne sabît ya serjimara endamên civata wan kêm bike.

 

Terîfkirina nasnameya xwe timî serbest bû, her yek dikare xwe wekî endamê civata ku bijartîye terîf bike. Slobodan Milosevic xwe wekî "sirb" terîf dikir lê birayê wî Borislav xwe wekî "montenegroyî" terîf dikir. Di dema kampanyaya tesbîtkirina serjimara welêt a sala 1991ê de, kampanyaya dawî berîya jihevdeketina Yugoslavyaya Federal, hejmara herî bilind ya "yugoslavan" derketibû holê. Mamostayeka li Sarayevoyê bi navê Alma Beciric wisa rave dike: "Min xwe wekî yugoslav terîf kir, sedema vê jî ne mîlîtanîzma min a sîyasî bû lê belê bi tenê nebûna tu alternatîfeka din bû. Bavê min misilman bû û dêya min jî sirb bû; mêrê min ê yekem jî ji malbateka tevlihev dihat."

Gelek welatîyan biryar dabû ku li şûna nasnameya xwe ya rastî bibêjin, wê kelevajîyan bibêjin û wê bi vî rengî li hemberî pêla neteweperest têbikoşin. Di encama wê kampanyayê de hat qeydkirin ku li hin bajarên Bosna Hersegê civatên eskîmo û fezayî hene. Beciric hê nizane wê di kampanyaya payîza bê de bi çi nasnameyê xwe terîf bike. Hîn jî kesên ku nasnameyên xeyalî û kelevajî didin qeydkirin hene. Di 2011an de li Xirwatistanê herî kêm 303 kesan xwe wekî jedî dan qeydkirin, 123 kesan xwe wekî xelkê dinyayê, 24 kesan xwe wekî fezayî û 12 kesan jî wekî enternasyonalîst xwe dan qeydkirin. Li alîyekî, di encama şer de cîhguhertina xelkê sirb kir ku hejmara wan bi yek carê kêm bibe û ji % 12ê tevahîya welatîyan heta bi % 4.36an dakeve. Li alîyê din jî, hejmara xirwatên ku xwe wekî xirîstîyan didin qeydkirin jî gelekî kêm bû. Li Istrîyê, ku îhtîmaleka mezin ew herêm e ku di herdu dehsalên dawî de herî zêde li dijî tevahîya neteweperestîyan rabû, hejmara kesên îstrîyî hema bibêje biqasî hejmara xirwatan e. "Dema meriv biryarê dide xwe wekî îstrîyî terîf bike, ev tê maneya redkirina bijartinê di navbera nasnameyên xirwat, îtalyan heta sirb de jî… Îstrîye timî erdê gelên tevlîhev bû. Çima meriv vê tevlihevîyê wekî nasnameyekê qebûl nake, wekî nasnameya me?", Mario Pusic şênîyekî bajarê piçûk ê bi navê Labin wisa rave dike.

 

Welatîyên yugoslav hê jî hene: di 2011an de li Montenegro û li Xirwatistanê çend sed ji wan xwe wisa dabûn qeydkirin, li Sirbistanê jî nêzîkî bîst û sê hezar kesan xwe wisa qeydkiribû. Piranîya wan li Belgrad û li herêma başûr ya Voyvodînê dimînin û hin ji wan bê dudilî xwe wekî hindikayîyeka ku mafên wê tên binpêkirin dihesibînin. Belê hindikayîyên neteweyî yên Sirbistanê (arnawud, boşnak, bulgar, macar, romî, romanî…) xwedî konseyên neteweyî ne, yên bi parastina mafên wan ên kolektîf wezîfedar in, nexasim mafên der barê ziman û perwerdeyê de. Ȋnîsîyatîfeka bi vî rengî hat destpêkirin da ku "yugoslav" jî xwedî heman mafî bibin, lê rayedaran bala xwe nedan wê lewre li gorî wan ev nasname "lihevçêkirî ye" . (3) Vê înîsîyatîfa ku li Voyvodînê dest pê kiribû, timî wekî tiştekî baş nehat nirxandin: li gori gelek welatîyan, girêdayîbûnê bi kevne dewletê re, yan jî  "yugonostaljî" tê maneya ku meriv dijî nasnameyên neteweyî yên taybet tênakoşe.

 

Li Montenegroyê, amadekirina kampanyaya tesbîtkirina serjimara welêt gelekî dişibe kampanyayeka hilbijartinan. Di 2012an de, belavok û afîş li tevahîya welêt hatin belavkirin û daliqandin, armanca wan tesîrkirina li welatîyan bû da ku xwe wekî "montenegroyî", wekî "sirb" yan jî wekî "boşnak" bidin qeydkirin, yan jî ji bo ku bibêjin ew bi zimanê "sirbî" yan jî bi zimanê « montenegroyî » dipeyivin.

 

Dêra Ortodox ya sirbî ku dêreka montenegroyî ya otonom e û nayê qebûlkirin otorîteya wê bê redkirin, bi tevahîya hêza xwe şer dike. Rahib ji bawermendan re dibêjin ku divê "sirbbûna xwe" derxin pêş. Guhertina hejmaran gelek tiştan dide fêmkirin: hejmara welatîyên sirbî ji % 10ê tevahîya welatîyan – di dema ku îhtîmala serxwebûna welêt ne di rojevê de bû – heta bi % 31ê zêde bû. Dema welatî xwe wisa bidin qeydkirin, maneya wê ev e ku li dijî serxwebûna di sala 2006an de îlankirî û li dijî avakirina nasnameyeka din ya neteweyî radibin. Ev nasnameya nû ku rayedarên Podgoricayê piştgirîya wê dikin wekî ne rewa tê nirxandin. Tevî ku ji 1991ê ve tu kampanyaya tesbîtkirina serjimarê li Bosna Hersegê nehat pêkanîn jî,  Li Kosovayê rewş baştir nîne li wir kampanyaya dawî ya ku gel li ber ranabe di 1981ê de pêk hatibû! Belê kampanyaya tesbîtkirina serjimarê ya 1991ê ji alîyê arnawudan ve hatibû boykotkirin û ya 2011an li herêma sirban ya li bakurê welat ê piçûk hatibû boykotkirin. Vê herêmê di 2008an serxwebûna xwe îlan kiribû. Xelqê arnawud gelekî li ber encamên kampanyaya dawî radibin… Li gorî agahîyên di vê kampanyayê de hatî bidestxistin, bi tenê 1 739 825 kes li Kosovayê dijîn: ev hejmar gelekî li binîya texmînan e, pir caran wisa dihat texmînkirin û gotin, "herî kêm du milyon kes lê hene" . (5) Ev jî ji xeynî bajarên bakur – wisa tê texmînkirin ku nêzîkî pêncî hezar kes ên ku bi piranîya wan sirb li wir dijîn (6) – di 2011an de serjimara Kosovayê ji % 93 arnawud, % 1,5 sirb, % 1 tirk, % 1 aşkalîyan, % 0,5 goranîyan pêk tê. Divê were bibîrxistin ku di encama kampanyaya 1981ê de hejmara arnawudan % 77.42 û ya sirban % 13.2 bû. 

 

Ji dehsalan ve şerekî dijwar ê demografîk li Kosovoyê tê meşandin. Neteweperestên sirb hejmara zêde ya zarokên ji dayik dibin stîgmatîze dikin, ev hejmar him wekî îspata paşvemayînê him jî wekî stratejîyeka sîyasî ji bo guhertina tewazûna welêt tê nîşandan. Tevî ku eşkere ye ku arnawud ew gelê Ewrupayê ye ku herî dereng dest bi bora demografîk kirîye, hejmara zarokên ji dayik dibin li  gundên sirb ên welêt jî pir bilind e. Kosova îstîsnayeka demografîk e û nîşana hebûna cudatîyên cidî di navbera civatên etnîk de nîne: rêjeyên jidayikbûnê berî her tiştî di navbera bajar û gundan de û li gorî çîna civatî diguherin. Lê belê arnawud bersivê didin piçûkdîtîna sirban û ji salan ve kirina doza piranîya wan li Kosovayê rewa dikin.

 

Şerê hejmaran pir girîng e ji bo neteweperestên arnawud ên li tevahîya welatên herêmê, çi yên Kosovayê, çi yên Makedonyayê û çi jî yên Deşta Presevoyê, herêmeka piçûk li başûrê Sirbistanê ye ku li kêleka çîyayên rojhilata Kosovayê ye, li wir gelê arnawud kampanyaya tesbîtkirina serjimarê ya 2011an boykot kiribû. Serokê Komîteya Parastîna Mafên Merivên Deşta Presevoyê, Belgzim Kamberi dibêje, "pirsgirêk ya dîyasporayê ye, lewre tunebûna wê kêmasîyek e ji bo meriv girîngîyê bide civata arnawud. Eger kampanya di dema havînê de pêk bihatana, wê encam gelekî guhertî bana lewre wê demê dîyaspora vedigere welêt". Belê, pêlên koçberîyê yên bi dawî nabin û arnawudan ber bi herêmên herî pêşketî yên Ewropayê ve dibin, hejmareka mezin ji welêt kêm dike, tevî ku hejmara zarokên ji dayik dibin hîn pir zêde ye jî, hejmara yên çûn xerîbîyê zêdetir e ji hejmara  zarokên ji dayik bûyî. Lê belê qanûn wisa dike ku bi tenê yên li welêt hazir in bên hesibandin, yên li xerîbistanê nayên hesibandin.

 

Li Makedonyayê şerê hejmaran ê herî dijwar diqewime. Serjimar wê ji 1ê heta 15ê çirîya pêşîn a 2011an pêk bihata; lê çar rojan berîya destpêkê, bêyî ku demeka nû dîyar bike komîsyona organîzasîyona serjimarê kampanya betal kir: lewre serjimarê li hin herêman dest pê nekiribû û nexasim ji ber ku wê gelek arnawudên li derveyî welêt dijîn bihatana qeydkirin. Di encama serjimara 2012an de di nava du mîlîyon welatîyan de, % 64 makedonî, % 25 arnawud û % 11 endamên etnîsîteyên din (romanî, tirk, sirb, hwd.) hatibûn qeydkirin. Arnawud li ber van encamên serjimarê rabûn, li gorî wan ew ji sê parên welatîyan yekê pêk tînîn, heta bi % 40ê serjimarê pêk tînin. Rojnamevanê arnawud Augustin Palokaj herçend behsa "dînîtîya arnawud a îdîakirina hejmarên mezin" (7) bike jî…

 

Li welatê arnawudan bi xwe, nûnerên hindikayîyên etnîk yên welêt – makedonî, romanî, yûnan, hwd. – encamên serjimarê bi awayekî hişk rexne kirin. Tevî ku Hevgirtina Sor û Reş (AK), tevgereka neteweperest a nû, kampanyayek li dijî derxistina pirsgirêkên "etnîk"  meşandibû ev yek pêk hat. Ev tevger pirsgirêkên etnîk wekî daxwaza parçekirina yekbûna xelkê arnawud dibîne. Hejmarên herî nakokane yên elaqedarê civata yûnan e, timî jê guman tên kirin ku piştgirîya daxwaza Yûnanistanê dikin, ya bidestxistina deshilatdarîyê li deverên ku yûnan li derveyî welêt lê dijîn. Ji dema jihevdeketina komûnîzmê ve, gelek arnawudên başûrê welêt meyldar bûn xwe wekî yûnan bidin qeydkirin, lewre wan hêvî dikir ku wê bi vî awayî karibin hêsantir derbasî welatê cîran bibin. Anim Lunturi Ratkoceri, yek ji nûnerê AKyê wisa dilê xwe bi xwe dişewitîne "sîyasetên koçberîyê yên Yûnanistanê kirin ku meriv bi xapînokî xwe biqulibîne ortodoksîyê û bi awayekî fermî navekî yûnanî li xwe bike. Ev sîyaseteka mezinkirina welêt û destavêtina erdên welatên din a eşkere ye." Di rastîyê de, axaftina herdu zimanan tiştekî adetî ye li herêmên nêzîkî sînor, nexasim li malbatên ortodoks. Ev herdu çand ewqasî dişibin hev ku tê dîtin di heman malbatê de birayek xwe yûnan bihesibîne û yê dîn jî xwe arnawud dihesibîne… Dîrokeka dirêj ya vê nezalalbûna nasnameyî heye. Berîya rewakirina neteweyeka "misilman" li Bosna Hersegê (1967), gelê boşnak dikarîbû ji xwe re bibêje "sirb", "xirwat" yan jî "bê nasnameyeka kifş" û di encamên kampanyayên piştî şerî de hatî pêkanîn, derketibû holê ku piranîya welatîyan ev terîfa dawî bijartibû. Li Kosovayê, wekî li Makedonyayê, nexasim di serjimarên 1951 heta 1961ê de hejmara tirk û arnawudan gelekî guhertin. Di 1954an de, Yugoslavyaya general Joseph Tito lihevkirinek bi Tirkîyeyê re mohr dike ku mimkinbûna koçberîya "tirkên" Balkanê misoger dikir, ango di rastîyê de ev eleqedarê tevahîya gelên misilman ên herêmê bû. Lewre bi deh hezaran arnawud, slavîyên misilman tercîh kirin koçberî Tirkîyê bibin û xwe wekî tirk dan qeydkirin.

Bi milyonan kesên bi eslê xwe ji balkanan in û li Tirkîyê dijin bi awayê fermî tirk in, wekî tirkên hatin welatê xwe yê nû tên hesibandin, lewre Tirkîye hebûna hindikayîyên etnîk qebûl nake. Heta van salên dawî jî, divîyabû yên nû hatî Tirkîyê navê xwe biguherin. Ev "tirkên nû", ku piranî têkîlîyên xurt bi welatên xwe re didomînin, bi cot nasnameyekê dijin, ziman û çanda wan ya koka wan di qada şexsî û malbatî de tê hepskirin. Li berevajîya vê yekê, di dirêjîya tevahîya serdema Yugoslavyayê de, civatên ne misilman yên Kosova û Makedonyayê (romanî, tirk, boşnak û hwd.) di bin zexteka dewamî de dijîn ku armanca wê arnawudkirina wan bû, nexasim bi rêya sazîyên dînî.

 

Herçî romanî ne, ew timî û li her deverê miletek in ku nasnameyeka statîstîka wê bi taybetî tê guhertin. Li alîyekî, rayedar bi qestî girîngîya wan kêm dikin. Bi ser de jî, gelek ji wan bi xwe stratejîya entegrasyonê dibijêrin, xwe bi navê civata di sîyasetê de serdest e, didin qeydkirin. Li gorî şert û mercên sîyasî, wan li Kosovayê xwe wekî sirb yan jî arnawud dida qeydkirin û li Makedonyayê xwe wekî makedon yan jî arnawud dida qeydkirin.

 

Di dawîyê de divê were gotin ku meriv timî van sê kategorîyên etnîk  tevlihev dike: roman, aşkalî û misrî, yan jî balkanî-misrî.(8) Hersê civat êşa newekahevîyên bi heman rengî dikşînin û statuya wan ya civatî piçûk tê dîtin – bi  zimanê arnawud peyva piçûkbîn magjup(qereçî) tevahîya wan terîf dike – lê bi tenê roman bi zimanê romanî dizanin. Lê zimanê zikmakî yê aşkalî û misrîyên li welatê arnawudan, li Kosova û li Makedonyayê hejmara wan pir e, arnawudî ye. Li alîyekî din jî, gelek zehmet e meriv misrî û aşkalîyan ji hev derxe: di serdema Yugoslavyayê de, "kilîda neteweyî" – sîstemeka tevlihev ya kotayan e ku armanca wan misogerkirina wekhevîyê di navbera civatên etnîk de ye – dikir ku meriv karibe bibe xwedîyê erkekê yan jî karekî. Lewre dibû ku xurtkirina cudakirina nasnameyên xwe li gorî berjewendîyên civatên hindikayî pêkdianîn bûya, dema mimkin bû ku kategorîya etnîk ya nû bibe xwedî rewatîyeka fermî. Ȇdî sazîyên Kosovayê bi tenê yek kategorî "roman, aşkalî, yan jî misrîyan" nas dike, ku di belgeyên fermî de bi piranî bi peyva RAM (roman, aşkalî, misrî) tên terîfkirin. Gelên kêmhejmar timî di bin zexta civatên ji wan mezintir de ne. Lewre di serjimara 2011an li Kosovayê de, zexteka mezin li goranîyan hat kirin, ew slavîyên misilman ku li çîyayên Şar dijîn û zimanê wan nêzîkî makedonî ye (9), da ku xwe wekî"boşnak" qeyd bikin. Partîyên boşnak yên di hikûmeta Pristinayê de ne piştgirîya vê alternatîfê dikin.

 

Sala 1981ê, gelek ji van goranîyan wekî "sirbên misilman" hatibûn qeydkirin. Ev alternatîf êdî hema bêje tune ye. Parlemanterê Kosovayê Mursel Halili, kesereka kûr berdide û weha dibêje "ne Belgrad ne jî Pristina tucarî nexwestin taybetîya welatê Gora û şênîyên wê goranîyan nas bikin". Li bakurê Sirbistanê, li Voyvodinê şerekî bi heman rengî der barê nasnameya civatên piçûk ên katolîk ên bi navê socî û bunjevcîyan diqewime. Tevî ku bi adetî ortodoksbûn wekî nîşana nasnameya sirbî tê nirxandin, bunjevcî pir caran wekî xirwat tên hesibandin û carinan jî wekî sirbên katolîk tên binavkirin. Di dêstpêka sedsala bîstan de, fîgurên "marksîzma awûsturyayî" yên wekî Oto Bauer (10) ji hev cuda kirina welatîbûna dewletî û ya herêmî li gorî yekîtîya erdî ya welêt û nasnameyê teorîze kiribû. Nasname wekî xisleteka şexsî hat hesibandin. Piştre, "sosyalîzmên reel" wekî ya Rûsyayê û wekî ya Tito, ev konsept ji nû ve bi kar anîn. Di çarçoveya Yugoslavyayê de, ev yek bi awayekî nedîtî kir ku tevahîya nasnameyan û çandan werin naskirin û bipêşxistin.

 

Bi vî rengî em dikarin bi bîr bixin ku bernameyên pêşî yên radyoyê û televizyonê bi zimanê romanî li Kosovaya yugoslav hatin weşandin – tevî ku bikaranîna "kilîta neteweyî" di dabeşkirina erk û postan de ji bo ji rê derketinên di dewleta hevpar de jî bi kêr dihatin. Bi her halî tevî ku dewletên nû yên mîrasgir ên federasyonê îdeolojîya xwe ji "biratî û yekîtîyê" nagirin jî û berevajî ji îdîaya daxwazên neteweyî yên taybet digirin, ev pratîk destûrê dide ku ew bi xwe bi hêsanî were manîpulekirin bi destê hunersazên mihendisîyeka etnîk ên ku armanca wan damezrandina xwedîîmtîyazbûnê û mafên bi tenê ji bo filan yan jî bêvan komê ye.

 

Ji hesabên etnopolîtîk ên filanî û bêvanî û wêde, delîleka mezin û dramatîk dîsan jî xwe ferz dike li tevahîya welatên başûrrojhilatê Ewropayê: ew vala dibin û şênîyên wan jî kal û pîr dibin. Di nava deh salan de ji Sirbistanê sê sed hezar meriv kêm bûn, ango % 5ê serjimara wê ya giştî. Sedema vê helbet rêjeyeka zarokanînê ya bi giştî kêmbûyî – ji bilî alema arnawudan – lê belê ji vê jî bêhtir koçberîya girseyî ya ku welêt her ji hêzên wê yên zindî xalî dike. Mezûnên ciwan ên zanîngehan diçin û nexasim jî li rojavayê Ewropayê; Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Awûstralyayê li jîyaneka xweştir digerin. Li gorî lêkolîneka nû (11), deh milyon kesên ji welatên rojavayê Balkanan li dîyasporayê dijîn. Sedema vê koçberîyê helbet şer e, lê belê herweha jîyana rojane ya zehmet a piştî şerî û boreka aborî ye ya ku dawî lê nayê.

 

Serjimar di panzdeh rojên pêşî yên çirîya pêşîn a 2011an de li welatê arnawidan, Xirwatistan, Kosova, Montenegro û Sirbistanê hat pêkanîn. Lê belê sirbên li bakurê Kosovayê, hin arnawidên li şaredarîya Bujanovac (başûrê Sirbistanê) ev serjimar boykot kirin. Li Makedonyayê serjimar roja 11ê çiriya pêşîn a 2011an hate paşvexistin û dema wê ya paşê jî nehat dîyarkirin. Li Bosna Hersegê serjimar hat texîrkirin, pêşî divîyabû bihara 2013an pêk bihata, axir niha divê çirîya pêşîn a li pêşîya me pêk were.

(1) Ev termînoljî gelek caran kete ber nîqaşê. Meyla niha ew e ku peyva Bosanac  (welatîyê Bosna Hersegê) wekî bosnayî were wergerandin, li hemberî vê peyva boşnak (Bosnjak) bi tenê bosnayîyên ji rêûresma misilman (ên ku di serdema Yugoslavyayê de bi maneya neteweyî navê "misilman" li wan dihat kirin) terîf dike.

 

(2) Dadgeha Ewropayê Bosna Herseg ceza kir li ser bingeha gilîyê ku sala 2009an serokê civata cihûyên Bosna Hersegê Jacop Finci û kesayetîyeka girîng a civata roman Devo Sydić kir.

 

(3) Gotara li jêr bixwîne: Vesela Lalos, "Une minorité négligée: les ‘Yougoslaves’ / Hindikahîyeka nayê hesibandin: ‘Yugoslav’ ", "citoyens apatrides d’un pays disparu / welatîyên bêwelat ên welatekî tunebûyî", Le Courrier des Balkans, 1ê kanûna pêşîn a 2010an.

 

(4) Gotara li jêr bixwîne: "Ballade en Yougonostalgie / Kilam li ser Yugonostaljîyê", Le Monde diplomatique, tebaxa 2011an.

 

(5) Sala 1981ê, serjimara herêm 1. 584 440 kes bû, ji van % 77.4 arnawud, % 10 sirb, % 3.7 misilman, % 2.3 roman û aşkalî, % 1.1 Montenegroyî û hwd

 

(6) Der barê şaredarîyên Mitrovica-Bakur, Zvecan, Zubin Potok û Leposavic de ye. Ji bilî sirban, li bakur çend sedek arnawud (li Mitrovica û Leposavicê), roman, tirk, boşnak dijîn.

 

(7) Bide ber, Augustin Palokaj, "Le Kosovo, l’Albanie et la folie des grands chiffres / Kosova, welatê Arnawudan û dînîtîya hejmarên zêde", Le Courrier des Balkans, 16ê tebaxa 2011an.

 

(8) Bide ber, Roms des Balkans: intégration, citoyenneté, démocratie / Romanên Balkanan: întegrasyon, welatîbûn, demokrasî, Parîs, cih nehatîye dîyarkirin, Les Cahiers du Courrier des Balkans hejmar 1, 2012, 216 rûpel.

 

(9) Bide ber, Jean-Arnault Dérens û Laurent Geslin, Voyage au pays des Gorani (Balkans, début du XXIe siècle) / Gera ber bi welatê goranîyan (Balkan, di destpêka sedsala 21ê de), Cartouche, Parîs, 2010.

 

(10) Otto Bauer, La Question des nationalités et la social-démocratie / Pirsa welatîbûnê û sosyal-demokrasî, EDI, Parîs, 1987.

 

(11) Ev lêkolîn ji alîyê ajansa nûçeyan a tirk Anadoluyê ve hat meşandin. Bide ber, "Migrations: un tiers des habitants des Balkans vit en diaspora/ Koçberî: ji sê paran pareka şênîyên Balkanan li dîyasporayê dijî", Le Courrier des Balkans, 26ê hezîrana 2013an.

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê